ÊLIH – HDP’ê li Heskîfê îtîrazî jêbirina 204 qeyda hilbijêran kir, lê Lîjneya Hilbijartinê ya Heskîfê red kir.
Li Heskîfê qeyda 204 hilbijêran jê hat birin. Li gel vê yekê qeyda 122 hilbijêran a nelirê li Heskîfê derketibû holê. HDP’ê li dijî vê rewşê îtîrazî Lîjneya Hilbijartinê ya Heskîfê kir. Lîjneya Hilbijartina Navçeyê îtîraza HDP’ê red kir. HDP li ser vê redkirinê serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr ango Êlihê da.
'HÎLE RASTIYA AKP’Ê RADIXE BER ÇAVAN’
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Heskîfê Salîh Çakar têkildarî mijarê axivî û got ew ê bibin şopdarê vê nelirêtiyê. Çakar bi bîr xist di hilbijartina herêmî ya 2014’an de DBP’ê 538 deng û AKP’ê jî 546 deng girtine û got: “Me di hilbijartina bihûrî de bi 8 dengan ferq şaredariyê winda kir. AKP îro fêm kir ku dê şaredariyê winda bike, demildest qeyda 204 hilbijêran jê bir. Ewilî 122 hilbijêran li Heskîfê bi awayek nelirê qeyd dikin. Hejmara van qeydan hemû rastiya AKP’ê radixe ber çavan. Lê tevî hemû hîle û nelirêtiyê wan jî teqez em ê bi ser bikevin.”