Çalakgerên Qamişloyê ji bo rakirina tecrîdê ji NY‘ê re name şandin

  • rojane
  • 08:32 31 Çile 2019
  • |
img

QAMIŞLO - Çalakgerên greva birçîbûnê ya bajarê Qamişlo, bi armanca tecrîd bi dawî bibe û piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD Leyla Guven û binpêkirinên Tirkiye ya li Efrînê nameyek pêşkêşî NY‘yê kirin.

Greva birçîbûnê ya şêniyên Qamişlo ku ji aliyê Kongreya Star ve ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya Leyla Guven ku 3 roj berê li ber avahiya Komîseriya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatibû destpêkirin bi dawî bû. Di roja sêyemîn de 80 kes ji bajarê Qamişlo tev li grevê bibûn. Çalakgeran di grevê de dirûşmeyên "Em berxwedana girtîgehan silav dikin, Em berxwedana Leyla Guven silav dikin, berxwedan jiyan e, bê serok jiyan nabe" berz kirin. 
 
Komîteya amadekar a greva birçîbûnê, ji bo balê bikişîne ser armanca çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û binpêkirinên Tirkiyê ya li Efrînê nameyek radestî Neteweyên Yekbûyî kir. Çalakgeran ku elekên wêneyên Ocalan û Leyla Guven li xwe kirbûn li ber avahiya Komîseriya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekûbyî kom bûn û nameyek ku balê dikşîne li ser rewşa xeter ya Leyla Guven û sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî yên Sûriyê radestî NY‘yê kirin xwendin.
 
Rêvebera Kongreya Star name şandin û di nameyê de wiha gotin: 
 
Ji bo Komîseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî;
 
Ji konê çalakiyê, em vê nameyê ji we re dişînin, da ku fikarên xwe li ser xeteriya domdar a binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê dewleta Tirk ve li Ezaz, Bab, Cerablus û Efrînê bînin ziman. Dagirkeriya Tirkiyê bi rêbazên ne mirovî û ne wijdanî hemû qanûn û pîvanên navdewletî bin pê dike. Darên zeytûnan dibirin, zeviyan dişewitînin, kiryarên dizî û talankirina deverên dîrokî wekî Endarayê û revan û kuştina silavan pêk tînin. Binpêkirinên dagirkeran li pêşiya çavê her kesî tê kirin li heta niha ji aliyê rêxistinên hiqûqî û mirovî ve ti helwest derneketiye.
 
Li aliyekî din jî hejmarek mezin ji parlamanter û kesên sivîlên ku ji bo doza Kurdî dixebite bi henceta terorîst in girtine. Ji ber dewleta Tirk dewleteke dîktator e, hebûna pêkhateyên din ku bi çand û zimanê xwe bijîn qebûl nake, bi vê yekê hemû mafên mirovan binpê dike. Dewleta Tirk ku dibêje ew endamekî Yekîtiya Ewropayê ye û rêz ji peyamên navdewletî yên mafê mirovan digre, lê kiryarên wê berevajî vê yekê nîşan dide.
 
Greva birçîbûnê ji pêşketintirîn wesîleyên têkoşîna aştiyane ye ku girtî ji bo azadiya mirovahiyê û protestokirina nêzîkatiyên ne baş demeşînin. Di pîvanên navdewletî de jî mînaka hevpeyamana Malta û ya Tokwyoyê hewldanên zextê li ser girtiyan û neçarkirina wan ku ji biryarên xwe paş de vekirin têne bi bîrxistin, lê Tirkiyê hemû peyvanên navdewletî derbas dike.
 
Li ser vê yekê bi pêşengtiya Parlamantera Partiya Demokratîk a Gelan Leyla Guven û hevalên wê di girtîgehên dewleta Tirk de bi armanca rakirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan greva birçîbûnê hate ragihandin.
 
Ev sê sal in serdana malbat û parêzaeran hatiye qedexekirin. Tecrîdkirina girtiyan li dijî pîvanên mirovî ne. Ji bo şkandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan Parlamanter Leyla Guven piştî hate berdan jî greva birçîbûnê ku ketiya 74 an didome. Her wiha gelek sivîlên din ku ji bo çareserkirina doza Kurdî tê dikoşin ketine grevê û tenduristiya wan di xeteriyê de ye, bi taybet rewşa Parlamanter Leyla Guven.
 
Ji bin vî konî û bi navê hemû beşdaran em bang li civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku ji sûcên dagirkeriya Tirkiyê erka xwe pêk bînin. Ji ber bêdengiya ji binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê ku qanûnên navdewletî derbas dike, encamên wê xeter li ser asta navdewletî bi xwe re bîne û cîhanê bi pîvan, nirx û dirûşmeyên mafê mirovan bê bawerî dihêle."
 
Çalakî bi tîlîlî dirûşmeyan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

02/02/2019
13:09 HDP: Cezayên Tuncel û Kişanak berdewama darbeya 2'ê Adarê ye
12:27 Qeyûm, bi projeyên Kişanak propaganda xwe dike
12:17 Nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin hat binçavkirin
12:11 Polîsan bi spreyê nivîsên tecrîdê jê bir
11:50 Rojnameger Dogan ji bo xelata azadiya îfadeyê namzet hat nîşandan
11:29 Namzetên hevşaredariya Qersê: Em ê modelek ku pêşengiya Tirkiyeyê bike ava bikin
11:13 Li Minbicê teqîn: 5 mamoste birîndar bûn
10:45 Koçyîgît: Di sala 'Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan' de 62 zarok di kar de mirin
10:31 Nivîskar Selîm Temo krîza dil derbas kir
10:08 Derûnînas Şenol: Bersûcê tecawizê dê raste rast ji zagonê sûdê bigirin
09:26 Berxwedana Leyla Guven ket roja 87'emîn
09:25 Şanogeran ‘Bûn An Jî Nebûn’ diyarî Leyla Guven kir
09:25 3 sal borîn lê hêj dosyeya Mûrat Daşkan wek berê ye
09:21 'Mirov diçin hîvê, lê hîn jî li gundê me av tune ye'
09:20 Çîçek: Em bibin lehî û biherikin Bakirkoyê
09:20 ‘Beriya mirinê, dawî li tecrîdê bînin'
09:19 Tûran: Divê dawî li tecrîdê bê, ji bo jiyaneke azad gav bên avêtin
09:18 'Daxwaza zarokên me daxwaza me ye jî'
09:17 Jimariya li ser piya li girtiyê berasteng tê ferzkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2019'AN
01/02/2019
22:12 15 sal ceza li Tûncel, 14 sal û 3 meh jî li Kişanakê hat birîn
21:56 Çalakiyên ji bo piştgiriya greva birçîbûnê didomin
20:25 Li Şirnexê 4 jinên din jî hatin berdan
16:29 Kişanak: Kengi dewlet bi Ocalan re hevdîtin kiriye aştî pêş ketiye
16:14 Baroya Amedê dê têkildarî kelepçekirina Kozagaçli giliyê sûc bike
15:09 Li Wanê 16 jinên girtî hatin derbkirin
14:40 Gergerlîoglu: Nasnameyê li peş serkeftinê dikin astengî
14:23 Dozger 18 sal ceza ji Gulser Yildirim re xwest
14:14 Leyla Guven bi weşana zindî beşdarî civîna gel a Geverê bû
14:04 Serlêdana hevdîtina li gel Ocalan hat redkirin
13:33 Bernameya Sibatê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
13:22 Guven: Çalakiya me dê di demek pir nêz de bi ser bikeve
13:20 Destûra mitînga Stenbolê hat dayîn
12:24 Kişanak beşdarî danişînê kirin, Tuncel neanîn danişînê
12:03 Ji bo venegere kar lêpirsînek din dan destpêkirin
11:42 Li Heskîfê îtîraza li dijî jê birina qeyda 204 hilbijêran hat redkirin
11:17 ‘Bêyî şehadet pêk werin em xwedî li wan derkevin’
11:14 TUÎK: Nifîsa Tirkiye 82 milyon e
10:54 Li Wanê êrîşî otobusa HDP'ê ya hilbijartinê kirin
10:03 Li Şirnexê îtîraza 9 hezar hilbijêrên nelirê hat redkirin
09:43 Bi fatûrên xeyalî mesrefa şexsî li ser Muzê nivîsand
09:16 Hatîmogûllari: Divê em bi hev re hewl bidin ku Leyla Guven bijî
09:15 'Berxwedana me wê bi ser bikeve'
09:14 Wê DBP, li Amedê kongreyê li dar bixe
09:14 'Bêhnstendina gelan bi bidawîbûna tecrîdê pêkan e'
09:13 ‘Eger gav neyê avêtin û tiştek biqewime, ev şerma mirovahiyê ye'
09:12 Banga ji bo mîtînga Stenbolê: Em xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
09:09 'Wê Colemêrg careke din rekorê bişikîne'
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2019'AN
31/01/2019
23:59 Bi meşekê piştgirî dan çalakiya Leyla Guvenê
23:56 Tevî Hevseroka DBP'a Şirnexê Altay 8 jin hatin berdan
20:59 HDP'î bi girseyî ber bi mala Guvenê ve meşiyan
19:26 'Mîrê bilûrê' Egîdê Cimo di 87 saliya xwe de koça dawî kir
18:56 Ewropayê jî serokatiya Gûaîdo qebûl kir
16:49 Danişîna Demîrtaş û Yuksekdag hat taloqkirin
16:38 Temellî: Em ê bersiva herî xurt di sindoqan de bidin faşîzmê
16:05 Ser doza JÎTEM’a Enqereyê diniximînin gelo?
15:50 Navnîşanên hilbijêrên xeyalî nîşanî rojnamegeran dan
15:19 Danişîna Tuncel û Kişanak sibê tê dîtin
15:12 Weşanên Aryen 4 pirtûkên nû çap kir
14:43 ‘Em hatin ku qeyûman paqij bikin’
13:45 Leyla Guven: Serkeftin ya me ye
13:36 ‘Em ê bibin dengê Guven û girtiyan’
13:35 Li Dersimê bayê yekîtiya hêzê ba dibe
12:48 Şahid li xwe mikûr hat: Digotin hûn nikarin cenaze li vir veşêrin
12:28 Eskeran bi ser 37 mal û axuran de girt: Kesek hat binçavkirin
11:57 Wekîlên HDP’ê li dijî tecrîdê dest bi nobetê kirin
11:40 Berdevkê YPG’ê Mehmud: Polîtîka selefî ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê têk çû
10:43 Bakkalci: Divê bi çalakgerên grevên birçîbûnê re muzakereyan bikin
10:15 Ozturk: Daxwaz nehatin bersivandin, berxwedan didome
09:39 Li Silopî bi dronan êrîşî qereqolê kirin
09:25 'Em ê qeyûman bişînin Enqereyê, em ê tiştên aîdî gel radestî gel bikin'
09:22 Di 4 mehan de der barê HDP'iyan de 257 fezleke hatin amadekirin
09:21 Mir lê disa AYM'ê berdana wî red kir
09:20 Wêranşarî: Çalakiyên greva birçîbûnê berxwedana li dijî bêhiqûqîtiyê ye
09:18 Ji mîtînga Stenbolê re hindik ma
09:17 Belkis jî noq bû!
09:16 'Em ê bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê'
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:42 Ciwanan Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ava kirin
08:32 Çalakgerên Qamişloyê ji bo rakirina tecrîdê ji NY‘ê re name şandin
07:14 Berxwedana Leyla Guven ket roja 85'emîn
30/01/2019
21:21 Bi dirûşme û tilîliyan çûn ber mala Leyla Guvenê
20:40 Parlementerên Partiya Çep bi çalakiyekê piştgirî dan Leyla Guvenê
20:27 Tevî namzeta Cizîrê Kûtlû 10 jin hatin berdan
19:46 Buldan, çû serdana malbata Selma Irmak
19:24 Ber bi Şirnexê ve sewqiyata leşkerî
17:18 HDP li avahiya KCD'ê dest bi nobetê dikin
16:56 Kampanyaya ji bo piştgiriya çalakiya Guven 10 hezar îmze derbas kir
16:52 Hevseroka KCD'ê Guven ji CPT re nameyek şand
16:21 'Çi dikin bila bikin serkeftin ya me ye’
16:19 Siyasetmedarên Swêdî û rewşenbirên penaber xwestin tecrîd rabe
15:19 Li Licê û Solaxanê serde girtina gundan
15:11 Çalakiyên greva biçîbûnê belav dibin 281 girtî di çalakiya bêdem û bêdorveger de ne
14:40 Endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê Kiliç hat binçavkirin
14:30 Yekîtiya Hêza Şoreşgerî dê sibê namzetên Dersimê eşkere bike
14:16 Li Wêranşarê 6 jê muzîkjen 11 kes hatin binçavkirin
14:00 Derbkirina xwe venegotin, rojnamegeran neheq kirin
13:26 HDK’a Edeneyê: Bi tecrîdkirinê re kilîdê li aştiyê xistin
13:25 Buldan: Ereb, Kurd, Mehelmî, Suryan dê bi hevre Mêrdîn bi rêve bibin