Namzetên HDP'ê yên Şirnexê: Em ê projeyên hilberînê pêş bixin

  • rojane
  • 10:50 30 Çile 2019
  • |
img
ŞIRNEX - Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Şirnexê Nûrcan Alturk û Hişyar Osal, diyar kirin ku AKP encex di xeyalê xwe de serkeftinê bibîne û dê projeyên kooperatifan ku hemû gel tev li hilberînê bikin pêş bixin. 
 
Ji hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31'ê Adarê re 2 meh man. Beriya hilbijartinê AKP'ê bi deh hezaran hilbijêrên sexte li bajarên Şirnex, Sêrt, Wan, Colemêrg, Amed û Îdirê û gelek bajarên din qeyd kirin. Piştî derket holê ku AKP'ê hilbijêrên sexte di pînik, kom û daîreyekê de bi sedan hilbijêrên xeyalî qeyd kirine HDP'ê li Lijneyên Hilbijartinê yên navçe, Bajar û YSK'ê îtîraz kir. Lê îtîrazên HDP'ê bi piranî hatin red kirin. Yek ji bajarê ku herî zêde hilbijêrên xeyalî lê hat qeyd kirin Şirnex e. Li Şirnexê di nava 6 mehên dawî de 3 hezar û 500 esker û polîs li dijî qanûn û pîvanan li navenda Şirnexê qeyd kirin. Li gel qeydên sexte Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lez dan xebaten hilbijartinê. Di 24'ê Hezîrana 2018'an de HDP'ê li Şirnexê nêzî 15 hezar deng stendibû. AKP'ê jî 6 hezar deng stendibû. AKP'ê li Şirnexê ji bo şaredariyê Mehmet Yarka namzet nîşan da. HDP'ê jî ji bo Hevşaredariyên Şirnexê Hişyar Osal û Nurcan Alturk namzet nîşan da. Lê ji ber ku partiyên din hêjmara dengê wan pir kêm e namzet nîşan nedan. Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Şirnexê Nurcan Alturk û Hişyar Osal der barê xebatên hilbijartinê de axivîn. 
 
OSAL: YÊN VÎNA GEL NAS NEKIN NIKARIN BAJAR BI RÊVE BIBIN
 
Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Hişyar Osal ku di sala 1974'an de bavê wî ji aliyê kesên nediyar ve hat kuştin û di sala 1990'an de dayika wî ji aliyê polîsan ve hat kuştin, diyar kir ku zextên gelek zêde li ser partiya wan heye. Obay anî ziman ku di her hilbijartinê de liser partiya wan zextên gelek zêde hene û wiha got: "Tevî zext pir zêde ne jî gel li vîn û partiya xwe xwedî derdikeve. Em dê di vê hilbijartinê de jî hemû lîstik û polîtikayên wan pûç bikin. Em li dijî van zextan gavan paşve navêjin. Gel êdî AKP'ê naxwaze. Êdî ruşvetê jî naxwazin. Êdî gel mafê xwe nas dikin û li mafê xwe xwedî derdikevin. Dizanin ku pirsgirêk bi AKP'ê çareser nabin. 2 salin qeyûm li ser şaredariyan e. Piştî qeyûman derket holê ku yên vîna gel nas nekin, nikarin bajar bi rêve bibin û nûnertiya gel bikin." 
 
‘EM Ê BÊ ŞIK BI SER BIKEVIN'
 
Osal, destnîşan kir ku piştî qeyûm hat ser kar, deynekî pir mezin li pey xwe hişt û wiha got: "Bi pereyên xerç kirin mirov dikare 2 caran bajarekî wekî Şirnexê ava bike. Lê li şûna xizmetê bikin niha binesaziya bajar xera kirine. Di mehên dawî de gelek hilbijêrên sexte heyd kirin. Lê disa tu şika me tune em ê teqez bi ser bikevin. Gel dê bersîvek baş bide. Gelê Şirnexê mirovên bi îman in. Mirov vina xwe nadin destê tu kesî." 
 
'EM DÊ XWEZAYÊ ESAS BIGIRIN
 
Osal, bal kişand ser projeyên ku pêş bixin jî û wiha got: "Em dê di hemû projeyên xwe de gel û xwezayê esas bigirin. Em dê enstîtuyê ava bikin. Pirsgirêkên xwe li vê enstîtuyê çareser bikin. Em dê her tiştî li vê enstîtuyê niqaş bikin û çareser bikin. Dê pirsgirêk û çareserî li vê enstîtuyê bên niqaş kirin. Li vir biryarên civakî, aborî û xizmetê bên stendin. Berê jî gelê Şirnexê bi xwe pirsgirêkên xwe niqaş dikirin û di nava hev de çareser dikirin. Em dê vê çanda ku gel esas digirin ji nûve zindî bikin." 
 
'Namzeta Hevşaredariya Şirnexê Nurcan Alturk jî anî ziman ku hilbijartinê wekî referanduma vînêi dibînin û wiha got: "Êm dê di vê hilbijartinê de serkefinek mezin bi dest bixin. Em dê hişmendiya qeyûm bavêjin ser sergo. AKP Heviya xwe bi hilbijêrên sexte ve girê dide. Lê AKP enceq di xewna xwe de hilbijartinê bi dest bixe. Ger ku hurmetê nîşanî vîna gelê Şirnexê dabûna, dê hilbijêrên sexte çênekiribûna. Xuya ye ku vîna gel esas nagirin û hurmetê nîşanî vîna gel nadin. 
 
'EM DÊ KOOPERATÎFAN AVA BIKIN'
 
Alturk, ani ziman ku niha li bajar betalî heye û aborî nebaş e, lê ew ji bo  betaliyê ji holê rakin û pirsgirêka aborî çareser bikin dê kooperatifên cuda ava bikin û li van kooperatifan pirsgirêkan çareser bikin. Alturk, destnîşan kir ku dê di qada çandinî û çotkariyê de qada debarê ava bikin û çotgehan ava bikin. Alturk, da zanîn ku dê ji bo jin û ciwanan jî projeyan pêş bixin. Alturk, bang li hemû hilbijêrên Şirnexî yên ku koç kirine jî kir û xwest di roja Hilbijartinê de bên dengê xwe bidin vîna xwe û xwest her kes li vîna xwe xwedî derkevin." 
 
 

Sernavên din

30/01/2019
14:16 Li Wêranşarê 6 jê muzîkjen 11 kes hatin binçavkirin
14:00 Derbkirina xwe venegotin, rojnamegeran neheq kirin
13:26 HDK’a Edeneyê: Bi tecrîdkirinê re kilîdê li aştiyê xistin
13:25 Buldan: Ereb, Kurd, Mehelmî, Suryan dê bi hevre Mêrdîn bi rêve bibin
13:14 Bîlgen: Em ê Qersê ji bêxwedîtiyê û diziyê rizgar bikin
11:43 DYA û MSD 'Ewlehiya Herêmê' axivîn'
11:35 Jina ducanî ya di binçavan de hat berdan
11:08 Zêrîn Hêja li pey dayika xwe digirî!
10:50 Onlu: Bendewariya gelan kir ku em namzet li bajarên din nîşan nedin
10:50 Namzetên HDP'ê yên Şirnexê: Em ê projeyên hilberînê pêş bixin
10:11 Li 41 parêzerên dadgehê protesto kiribûn doz hat vekirin
09:18 MHP’ê newaya strana hilbijartinê ji Koma Bexwedan diziye gelo?
09:15 Wê di 1'ê Nîsanê de careke din rastiya polîtîkaya HDP'ê derkeve holê
09:15 Liberabûna li dijî Robotên Kujer zêde dibe
09:14 Ji bo keça xwe ya nexweş xwedî bike ji mecbûrî dixebite
09:13 Wê Meclîsa Jina ya HDP'ê beyannameya xwe li Amedê aşkere bike
09:13 ‘Berdana Leyla Guvenê ne lutfek e, mecbûriyeteke hiqûqî ye'
09:12 Dîlok hezar û 27 projeyên Şahînê nedîtin, dîsa bû namzet
09:12 Başaran: Mafekî wan ê ku daxwaza bi milyonan tune bihesibînin tune ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2019'AN
08:51 Berxwedana Leyla Guven ket roja 84'yemîn
29/01/2019
16:44 Jinên Rojhilatî ji Guven re name şandin: Berxwedana te hemû sînor derbas kirin
16:10 Înîsiyatifa piştevaniya girtiyan banga tevlêbûna mîtinga Stenbolê kir
15:58 HDP’ê li Amed, Êlih û Şirnexê namzetên hevşaredariyan da nasîn
14:53 Rojnameger Ayşe Duzkan şandin girtîgehê
14:15 Dr. Demîr: Guven bi zahmetî avê vedixwe
13:47 Parêzerên Ocalan cara 785’an serî li dozgeriyê da
13:32 Patronan got 'Kevir jî bibare hûnê bixebitin': Berîvan mir!
12:35 Koçyîgît: Kî li Dersimê neçîrê dikin û di heqê wan de çi hatiye kirin?
12:10 Îdîaya 'Li Rezan bi navê cihat xwe bi rêxistin dikin'
11:25 Hewldana Navneteweyî ya Jinan piştgirî dan Leyla Guven
10:42 Kovara Zanistî û bîrdozî ya Jineolojî bi hêjmara nû derket
10:24 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Em agirê finda girtiyan geş bikin
10:20 Bernameya Şa Performansê ya meha sibatê eşkere bû
10:00 Li Licê esker derketin operasyonê
09:59 Li Şirnexê serdegirtina malan: Siyasetmedarên jin hatin binçavkirin
09:38 Berxwedana Leyla Guven ket roja 83'yemîn
09:12 Dayika li cenazeyê kurê xwe digere: Ma qey wijdanê wan tune ye?
09:12 Evran: Heta dawî li êrîşan neyê wê hêrsa gelê Başûr zindî be
09:11 Xebatên Mala Hunerê ya Degîrmenê bênavber didomin
09:10 Bijîşk û derûnas çûna qawîşa serbixweyan li girtiyan ferz dikin
09:09 Ji bo psîkên Helebê, banga alîkariyê
09:08 Banga ji bo mîtînga Stenbolê: Em bibin Leyla û tecrîdê bişkînin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2019'AN
28/01/2019
21:56 Leyla Guven welatiyên hatin ber mala wê silav kir
20:15 Rêveberê HDP'î Kiran hat binçavkirin
19:22 Leyla Guven: Heta Serokê me Ocalan bi temamî azad bibe em bibin xelek
17:06 Serokê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli dest kelepçekirî bavê xwe oxir kir
16:36 Dosya Ozgur Gundemê ji bo mutaalayê şandin dozgeriyê
16:36 75 welatiyên Qamişlo ji bo daxwazên Guven ketin grevê
16:03 Oluç: Em ji bo demokrasiyê fedekariyê dikin
15:33 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê tecrîdê şermezar kirin: Em hemû Leyla ne
15:00 Li 32 endamên KESKê yên OHAL şermezar kirin doz vebû
14:59 Mîrê Êzidiyan Tehsîn Beg koça dawî kir
14:45 HDP’ê li Wan û Colemêrgê xebatên hilbijartinê birêve bir
14:06 ÎRA- Girtina ofîsa Televziyona NRT û peyamnêrên wê bincilkirina rastiyê ye
14:01 Li Bedlîsê qedexeya derve hat îlankirin
13:51 Helbestên Mîkaêlê Reşîd bi latînî çap bûn
12:56 Yekemîn buroya hilbijartinê ya HDP’ê li Qersê hat vekirin
12:11 Rêxistina Zar: Girtina ofîsa NRT'ê siyaseta kuştina azadiya ramanê ye
12:07 Cebar Yawer: TSK'ê di navbera 2015-2018'an de 823 caran Herêma Kurdistanê bombe kir
11:42 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Mîmkara dîsa hat binçavkirin
11:26 HDP dê li Stenbol û Enqere namzetan nîşan nede
10:51 Doza rojnameger Taşkin dê li dadgeha îstînafê ji nû ve bê dîtin
10:01 Ozsoy: Heke peymanek pêk were jî divê li Îmraliyê pêk were
09:02 Fîlîz Buluttekin: Em dê li Sûrê ji nûve vîna gelan ava bikin
09:02 Prof. Dr. Savran: Piştî hilbijartinê dê kedxwarî zêdetir bibe
09:01 ‘Ger ku civak li çalakiyan xwedî derkeve dê bi ser bikeve'
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:38 Berxwedana Leyla Guven ket roja 82'yemîn
27/01/2019
22:06 Asayişa Duhokê li Dihok û Şêladizê bi dehan kes binçav kir
21:07 Ciwanên HDP'ê, pankarta mezin a wêneyê Leyla Guven bi pira Ofisê ve daliqondin
20:21 Şêniyên Tebqayê ji bo piştevaniya daxwaza Guven ketin grevê
19:59 Gelê Qamişlo, Hesekê û Dêrikê li dijî tecridê meşiyan
19:39 3 navçeyên Stenbolê tecrîd şermezar kirin: Roj, roja me ye
18:55 Leyla Guven: Zindan dê tecrîdê bişkînin
16:52 Îtîraza hevserokê HDP’ê ya qeyda wî cemidandin qebûlkirin, lê ya hevjîna wî nekirin
16:00 HDP, di rêza 12'emîn a pusulayê de ye
15:50 HDP: Ziyaretên ji bo Leyla Guven dê li KCD'ê bên qebûlkirin
15:14 2 kesên di raperîna Şêladizê de jiyana xwe ji dest dan defin kirin
14:40 Temelli: Daxwaz pir zelal e, tecrîdê rakin
14:18 10 girtyên di grevê de avêtin odeyek biçûk
13:46 KNK: Dijî bombardumanan dengê xwe bilind bikin
12:14 Namzetên HDP'ê yên Silopî: Projeyên me dê bi erêkirina gel pêk bên
12:01 Ji girtiyên Tarsûsê banga hestiyariyê
11:17 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Gebzeyê avakirina xwe îlan kir
10:48 Mutabakata Edene tê niqaşkirin: Putîn ji Erdogan re got ‘Ji sûriye derkeve'
09:58 Mîrza: Ev yek binpêkirina axa Iraqê ye
09:47 Kampanyaya ji bo piştgiriya çalakiya Guven 9 hezar û 430 îmze derbas kir
09:39 Berxwedana Leyla Guven ket roja 81'yemîn
09:08 Dozger 22 sal ceza ji rojnamevan Akdenîz xwest
09:08 ‘Ewil em ê deriyên şaredariyan ji bo gel vekin'
09:04 ‘Wê DMME di doza Sayilgan de Tirkiyeyê mehkûm bike'
09:02 Tevgera Goran xwest Tirkiye hêzên xwe ji Başûr derxin
09:02 Namzetên Geverê: Em ê tevî gel şaredariyê bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:21 Ciwanên HDP’ê li dijî tercrîdê bi şamalan meşiyan
26/01/2019
21:16 Rojnamevanên bûyerên li Şêladizê dişopandin hatin binçavkirin
18:55 Temellî çû serdana Leyla Guven
16:49 Siwêregiyan namzetên xwe pêşwazî kirin