Apê Nemir: Me mîrateyek gelek mezin hişt

  • rojane
  • 14:20 26 Çile 2019
  • |
img
KOBANÊ – Xelîl Osman ku di nava gelê Kobanê de wek Apê Nemir tê zanîn û di şerê Kobanê de li gel 3 zarokên xwe li dijî DAIŞ'ê şer kir, bi minasebeta salvegera Rizgarkirina Kobanê rojên berwedana Kobanê bibîr anî û wiha got: "Ez niha fam dikim ku me mîrateyek gelek mezin li pey xwe hişt." 
 
Serfiraziya Kobanê bi hezaran çîrokên qehremaniyê tije ye ku hê nehatin nivîsîn. DAÎŞ'ê 15'ê Îlona 2014'an êrîşî Kobanê kirin. Di şerê bajêr de komên biçûk ku weke ''komên li paş'' dihatin zanîn, yekîneyên mobîlîze, derbasî deverên ku DAÎŞ'ê bi dest xistin dibûn, bi heman li wan deran bi taktîka 'lêxe-vekişe' ya gerîla di têkçûna DAÎŞ'ê de roleke girîng bicihanîn. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), li dijî êrîşên hovane yên DAIŞ'ê berxwedanek lehengî nîşan dan. Berxwedana şervanên YPG û YPJ`ê 134 rojan dewam kir. Di wan rojan de şervanên jin bi lehengî û fedayetiyê destan nivîsîn. Piştî berxwedana bêhempa, şervanên YPJ/YPG’ê di 26’ê Çileya 2015’an rizgar kir. Bi sedan şervanên YPJ'ê û YPG'ê wekî Arîn Mîrkan Xebat Dêrik, Paramaz Kizilbaş û  destanên qehremaniyê nivîsîn. Dîsa gelek kesên navneteweyî tev li vî şerê dijwar bûn. 
 
Ji aliyekî ve hikûmeta Tirkiyê bi serokatiya Erdogan hewl dida komên tundraw yên mîna El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ`ê li dijî rêveberiya xweser a ku ji aliyê pêkhateyên Bakurê Sûriyê ve hatibû ragihandin, bi kar bîne û desthilatdariya Sûriyê bixe destên wan. Li aliyekî din jî rejîma Sûriyê bi alîkariya Hizbullaha Lubnanî dixwest çekdarên opozîsyona Sûriyê ji gelek bajarên Sûriyê derxe, jixwe ew bajarên mîna Eqisêr, Heresta, Xanşêxûn, Heleb û Resten û hwd. di encama bomberana hêzên rejîmê de bûbûn kavil. DAIŞ`ê ku wê çaxê ji çend sed çeteyan pêk dihat, di demeke kurt de qadeke fireh a Sûriyê û Iraqê dagir kir. Di nava saetan de bajarên mezin ên mîna Mûsil a Iraqê û Reqaya Sûriyê ketin destê DAIŞ`ê, her wiha mezintirîn baregehên artêşên Sûriyê û Iraqê desteser kirin û bi sedan leşker tune kirin û wê çaxê aloziya Sûriyê kete pêvajoyeke din. Li derdora bajarê Kobanê û li derdora hin gundên biçûk car caran di navbera şervanên ku ji bajarê Kobanê û gundên derdorê hatine û hin komên çete de, şerên demkî bi çekên sivik diqewimîn, wan şervanan herêmên xwe li dijî komên çekdar ên mîna Cebhet El-Nusra diparastin, paşê ew kom bi xwe jî tev li DAIŞ`ê bûn. Li derdora DAIŞ`ê propagandayeke mezin di çapemeniyê de çêbû. Digotin hêzeke ku têk naçe, herêma ku bixwaze di nava saetan de digire. Piştî hin hevpeymanên bi îstixbarata Tirkiyê re, li gorî belgeyên ku hin fermandarên DAIŞ`ê eşkere kirine, DAIŞ`ê 3 caran hewl da bikeve hin herêmên nêzî bajarê Kobanê, lê ew hewldan têk çûn. Paşê DAIŞ`ê bi hezaran endamên komên çekdar ku berê li welatên mîna Iraqê û Afganistanê şer kirine, anîn derdora Kobanê, bi dehan tankên ku ji baregehên artêşên Sûriyê û Iraqê desteser kiribûn, anîn Kobanê. Kobanê ew du sal bû di nava dorpêçê de bû. DAIŞ`ê 300 gund û hin taxên Kobanê dagir kirin
Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li her gundekî berxwedanên bêhempa nîşan dan da ku welatiyên gundan biparêzin û wan bigihînin herêmên ewle. Lê DAIŞ`ê hêzeke mezin anîbû, Kobanê ji hemû aliyan ve dorpêçkirî bû, lewma DAIŞ`ê di destpêka Cotmeha sala 2014`an re 300 gund û hinek taxên bajarê Kobanê jî dagir kirin. Di encama êrîşê de 300 hezar sivîlan malên xwe berdan û çûne bajarê Pirsûs ê bakurê Kurdistanê û li wir mertalên zindî çêkirin. Di vê navberê de gelek ciwan û xelkên bajêr jî li taxên xwe man û li kêleka şervanan şerê man û nemanê li dijî DAIŞ`ê bilind kirin.
 
1'Ê MIJDARÊ ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ HAT ÎLANKIRIN
 
Roja 1`ê Mijdara sala 2014`an wek Roja Cîhanî ya Piştgiriya Berxwedana Kobanê hate ragihandin. Bi sedan alîgirên berxwedanê li balafirgeh û avahiyên saziyên bajarên Ewropayê û avahiyên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kom bûn, xwepêşandan hatin lidarxistin, xwepêşandêran dirûşmeyên li dijî Tirkiyê ku bi awayekî rasterast piştgiriya DAIŞ`ê dikir, berz kirin. Wêneyên şervanên YPG`ê û YPJ`ê û şervanên enternasyonalîst ku li Kobanê şer dikirin, li gelek qad û kolanên bajarên cîhanê (yên Ewropayê û welatên mîna Afganistan û Japonyayê jî) hatin daliqandin, êdî çavên cîhanê li şerê man û nemanê yê li Kobanê ye, ji ber ku DAIŞ êdî ji bo hemû cîhanê metirsiyeke mezin bû. DAIŞ li tax û kolanên bajarê Kobanê rastî berxwedaneke mezin hat. Li gorî agahiyên fermandarekî DAIŞ`ê ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatiye girtin, wê çaxê ji gelek welatên cuda û bi taybet ji welatên Ereban ên Mexribê (Fas, Cezayîr û Tûnis) nêzî 3 hezar çete tev li DAIŞ`ê bûn û li Sûriyê û Iraqê belav bûn. Li du taxên dawîn ên bajarê Kobanê şerên dijwar qewimîn, di encama şer û berxwedana dijwar a şervanan û piştgiriya balafirên hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê û bi taybet di şerê deriyê sînor ê Murşîdpinarê de, nêzî 3 hezar çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û neçar man ku paşde vekişin.
 
 
Bajarê Kobanê ku nifûsa wî 200 hezar e, Nêzî 366 gundên wî hene. Her çend piranî kurd bin jî li Kobanê gelê Ereb, Ermenî jî dijîn. Kobanê ku berê girêdayî helebê bû, Piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Pirsûsa Rihayê derbasî Kobanê bû taybetiyek din li ser xwe zêde kir. Kobanê ku pira navbera Kantona Cizîr û Efrînê, di heman demê de li Başûr Reqqa, li Rojhilat Girê Spî ^Fu li Rojava Minbic heye. Kobanê ji destpêkê de rastî êrîşên komên çekdar ên wekî OSO, El Nusra, Heyet Tehrir El Şam(HTŞ) hat. 
 
Gelên herêmê pişta xwe dan hev û bi hevre li dijî komên çekdar ê wekî DAİŞ OSO û El Nusra şer kirin. Gelên herêmê bi hêza xwe ya cewherî êrîşên li dijî Kobanê, Raqqa, Grê Spî û Tebqa, Minbic şikandin. Komên çekdar ku îro li Dêra Zorê asê mane, di nava şerekî giran de mane. 
 
YEK JI LEHENGÊ BERXWEDANÊ APÊ NEMIR E
 
Di berxwedana Kobanê de yek ji nasnameya ku derket pêş Xelîl Osman (Apê Nemir) ku bavê 6 zarokan e û 70 salî ye. Xelîl Osman ku wekî Apê Nemir tê zanîn, her kes wî di şerê Kobanê de nas dike. Apê Nemir di şerê Kobanê de li gel 3 zarokên xwe şer kir. Di şerê Kobanê de kurekî wî jiyana xwe ji dest da. Nemir ku di şerê Kobanê de li eniya Rojhilat Şer dikir, di şer de ji milê çepê birîn bû. 
 
Apê Nepir, nila li Mala Gaziyan a kesên di şer de birîndar dibin û li vir tên dermankirin, xitmeta birîndaran dike. Ape Nemir, di 5’emîn salvegera şerê Kobanê de qala rojên şer kir. Di ketina mala Apê Nemir de nîşeya Şervanê sosyalîst “Paramaz Kızılbaş”  li çavan dikeve. Suphi Nejat Agirnasli ku wekî Paramaz Kizilbaş tê zanîn di nîşeya xwe de gotiye: “Ez wekî guleya ku heviyê dide welat, cîhan û gerdûnê hatim vir. Ez ne Ermenî bûm, lê Paramaz bûm. Ez ne Elewî bûm, lê Kizilbaş im. Ji hemû tiştê nevî mayî re amade. Tişta ji me maye ez Amede me li Miştenurê bidim." 
 
WAN ROJAN...
 
Apê Nemir, çend heta niha gelek caran hatibe vê malê jî her ku cara tê vê malê hestiyar dibe û ew roj tên bîra wî. Xwediyê mala ku Apê Nemir lê parastin dikir, piştî Kobanê ji DAİŞ’ê rizgar bû dîsa veriya mala xwe. Apê Nemir, li mala xwediyê malê Zergê Çarıxlî roja ku kozik kola bibîr tîne.  Nemir, ku li dijî DAIŞ'ê di gelek kozikan de şer kir, dixwaze qala hemû rojan bike. Ewil ji Gundê Boraz ê Rojaayê Konê dest pê dike. Dema li dijî DAİŞ’ê şer dikir ji piyê xwe de birîndar bû. Apê Nemir diyar kir ku dema pirîndar bû şervanên ku hatin şûna wî û li wî pirsîn, şervaneki hevalên wan digot 'Dûpişt pêveda.' Xenvahah jî wenfê xwe dikirin û digotin 'Dûpişkên DAIŞ'ê an Dûpiştên xwedê?’ Dema gotin Dûbişkê DAİŞ’ê wan jî got ew bi van dûpişkan mamirin. Ew Nemir e. Min navê xwe ji wir girt. Ev berî şerê DAİŞ’ê di şerê li dijî OSO de pêk hat." 
Nemir ewil di asayişê de cih girt. Piştî 2012’an tev li eniya şer bû. Nemir qala perwerdehiya xwe ya şer kir û wiha got "Dema şervanên jin li cem min şer kir, ez ji wan fêrî şerkirinê bûm. Wan pir ji min hez dikir. Min jî pir ji wan hez dikir. Wan çawa tê şerkirin fêrî min kir." 
 
3 ROJAN DI DORPÊÇÊ DE MA
 
Apê Nemir, anî ziman ku di şerê DAİŞ'ê de gelek caran bi komên DAIŞ'ê re hatin beramberî hev û wiha got: "Ez gelek caran bi DAIŞ'ê re ketim nava şer. Li Gundê Zaretê dema DAIŞ'ê êrîş kir ez û 2 hevalên xwe 3 rojan di dorpêça DAIŞ'ê de man. Di şerê li gund de 6 şervanên me jiyana xwe ji dest dan. Her kesî digot 'Nemir jî miriye' Lê ez nemirim. Min çember şikand û ez gihiştim hevalên xwe. Min got 'Ez namirim. Ez nemirim." 
 
ME MÎRATEYEK MEZIN LI PEY XWE HIŞT
 
Nemir, herî dawî destnîşan kir ku wan têkoşînek û şerekî gelek mezin da û mîrateyek gelek mezin li pey xwe hişt. Nemir, da zanîn ku heta birîndar bû şer kir û wiha got: "Me gelek tişt dît. Niha hin kêliyên wan rojan ji bîra min diçin. Ev yek pir bi zora min diçe. Li vî bajari gelek tiştên mezin pêk hat. Bi dehan ciwan li vî bajarî jiyana xwe ji dest dan. Me mîrateyek mezin li pey xwe hişt." 
 
MA / Nazim Daştan
 
 
 

Sernavên din

26/01/2019
16:26 Rapora ‘dikare di hepsê de bimîne’ didin girtiyên nexweş
16:18 Namzetên hevşaredariyên HDP’ê Peymana Bajêr parve kirin
16:05 Welatiyên Şeladize bi ser qereqola eskerên Tirkiye de girtin
16:00 Xizmên windayan abûbeta windayan pirsîn
15:35 'Bila Ramazan Durmaz ê nexweşê giran bê berdan’
15:31 Bi sedan jin li Minbicê meşiyan û piştgirî dan berxwedana Leyla Guven
15:23 QSD`ê 1300 sivîlên din ji destê DAÎŞ'ê rizgar kir
15:15 ‘Di hilbijartinê de dê têkoşîna mazluman bi ser bikeve’
15:10 800 zarok ligel dayika xwe girtî ne
14:44 Li dijî tecrîdê meşiyan Qada Azadiyê
14:20 Apê Nemir: Me mîrateyek gelek mezin hişt
13:46 'Wê qesr û qonaxên we sûcên mirovahiyê ronî nekin’
13:21 Hevberdevka HDK’ê Koçyigît: Qeyûm êrîşek li dijî tenduristiya gel e
12:38 Buldan: Em ê berxwedana çalakgeran mezin bikin
11:41 Turgay: Çalakiya Leyla dişibe çirûska Mazlum
11:39 Kaya: Li hundir û derve dê berxwedan bidome
11:02 Polîsan endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê binçav kir
10:25 Şêxê êla El-Birêc: Em dê pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin
09:13 Parlementerê Norwecî Andresen: Grevên birçîbûnê ji bo qencî û berjewendiyên hevpar ên herkesî ne
09:13 Li Girtîgeha Kayseriyê hewadariyê qawîşan bi têlan hatin girtin
09:12 '9 mehan li erdê raketim'
09:11 'Li girtîgeha Kalkanderey kalorîferê pênaxin'
09:10 Hevjînên hev ên di greva birçîbûnê de: Bila dawî li zilm û zoriyê bê
09:09 Li Girtîgeha Hatayê zext û zoriyên li ser girtiyan
09:09 'Daxwaza Guvenê daxwaza azadîxwaza ye'
09:08 ‘Dengê girtiyan em in'
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:49 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li dijî tecrîdê meşiyan
08:36 Kampanyaya ji bo piştgiriya çalakiya Guven 9 hezar û 200 îmze derbas kir
08:26 Berxwedana Leyla Guven ket roja 80'yemîn
25/01/2019
16:26 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
16:15 Rêxistinên hiqûqê: Tecrîda li Îmraliyê li dijî qanûn e
15:57 Baroya Amedê: Li 41 parêzeran doz hat vekirin
15:39 Dadgehê 8 sal û 3 meh ceza li Rojnameger Îdris Sayilgan birî
15:01 Leyla Guven anîn mala wê
Buldan: Guven ji îro û şûnde dê çalakiya grevê li malê berdewam bike
13:51 Demîrtaş: Ez bi sedemên siyasi girtî me
13:21 Leyla Guven bi ambulansê ji girtîgehê derket
Çalakiya Guven a greva birçîbûnê dê bidome
12:32 Rêveberên HADEP'ê bibîr anîn: Ez hêj xeyal dikim ku tu bê
12:15 Li ber edliyeyê piştgirî dan Leyla Guven
11:58 Temellî: Emê tecrîdê bişkînin bajarên xwe bi xwe bi reve bibin
11:58 Li bendê ye Leyla Guven ji girtîgehê bê berdan
11:43 Rojnameger Dogan: Rewşa dayika Sîsê xerabtir dibe
11:20 Keyayên binçavkirî hatin berdan
10:07 Di danişîna kes beşdar nebû de Leyla Guven hat berdan
09:17 Ji ber got 'Birêz Ocalan' doz lê hat vekirin
09:17 12 kesên ji Efrînê anîn Hatayê: Em bi îşkenceyê kirin endamên YPG’ê
09:16 Gunay: Gotina dawî ya berxwedêran e
09:15 Kurkçu: Divê CHP ji bo çalakiya Guven helwestekê nîşan bide
09:14 'Rosa ji bo jinan bû cihê hêvî û ronahiyê'
09:13 Di doza 19 kesên tên darizandin de 'delîl' tune ne!
09:13 Piştî mirina karkeran kargeh hat mohrkirin
09:12 'Çalakiya Guvenê berxwedana dijberî bêdengiya li hemberî tecrîdê ye'
09:00 ROJEVA 25'YÊ ÇILEYA 2019'AN
08:55 KE, ji Tirkiye xwest tecrîdkirina Ocalan rakin
08:35 Rêveberên Partiya Çep a Swêdê: Tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin
06:55 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 8 hezar û 700 îmze derbas kir
06:52 Çalakiya Leyla Guven di roja 79'emîn de didome
24/01/2019
19:18 Sibê danişina doza Leyla Guven e
16:47 Li Îzmîrê 13 kes hatin binçavkirin
16:46 Li Cudî û Bestayê operasyona eskerî didome
16:28 Welatiyê ker û lal bi îdaya ‘propaganda kiriye’ binçav kirin
16:05 MYK’a HDP’ê li Amedê civiya
15:58 Rojnameger Coşkun derket pêşberî dadger
15:33 Ji Hezîranê heta niha tenê bijîşkek li Nisêbîne heye
15:33 Demîrtaş: Serê me jî biçe em ê rêya xwe şaş nekin
15:09 Rêxistinên maf ji bo Guven bang kirin: Daxwazan qebûl bikin
14:54 Buldan: Teqez emê bi ser bikevin
Temellî: Yên ruhê demê nexwînin dê biçin nava sergo
13:43 Kîbriye Evren: Li girtîgehan serdemek dîrokî pêş dikeve
13:21 Hevserokê HDP'ê Şerif Çamçi hat berdan
12:59 Rêxistinên cep ji Arjantînê ji bo Leyla nameya piştevaniyê şandin
12:59 HDP’ê muzîka hilbijartinê diyar kir
12:57 50 xelatgirên Nobelê ji bo azadiya Ocalan name şandin
12:23 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cara 784’emîn serlêdan kirin
12:16 Polîsan bi ser salona danasîna namzetên HDP'ê de girt
11:50 Duzdaş ji bo Leyla helbest nivîsî û stra
11:46 Ciwanen HDP’î: Divê her kes li dijî tecrîdê xwedî helwest bin
11:03 Dayik û bav ji bo piştgiriya zarokên xwe 15 rojin di grevê de ne
10:43 ‘Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne'
09:58 Kaşûna Qerejdaxê qada kaşkajokê ye an qada govendê ye?
09:44 Tosun: Heta tecrîd rabe em ê li ber xwe bidin
09:30 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 8 hezar û 100 îmze derbas kir
09:06 18 sal in hêj aqûbeta Taniş û Denîz ne diyar e
09:06 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Demildest daxwazan qebûl bikin
09:05 Êdî şandina nameyan a ji Îmraliyê re jî qedexe ye!
09:03 Odeya mamosteyan e ya odeya polîsan e?
09:03 Danişîna rojnamevan Sayilgan sibê ye: Rojnamevanî tê darizandin
09:03 Nûnerên rêxistinên civaka sivîl: Hêj kes nemiriye, daxwaza çalakgeran qebûl bikin
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2019'AN
23/01/2019
20:35 Ciwanan piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
17:48 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 7 hezar îmze derbas kir
16:58 Delegeya KCD’ê Tok nehat berdan
16:49 Walîtiya Amedê civînek balkêş a ‘ewlehiya hepsê’ li dar xist
16:11 Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê nelirêtiya qeyda hilbijêran bir meclîsê
15:44 Fîncancî li zanîngehê dersa dawî da: Têkoşîna min dê bidome
15:43 Demîrtaş: Leyla Guven seknek bi rûmet nîşan dide
‘AKP-MHP û komek CHP’yî dest dan hev…’
14:47 'Ji bo bibin dengê Guven di 3'ê Sibatê de li Bakirkoyê bin'
14:33 Li malbatan zexta ‘bila dest ji greva birçîbûnê berdin’ dikin
14:00 Arslan: Dibe ku her kêlî agahiyek nexweş were
13:37 Leyla Guven ji jinan re name şand: Terîda Îmraliyê dê bişkê
12:58 Li ber girtigeha Mêrdînê çalakî: Tecrîdê bi dawi bikin