Parlementerê Norwecî Andresen: Grevên birçîbûnê ji bo qencî û berjewendiyên hevpar ên herkesî ne

  • rojane
  • 09:13 26 Çile 2019
  • |
img
ENQERE - Parlementerê Norwecî Johan Petter Andresen ku ji bo danişîna siyasetmedarên HDP'î bişopîne hat Tirkiyeyê, destnîşan kir ku grevên birçîbûnê ji bo qencî û berjwendiya hevpar a herkesî ne. 
 
Parlementerê Partiya Sor a Norwecê Jihan Petter Andresen ku ji bo danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û danişîna doza Hevseroka KCD û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bişopîne hat Tirkiyeyê, tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand. 
 
Andresen, diyar kir ku darizandina siyasetmedarên HDP'î operasyona girtinê ya dewletê ye û got: "Ji bo pirsgirêka kurd, mafê xweseriyê yê gelê kurd û hemû mafên gelê kurd ji dêvla gavên demokratîk, siyasetmedarên wan tên girtin. Ev rewşeke neyînî ye. Diviya ev li derve siyasetê bikin. Lê belê dewlet çewisandinê zêdetir dike. Bi kolandina bin demokrasiyê çareserî ne pêkan e." 
 
‘POLÎSÊN LI AMEDÊ NAZÎ ANÎN BÎRA MIN' 
 
Andresen, girtin û darizandina siyasetmedar, rojnamevan, akademîsyenan jî nirxand û got: "Ji ber astengkirina fikrên serbest, li Tirkiyeyê demokrasî jî tê astengkirin. Mirov li Tirkiyeyê nikarin fikr û ramanên xwe bînin ziman. Çend sal berê çûm Amedê; li her derî polîs û leşker hebûn. Ev yek Naziyên wexta ji bo dorpêşkirina Norwecê hatibûn anîn bîra min. Di destpêka salên 1930'yî de li Almanyayê hemû qanûnên di dest kesekî de bûn. Li Tirkiyeyê jî heman tişt heye." 
 
‘HIKÛMETA TIRKIYEYÊ OCALAN ÎŞKENCE DIKE' 
 
Her wiha Andresen ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî got: "Hikûmeta Norwecê PKK'ê wekî rêxistina terorî nabîne. Hikûmeta Norwecê ji bo pêvajoya çareseriyê dest pê bike tev geriyabû. Her çend ez li hêla muxalefetê bim jî, me piştgirî da vê gava hikûmetê. Hikûmeta tirk Ocalan îşkence dike. Nahêle parêzer û malbat pê re hevdîtinê çêbikin. Ev binpêkirina mafên mirovan e. Ev yek rê li ber çareserkirinê dixistimîne. Herkes sala 2013-2014'an dizane. Wê demê hevdîtin bi Ocalan û PKK'ê re hatin çêkirin û encamên wê diyar in." 
 
‘ŞERVANTIYA JI BO AZADIYÊ YE' 
 
Andresen, destnîşan kir ku ji bo grevên birçîbûnê raya giştî pir hesas e û got: "Ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan bê, mrov bedena xwe didin ber birçîbûnê. Ev rewş, şervantiya ji bo azadiyê ye. Berê çalakiyên bi vî rengî li Norwecê jî çêbûn. Gelê samî yên kêmbar ketin grevê. Gelê Samiyê, li Îskandinavyayê di nav çar dewletan de hatine perçekirin. 150 sal in doza mafên xwe yên bingehîn dikin. Di sala 1978'an de li dijî înşeateke barajê dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji bo mafên xwe yên rewa gelek rêbazan bi kar tînin. 4-5 parlementerên gelê samî li parlementyê ketibûn greva birçîbûnê. Li Îrlandayê mînaka Boby Sands heye." Andresen, destnîşan kir ku çalakiyên greva birçîbûnê ji bo qencî û berjewendiyên hevpar ên herkesî ne û got: "Loma divê daxwaz bên qebûlkirin." 
 
Her wiha Andresen, diyar kir ku li Tirkiyeyê çapemenî di bin kontrolê de ye û got: "Li Tirkiyeyê ne çalakiyên greva birçîbûnê ne jî doza Demîrtaş di çapemeniyê de nayê dîtin. Ev jî li ber demokratîkbûyîna Tirkiyeyê astengiya herî mezin e. Em ji televîzyonên biyanî hay ji hin tiştan çêdibin. A rast înternet û medyaya civakî dikare vê bêdengiyê ji holê rabike. Yanî dikare li hemberî îzolekirinê bieb derfet." 
 
MA / Berivan Altan 
 

Sernavên din

26/01/2019
16:26 Rapora ‘dikare di hepsê de bimîne’ didin girtiyên nexweş
16:18 Namzetên hevşaredariyên HDP’ê Peymana Bajêr parve kirin
16:05 Welatiyên Şeladize bi ser qereqola eskerên Tirkiye de girtin
16:00 Xizmên windayan abûbeta windayan pirsîn
15:35 'Bila Ramazan Durmaz ê nexweşê giran bê berdan’
15:31 Bi sedan jin li Minbicê meşiyan û piştgirî dan berxwedana Leyla Guven
15:23 QSD`ê 1300 sivîlên din ji destê DAÎŞ'ê rizgar kir
15:15 ‘Di hilbijartinê de dê têkoşîna mazluman bi ser bikeve’
15:10 800 zarok ligel dayika xwe girtî ne
14:44 Li dijî tecrîdê meşiyan Qada Azadiyê
14:20 Apê Nemir: Me mîrateyek gelek mezin hişt
13:46 'Wê qesr û qonaxên we sûcên mirovahiyê ronî nekin’
13:21 Hevberdevka HDK’ê Koçyigît: Qeyûm êrîşek li dijî tenduristiya gel e
12:38 Buldan: Em ê berxwedana çalakgeran mezin bikin
11:41 Turgay: Çalakiya Leyla dişibe çirûska Mazlum
11:39 Kaya: Li hundir û derve dê berxwedan bidome
11:02 Polîsan endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê binçav kir
10:25 Şêxê êla El-Birêc: Em dê pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin
09:13 Parlementerê Norwecî Andresen: Grevên birçîbûnê ji bo qencî û berjewendiyên hevpar ên herkesî ne
09:13 Li Girtîgeha Kayseriyê hewadariyê qawîşan bi têlan hatin girtin
09:12 '9 mehan li erdê raketim'
09:11 'Li girtîgeha Kalkanderey kalorîferê pênaxin'
09:10 Hevjînên hev ên di greva birçîbûnê de: Bila dawî li zilm û zoriyê bê
09:09 Li Girtîgeha Hatayê zext û zoriyên li ser girtiyan
09:09 'Daxwaza Guvenê daxwaza azadîxwaza ye'
09:08 ‘Dengê girtiyan em in'
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:49 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li dijî tecrîdê meşiyan
08:36 Kampanyaya ji bo piştgiriya çalakiya Guven 9 hezar û 200 îmze derbas kir
08:26 Berxwedana Leyla Guven ket roja 80'yemîn
25/01/2019
16:26 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
16:15 Rêxistinên hiqûqê: Tecrîda li Îmraliyê li dijî qanûn e
15:57 Baroya Amedê: Li 41 parêzeran doz hat vekirin
15:39 Dadgehê 8 sal û 3 meh ceza li Rojnameger Îdris Sayilgan birî
15:01 Leyla Guven anîn mala wê
Buldan: Guven ji îro û şûnde dê çalakiya grevê li malê berdewam bike
13:51 Demîrtaş: Ez bi sedemên siyasi girtî me
13:21 Leyla Guven bi ambulansê ji girtîgehê derket
Çalakiya Guven a greva birçîbûnê dê bidome
12:32 Rêveberên HADEP'ê bibîr anîn: Ez hêj xeyal dikim ku tu bê
12:15 Li ber edliyeyê piştgirî dan Leyla Guven
11:58 Temellî: Emê tecrîdê bişkînin bajarên xwe bi xwe bi reve bibin
11:58 Li bendê ye Leyla Guven ji girtîgehê bê berdan
11:43 Rojnameger Dogan: Rewşa dayika Sîsê xerabtir dibe
11:20 Keyayên binçavkirî hatin berdan
10:07 Di danişîna kes beşdar nebû de Leyla Guven hat berdan
09:17 Ji ber got 'Birêz Ocalan' doz lê hat vekirin
09:17 12 kesên ji Efrînê anîn Hatayê: Em bi îşkenceyê kirin endamên YPG’ê
09:16 Gunay: Gotina dawî ya berxwedêran e
09:15 Kurkçu: Divê CHP ji bo çalakiya Guven helwestekê nîşan bide
09:14 'Rosa ji bo jinan bû cihê hêvî û ronahiyê'
09:13 Di doza 19 kesên tên darizandin de 'delîl' tune ne!
09:13 Piştî mirina karkeran kargeh hat mohrkirin
09:12 'Çalakiya Guvenê berxwedana dijberî bêdengiya li hemberî tecrîdê ye'
09:00 ROJEVA 25'YÊ ÇILEYA 2019'AN
08:55 KE, ji Tirkiye xwest tecrîdkirina Ocalan rakin
08:35 Rêveberên Partiya Çep a Swêdê: Tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin
06:55 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 8 hezar û 700 îmze derbas kir
06:52 Çalakiya Leyla Guven di roja 79'emîn de didome
24/01/2019
19:18 Sibê danişina doza Leyla Guven e
16:47 Li Îzmîrê 13 kes hatin binçavkirin
16:46 Li Cudî û Bestayê operasyona eskerî didome
16:28 Welatiyê ker û lal bi îdaya ‘propaganda kiriye’ binçav kirin
16:05 MYK’a HDP’ê li Amedê civiya
15:58 Rojnameger Coşkun derket pêşberî dadger
15:33 Ji Hezîranê heta niha tenê bijîşkek li Nisêbîne heye
15:33 Demîrtaş: Serê me jî biçe em ê rêya xwe şaş nekin
15:09 Rêxistinên maf ji bo Guven bang kirin: Daxwazan qebûl bikin
14:54 Buldan: Teqez emê bi ser bikevin
Temellî: Yên ruhê demê nexwînin dê biçin nava sergo
13:43 Kîbriye Evren: Li girtîgehan serdemek dîrokî pêş dikeve
13:21 Hevserokê HDP'ê Şerif Çamçi hat berdan
12:59 Rêxistinên cep ji Arjantînê ji bo Leyla nameya piştevaniyê şandin
12:59 HDP’ê muzîka hilbijartinê diyar kir
12:57 50 xelatgirên Nobelê ji bo azadiya Ocalan name şandin
12:23 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cara 784’emîn serlêdan kirin
12:16 Polîsan bi ser salona danasîna namzetên HDP'ê de girt
11:50 Duzdaş ji bo Leyla helbest nivîsî û stra
11:46 Ciwanen HDP’î: Divê her kes li dijî tecrîdê xwedî helwest bin
11:03 Dayik û bav ji bo piştgiriya zarokên xwe 15 rojin di grevê de ne
10:43 ‘Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne'
09:58 Kaşûna Qerejdaxê qada kaşkajokê ye an qada govendê ye?
09:44 Tosun: Heta tecrîd rabe em ê li ber xwe bidin
09:30 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 8 hezar û 100 îmze derbas kir
09:06 18 sal in hêj aqûbeta Taniş û Denîz ne diyar e
09:06 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Demildest daxwazan qebûl bikin
09:05 Êdî şandina nameyan a ji Îmraliyê re jî qedexe ye!
09:03 Odeya mamosteyan e ya odeya polîsan e?
09:03 Danişîna rojnamevan Sayilgan sibê ye: Rojnamevanî tê darizandin
09:03 Nûnerên rêxistinên civaka sivîl: Hêj kes nemiriye, daxwaza çalakgeran qebûl bikin
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2019'AN
23/01/2019
20:35 Ciwanan piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
17:48 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 7 hezar îmze derbas kir
16:58 Delegeya KCD’ê Tok nehat berdan
16:49 Walîtiya Amedê civînek balkêş a ‘ewlehiya hepsê’ li dar xist
16:11 Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê nelirêtiya qeyda hilbijêran bir meclîsê
15:44 Fîncancî li zanîngehê dersa dawî da: Têkoşîna min dê bidome
15:43 Demîrtaş: Leyla Guven seknek bi rûmet nîşan dide
‘AKP-MHP û komek CHP’yî dest dan hev…’
14:47 'Ji bo bibin dengê Guven di 3'ê Sibatê de li Bakirkoyê bin'
14:33 Li malbatan zexta ‘bila dest ji greva birçîbûnê berdin’ dikin
14:00 Arslan: Dibe ku her kêlî agahiyek nexweş were
13:37 Leyla Guven ji jinan re name şand: Terîda Îmraliyê dê bişkê
12:58 Li ber girtigeha Mêrdînê çalakî: Tecrîdê bi dawi bikin