Temellî: Emê tecrîdê bişkînin bajarên xwe bi xwe bi reve bibin

  • rojane
  • 11:58 25 Çile 2019
  • |
img
AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî bal kişand ser çalakiyên gireva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û wiha got: "Ji bo li girtîgehan kes jiyana xwe ji dest nedin divê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Ocalan bi dawî bibe." 
Temellî, têkildarî hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31'ê Adarê jî axivî û wiha got: “Em dê tecrîdê bişkînin û şer rawestînin. Em dê bajarên xwe bi xwe birêve bibin." 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, duh li Amedê tev li civîna danasîna namzetên Hevşaredariyan ên HDP'ê bû û starta hilbijartina rêveberiyên herêmî da. Temellî, li ser hewldanên ji bo yekîtiya partiyên kurdan û neteweya kurd, çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hilbijartinên rêveberiyên herêmî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Temellî, anî ziman ku duh danasîna namzetên xwe kirin û piştî vê kêliyê dê dakevin qadan û wiha got: "Namzetên me dê biçin bajarên xwe û ji vê saetê û şûnde dê li bajarên xwe dest bi xebatê bikin. Em dê li tax û kolanan xebatek zêde bimeşînin. Hikûmetê YSK, walî, qeymeqam polîs, cendirme û hemû hêzên dewletê tev li lîstikên hilbijartinê kiriye û kampanya hilbijartinê dimeşîne. AKP wekî her demê niha jî bi hile û lîstikan diçe hilbijartinê. Dixwaze dîsa bi fen û fûtan hilbijartinê bi dest bixe. Di malekê de qeyda 800 hilbijêrî derket. Me tev tespît kirin. Nêzi 56 hezar kesên bi vî rengî hatin tespîtkirin. Çavê wan lêye bi hîleyan şaredariyan ji destê me derxin. Em destûrê nadin vê yekê. Em dê di 31'ê Adarê de li deng û sindoqên xwe xwedî derkevin. Em û gelê me dê li vîna xwe xwedî derkevin. Divê gel bi xwe ewlehiya sindoqan bistîne." 
 
Temelî, anî ziman ku ji ber AKP bêçare ye Qeyûmê Amedê dîsa wekî namzetê şaredariyê nîşan da û wiha got: "Ev nîşan dide ku AKP li herêmê xelas bûye. Gel dê dîsa li şaredariyên xwe û rêveriyên herêmî xwedî derkeve. Ev gav avêtina gel dê li dijî tecrîda Tirkiye, şer û feraseta qeyûman be. Em dê tecrîdê bişkînin û şer bi dawî bikin. Em dê bajarên xwe bi xwe bi rêve bibin." 
 
'JI BO EM DEMOKRASIYA RADÎKAL TÊXIN MERIYETÊ TÊDIKOŞIN'
 
Temellî, destnîşan kir ku di navenda pirsgirêkan de pirsgirêka Kurd heye û wiha berdewam kir: "Divê berî her tiştî pirsgirêka Kurd çareser bibe. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe pirsgirêkên din çareser nabin. Em ji bo çareseriyê namzet in. Ji bo em hemû pirsgirekên Tirkiye çareser bikin, em dê demokrasiya radikal têxin meriyetê. Ji bo demokrasiya radîkal têdikoşin. Ji bo Yekîtiya Neteweya Kurd me gavên giring avêtin. Me namzetên îtifaqê dan nasîn. Em de niha namzetên xwe yên îtîfaqa gelan jî bidin naskirin. Em dê namzetên girêdayî stratejiya xwe  yên Rojavayên Tirkiye yên Hêza demokrasiyê bidin naskirin. " 
 
LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎNA TOPYEKUN DIVÊ
 
Temellî, bal kişanan ser tecrida girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha lê zêde kir: "Ji bo tecrîda girankirî bê şikandin pêdivî bi têkoşînek topyekûn neye. Pêdivî ji siyaketa demokratîk heye. Divê li dijî tecrîdê tekoşîna hevpar û topyekun pêş bikeve. Mehmet Ocalan piştî 2 salan di 11'ê Îlona 2016'an de di nava 2 desdan de birin Îmraliyê û bi birayê wî Birêz Ocalan re hevdîtin kirin. Wê deme piştî ziyareta Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê hatin rawestandin. Lê pitre dîsa tecrîd berdewam kir û 2, 5 salin tecrîd didome. Birêz Leyla Guven îro 79 rojin di grevê de ye. Li Girtîgehên Tirkiye zêdeyî 200 girtî 41 rojin di grevê de ne. Ji bo tecrîd bi dawî bibe gelek girtiyên din dikevin grevê. Hefteyek berê bi dizî Mehmet Ocalan birin Îmraliyê û hevditinek kurd kirin. Bi vê hevditinê tecrîd ranabe. Ji bo çalakiyan bişkînin hevditin kirin. Lê tecrîd didome. 20 salin li Îmraliyê pergala tecrîdê heye. Ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha tecrîda girankirî û mutlak heye. Ji 2011’an heta niha parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Hemû serlêdanên parêzeran û malatê tev tên redkirin. Nêzîkatiya Konseya Ewropa û CPT jî nayê qebûlkirin. Dive tecrîd bi temamî rabe. Malbat, parêzer û heyet karibin bi rêk û pêk hevdîtinan bikin. Tecrîd didome. Ji bo tecrid bi dawi bibe divê em tekoşîna siyaseta demokratîk pêş bixin û xurt bikin. Divê şert û mercên tecrîda Birêz Ocalan bi dawi bibin. Em bang li Konseya Ewropa CPT û hemû hêzên navneteweyî dikin ku li dijî tecrîdê gavan bavêjin û têkevin nava hewldanan. Em dixwazin hemû cemawerî deng bide dengê Birêz Leyla Guven. Pêşeroja Tirkiye di çareseriya pirsirêka Kurd re derbas dibe. Di parastina mafên mirovan, demokrasî, aştî û edaletê re derbas dibe. Ji bo vê yekê jî divê tecrîd bi dawî bibe. Îktîdara  Tirkiye hebûna xwe li ser tecrîd û şer daye avakirin. Li ser dijminantiya kurdan pêş dixe. Lê em dibêjin pêşeroja Tirkiye di pêşxistina demokrasî, parastina mafên mirovan, aştî û azadiya mafan de ye." 
 
'DIVÊ VÎNA GELÊ SÛRIYE ESAS BÊ GIRTIN' 
 
Temellî, bal kişand ser polîtikayên Tirkiye yên li dijî Rojava û wiha bi dawî kir: "Ne DYA, ne Rûsya û ne jî Tirkiye nikare beyî vîna hêzên herêmî yên Rojava û Sûriye pirsgirêkê çareser bikin. Ew bi çavê bazarê li Tirkiye dinerin. Çareserî esasgirtina vîna gelê Sûriye ye. Divê gelê Sûriye pêşeroja xwe diyar bikin û der barê pêşeroja xwe de bi xwe biryara xwe bidin. Lê niha di van hevditinên navneteweyî de vîn û biryara gelê Sûriye tune ye. 
Li Sûriye hovîti hêj didome. Dixwazin bi navê Herêmên Ewlehiyê bê ewlehiyê pêş bixin. Ji bo Sûriye herêmên bi ewle, divê hurmetê nîşanî vîna gel bidin û gel vê biryarê bide." 
 
MA / Özgür Paksoy - Mehmet Şah Oruç

Sernavên din

26/01/2019
16:26 Rapora ‘dikare di hepsê de bimîne’ didin girtiyên nexweş
16:18 Namzetên hevşaredariyên HDP’ê Peymana Bajêr parve kirin
16:05 Welatiyên Şeladize bi ser qereqola eskerên Tirkiye de girtin
16:00 Xizmên windayan abûbeta windayan pirsîn
15:35 'Bila Ramazan Durmaz ê nexweşê giran bê berdan’
15:31 Bi sedan jin li Minbicê meşiyan û piştgirî dan berxwedana Leyla Guven
15:23 QSD`ê 1300 sivîlên din ji destê DAÎŞ'ê rizgar kir
15:15 ‘Di hilbijartinê de dê têkoşîna mazluman bi ser bikeve’
15:10 800 zarok ligel dayika xwe girtî ne
14:44 Li dijî tecrîdê meşiyan Qada Azadiyê
14:20 Apê Nemir: Me mîrateyek gelek mezin hişt
13:46 'Wê qesr û qonaxên we sûcên mirovahiyê ronî nekin’
13:21 Hevberdevka HDK’ê Koçyigît: Qeyûm êrîşek li dijî tenduristiya gel e
12:38 Buldan: Em ê berxwedana çalakgeran mezin bikin
11:41 Turgay: Çalakiya Leyla dişibe çirûska Mazlum
11:39 Kaya: Li hundir û derve dê berxwedan bidome
11:02 Polîsan endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê binçav kir
10:25 Şêxê êla El-Birêc: Em dê pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin
09:13 Parlementerê Norwecî Andresen: Grevên birçîbûnê ji bo qencî û berjewendiyên hevpar ên herkesî ne
09:13 Li Girtîgeha Kayseriyê hewadariyê qawîşan bi têlan hatin girtin
09:12 '9 mehan li erdê raketim'
09:11 'Li girtîgeha Kalkanderey kalorîferê pênaxin'
09:10 Hevjînên hev ên di greva birçîbûnê de: Bila dawî li zilm û zoriyê bê
09:09 Li Girtîgeha Hatayê zext û zoriyên li ser girtiyan
09:09 'Daxwaza Guvenê daxwaza azadîxwaza ye'
09:08 ‘Dengê girtiyan em in'
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:49 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li dijî tecrîdê meşiyan
08:36 Kampanyaya ji bo piştgiriya çalakiya Guven 9 hezar û 200 îmze derbas kir
08:26 Berxwedana Leyla Guven ket roja 80'yemîn
25/01/2019
16:26 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
16:15 Rêxistinên hiqûqê: Tecrîda li Îmraliyê li dijî qanûn e
15:57 Baroya Amedê: Li 41 parêzeran doz hat vekirin
15:39 Dadgehê 8 sal û 3 meh ceza li Rojnameger Îdris Sayilgan birî
15:01 Leyla Guven anîn mala wê
Buldan: Guven ji îro û şûnde dê çalakiya grevê li malê berdewam bike
13:51 Demîrtaş: Ez bi sedemên siyasi girtî me
13:21 Leyla Guven bi ambulansê ji girtîgehê derket
Çalakiya Guven a greva birçîbûnê dê bidome
12:32 Rêveberên HADEP'ê bibîr anîn: Ez hêj xeyal dikim ku tu bê
12:15 Li ber edliyeyê piştgirî dan Leyla Guven
11:58 Temellî: Emê tecrîdê bişkînin bajarên xwe bi xwe bi reve bibin
11:58 Li bendê ye Leyla Guven ji girtîgehê bê berdan
11:43 Rojnameger Dogan: Rewşa dayika Sîsê xerabtir dibe
11:20 Keyayên binçavkirî hatin berdan
10:07 Di danişîna kes beşdar nebû de Leyla Guven hat berdan
09:17 Ji ber got 'Birêz Ocalan' doz lê hat vekirin
09:17 12 kesên ji Efrînê anîn Hatayê: Em bi îşkenceyê kirin endamên YPG’ê
09:16 Gunay: Gotina dawî ya berxwedêran e
09:15 Kurkçu: Divê CHP ji bo çalakiya Guven helwestekê nîşan bide
09:14 'Rosa ji bo jinan bû cihê hêvî û ronahiyê'
09:13 Di doza 19 kesên tên darizandin de 'delîl' tune ne!
09:13 Piştî mirina karkeran kargeh hat mohrkirin
09:12 'Çalakiya Guvenê berxwedana dijberî bêdengiya li hemberî tecrîdê ye'
09:00 ROJEVA 25'YÊ ÇILEYA 2019'AN
08:55 KE, ji Tirkiye xwest tecrîdkirina Ocalan rakin
08:35 Rêveberên Partiya Çep a Swêdê: Tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin
06:55 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 8 hezar û 700 îmze derbas kir
06:52 Çalakiya Leyla Guven di roja 79'emîn de didome
24/01/2019
19:18 Sibê danişina doza Leyla Guven e
16:47 Li Îzmîrê 13 kes hatin binçavkirin
16:46 Li Cudî û Bestayê operasyona eskerî didome
16:28 Welatiyê ker û lal bi îdaya ‘propaganda kiriye’ binçav kirin
16:05 MYK’a HDP’ê li Amedê civiya
15:58 Rojnameger Coşkun derket pêşberî dadger
15:33 Ji Hezîranê heta niha tenê bijîşkek li Nisêbîne heye
15:33 Demîrtaş: Serê me jî biçe em ê rêya xwe şaş nekin
15:09 Rêxistinên maf ji bo Guven bang kirin: Daxwazan qebûl bikin
14:54 Buldan: Teqez emê bi ser bikevin
Temellî: Yên ruhê demê nexwînin dê biçin nava sergo
13:43 Kîbriye Evren: Li girtîgehan serdemek dîrokî pêş dikeve
13:21 Hevserokê HDP'ê Şerif Çamçi hat berdan
12:59 Rêxistinên cep ji Arjantînê ji bo Leyla nameya piştevaniyê şandin
12:59 HDP’ê muzîka hilbijartinê diyar kir
12:57 50 xelatgirên Nobelê ji bo azadiya Ocalan name şandin
12:23 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cara 784’emîn serlêdan kirin
12:16 Polîsan bi ser salona danasîna namzetên HDP'ê de girt
11:50 Duzdaş ji bo Leyla helbest nivîsî û stra
11:46 Ciwanen HDP’î: Divê her kes li dijî tecrîdê xwedî helwest bin
11:03 Dayik û bav ji bo piştgiriya zarokên xwe 15 rojin di grevê de ne
10:43 ‘Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne'
09:58 Kaşûna Qerejdaxê qada kaşkajokê ye an qada govendê ye?
09:44 Tosun: Heta tecrîd rabe em ê li ber xwe bidin
09:30 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 8 hezar û 100 îmze derbas kir
09:06 18 sal in hêj aqûbeta Taniş û Denîz ne diyar e
09:06 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Demildest daxwazan qebûl bikin
09:05 Êdî şandina nameyan a ji Îmraliyê re jî qedexe ye!
09:03 Odeya mamosteyan e ya odeya polîsan e?
09:03 Danişîna rojnamevan Sayilgan sibê ye: Rojnamevanî tê darizandin
09:03 Nûnerên rêxistinên civaka sivîl: Hêj kes nemiriye, daxwaza çalakgeran qebûl bikin
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2019'AN
23/01/2019
20:35 Ciwanan piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
17:48 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 7 hezar îmze derbas kir
16:58 Delegeya KCD’ê Tok nehat berdan
16:49 Walîtiya Amedê civînek balkêş a ‘ewlehiya hepsê’ li dar xist
16:11 Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê nelirêtiya qeyda hilbijêran bir meclîsê
15:44 Fîncancî li zanîngehê dersa dawî da: Têkoşîna min dê bidome
15:43 Demîrtaş: Leyla Guven seknek bi rûmet nîşan dide
‘AKP-MHP û komek CHP’yî dest dan hev…’
14:47 'Ji bo bibin dengê Guven di 3'ê Sibatê de li Bakirkoyê bin'
14:33 Li malbatan zexta ‘bila dest ji greva birçîbûnê berdin’ dikin
14:00 Arslan: Dibe ku her kêlî agahiyek nexweş were
13:37 Leyla Guven ji jinan re name şand: Terîda Îmraliyê dê bişkê
12:58 Li ber girtigeha Mêrdînê çalakî: Tecrîdê bi dawi bikin