RIHA – Li navçeya Xalfetiyê welatiyê bi navê Hişman Dîlsîz yê ker û lal ku nizane bixwîne û binivîsine bi îdaya “Propaganda rêxistinê kiriye” hat binçavkirin. Piştî îfadeyan Dîlsîz bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Li taxa Sutveren a navçeya Xalfetiya Rihayê duh welatiyê bi navê Hişman Dîlsîz yê ker û lal ku nizane bixwîne û binivîsine bi îdaya “Propaganda rêxistinê kiriye” hat binçavkirin. Dîlsîz îro derxistin Dadgeha Rihayê û piştî îfadeyên wî hatin girtin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Hat îdiakirin ku Dîlsîz ê nizane bixwîne û binivîsîne li ser Facebookê propaganda kiriye. Parêzerê Dîlsîz got miwekîlê wî ji dayikbûnê ve ker û lal e û zimanê îşaretê jî nizane û nizane bixwîne û binivîsîne.