MÊRDÎN - Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, pirsname da meclisê û diyar kir ku ji Hezîranê heta niha li Polîklinîka Zayîn û Nexweşiyên Jinan a Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê tenê bijîşkek heye. Gunay, sedema vê yekê ji meclîsê pirsî û xwest Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca pirsên wê bibersivîne.
Parlamentera HDP'e ya Mêrdînê Ebru Gunay, têkildarî rewşa nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û nebesiya bijîşkan pirsname da meclîsê. Gunay, diyar kir ku ji Hezîranê heta niha li Polîklinîka Zayîn û Nexweşiyên Jinan a Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê tenê bijîşkek heye û wiha got: "Ji ber tenê bijîşkek heye û hêjmara nexweşan zêde ye, kesên nexweş dikevin neçar dimînin biçin bajarên din." Gunay, sedema vê yekê ji meclîsê pirsî û xwest Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca pirsên wê bibersivîne û ev pirs pirsîn:
Ji Hezîranê heta niha li Polîklinîka Zayîn û Nexweşiyên Jinan a Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê tenê bijîşkek heye. Agahiya we ji vê yekê heye ya na? Ev poliklinika herî zêde nexweşên wê pir in, bi kijan sedemê bijîşk nayên peywirdarkirin? Ji ber li vê beşê tenê bijîşkek heye nexweş neçar diminin biçin Mêrdîn an jî nexweşxaneyên din. Bi vê yekê mafê mirovan ên tenduristiyê nayê binpekirin? Ji bo ev mexdûriyeta mirovan bi dawî bibe projeleyên we çi ne? Ji ber li vê poliklinika nexweş zêde bijîşkek bi tenê çiqas kare têr bike an jî çiqas dikare baş muayine bike. Çiqas dikare xizmeta tenduristiyê bide. Ji xeynî Mêrdîn li hemû bajarên Tirkiye nexweşxaneyên lêkolîn û perwerdehiyê hene. Ji ber vê yekê divê di bin baneyê ZanîngehaArtuklu ya Mêrdînê de nexweşxaneyek lêklîn û perwerdehiyê bê avakirin. Di vê mijarê de xebatên wezareta we çine?