Buldan: Teqez emê bi ser bikevin
Temellî: Yên ruhê demê nexwînin dê biçin nava sergo

  • rojane
  • 14:54 24 Çile 2019
  • |
img
AMED – HDP'ê namzetên hevşaredaran bi civîna çapemeniyê dan naskirin. Di civîna danasîna namzetên hevşaredaran de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan got: “Teqez kesên li ber xwe didin dê bi ser bikevevin. Teqez emê bi ser bikevin." Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî jî bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha got: “Yên ruhê demê nexwînin dê biçin nava sergo. Yên li dijî herikîna avê li ber xwe didin, dê biçin di zinar werbibin. îtîfaqa AKP-MHP'ê jî dê di 31'ê Adarê de biçin nava sergoyê dîrokê. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), namzetên Hevşaredarên bajar û navçeyan ên Hilbijartina 31'e Adarê li salona Konferansê ya Ayaz Elegance ya Peyasa Amedê bi civînekê dan naskirin. Polîsan duh bi ser salonê de girtibû û pankart û dowîzên li salonê kom kiribûn. Îro jî polîsan beriya civînê salon dorpêç kiribûn. Lê dîsa ligel namzetan girseyek mezin tev li civîne bûn. HDP’ê li ketina salonê bi zaravayên kurdî û 4 zimanan “Ya Me Ye” “Hûn bi xêr hatin" nivisand. Li salonê jî pankartên “Roja yewîtî yê ma yo", “Afrîn axa kurdan e warê gelan e ya me ye", “Ma nêdanî ma do bîgî yê ma yo", “Li dijî tecrîdê azadî ya me ye", “Li dijî gaspê îrade ya me ye", “Berxwedana zindana ya me ye", “Serkeftina jinê ya me ye",  “Tenê nabe bi hev re, rêveberî ya me ye", “Azadiya jinê azadiya civakê ye, ya me ye”, “Dest bidin hev, welatê arî ya me ye", “Cinî vanî hînî bes o azadî yê ma yo", “Li dijî dîktatoriyê demokrasî ya me ye" û “Em nadin em ê bistînin şaredarî ya me ye nivisandin û daliqandin. Li her kuçeyê salonê afîş, dowîz û labîbopê danezanên HDP'ê yên hilbijartinê zeliqandin. 
 
ÎTÎFAQ JÎ TEV LI CİVÎNÊ BÛN
 
Di civînê de Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temellî, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, Hevserokê SYKP'ê Cavit Ugur, Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ozgur Oran, Hevberdevka HDK'ê Gülistan Kiliç Koçyigit, Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Figen Altindag, Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, Wekîla Koma HDP'ê Fatma Kurtulan û Ayhan Bilgen û Wekilên HDP’ê Hevserokên Mala Gel Dilşat Aktaş û Nuri Gunay, Serokê KDP-Tirkiye Mehmet Emin Kardaş, Serokê Gieştî yê PDK–Bakur Sertaç Bucak, Endama Meclîsa Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP) Emel Çiftyurek, Serokê partiya Azadî û Mirov Ahmet Kaya û li ser navê DDKD'ê Halim Îpek, Dayikên Aştiyê Hevserokê Gişti yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik û nûnerên saziyên civakî amade bûn. 
 
HEVŞAREDARÊN QEYÛM TAYÎNÎ ŞÛNA WAN KIR JÎ HATIN SALONÊ 
 
Hevşaredarên qeyûm tayînî şûna wan kir yên DBP'î jî hatin salonê amade bûn. Namzetên hevşaredariyan ên jin, bi piranî bi cilên xwe yên gelêrî tev li civînê bûn. Dema Hevserokên Gişti yên HDP’ê ketin salonê girtê bi tilîlî û çepikan ew pêşwazî kirin. Civinê bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
LEYLA GUVEN SILAV KIRIN
 
Piştî rêzgirtinê girsê bi yek dengî ji bo piştevaniya çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 78 rojin di grevê de ye, dirûşmeya "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin û li çepikan dan. 
 
SÎNEVÎZYON DAN PÊŞANDAN'
 
Di civînê de xebatên rêveberiyên hilbijartina demokratîk yên ji 1978’an heta 2014'an dan pêşandan. Di sînevîzyonan de cerebeyên şaredariyê yên ji HEP'ê heta DBP’ê yên tevgera siyaseta kurd vegotin. 
Di civînê de serokê Giştî yê KKP'ê Sinan Çiftyurek ji ber tev li civine nebû peyama nivîskî şand û silavên xwe şand. Çiftyurek, diyar kir ku ew bawer dikin ku dê bi hevre bi ser bikevin û wiha got: "Ez bawer dikim ku dê îtîfaqa me bi ser bikeve û em jî dê bi ser bikevin." 
 
BULDAN: EZ LEYLA GUVEN SILAV DIKIM
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan jî girse silav kir û wiha got: "Rêzdar Leyla Guven 78 rojin li dijî tecrîdkirina Birêz Ocalan di greva birçibûnê de ye. Berxwedana Rêzdar Leyla Guven didome. Ez ji vir wê silav dikim. Ji bo wekhevî, edalet û azadiya siberojê 78 rojin li ber xwe dide û bedena xwe daye ber birçîbûnê. Ez hemû kesên ketine grevê bi hurmetî silav dikim. Birêz Sebahat Tuncel, Selma Irmak, Aysel Tugluk û yên li Hewlêr, Strasburg û hemû rêhevalên di çalikyên grevê de silav dikim. Ala ku Leyla Guven bilind kiriye ala me tevan e. Daxwazên wê daxwazên me tevan e. Soza wê soza me tevan e. Kesên li ber xwe didin dê bi ser bikevin. Teqez em dê bi ser bikevin."
Buldan, hemû hilbijêrên li girtîgehan li ber xwe didin jî silav û got: "Ev namzet, namzetên gel in." 
 
Buldan, destnîşan kir ku gelê kurd destûr nade xezpkirina mafan û wiha bi dawî kir: "Gelê me dê li vîn, nasname û dengê xwe xwedî derkeve. Wekî 7'ê Heziranê, 1'ê Mijdarê û 24'ê Tirmehê dê dîsa hemû lîstikan pûç bike. Îtîfaqa me bi partiyên Kurdistanî re çê kir gelek girîng û watedar e. Em ji îro û şûnde namzetên xwe emanetî gel dikin. Gelê kurd dê bi ser bikeve. Jin ciwan û her kes dê bi ser bikeve."
 
 
TEMELLî: LEYLA GUVEN MAFDAR E TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKIN
 
Hevsrokê Gişti yê HDP'ê Sezaî Temellî jî girseya li salonê silav kir û wiha got: "Rêzdar Leyla Guven ji bo aştî, demokrasî, edalet û azadî bê vî welatî ketiye greva birçîbûnê. Leyla Guven  ji bo tecrîdkirina Birêz Ocalan  bi dawî bibe 78 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Em li hemberî vê berxwedana wê ya mînaka wê tune bi rêzdarî û hurmetî bejna xwe ditewînin. Em ji vir hezkirin û silavên xwe ji Leyla Guven re dişînin. Leyla Guven  mafdar e. Divê tecrîd bi dawî bibe. Tecrîda mutlak a li Îmraliyê tecrîda li ser aştiya Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Ev tecrîda mutlak li dijî derfetên aştiyê yên Tirkiye û Rojhilata NAvîn e. Îktîdara Zalim ji bo koltixa xwe winda neke di şer û tecrîdê de israr dike. Dixwazin gelê kurd, tirk, ereb û suryan têxin nava hev û bi hev bidin şerkirin. Ji bo vê yekê dengê birêz Ocalan qut dikin. Ji ber vê yekê divê em her kêlî berxwedana Leyla Guven di hişê xwe de zindî bikin û li berxwedana wê xwedî derkevin. Gelê Kurd roja 31'ê Adarê wekî roja referandumê digirin dest. Ew roja hesabpirsîna qeyûman e. Wê rojê hesabpirpîrsîna AKP-MHP'ê ye." 
 
'DÊ BIÇIN SERGOYE DÎROKÊ' 
 
Temellî jî bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha got: “Yên ruhê demê nexwînin dê biçin nava sergo. Yên li dijî herikîna avê li ber xwe didin, dê biçin di zinar werbibin. îtîfaqa AKP-MHP'ê jî dê di 31'ê Adarê de biçin nava sergoyê dîrokê. Em de di vê hilbijartinê de hemû tişta aydî me dîsa paşve bistînin. Em dê rêveberiyê ji destê qeyûmê derxin û têxin destê gel. Em ê her tiştî paşve bistînin. Em av in, çem û rûbar in, dar û ber, çiya, kolan, peyarê, qerîn, newa, jin, ciwan û hemû perçeyên jiyanê ne. Em li dijî xezpkirina vînê, talan, wêrankirin, bênasnameyê, nelirêtiyê, înkar û îmhayê, pişaftina ziman û çandê tekoşîna demokrasiyê didin. Em dê mafê ked, doz, bawerî, rûmet, hurer, gund, baxçe, bazar, bi evînek mezin biparêzin. Em dê parastina Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava berdewam bikin. Ji ber vê yekê em dibejin YA ME YE. Em bi gotina YA ME YE dikevin rê. Li dijî zilmê berxwedan YA ME YE, li dijî şer aştî YA ME YE, bajar YA ME YE, pêşeroj YA ME YE, azadî YA ME YE… Em dê tecrîdê bişkînin." 
 
 
Piştre sinevîszyona berxewdana girtiyan a sala 2012'an û 2016'an a li diji tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  hat peşandan. 
 
Piştî sînevîzyonê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî yek bi yek bi hemû namzetan re wêne kişand û namzet dan naskirin. 
 

Sernavên din

26/01/2019
16:26 Rapora ‘dikare di hepsê de bimîne’ didin girtiyên nexweş
16:18 Namzetên hevşaredariyên HDP’ê Peymana Bajêr parve kirin
16:05 Welatiyên Şeladize bi ser qereqola eskerên Tirkiye de girtin
16:00 Xizmên windayan abûbeta windayan pirsîn
15:35 'Bila Ramazan Durmaz ê nexweşê giran bê berdan’
15:31 Bi sedan jin li Minbicê meşiyan û piştgirî dan berxwedana Leyla Guven
15:23 QSD`ê 1300 sivîlên din ji destê DAÎŞ'ê rizgar kir
15:15 ‘Di hilbijartinê de dê têkoşîna mazluman bi ser bikeve’
15:10 800 zarok ligel dayika xwe girtî ne
14:44 Li dijî tecrîdê meşiyan Qada Azadiyê
14:20 Apê Nemir: Me mîrateyek gelek mezin hişt
13:46 'Wê qesr û qonaxên we sûcên mirovahiyê ronî nekin’
13:21 Hevberdevka HDK’ê Koçyigît: Qeyûm êrîşek li dijî tenduristiya gel e
12:38 Buldan: Em ê berxwedana çalakgeran mezin bikin
11:41 Turgay: Çalakiya Leyla dişibe çirûska Mazlum
11:39 Kaya: Li hundir û derve dê berxwedan bidome
11:02 Polîsan endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê binçav kir
10:25 Şêxê êla El-Birêc: Em dê pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin
09:13 Parlementerê Norwecî Andresen: Grevên birçîbûnê ji bo qencî û berjewendiyên hevpar ên herkesî ne
09:13 Li Girtîgeha Kayseriyê hewadariyê qawîşan bi têlan hatin girtin
09:12 '9 mehan li erdê raketim'
09:11 'Li girtîgeha Kalkanderey kalorîferê pênaxin'
09:10 Hevjînên hev ên di greva birçîbûnê de: Bila dawî li zilm û zoriyê bê
09:09 Li Girtîgeha Hatayê zext û zoriyên li ser girtiyan
09:09 'Daxwaza Guvenê daxwaza azadîxwaza ye'
09:08 ‘Dengê girtiyan em in'
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:49 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li dijî tecrîdê meşiyan
08:36 Kampanyaya ji bo piştgiriya çalakiya Guven 9 hezar û 200 îmze derbas kir
08:26 Berxwedana Leyla Guven ket roja 80'yemîn
25/01/2019
16:26 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
16:15 Rêxistinên hiqûqê: Tecrîda li Îmraliyê li dijî qanûn e
15:57 Baroya Amedê: Li 41 parêzeran doz hat vekirin
15:39 Dadgehê 8 sal û 3 meh ceza li Rojnameger Îdris Sayilgan birî
15:01 Leyla Guven anîn mala wê
Buldan: Guven ji îro û şûnde dê çalakiya grevê li malê berdewam bike
13:51 Demîrtaş: Ez bi sedemên siyasi girtî me
13:21 Leyla Guven bi ambulansê ji girtîgehê derket
Çalakiya Guven a greva birçîbûnê dê bidome
12:32 Rêveberên HADEP'ê bibîr anîn: Ez hêj xeyal dikim ku tu bê
12:15 Li ber edliyeyê piştgirî dan Leyla Guven
11:58 Temellî: Emê tecrîdê bişkînin bajarên xwe bi xwe bi reve bibin
11:58 Li bendê ye Leyla Guven ji girtîgehê bê berdan
11:43 Rojnameger Dogan: Rewşa dayika Sîsê xerabtir dibe
11:20 Keyayên binçavkirî hatin berdan
10:07 Di danişîna kes beşdar nebû de Leyla Guven hat berdan
09:17 Ji ber got 'Birêz Ocalan' doz lê hat vekirin
09:17 12 kesên ji Efrînê anîn Hatayê: Em bi îşkenceyê kirin endamên YPG’ê
09:16 Gunay: Gotina dawî ya berxwedêran e
09:15 Kurkçu: Divê CHP ji bo çalakiya Guven helwestekê nîşan bide
09:14 'Rosa ji bo jinan bû cihê hêvî û ronahiyê'
09:13 Di doza 19 kesên tên darizandin de 'delîl' tune ne!
09:13 Piştî mirina karkeran kargeh hat mohrkirin
09:12 'Çalakiya Guvenê berxwedana dijberî bêdengiya li hemberî tecrîdê ye'
09:00 ROJEVA 25'YÊ ÇILEYA 2019'AN
08:55 KE, ji Tirkiye xwest tecrîdkirina Ocalan rakin
08:35 Rêveberên Partiya Çep a Swêdê: Tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin
06:55 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 8 hezar û 700 îmze derbas kir
06:52 Çalakiya Leyla Guven di roja 79'emîn de didome
24/01/2019
19:18 Sibê danişina doza Leyla Guven e
16:47 Li Îzmîrê 13 kes hatin binçavkirin
16:46 Li Cudî û Bestayê operasyona eskerî didome
16:28 Welatiyê ker û lal bi îdaya ‘propaganda kiriye’ binçav kirin
16:05 MYK’a HDP’ê li Amedê civiya
15:58 Rojnameger Coşkun derket pêşberî dadger
15:33 Ji Hezîranê heta niha tenê bijîşkek li Nisêbîne heye
15:33 Demîrtaş: Serê me jî biçe em ê rêya xwe şaş nekin
15:09 Rêxistinên maf ji bo Guven bang kirin: Daxwazan qebûl bikin
14:54 Buldan: Teqez emê bi ser bikevin
Temellî: Yên ruhê demê nexwînin dê biçin nava sergo
13:43 Kîbriye Evren: Li girtîgehan serdemek dîrokî pêş dikeve
13:21 Hevserokê HDP'ê Şerif Çamçi hat berdan
12:59 Rêxistinên cep ji Arjantînê ji bo Leyla nameya piştevaniyê şandin
12:59 HDP’ê muzîka hilbijartinê diyar kir
12:57 50 xelatgirên Nobelê ji bo azadiya Ocalan name şandin
12:23 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cara 784’emîn serlêdan kirin
12:16 Polîsan bi ser salona danasîna namzetên HDP'ê de girt
11:50 Duzdaş ji bo Leyla helbest nivîsî û stra
11:46 Ciwanen HDP’î: Divê her kes li dijî tecrîdê xwedî helwest bin
11:03 Dayik û bav ji bo piştgiriya zarokên xwe 15 rojin di grevê de ne
10:43 ‘Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne'
09:58 Kaşûna Qerejdaxê qada kaşkajokê ye an qada govendê ye?
09:44 Tosun: Heta tecrîd rabe em ê li ber xwe bidin
09:30 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 8 hezar û 100 îmze derbas kir
09:06 18 sal in hêj aqûbeta Taniş û Denîz ne diyar e
09:06 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Demildest daxwazan qebûl bikin
09:05 Êdî şandina nameyan a ji Îmraliyê re jî qedexe ye!
09:03 Odeya mamosteyan e ya odeya polîsan e?
09:03 Danişîna rojnamevan Sayilgan sibê ye: Rojnamevanî tê darizandin
09:03 Nûnerên rêxistinên civaka sivîl: Hêj kes nemiriye, daxwaza çalakgeran qebûl bikin
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2019'AN
23/01/2019
20:35 Ciwanan piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
17:48 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 7 hezar îmze derbas kir
16:58 Delegeya KCD’ê Tok nehat berdan
16:49 Walîtiya Amedê civînek balkêş a ‘ewlehiya hepsê’ li dar xist
16:11 Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê nelirêtiya qeyda hilbijêran bir meclîsê
15:44 Fîncancî li zanîngehê dersa dawî da: Têkoşîna min dê bidome
15:43 Demîrtaş: Leyla Guven seknek bi rûmet nîşan dide
‘AKP-MHP û komek CHP’yî dest dan hev…’
14:47 'Ji bo bibin dengê Guven di 3'ê Sibatê de li Bakirkoyê bin'
14:33 Li malbatan zexta ‘bila dest ji greva birçîbûnê berdin’ dikin
14:00 Arslan: Dibe ku her kêlî agahiyek nexweş were
13:37 Leyla Guven ji jinan re name şand: Terîda Îmraliyê dê bişkê
12:58 Li ber girtigeha Mêrdînê çalakî: Tecrîdê bi dawi bikin