AMED - Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerîf Çamçi ku girtî dihat darizandin hat berdan.
Danişîna Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Mehmet Şerîf Çamçi ku di 9'ê Cotmehê de hat binçavkirin û girtin hat dîtin. Çamçi, ku bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" dihat darizandin û 15 sal ceza jê dihat xwestin, di danişîna yekem de hat berdan. Danişîna Çamçi, li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de Çamçi ku girtî dihat darizandin û parêzerên wî amade bûn. Di danişînê de Parlamenterê HDP'ê yê Amedê ku di heman demêde Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê ye Selçuk Mızrakli û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun endam û rêveberên HDP û DBP'ê jî amade bûn. Çamçi, piştî rastin kir tahliyeya xwe xwest. Dozger jî xwest girtî bê darizandin. Heyeta dadgehê jî piştî navberê der barê Çamçi de bi şertê qedexeya dervê welat biryara berdanê da.