Doza Nisêbînê: Armanca me jiyanek azad û wekheve

  • rojane
  • 15:43 12 Kanûn 2018
  • |
img

MÊRDÎN - Girtiyên di roja sêyemîn a 5’emîn danişîna Doza Nisêbînê de parastin kirin, bal kişandin ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêkan de û gotin: “Armanca me jiyanek azad û wekheve. Ji ber vê me li Nisêbînê, li ser axa pîr û kalên xwe, xwe parast.”

5'emîn Danişîna doza 53 kesên li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di qedexeyên derketina derve de hatin tahliyekirin û girtin û dûre doz li wan hat vekirin, li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê di roja sêyemîn de berdewam kir. Danişîn li salona Midûriyeta Bajar Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) pêk hat. Ji bo her yek girtiyekê re 76 sal cezayê muebeta giran tê xwestin. Parêzer û malbatên hin girtiyan doz şûpandin. Piştî danasîna nasnameyê, danişînê dest pêkir û Dîlber Tanrıkkulu parastin kir. Tanrikulu, parastina xwe ji 5 rûpelan pêk dihat a bi Kurdî nivîsandibû pêşkêşî dadgehê kir. 
 
'PIR TIŞTEKÊ ZÊDE BÊJÎM TUNEYE'
 
Tanrıkulu, di parastina xwe de bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dayî dest pê kir û wiha axivî: “Niha em di pêvajoyek pir giran re derbas dibin. Vê pêvajoyê tiştên di sala 2012’an de hatin jiyîn cardin bi bîra me xistin. Ez îdîayên derbarê xwe de red dikim. Ez hemû polîtîkayên di dîrokê de hatine birêve birin, divê dadgehê de dibînim. Ji ber vê pir tiştekê ku zêde bêjim tuneye.”
 
‘EZ NE PÎŞMANIM’
 
Piştî Tanrikulu, Jiyan Ay a girtî parastin kir û wiha got: “Ez tecrîda li ser Ocalan şermezar dikim. Hemû mirov bi awayekê azad tên dine. Azadî bingeha jiyana mirovane. Ez jî dixwazim li ser xakek azad jiyana xwe berdewam bikim. Ez azadiya xwe di azadiya gelê Kurd û azadiya Kurdistanê de dibînim. Rêveberiya Çewherî jiyane û wekheviye. Ne ji bo avakirina dewletek nûye û parçekirinê ye. Niha me bi sûcdariya parçekirina dewletê tên darizandin. Ev van sûcdariyan qebûl nakim. Ji xwe derdekê me yê em dewletek nû ava bikin jî tuneye. Em jî mîna hemû kesên li Tirkiyeyê dixwazin azad bijîn û jiyanek wekhev birêve bibin. Îro rêveberiya çewherî dinava gelek welat û dewletan de tê birêve birin. Li Îngîltee, Îspanya û Fransayê ev modela dewletê tê esas girtin. Tirkiye ji bo bikeve Yekitiya Awropayê hin peyman îmze kirin. Ji ber vê li Nisêbînê rêveberiya çewherî hat îlankirin. Min jî cihê xwe di nava têkoşîna vê rêveberiya xweser de girt. Ez ne pîşmanim. Ger dîsan bibe, ezê dîsan xendekan bikolim. Ez amademe hezar carî ji bo gelê xwe şer bikim.” 
 
'JI BO AZADIYA GELÊ XWE EZ BEŞDARÎ TÊKOŞÎNÊ BÛM'
 
Ay, dest nîşan kir ku ew weke jinek Kurd beşdarî têkoşîna azadiya gelê xwe bûye û wiha bilêv kir: “Ez beşdarî berxwedana Nisêbînê bûm. Ew der axa mine. Li wê derê kesên ku mal û mirovan şewitandin ne em bûn, leşkerên Dewleta Tirk bûn. Leşkeran bi tank û topan êrîşî me û axa me kirin. Me jî li wê derê xwe parast. Xwe parastin ji bû hemû zindiyan heye. Ger hinek bi tenk û topan werin ser we, tenê ji mirovan re xwe parastin dimîne. Me jî li Nisêbînê, li ser axa pîr û kalên xwe, xwe parast.”
 
PÊVAJOYA ÎŞKENCÊ VEGOT
 
Ay, pêvajoya îşkenceyê ya piştî ji bajêr hatin derxistin vegot û wiha rêz kir: “Dema em hatin binçavkirin, îşkence li me kirin. Tacîzê me kirin. Tiştên hovane bi me kirin. Em birin malekê. Li wê derê nêzî sê saetan îşkeceyên giran bi me kirin. Li wê derê erzînka min şikandin. Ligel ku sê sal derbas bûn jî, hîna şopên keleçpeyê ji destên min neçûne. Rêwîtiya wesayetê ya bi me didana kirin pir dirûj dajot û tim êrîşî me dikirin. Dûre em birin salonekê sporê. Heya serê sibê em li ser çongan dan rawestandin û îşkence li me kirin. Piştre me birin Midûriyeta Polîsan. Lê wê derê jî em tacîz kirin, gef li me xwarin û îşkece li me kirin. Hemû tişt bi me kirin. Li wê derê gotin ‘jiyan Ay kiye? Wê bidin min.’ Bi vê gotinê re êrîşî min dikirin. Bi dehan leşker bi vî awayî bi ser min de hatin û li min xistin. Li gorî wan ez fermandarê wê derê bûm. Xwezî weke wan gotî ez fermandarê wê derê bûma û ez neketibama destên wan. Min tenê ji bo gelê Kurd û xwe jiyanek azad xwest. Ji bo vê min têkoşiya û li ber xwe da. Divê hemû jinên Kurd û ciwanên Kurd vê yekê bixwazin.”
 
'KILÎDA ÇARESERIYÊ KURDISTANA SERBIXWE YE'
 
Ay, dest nîşan kir ku kilîda çareseriyê Kurdistanan serbixwe ye û wiha domand: “Ger hûn dixwazin pirsgirêkên li Kurdistan û Rojhilata Navîn çareser bibin, divê berî her tiştî nexşe rêya Birêz Abdullah Ocalan bê qebûl kirin û ev yek bi vê mimkûne. Li ser Ocalan tecrîdek ji mirovahiyê heye. Ev tecrîd nayê qebûl kirin. Ev tencrîd tenê şer kûrtir dike. Di vê çarçoveyê de ez berdan û beraeta xwe dixwazim. Ger hûn sê hezar sal ceza jî bidin min, qet ne dixema min deye. Em van cezayan qet nas nekin. Ji ber ku li wê derê me tu sûc nekiriye.” 
 
POLÎSAN SERÊ XWE JI GIRTIYAN RE HEJANDIN! 
 
Piştî parastina Ay, girtiyên li salona danişîne demek dirêj li çepikan xistin. Di vê navber de, polîsên li salona danişînê diman serê xwe ji girtiyan re hejandin.
 
Parêzera Ay Gulbûn Şahîn Daghan jî, parastin kir û wiha got: “Divê îfadeyên di dema pêvajoya binçavkirinê de, ji dosyeyan bên derxistin. Muwekîla min heya niha cara yekemîne beşdarî danişînê dibe. Hemû mafên wê heya roja îro hatine binpê kirin. Di dosyeya min de sê muwekîlên min hene. Lê hîna jî min her sê bi hevre di heman danişînê de nedîtine.” 
 
Dadgehê hemû daxwazên Daghan red kirin û danişîn taloqî sibe kir.

Sernavên din

15/12/2018
09:08 'Erka PVSK'ê bi kêfî tê bikaranîn'
09:08 Çiftyurek: Li hemberî êrîşan em helwesteke hevpar nîşan bidin
09:07 'Ji bo pêşxistina kurdî divê piştevaniya xebatan bê kirin'
09:06 Hamzaoglû: Armanca tecrîdê bi saxî rizandina mirov e
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2018'AN
14/12/2018
21:55 Li Rihayê 5 kesên destek dan greva birçîbûnê hatin girtin
17:17 Jinên li Mexmûrê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
16:41 Buldan: AKP ji bo polîtîkaya hilbijartinê êrîşî Mexmûr û Şengalê dike
16:30 Rêveberiya Xweser a Demokratîk: Armanca Tirkiye aramiya herêmê têk bibin e
16:06 Kiryarên muhtemel ên cînayeta Elçî hatin tespîtkirin
16:01 Kesên di qedexeyan de jiyana xwe jidest dan hatin bibîranîn
15:26 KESK’ê ji bo beşdariya mitînga herêma Amedê bang kir
15:13 Bi hezaran Mexmûrê êrîş şermezar kirin
15:11 Pira Deh Derî ji welatiyan re hat girtin
14:51 ‘Berxwedana li dijî zilmê derket holê me ji bîr nekiriye’
14:45 Ciwanan ên di qedexeyan de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî
14:36 Welatiyê piştî îfade da dîsa hat binçavkirin hat berdan
14:26 ÎMO: Pirsên li benda bersivê ne
14:26 Bernamzetê HDP’ê Yetîm hat veşartin
14:11 YSK’ê salnameya hilbijartina herêmî aşkere kir
13:42 Girtiya 80 salî Meles Tekîn nayê dermankirin
13:38 Hevserokên HDP’ê: Her ku hilbijartin nêz dibe şer geş dikin
13:34 Însiyatîfa Piştevaniya Girtiyan: Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin
13:23 Dadgehê 1 sal 10 meh û 15 roj ceza li Rojnameger Yasul birî
12:48 Erdogan: Me li Sîncar û Mexmûrê operasyona xwe pêk anî
12:29 Li Rihayê 2 welatî hatin binçavkirin
12:28 Di hevdîtina malbatan de lêgerîna tezî ferzî girtiyan kirin
12:05 Doza Nisêbînê: 53 girtî dê di danişîna bê de amade bin
11:58 Parlamenterê Parlamentoya Konseya Ewropa: Pêkanînên li Îmraliyê binpêkirina mafan e
11:57 Nasnameya kesên li Mexmûrê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
11:20 Mehmet Ocalan: Ji bo şikandina tecrîdê dem dema berpirsyariyê ye
11:13 Çemê Dîcle 6 metran bilind bû, welatiyan malên xwe terk kirin
10:45 HDP’ê dema serlêdanên bernamzetan dirêj kir
10:37 'Tişta ku dar jibîr nake, dê mirov çawan ji bîr bike’
09:50 Qeyyûmê ku şaredariyê kir bin deyn dest bi firotina mal û milkên şaredariyê kir
09:48 Di niqaşên butçeyê de bêtehamuliya ‘Kurdistan’ê
09:17 Hevserokê KESK'ê: Ji bilî têkoşînê tu rê tune ye
09:16 Midûrê girtîgehê gef xwar: 'Hîna we 12'ê Îlonê nedîtiye'
09:15 ‘Em ê bitêkoşin, di 16'ê Kanûnê de li Amedê ne'
09:14 Rojnamevan Parlak ji ber 'lêpirsîneke dubarekirî' 8 meh in girtî ye
09:12 Wexta çêkirina tihîna navdar a Çelê dest pê kir
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2018'AN
08:38 Li Wanê 11 kesên di greva birçîbûnê de hatin binçavkirin
07:04 2 deriyên Bendava Kral Kizi teqiyan: Şêniyên Geliyê Dîcle malên xwe terk kirin
06:46 TSK'ê Mexmûr bombe kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
13/12/2018
19:25 Girtiyên li Antalyayê: Heta tecrîd neşikê wê têkoşîna me dewam bike
18:33 Bûldan: Daxwaza Leyla Guven daxwaza milyona ye
17:36 Dadgehê der barê Demîrtaş de biryara domandina girtinê da
17:14 Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gefan daketin qadan
17:06 Prz. Balsak: Guven kîlo winda dike
16:25 Operasyona leşkerî ya Lîcê, Pasûr û Farqînê didome
15:49 HDP’ê ji Meclîsê xwest ji bo Cizîr û Silopî lêkolînê bike
14:53 Mînîbusa karkeran qeza kir: 25 karker birîndar bûn
14:47 Derbarê qezaya trenê de 3 kes hatin binçavkirin,
14:38 Li Girtîgeha Bunyanê koma sêyem greva birçîbûnê dewr girt
14:31 Bertekên li dijî operasyonên binçavkirinan zêde dibin
14:26 Navenda Wanê hat qedexekirin
13:28 Parêzerên Ocalan cara 772’emîn serlêdan kirin
13:21 Buldan û Temellî: Ne qeza ye cinayet e
13:19 Zumrut a HDP’î: Êrîş sûc in, ne grevên birçîbûnê
13:18 Demîrtaş: Heke min serî bitewanda niha ez jî li Qesrê bûm
13:02 Partiyên Rojava: Em li dijî erîşan bibin yek
12:57 Li dijî gefên operasyonê 'seferber' bûn
12:36 Di qezaya trênê de Bernamzetê HDP’ê jiyana xwe ji dest da
12:34 Aktîvîsta 87 salî ya Îngîltereyî ji bo piştgirî bide çalakiya Guven dest bi greva birçîbûn dike
12:14 Togrul: Desthilatdarî ditirse ku çirûska Guven wan jî bişewitîne
12:12 Mirina mêşên hingiv zêde dibe
11:44 'Emê wan rojan tu carî jî nekin'
11:06 Alîkarê Midurê Emniyeta Antalya Alî Karaslan întîxar kir
10:42 Ceza li Serokê DDKD'ê birîn
10:27 Hevdîtinên telefonê weke ‘delîlên sûc’ hat dîtin
10:22 Hêjmara rêwiyên di Trênê de mirin derket 9'an
10:18 Farisogullari: Ez ê daxwaza gelê me li her deverê bînim ziman
10:14 Bi berhemên xwe bal kişand ser 300 jinên hatin kuştin
09:58 Dayika Aştiyê: Em pêxwas binçav kirin
09:09 Bêyî serfetihê bikin dikanên xwe digirin
09:08 Bi fermana emniyetê ji bo mala hunerê ruhsat nedan
09:07 'Kesên bûn sedema krîzê bila bedêlê bidin'
09:07 Ekolojîst Çirak: Ekolojiya Tirkiyeyê bi kîsikan baş nabe
09:06 Rewşa girtiya nexweş Başdaş a 61 salî giran e
09:04 Karkerên ÎZBAN'ê 4 roj in di grevê de ne
09:02 Dadgehê biryar da: Guherandina cihê peywirê ne li gor hiqûqê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2018'AN
08:47 Li 3 navçeyan qedexeya derketina derve
08:11 Trên li pirê qelibî: 4 kes mirin 43 kes birîndar bûn
12/12/2018
21:37 Li Somayê ocaxa madenê hilweşiya: 10 karker birîndar bûn
20:35 Şerdil Cengîz hat bibîranîn
19:12 23 aktivîstên TJA yên li dijî tecrîdê ketin grevê û hatin binçavkirin hatin berdan
Li Wanê jî 14 aktîvîstên TJA hatin berdan
18:19 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt: 50 çalakger binçav kirin
17:48 Bavê Arat ê duh polîsan ew kuşt: Bi armanca kuştinê gule berdanê
16:07 Serokê dadgeha Demîrtaş didarizîne: Ez alî me
15:58 Girtiyê nexweş ê di greva birçîbûnê de Kemal Ozelmali rakirin nexweşxanê
15:47 Rêxistinên Navneteweyî piştgirî dan nobedarê Nobeta Ozgur Gundemê
15:43 Doza Nisêbînê: Armanca me jiyanek azad û wekheve
15:17 Rêxistinên Mafên Mirova: Bila tecrîdê rabe û îkence bi dawî bibe
14:49 Li Amedê hêjmara çalakgerên li dijî tecrîdê 2 qat zêde bûn
Piştî 25 çalakger hatin binçavkirin li şûna wan 50 HDP’iyan grev dewir girt
14:42 Lîstika mirina 301 karkerên madenê vedibêje qedexe kirin
14:21 Doza Festus Okey piştî 11 salan ji nûve hat dîtin
14:11 Endamê Meclîsa DBP’ê Halît Şaşmaz hat binçavkirin
13:41 Platforma Zimanê Kurd bang li nivîskar, ronakbîr û hunermendan kir