Girtiyê nexweş Yavûzel: Ger wisan dewam bike ezê bimirim

  • rojane
  • 15:28 8 Kanûn 2018
  • |
img
STENBOL - Di çalakiya hefteya 350’emîn a “Rûniştina F” de, hat xwestin ku Fuat Yavûzel ê nexweşê ÎTP ê tedawiya wî li girtîgehê tê astengkirin bê berdan û hat diyar kirin ku Yavûzel gotiye  ku ger wisan dewam bike dê  bimire. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 350’an de berdewam kirin. Polîsan destûr neda ku çalakî li Qada Galatasarayê bê lidarxistin. Ji ber vê çalakî li avahiya Şaxa ÎHD’ê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta “Dermankirin maf e, nayê astengkirin" û wêneyên girtiyên nexweş hatin vekirin. Çalakgeran vê heftê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Fûat Yavûzel ê nexweşiya kronîk Purpur Îmmun Trombosîtopenîk Purpure (İTP) pê re heyî. 
 
'JI BO GIRTINÊ DELÎLEK ŞÊNBER TUNEYE'
 
Endamê Komîsyonê Mehmet Acettîn, daxuyaniya vê heftê xwend û wiha got: “Yavûzel 23 saliye û ji 14 saliya xwe ve bi nexweşiya ÎTP ketiye. Ev nexweşiyek xwînê ye û dibe sedem ku xwînîbûnê. Yavûzel bi awayekê bêhiqûqî girtiye, hîna tê darizandin û bi hinceta ‘dê bireve’ nayê berdan. Yavûzel li navçeya Pirsûsa Rihayê di çarçoveya ixbarekê di 6’ê Tîrmaha 2017’an de tê binçavkirin û bi hinceta ‘Endamtiya rêxistinê’ tê girtin. Dûre wî dişînin Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Rihayê. Li gorî daxuyaniyên parêzaran ji bo girtina Yavûzel delîlek tenê şênber jî tuneye.”   
 
DERMAN NADINÊ 
 
Acettîn, vegotinên Yavûzel ê bi Şaxa ÎHD’a Rihayê re kirin, wiha ragihandin: “Berî bêm girtin li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Dîlokê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Balcali ya Edeneyê dihatim dermankirin. Ji ber girtinê nêzî mehekê nehatin dermenkirin. Revîra girtîgehê ez sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Rihayê dikirim. Ji ber şert û mercên xerab ên girtîgehê nexweşiya min girantir bû. Dûre ez sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Dîlokê kirim. Lê ev 2 meh û nivîn min nabin nexweşxanê û nayim derman kirin. Her heftê ez serlêdan dikim, lê bê encam dimînin. Di van rojên derbas bûyî de nexweşiya min girantir bûye. Dinava rojê de xwîn ji dev û difina min tê. Êdî çavên min baş nabînin. Bi hinceta dermanên min bûhane nadin min. Herî dawî min serî li dozger da û ji bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Rihayê sewqa min derxistin. Bijîşk got divê sewqî Dîlokê bikin. Lê rayedarên girtîgehê ez paşve anim girtîgehê. Ger wisan biçe ezê bimirim.”
 
Acettîn, da zanîn ku di rojên dawî de rewşa Yavûzel pir xerab bûye û wiha dawiya li axaftina xwe anî: “Divê Yavûzel kemoterapî bibîne, lê bi rêk û pêk nayê derman kirin. Dermankirina wî tê asteng kirin. Yavûzel di demên dawî de tim xwînê vedireşe. Bijîşkan herî dawî ji bo pişika Yavûzel bê girtin belge amade kirin. Lê Yavûzel ê nexwest li girtîgehê bê emeliyat kirin, ameliyat red kir. Ji bo ku Yavûzel di şert û mercên baş de bê emeliyat kirin, em dixwazin bê berdan.”
 
Piştî daxuyaniya Acettîn, çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 

Sernavên din

10/12/2018
09:01 Gergerlioglu: Ji bo maf û azadiyan divê rêxistinên civaka sivîl bên cem hev
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2018'AN
07:00 NÇM'ê sala xwe ya 27'emîn pîroz kir
09/12/2018
17:13 Jin dest bi greva birçîbûnê dikin
16:39 Li meclîsê binçavkirina HDP'iyên destek dan grev birçîbûnê hat pirsîn
16:07 Temellî: Em ê Tirkiyeyê ji feraseta qeyûman rizgar bikin
14:59 '31'ê Adarê ji bo me firsend e'
14:14 Karneya 'binpêkirinên mafan ên îktîdara AKP'ê' hat amadekirin
13:50 Wê dengbêj ji bo Nesrîn Şêrwanê bistrên
12:00 Karkerê ceryan pê girt mir
11:48 Komên duyem çalakiya greva birçîbûnê dewr girtin
11:27 Polîs û cerdevanan 643 milyon lîre pere anîn ser navê xwe
10:29 Li maleke xwendekaran bijîşkek hat kuştin
09:20 Ok ê ji ÎŞKUR'ê hat îxrackirin: Bi zanebûn jinan ji kar qut dikin
09:19 Gergerlîoglû: Li girtîgehan polîtîkaya dijminahiyê tê birêvebirin
09:18 Îslam: Li Tirkiyeyê êdî normên hiqûqê naxebitin
09:18 Di hevdîtinên ji bo budçeyê de wê rojeva sereke ya HDP'ê Leyla Guven be
09:17 Bersûc beraat kir, lê belê Ozkanê eleqeya wî bi bûyerê tune ye 22 sal in girtî ye
09:16 Mehek derbas bû lê hîn jî rapora Sîsê Bîngolê nehatiye amadekirin
09:15 Ozturk: Ger dîroka wan a zilmê hebe, a me jî dîroka me ya berxwedanê heye
09:14 Serokê Dev Yapi-Îş'ê Karabulut: Ji bo tolhildanê em girtin
09:13 Nivîsên folklorîk ên kovara Hawar, Ronahî û Roja Nû hatin tesnîfkirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2018'AN
08/12/2018
20:52 Wesayîta leşkeran qelibî, 3 leşker birîndar bûn
17:16 Çalakiya ‘Êlek Zeran’ belavî Holland û Belçîka jî bûn
16:48 Rêvebera HDP’a Mêrsînê hat binçavkirin
16:24 Çalakgerê ku TRT’ê protesto kir mohra xwe li rojê da
16:19 Girtiyên li Sîweregê: Heta tecrîd bidome çalakî jî dê bidomin
15:47 Platforma Şaxan a KESK'ê: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:33 Greva birçîbûnê li girtîgehan belav dibe
15:28 Girtiyê nexweş Yavûzel: Ger wisan dewam bike ezê bimirim
14:55 Xizmên windayan: Daraz faîlan diparêze
14:09 Girtiyê nexweş Mahmût Aktaş berdin
13:46 Komxebata Tenduristiyê ya HDK’ê: Alternatîfa me heye
13:33 ‘Ji 9 saliya xwe heta niha qurnefilan datînim Qada Galatasarayê'
13:27 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
12:54 Demîrkıran: Daxwaza Guven a li dijî tecrîdê daxwaza me ye
12:43 Kolanên Fransa bi zer xemilîn
12:29 Rojnameger Berîvan Bîla hat girtin
11:56 Lêpirsîna Efrînê ji bo endamên Hewldana Hemwelatiyan vekirin
10:11 NÇM bi slogana ‘Bi hev re’ rêwîtiya 27 salan pîroz dike
09:42 Demîrtaş ji Le Monde re nivîsdan: Em li benda piştevaniya we ne
09:41 17 mehin di çalakiyan de ne: Em heqê xwînana xwe dixwazin
09:40 Beriya hilbijartinê qeyûmê Cizîrê milkê şaredariyê dewr dike gelo?
09:06 Kemal Ozelamli: Ez ê dest bi rojiya mirinê bikim
09:05 Namzetê AKP'ê qeyûm Atîlla avahiya şaredariyê veguherand ofîsa hilbijartinê
09:05 Ji bo cenazeyê kurê xwe yê li Sûrê bigire 19 car in tê Amedê
09:05 Girtiyê nexweş Kalay bal kişand ser nexweşîna xwe
09:04 Can: Di 1980'an de civakiyîbûneke germ hebû, lê niha tenêtî heye
09:04 'Karneya Tirkiyeyê ya mafê mirovan di biniya sifirê de ye'
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2018'AN
07/12/2018
22:30 7 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Serayê hat birîn
21:06 Der barê bersûcê doza Licê Eşref Hatîpoglû de biryara beraatê
20:51 Otobêsa rêwiyan qeza kir, 5 kes mirin
20:42 Hevşaredarên Qoserê nehatin berdan
20:25 Hevserokê HDP'a Kepezê hat girtin
16:37 Li Amedê jinek hat kuştin
16:12 HDP'ê li Rihayê binçavkirin şermezar kir: Em ê bi ser bikevin
16:11 12 kurtefîlm li Stenbolê tên pêşandan
15:58 'Dewama girtina endamê me Demîrtaş bêhiqûqî ye’
15:22 Çalakiya Guven di roja 30’yemîn de ye: Rewşa krîtîk dest pê kir
15:13 EUTCC'ê xwest hikûmeta AKP'ê tecrîdkirina Ocalan rake
15:02 Bavê ku kêlika kurê xwe çêkiribû hat berdan
14:44 Parêzer: Delîlên kuştina Karakan hatin reşkirin
14:38 KESK’ê banga beşdariya mitîngê kir
13:41 AYM’ê biryara sînorkirina lêpirsîna komkujiyê mafdar dît
13:17 HDP li Stenbol, Îzmir, Edene û Mêrsînê amadekariyên namzetên bi îdîa dike
12:54 Li Beyoglu şewat deret: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:46 Endamê Koma Aştiyê Turgut hat binçavkirin
12:40 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:02 ‘Pêşbirka Xwendina’ edebiyata kurdî tê lidarxistin
12:00 Dozger ji bo Rojnameger Adnan Bilen ceza xwest
11:30 Yelda Abbasî hat berdan
10:56 Rojnameger Yilmaz nehat berdan
10:46 Kesên li Erziromê hatin binçavkirin hatin berdan
10:41 Têkoşîna ji bo hiqûqê piştî 19 salan encam da
10:07 Mizrakli: Bêdengiya hikumetê dê qêrîna me xûrt bike
09:03 Lêgerîna tazî li girtiyê nexweş ferz kirin
09:02 KESK: Divê fatûreya krîzê li kedkaran neyê birîn
09:01 'Cenazeyên tevî hafriyatê valakirin Dîcleyê, ne pêkan e em ji bîr bikin'
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2018'AN
06/12/2018
23:33 Hunermend Yelda Abbasî hat binçavkirin
22:43 Li Kolombiyayê di 10 mehan de 226 aktivîst hatin kuştin
20:42 Jina 60 salî ya ji ber parvekirinên medyaya civakî hat binçavkirin hat berdan
20:36 Li Geverê erd hejiya
19:28 Dadgehê îtiraza der barê berdana Demîrtaş de red kir
18:57 Lêgerîna li avahiya HDP'a Rihayê bi dawî bû
16:32 Jina 60 salî bi sedema medya civakî hat binçavkirin
15:59 Rojnameger Kîbriye Evren nehat berdan
15:59 Ji bo çalakiya Leyla Guven piştgiriya navnetewî
15:42 Rojnameger nehatin berdan: Delîl tenê nûçeyên me ne
15:28 Li Amedê 14 kes hatin berdan
15:16 Polîsan bi ser avahiya HDP'a Rihayê de girt: 40 kes binçav kirin
15:00 Oluç: Tecrîda girankirî bi dawî bikin
14:51 Çalakger: Bi lez tecrîdkirina Ocalan rakin
14:20 Hêzên Rejîma Îranê kolberek kuşt û 4 jî birîndar kirin
14:02 Rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyên li Odemîşê
13:56 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Rihayê de girt
13:56 Takva yê giliyê Bekîr Kaya kir bû namzetê AKP’a Wanê
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê cara 770’an serî li dozgeriyê dan