WAN - Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan ji bo destekê bide Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kir.
Piştgiriya ji bo Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 26 roj in di greva birçîbûnê de ye, zêde dibe. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan ji bo piştgiriyê bide Guven, li avahiya HDP'ê ya Wanê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kir.
Têkildarî çalakiya greva birçîbûnê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û Hevseroka HDP'ê ya Wanê Yadîşen Karabulak, Hevseroka DBP'ê ya Wanê Ayla Tarhan, Daykiên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê û hevşaredar û hevserokên rêxistinên bajar û navçeyan ên Wanê amade bûn.
'EM Ê SERÎ LI BER FAŞÎZMÊ NETEWÎNIN'
Orhan axivî û bi bîr xist ku parlamentera wan Guven 26 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdulalh Ocalan di greva birçîbûnê de ye û işaret bi piştgiriya ji bo vê çalakiyê kir.
Orhan diyar kir ku polîsan êrîş birin ser greva birçîbûnê ya li Mersînê û hevrêyên wan binçav kirin û got, "Gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê wê azad bibin, wê aştî û demokrasî pêk werin. Ji ber vê yekê me jî li vir dest bi greva birçîbûnê ya 3 roja kir. Faşîzm wê têk biçe, azadî û demokrasî wê bi ser bikeve."
Orhan anî ziman ku ew ê serê xwe li ber faşîzm û rejîma dîkta netewînin û got: "Têkoşîna me wê li her qadê bidome. Em xwedî li çalakiya Birêz Leyla Guven derdikevin û heta ku daxwazên me bên qebûlkirin wê çalakiyên me bidomin."