‘Ne Astana, Eyn Îsa çareseriye’

  • rojane
  • 12:28 29 Mijdar 2018
  • |
img

GIRÊ SPÎ - Delegasyonê Danûstandinên Sûrî-Sûrî Xeyas Neyisî Teyar, diyar kir ku tu hevdîtinên li Astana, Soçî, Stenbol û Tahranê ne çareserî ne. Teyar, da zanîn ku ew bi awayekê azad çareseriyê nîqaş dikin û got: “Em hemû civînên ji derveyî Sûriyeyê pêk tên, muxatab nagirin.”

 
Hêzên navneteweyî û welatên herêmê, têkildarî rojava Sûriyeyê, li Astana, Stenboli Tahran û Soçiyê gelek civînên çareseriyê li dar xistin, lê divan civînan de çaresî derneket holê.  Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), li axa Sûriyeyê û bi gelên Sûriyeyê re ji bo “Çareseriyê” di demên dawî de gelek komxebat li dar xistin. Yekemîn komxebata “Çareseriyê” di meha Tirmehê de hatibû li darxistin. Duh jî li navçeya Eyn Îsa a Kantona Girê Spî bi dirûşmeya “Ji bo ji nûde avakirin û pêşxistina Sûriyeyê" Danûstandinên Sûrî-Sûrî hat lidarxistin îro bi dawî bû. Di komxebata duh destpê kir de, mijarin “Rewşa mirovî”, “Aborî” “Avakirin pergalê”, “Di çareseriyê rol û rista têkoşîna jinan”, “Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê” û “Hevparbûna mûxalefetên Sûriyeyê dê çawan pêş bikeve” hatin niqaşkirin. Ji her herêmeke Sûriyeyê 100 delege beşdarî komxebatê bûn û rewşa Efrînê mora xwe li komxebatê xist. 
 
'GEL DÊ ÇARESER BIKIN’
 
Yek ji delegayonên Danûstandinên Sûrî-Sûrî yên ji Ewropayê beşdar bûyîn Xeyas Neyisî Teyar, diyar kir ku ji bo çareserkirina krîzê, divê danûstandinên wiha pir zêde bên lidarxistin. Teyar, da zanîn ku divê kes li hemberî rewşa heyî bêdeng nemînin û wiha axivî: “Ji bo xizmeta gelên Sûriyeyê divê binesaziyek bi îstîkrar bê vakirin. Modela çareseriyê ya derbikeve holê, divê ji bo xizmeta gel be. Ji bo Sûriyek demokratîk, tecrubeyên Herêma Bakur û Rojavayê Sûriyeyê girînge û xwedî rolek mezine. Em dikarin ji vê feyde bigirin. Li kêleka vê yekê hin bajar dibin dagirkeriya Tirkiyeyê dene. Dixwazin vê dagirkeriyê mezintir bikin. Hin hêzên herêmî û navneteweyî, dixwazin nexşeya Sûriyeyê li gorî xwe xêz bikin. Di vê mijarê de hêzên herî aktîf tevdigerin Rûsya, Îran, Tirkiye û DYA ne. Emê têkilî vê nebin. Gel bi xwe dê li çareseriya xwe bigere û bibîne.” 
 
‘ADRES NE ASTANA, VÊ DERÊ YE’
 
Teyar, da zanîn ku civîna berî du mehan li vê derê hat derxistin jî girîng bû û wiha got: “Hevdîtinên wiha ji bo rêyên çareseriya siyasî dibin pêngavek mezin. Hemû pêkhatiyên Sûriyeyê divê civînê de cihê xwe digirin. Hemû kes li ser axa Sûriyeyê û li dora heman maseyê, çareseriya Sûriyeyê nîqaş dikin.” 
 
Teyar di dawiya axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Divê sûriyeyî xwedî çareseriya Sûriyeyê derbikevin. Bila tu kes li ser navê wan di civîn û platformên cuda de biryar negirin. Hevdîtinên li ser axa Sûriyeyê pêk bên, ji bo çareseriyê xwedî girîngiyek mezinin. Tu hevdîtinên li Astana, Soçî, Stenbol û Tahranê ne çareserî ne. Di wan civînan de tu çareserî dernakeve holê. Li wan deran hêzên dagirker biryarê didin. Îro civîna li Eyn Îsa hat lidarxistin pir cudaye û wateyekê wê heye. Ew dixwazin mudaxileyê Sûriyeyê biikin, lê em dixwazin bi gelê xwe re, bi awayekê azad nîqaş bikin. Em hewl didin pêşeroja xwe diyar bikin. Ji ber vê yekê em tu civîn û hevdîtinên derveyî welat mûxatab nagirin.”
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

30/11/2018
09:16 Du sal berê ji ber heman stranan beraat kir, lê îsal ceza lê hat birîn
09:15 Piştevaniya ji bo çalakiya Guvenê zêde dibe
09:14 Qeyûm ji bo rojekê doza bacê li wan dike
09:13 Hûr û rovî jî biha bûn
09:13 HDP wê sempozyûmekê li dar bixe
09:12 'Tekane îcraata wan, çêkirina girtîgehan e'
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2018'AN
06:57 Encamnameya civîna Danûstandinên Sûrî-Sûrî eşkere kirin
29/11/2018
21:09 Guleryuz û Bîlîcî ya HDP'î hatin girtin
17:07 Li Qereyaziyê bi ser malan de girtin
16:40 Beştaş: Çima Demîrtaş hêj nehatiye berdan?
16:31 Nûçegihana ETHA Temel nehat berdan
16:07 Odeya Avahîsazan: Ji bo Sûrê berpirsyariyê hildin ser milên xwe
15:55 'Karkerên înşaetê ne koleyên avakirina pramîtên Fîravûnane’
15:14 Qedexeya li ser sînorê Hatayê 15 rojên din jî hat dirêjkirin
15:08 7 kes li Bêrecûkê hatin binçavkirin
14:45 6 ciwanên HDP'yî hatin girtin
14:36 Di çalakiya Nobeda Edaletê de Tahîr Elçî hat bibîranîn
14:29 Varennes: Mafê bi mîlyonan kêmnetew nayê parastin
14:05 Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk: Tişta ku tê darizandin aştî ye
14:05 Ciwan li dijî revandin û sîxurkirinê bi HDP û TÎP'ê re civiyan
13:53 Bi hinceta ‘guvendê gerandinê’ lêpirsîn li 55 girtiyên jin hat vekirin
13:51 Ji bo çalakiya Guven li 6 bajaran dê greva birçîbûnê bê destpêkirin
13:40 Zaroka rastî îstîsmarê hat, parastin
12:34 Zelal Bîlgîn hat berdan
12:31 Karkerên Fabrîkaya Derman a Grîpîn dest bi grevê kirin
12:28 ‘Ne Astana, Eyn Îsa çareseriye’
12:17 HDP: Bila berpirsiyarê cinayeta Vîyadukê îstifa bikin
12:16 Parêzerên Ocalan cara 768’emîn serî li dozgeriyê dan
12:02 Dadgehê 9 sal û 9 meh ceza li rojnamegeran birî
12:02 Polîsan Hevserokê MED-DER’ê revand û sîxûrî lê ferz kirin
11:26 Danişîna Tugluk û Tuncel hat taloqkirin
11:19 Salîh Muslîm: Em tu car nebûn dijminê gelê Tirkiye
11:11 HDP: Ji bo piştgiriyan pîvanên me diyarin
10:34 Rençberên newala Menderesê hesreta tasek av in
09:52 Baroya Antalya wêneyê Elçî ji panoyê daxist
09:42 YNK'ê Baregehên Tevgera Azadî yên Ranya û Qeladizê jî girt
09:14 Li nav erdên pembo jiyaneke zor û zehmet
09:13 Parêzer Arin: Jinan berxwedaneke nû da destpêkirin
09:13 ‘Jin dê li Sêrtê tabelaya bi sê zimanî dîsa daliqînin'
09:12 'Teqez dê şêniyên Sûrê di doza xwe de bi ser bikevin'
09:11 Doz li pankarta 'Jiyan kurt e, kujer dirêj e, zarok dimirin' hat vekirin
09:10 Girtiyê nexweş 4 sal in li benda îdianameyê ye
09:09 ‘Bi armanca gel mohtacî xwe bikin zozan û mêrgan qedexe dikin'
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2018'AN
28/11/2018
18:47 Hempîşeyên Elçî li ser gora wî ew bibîr anin
16:51 Di cînayeta Berkîn Elvan de polîs ker kor û lal bûn
16:16 Li Dîlokê 8 kes hatin girtin
16:10 Li Meletiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:48 KNK'ê piştgirî da Tevgera Azadî
15:47 Li Geverê 80 xwendekar ji firavînê jehrî bûn
15:34 HDP: Çima kujer nayên aşkerekirin?
14:56 Cenazeyê jinekê ji deryayê hat derxistin
14:44 Egîtim Senê: Divê zanîngeh xizmeta zanistê bikin
14:44 Pir hilweşiya: 3 karker mirin
14:35 Buldan û Kiliçdaroglu jî di nav de ji bo 21 wekîlan fezleke
14:21 Kolektîfa Xwendekaran bertek nîşanî ferzkirina sîxortiyê dan
14:19 Li Çewligê 5 welatî hatin berdan
14:04 Di sala sêyemîn de daxwaz yek in: Cînayeta Elçî ronî bikin!
13:56 Girtiyên TKP/ML piştgirî dan çalakiya Guven
13:56 Bîlgen dê peywîra xwe dewam bike
13:46 Li Enqereyê destûr nedan bîranîna Elçî
13:45 Hevserokatiya MSD’ê: Armanca danûstandinan yekîtiya opozîsyonê ye
11:31 30 karkerên heqê xwe negirtin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
11:28 Cerdevanê li ser sindoqê 2 kes kuştin cezayê muebetê xwar
11:14 Danûstandinên Sûrî – Sûrî destpê kir
10:44 NY: Her roj li cîhanê 137 jin tên kuştin
10:41 Daxwaza Sînemager Lîsa Çalan di nava dozgerên 'bêerk" de asê ma
09:36 Belavkirina komira ‘alîkariya civakî’ nahêle ew kar bikin
09:08 Pembû êdî nayê firotin û rençber zerar dikin
09:08 Ji bo hûn biçin vî bajarî divê hûn li 155'ê bigerin!
09:07 Li Edeneyê 200 atolyeyên pêlavan hatin girtin
09:06 Çîçek: Divê çalakiya Guvenê li nav civakê belav bibe
09:06 Êdî fîlmê Charlie Chaplin li ser dika şanoya kurdî ye
09:05 Kaya: Leyla Guven bi awayekî jinane berxwdana xwe didomîne
09:05 Esnafên Agiriyê: Êdî mirov nikarin çayekê jî vexwin
09:04 'Em ê bibin dengê têkoşîna Leyla Guven'
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2018'AN
08:25 Li Licê qedexeya derketa derve rabû
27/11/2018
20:37 Li Êlihê pevçûn: Yek jê polîs 2 kes mirin
20:30 5 mamosteyên DÎSA-DER'ê hatin girtin
19:33 Li Şirnexê 50 kes hatin binçavkirin
17:51 Daxwaza hevdîtinê ya bi Ocalan re hat redkirin
16:08 Leyla Guven: Ez hevrêya hezkiriyên di oxira vê jiyanê de jiyana xwe ji dest bidine me
15:45 KESK: Kesên binçavkirî dimildest berdin
15:45 Jinên HDP’î bersîv dan Soylu
15:24 Di beşa lezgîn de gelo ji ser ranzeyê ket erdê û jiyana xwe ji dest da?
15:12 Rêxistinên ciwanan lêferzkirina sîxûriyê teşhîr kirin
15:06 NMM a Baroya Stenbolê ji bo Demîrtaş serî li AYM'ê dan
14:48 Ceza dan Hamzaoglu
14:47 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê banga danişîna rojnamegeran kirin
14:14 Temellî: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina aştiya Tirkiyeyê ye
13:38 Bi milyonan deyn li pey xwe hiştin û bûn namzetên AKP’ê
13:15 HDP’ê bang li jinan kir: Werin bibin namzet
12:51 NY: Rojê 137 jin tên qetilkirin
12:30 Siyasetmedar û sendîkayên hatin binçavkirin bi ‘Nobeta Spî’ tên sûcdarkirin
12:16 Turan: Meclîsê butçeya 16 wezîran wekî wê qebûl kir
12:01 Rojnameger sewqê edliyê kirin
12:01 Di doza Dadgeha Bilind xera kiribû de kes nehat berdan
11:33 Çerkezoglu: Rêveberên sendîkayan bila bên berdan