‘Bi armanca gel mohtacî xwe bikin zozan û mêrgan qedexe dikin'

  • rojane
  • 09:09 29 Mijdar 2018
  • |
img

COLEMÊRG - Li Colemêrgê êdî qedexekirina zozan û mêrgan veguheriye rewşeke rûtîn. Siyasetmedar û welatiyên li bajêr diyar dikin ku armanca van qedexeyan ew e mirov koç bikin û mohtacî xwe bikin. 

Li Colemêrgê gelek zozan û mêrg bi hinceta "ewlehiyê" hatine qedexekirin. Ev qedexe bi salan e tên îlankirin. Piştî "pêvajoya çareseriyê" ev qedexe bi dawî bibûn, lê belê piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû dîsa hatin sepandin. Ji ber vê êdî şêniyên bajêr nikarin sewalvanî û çandiniyê bikin. 
 
DEDE: DEWAMA POLÎTÎKAYÊN KOÇBERIYÊ NE 
 
Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede, destnîşan kir ku qedexekirina zozan û mêrgan berdewama polîtîkayên koçberkirinê ne. Dede, anî ziman ku ji ber ji sedî 80-90'ê gundên Çelê hatine valakirin welatî nikarin biçin gundên xwe û li Şemzînan û Geverê jî heman rewş heye. Dede got: "Serokmar hat, di kongreyê de got wê dawî li qedexekirina zozanan bê. Lê belê wexta çû Enqereyê ev yek ji bîr kir. Qedexekirina zozan û mêrgan girêdayî pêvajoyê ye. Heta sê sal berê jî mirov diçûn gundên xwe an jî zozanên xwe û heywanên xwe diçêrandin û debara xwe dikirin. Lê çawa ku îktîdarê şer da destpêkirin li hemû qadan mirov bi zext û zoriyan re rû bi rû man. Colemêrg bajarekî nêzî sînor e, pîşesazî lê tune ye û debara xwe bi çandiniyê dike. Lê wexta gund bên qedexekirin, zozan bên qedexekirin wê mirov çawa çandiniyê û sewalvaniyê bikin? Wexta wisa be îjar ê welatî çi bikin? Wê mirov birçî bimînin. Jixwe armanca dewletê jî ew e mirov birçî bimînin û îtaatî wê bikin. Ma li Colemêrgê gel wisa ye? Gelê me polîtîk e. Dizane îktîdar çi dike." 
 
‘MA EV MISILMANÎ YE?' 
 
Fatma Tûran, anî ziman ku Serokomar Tayyip Erdogan gotiye ew ê dawî li qedexekirina zozanan bînin, lê belê hîn jî zozanên wan qedexe ne. Tûran, diyar kir ku ji bo ew biçin tirbeya li Geliyê Tiryarê jî destûrê dixwazin. Tûran bertek nîşanî evan qedexeyan dan û got: "Ma ev edalet e? Ma ev misilmanî ye?" 
 
‘GIRTÎGEHEKE VEKIRÎ YE' 
 
Yavûz Adsiz jî got: "Mirovên vê herêmê li gundan û zozanan dijî. Jixwe herêma me veguherandine girtîgeheke vekirî. Li hemû çiyayan qereqol û qaleqol hatine çêkirin. Ev qas tevdîr hatine girtin û em hepsî malê bûne. Ev jî tê wateya ku ev dewlet pir lawaz e. Me çi qasî hepsî malê bike jî, lê em ê jiyana xwe û têkoşîna xwe dewam bikin." 
 
‘SOZ HATIN JIBÎRKIRIN' 
 
Hevserokê HDP'a Bajêr Sînan kaya jî, anî ziman ku sozên der barê bidawîbûna qedexekirina zozanan hatibûn dayîn hatine jibîrkirin û ji ber evan qedexeyan sewalvanî hema bêje qediyaye. Kaya got: "Li nêzî 30 herêman zozan hatine qedexekirin. Ev yek di warê civakî, derûnî û aborî de tesîreke neyînî li gel dike. Bi evan pêkanînan re polîtîkayeke tepisandinê tê sepandin. Ger niha sewalvanî li ber qedandinê be, sedema vê îktîdara heyî ye. Divê îktîdar nêzîkatiya xwe ya ji bo gel biguherîne." 
 
Hevserokê DBP'a Bajêr Îsmet Farûk jî, diyar kir ku li 30 herêmên bajêr zozan hatine qedexekirin, lê belê Zozana Berçelanê ne qedexe ye lê ji bo çûyîna vê jî destûr divê. Farûk, anî ziman ku tê derpêşkirin ev qedexe ji bo ewlehiya gel e, lê belê armanc ne ev e û got: "Ev ne ewlehî ye, ev tê wateya gel birçî bimîne û bi vî awayî gel teslîm bigirin."

Sernavên din

30/11/2018
09:16 Du sal berê ji ber heman stranan beraat kir, lê îsal ceza lê hat birîn
09:15 Piştevaniya ji bo çalakiya Guvenê zêde dibe
09:14 Qeyûm ji bo rojekê doza bacê li wan dike
09:13 Hûr û rovî jî biha bûn
09:13 HDP wê sempozyûmekê li dar bixe
09:12 'Tekane îcraata wan, çêkirina girtîgehan e'
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2018'AN
06:57 Encamnameya civîna Danûstandinên Sûrî-Sûrî eşkere kirin
29/11/2018
21:09 Guleryuz û Bîlîcî ya HDP'î hatin girtin
17:07 Li Qereyaziyê bi ser malan de girtin
16:40 Beştaş: Çima Demîrtaş hêj nehatiye berdan?
16:31 Nûçegihana ETHA Temel nehat berdan
16:07 Odeya Avahîsazan: Ji bo Sûrê berpirsyariyê hildin ser milên xwe
15:55 'Karkerên înşaetê ne koleyên avakirina pramîtên Fîravûnane’
15:14 Qedexeya li ser sînorê Hatayê 15 rojên din jî hat dirêjkirin
15:08 7 kes li Bêrecûkê hatin binçavkirin
14:45 6 ciwanên HDP'yî hatin girtin
14:36 Di çalakiya Nobeda Edaletê de Tahîr Elçî hat bibîranîn
14:29 Varennes: Mafê bi mîlyonan kêmnetew nayê parastin
14:05 Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk: Tişta ku tê darizandin aştî ye
14:05 Ciwan li dijî revandin û sîxurkirinê bi HDP û TÎP'ê re civiyan
13:53 Bi hinceta ‘guvendê gerandinê’ lêpirsîn li 55 girtiyên jin hat vekirin
13:51 Ji bo çalakiya Guven li 6 bajaran dê greva birçîbûnê bê destpêkirin
13:40 Zaroka rastî îstîsmarê hat, parastin
12:34 Zelal Bîlgîn hat berdan
12:31 Karkerên Fabrîkaya Derman a Grîpîn dest bi grevê kirin
12:28 ‘Ne Astana, Eyn Îsa çareseriye’
12:17 HDP: Bila berpirsiyarê cinayeta Vîyadukê îstifa bikin
12:16 Parêzerên Ocalan cara 768’emîn serî li dozgeriyê dan
12:02 Dadgehê 9 sal û 9 meh ceza li rojnamegeran birî
12:02 Polîsan Hevserokê MED-DER’ê revand û sîxûrî lê ferz kirin
11:26 Danişîna Tugluk û Tuncel hat taloqkirin
11:19 Salîh Muslîm: Em tu car nebûn dijminê gelê Tirkiye
11:11 HDP: Ji bo piştgiriyan pîvanên me diyarin
10:34 Rençberên newala Menderesê hesreta tasek av in
09:52 Baroya Antalya wêneyê Elçî ji panoyê daxist
09:42 YNK'ê Baregehên Tevgera Azadî yên Ranya û Qeladizê jî girt
09:14 Li nav erdên pembo jiyaneke zor û zehmet
09:13 Parêzer Arin: Jinan berxwedaneke nû da destpêkirin
09:13 ‘Jin dê li Sêrtê tabelaya bi sê zimanî dîsa daliqînin'
09:12 'Teqez dê şêniyên Sûrê di doza xwe de bi ser bikevin'
09:11 Doz li pankarta 'Jiyan kurt e, kujer dirêj e, zarok dimirin' hat vekirin
09:10 Girtiyê nexweş 4 sal in li benda îdianameyê ye
09:09 ‘Bi armanca gel mohtacî xwe bikin zozan û mêrgan qedexe dikin'
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2018'AN
28/11/2018
18:47 Hempîşeyên Elçî li ser gora wî ew bibîr anin
16:51 Di cînayeta Berkîn Elvan de polîs ker kor û lal bûn
16:16 Li Dîlokê 8 kes hatin girtin
16:10 Li Meletiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:48 KNK'ê piştgirî da Tevgera Azadî
15:47 Li Geverê 80 xwendekar ji firavînê jehrî bûn
15:34 HDP: Çima kujer nayên aşkerekirin?
14:56 Cenazeyê jinekê ji deryayê hat derxistin
14:44 Egîtim Senê: Divê zanîngeh xizmeta zanistê bikin
14:44 Pir hilweşiya: 3 karker mirin
14:35 Buldan û Kiliçdaroglu jî di nav de ji bo 21 wekîlan fezleke
14:21 Kolektîfa Xwendekaran bertek nîşanî ferzkirina sîxortiyê dan
14:19 Li Çewligê 5 welatî hatin berdan
14:04 Di sala sêyemîn de daxwaz yek in: Cînayeta Elçî ronî bikin!
13:56 Girtiyên TKP/ML piştgirî dan çalakiya Guven
13:56 Bîlgen dê peywîra xwe dewam bike
13:46 Li Enqereyê destûr nedan bîranîna Elçî
13:45 Hevserokatiya MSD’ê: Armanca danûstandinan yekîtiya opozîsyonê ye
11:31 30 karkerên heqê xwe negirtin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
11:28 Cerdevanê li ser sindoqê 2 kes kuştin cezayê muebetê xwar
11:14 Danûstandinên Sûrî – Sûrî destpê kir
10:44 NY: Her roj li cîhanê 137 jin tên kuştin
10:41 Daxwaza Sînemager Lîsa Çalan di nava dozgerên 'bêerk" de asê ma
09:36 Belavkirina komira ‘alîkariya civakî’ nahêle ew kar bikin
09:08 Pembû êdî nayê firotin û rençber zerar dikin
09:08 Ji bo hûn biçin vî bajarî divê hûn li 155'ê bigerin!
09:07 Li Edeneyê 200 atolyeyên pêlavan hatin girtin
09:06 Çîçek: Divê çalakiya Guvenê li nav civakê belav bibe
09:06 Êdî fîlmê Charlie Chaplin li ser dika şanoya kurdî ye
09:05 Kaya: Leyla Guven bi awayekî jinane berxwdana xwe didomîne
09:05 Esnafên Agiriyê: Êdî mirov nikarin çayekê jî vexwin
09:04 'Em ê bibin dengê têkoşîna Leyla Guven'
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2018'AN
08:25 Li Licê qedexeya derketa derve rabû
27/11/2018
20:37 Li Êlihê pevçûn: Yek jê polîs 2 kes mirin
20:30 5 mamosteyên DÎSA-DER'ê hatin girtin
19:33 Li Şirnexê 50 kes hatin binçavkirin
17:51 Daxwaza hevdîtinê ya bi Ocalan re hat redkirin
16:08 Leyla Guven: Ez hevrêya hezkiriyên di oxira vê jiyanê de jiyana xwe ji dest bidine me
15:45 KESK: Kesên binçavkirî dimildest berdin
15:45 Jinên HDP’î bersîv dan Soylu
15:24 Di beşa lezgîn de gelo ji ser ranzeyê ket erdê û jiyana xwe ji dest da?
15:12 Rêxistinên ciwanan lêferzkirina sîxûriyê teşhîr kirin
15:06 NMM a Baroya Stenbolê ji bo Demîrtaş serî li AYM'ê dan
14:48 Ceza dan Hamzaoglu
14:47 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê banga danişîna rojnamegeran kirin
14:14 Temellî: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina aştiya Tirkiyeyê ye
13:38 Bi milyonan deyn li pey xwe hiştin û bûn namzetên AKP’ê
13:15 HDP’ê bang li jinan kir: Werin bibin namzet
12:51 NY: Rojê 137 jin tên qetilkirin
12:30 Siyasetmedar û sendîkayên hatin binçavkirin bi ‘Nobeta Spî’ tên sûcdarkirin
12:16 Turan: Meclîsê butçeya 16 wezîran wekî wê qebûl kir
12:01 Rojnameger sewqê edliyê kirin
12:01 Di doza Dadgeha Bilind xera kiribû de kes nehat berdan
11:33 Çerkezoglu: Rêveberên sendîkayan bila bên berdan