* Esnafên li Agirî ji ber krîza aborî hindik mane top bavêjin. Esnafan diyar kir ku êdî nikarin çayekê jî vexwin û ji bo başkirina rewşa aboriyê îktîdr dereng maye.
* Siyasetmedar û endamên rêxistinên civaka sîvîl ên Mêrsînê, diyar kirin ku tecrîta li Îmraliyê, di deman demê de li dijî aştî û demokrasiyê ye û gotin: “Emê bibin dengê Leyla Guven a li dijî tecrîdê dest bi çalakiya greva bîrçîbûnê ya bêdem kir.”
* Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê û diyar kir ku di nav çar dîwaran de bi awayekî jinane berxwedana xwe didomîne û li hemberî rejîmê meydanê dixwazê.
* Fîlmê komêdiyê "Dîktatorê Mezin" ê Charlie Chaplin êdî bi kurdî li ser dika şanoya kurdî ye. Wê şano bi navê "Tenê Ez" ji aliyê Teatra Jiyana Nû ve were pêşandan.
* Hevserokê DBP'a Amedê Îbrahîm Çîçek destnîşan kir ku divê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê li girtîgehê da destpêkirin berfirehtir bibe û li tevahiya civakê belav bibe.
* Karkerên pêlavan çêdikin ji bo heqdesta wan bê zêdekirin dev ji kar berdan, diyar kirin heta daxwazên wan pêk neyên ew ê bitêkoşin. Serokê Komeleya Piştevaniyê Mûstafa Ozay anî ziman ku di demên dawî de 200 atolye hatine girtin û 3 hezar û 600 karker jî betal mane.
* Li Bêşebabê her diçe tevdîrên di bin navê "ewlehiyê" de zêde dibin, êdî şêniyên bajêr nikarin xweşikî tev bigerin. Hema bêje li serê her girî qereqol hatine çêkirin û li her kuçe û kolanê MOBESE hatine bichkirin û têketin û derketinên navçeyê jî bi bariyerên betonî hatine girtin. Her wiha li hin noqteyên kontrolkirinê jî heta ajovanên wesayîtan li 155'ê negerin nikarin têkevin bajêr.
* Esnafên Sîteya Komirvanên Dîlokê diyar kirin ku beriya hilbijartinê komira “alîkariya civakî” belaş belav dikin û ji ber vê yekê nikarin kar bikin.
* Şaxa Egîtîm Sen a Amedê, berî yekemîn danişîna darizandina akademîsyenên îmzekarên aşiyê bê dîtin, dê li ber Edliya Amedê daxuyaniyekê bide çapemeniyê. (09.00)
* Danişîna doza darizandina polîsê di çalakiyên Gezî de Berkîn Elvan kuşt dê li 17'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
*Baroya Amedê, dê têkildarî salvegera kuştina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî yê li navçeya Sûrê hat kuştin, li ber Mînareya Çar Ling meşekê li dar bixe û dure daxuyanî bide çapemeniyê. (10.00)
* Rêxistinên pişeyî yên parêzeran, dê bi minasebeta salvegera kuştina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî yê li ber Mînareya Çar Ling a navçeya Sûrê hat kuştin, li gelek qadan bibîr bînin. (12.00)
* Li Rihayê rençberên ku pembû diçînin, diyar kirin êdî ji ber fabrîqe pembûyên wan nagikirin, pembûyê wan nayê firotin û li malê xera dibe.