ŞIRNEX - Hat hînbûn ku li Şirnexê di avêtina ser malan a danê sibehê de hejmara kesên hatine binçavkirin 50 ye.
Îro danê sibehê polîsan li navenda bajêr û nvaçeyên Şirnexê avêt ser gelek malan. Li gorî agahiyên bi dest ketin li Şirnexê 8, li Cizîrê 18, li Silopiyayê 14, li Hezexê 9 û li Qilebanê jî kesek hatiye binçavkirin. Hat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin bi "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatine tawanbarkirin û li midûriyetên emniyetên nvaçeyê tên ragirtin.