ENQERE - Hevserokê Gişti yê HDP'ê Sezaî Temellî, di civîna Koma HDP'ê ya Meclîsê ya vê hefteyê de zêdetir cih da ser rewşa Herêma Derya Reş û diyar kir ku ekolojiya Derya Reşt tê talankirin û gelê wê tê xizankirin. Temellî, têkildarî çalakiya Leyla Guven jî axivî û got: "Birêz Leyla li dijî Tecrîdê 20 rojin di greve de ye. Tecrîda li ser Ocalan li ser Aştî û gelê Tirkiyeyê ye." Temellî, biryara DMME'ê jî bibîr xist û destnîşan kir ku ji bo demokratîkbûna Tirkiye biryarek girîng e. Temellî ji bo hilbijartinê jî bang li hemû beşên civakê kir ku ji bo bernamzetiyê serlêdan bikin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di civîna HDP'ê ya Meclîsê de bal kişand ser geşedanên dawî. Di civîna vê hefteyê de bêtir nûner û rêveberên pêkhatiyên herêma Derya Reş û nûnerên gel amade bûn. Temellî, di serî de bal kişand ser kongreya Meclîsa Ciwanên HDP'ê û destnîşan kir ku berxwedana ciwanan hêvî û maralê wan zêdetir dike û bawer dikin ku berxwedana ciwanan dê vê faşizmê bişkîne.
Temellî, binçvkirinên li dijî HDP, KESK û nûnerên rêxistinên demokratîk jî şermezar kir û wiha got: "Em her roj bi binçavkirinê hişyar dibin. Îktîdara AKP'ê her roj li dijî muxalifan operasyonê pêk tîne. Ev nîşan dide ku her ku binçavkirin hebe berxwedan jî heye. Bi şev û roj em bi binçavkirinan re hişyar dibin. Hevalên me yên sendîka hatin binçavkirin. Îro serê sibê em rabûn 23 hevalên me hatin binçavkirin. Ev jî nîşan dide ku berxwedan berdewam dike. Bila îktidara AKP'ê baş zanibe heta ku binçavkrin hebe dê berxwedan jî hebe."
'BIRYARA DMME JI BO DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYE GAVEK GIRÎNG E'
Temellî, bal kişand ser biryara DMME'ê û wiha axivî: "Biryara DMME'ê net e. Dereng mayî, lê girîng e. Heta niha li hemberî siyasetê dîl hatibû girtin. Lê yekem car di milê demokrasiyê de pir girîng e. Ji bo Tirkiye jî gelek girîng e. Ev biryar ji bo hemû hevalên me yên girtiyên siyasî biryarek emsal e. Ji ber ku dadger û dozger ketine bin bandora siyasetê ji hiqûqê dûr in. Ez bang li wan dikim. Werin vê serdestiya ji ser darazê bi dawî bikin û erka hiqûq û darazê pêk bînin. Werin li gorî sincê darazê pêdivîya darazê pêk bînin. Ger hûn wisa nekin hûn dê xerabiyek mezin li vî welatî bikin. Hûn dê xerabiyek mezin li aştiya vî welatî bikin. Dê roj bê demokrasiyê jî bê. Hûn dê wê demê hesabê vê yekê bidin.
'LI VÎ WELATÎ TECRÎD HEYE'
Temelî, da zanîn ku wî wêne û peyama Leyla Guven anîye û wiha pêde çû: "Li gel ku girtî ye jî têkoşîna xwe bilnd kir û qet gav ji têkoşînê paşve navêt. Îro Birêz Leyla Guven 20 rojin di greva birçîbûnê de ye. Îro li girtîgehên Tirkiye grevên birçîbûnê dest pê dikin. Ji ber ku li vî welatî tecrîd heye. Tecrîda li ser Birêz Ocalan li ser hemû gelê Tirkiye ye. Tecrîda li ser Birêz Ocalan li ser aştî, demoksayia Tirkiye ye. Banga Birêz Leyla li Tirkiye û hemû cîhanê ye. Divê tu kes bêdeng nemînin. Ez bawer dikim ku dê di demek nêzik de ev tecrîd bi berxwedanê bi dawî bibe."
TECRÎDKIRINA OCALAN TECRÎDKIRINA AŞTIYÊ YE
Temeli peyama Guven xwend û di peyamê de got: "Ez bi ruhê berxwedana Amedê we ji dil û can silav dikim. Sedema kaosê jî pirsgirêka kurd a bê çare hatiye hiştin. Ez bawer dikim ku Birêz Ocalan ji bo siyaseda demokratîk û neteweya demokratîk û konfederal a demokratîk bingehê aştiyê ya mayinde ye. Îktîdar bi tecrîdkirina Birêz Ocalan armanc dike ku vê rastiyê ji civakê veşêre. Tecrîdkirina Brêz Ocalan hişmendiya vê yekê ye ku rastiyê vedişêrê. Di şexsên Dayikên Aştiyê de ez çalakiyên hemû dayikan silav dikim. Yên di oxira jiyanê de xwe feda dikin rêya me ronî dike."
'3 SAL DI SER KUŞTINA ELÇÎ RE DERBAS BÛN HÊJ TU PÊŞKETINA TUNE'
Temellî, bal kişand ser kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û destnîşan kirku 3 sal borîn hêj tu gav nehatiye avêtin û wiha got: "Navê wî yên li ser parkan jî hatin rakirin. Lê em dê di 31'ê Adarê de dîsa navê wî li parkan bikin. 3 sal di ser kuştina Elçi re derbas bûn. Lê heta niha tu delîl ronî nekirine û tu gav neavêtine."
DI ROJA LI DIJÎ TUNDIYÊ DE TUNTÎ LI JINAN KIRIN
Temellî, destnîşan kir ku di roja 25'ê Mijdarê de tundî li jinê kirin û wiha got: "Li Stenbolê jinên xwestin bimeşin polîsan êrîşî wan kirin. Di roja tundiyê de polîsan tundî li jinan kirin. Hêj êrîşî jinan dikin û dixwazin li her derê Tirkiye terorîzmê pêş bixin. Li kîderê binpêkirina mafan hebe di bin vê yekê de ev hişmendiya îktîdarê heye. Serokomar êrîşa polîsan a Fransayê şermezar dike. Lê li Tirkiye her roj polîs tundiyê li ser civakê û jinan pêş dixe. Lê li şûna vê yekê bibîne radibe qala wekheviya jin û mêr dike. Hişmendiya ku li ser hêza qaba tev digere heye. Binerin Erdogan beriya niha lîsteya şaredarên xwe diyar kir. Li lîsteyê de jinek jî tune bû. Ev hişmendiya hevşaredarên me di girtîgehan de dihêle.
DIVÊ LI DERYA REŞ TÊKOŞÎNA JINAN A LI DIJÎ TALANA XWEZAYÊ BÊ DÎTIN
Temellî, hunermendê laz ê bi pençeşêrê jiyana xwe ji dest da Kazim Koyuncu jî bibîr anî û wiha got: "Dema Derya Reş tê gotin hişmendiya nijadperestiyê derdixin pêş. Lê ev neheqî ye. Kesên ku vê neheqiyê bikin em dê li dijî vê derkevin. Yên nijadperestiyê pêş dixin yek ji Rîzê ye ew jî Serokomar e. Yek jî ji Trabzonê ye. Ew jî wezîrê karên Hundir e. Lê divê em vê yekê nekin malê gelên Derya Reş. Divê Deya Reş bi Mahîr Çayan, Kazim Koyuncu û hezkirina mirovna bê bibîr anîn. Divê bi jinên li dijî patron û cendirmeyan têdikoşin bê bibîr anîn. Divê Derya Reş bi têkoşîna karkeran bê bibîr anîn. Divê bi Metîn Lokumcu bê bibîr anîn. Divê bi berxwedana li dijî zilmê bê bibîr anîn. Îro Derya Reş di bin tundiyek mezin a aborî de ye. Cihê Findiqan e. Cihê masivaniyê ye. Lê rewşa findik û mahsîvanan li holê ye. Ji sedî 80 hilberîna findiqên cîhanê li Derya Reş e. Lê malbatên findiqan dildiberîn in xizan dibin. Ji ber vê yekê hilberînên Findiqan dê bersîva vê yekê di 31'ê Adarê de bidin. Dîsa hilberînên çandê di bin rantê de ne. Evana dijminên rençber û kedkaran in. Li Konya hilberînên şîr heye. Şîrketa hilberîna şîr digirin. Roja ku vê şîrketê digirin. Erdogan maşîneya ku buhayê wê bi qasî cîroya salek vê şîrketê ye dikire. Ev zilm e."
DERYA REŞ DI MILÊ EKOLOJIYÊ DE TALAN DIBE
Temellî, bal kişand ser talankirina xwezaya Derya Reş û ev tişt got: "Di milê ekolojiyê de jî li Derya Reş komkujiya ekolojiiyê heye. Derya Reş di milê ekolojiyê de tê talankirin û wêrankirin. Ji 98'an heta niha li dijî talankirina ekolojiyê berxwedan heye. Li Trakya jî heman tiştî dikin. Erdnîgariya Trakya kirine axa mirinê. Li Mêrsînê kirine qada Santrala Nukleerê. Divê em xwezayê jî û ekolojiyê jî biparêzin. Li ku talan, li ku wêran, li ku li dijî jinê tundî û li ku li dijî gel zilm hebe HDP li wir heye û pêşengiya Têkoşînê dike. Li Cerahtepe HDP heye. Li dijî talankirina xwezayê têkoşîna karkeran didome.
Niha rexne dikin û dibêjin HDP ji partiya Tirkiyebûnê dûr dikeve. Em dipirsin em bawerin hûn erdnîgariya Tirkiye nizanin. em li herê Tirkiye ne. Em Partiya Gelên Tirkiye ne. Ji bo wekîlekî me ji Colemêrgê bidizin hemû artêş li Colemêrgê bi cih kirin. Li Derya Reş di bin xizaniyê de ye. Xwezaya wê di bin talaniyê de ye.
EM Ê DI 31'Ê ADARÊ DE LI SER SINDOQAN BERSÎVA HERÎ XURT BIDIN
Temellî, herî dawî bal kişand ser hilbijartinên rêveberiyên herêmî û wiha got: "Dema di manşetan de gotin 'Ji ber rêxistina terorê pîvaz hatin binçavkirin' Şaş nebînin. Îro li Herêmê Qeyûman dîsa şaredar nîşan didin. Hûn namzetê diz û zayendiparêz nîşan didin. Lê em namzetê gel nîşan didin. Em dê li her derê Tirkiye vê feraseta Faşîzmê bavêjin binê çopê. Ji niha de divê her kes melkesên xwe têxin destê xwe Paqijiya ji vê ferasetê dest pê dike. Divê şika tu kesî tune be. 4 mehên me mane. Em dê 4 mehan şev û roj bixebitin. Em dê her roj li her kolanê, li her taxê û li her malê bixebitin. Raste dê êrîş û tundiya li dijî me hebin. Dê hewl bidin ku me tune bikin. Lê tevî her tiştî çawa em di Hilbijartina 24'ê Hezîranê de bi ser ketin, em dê di hilbijartina 31'ê Adarê de jî bi ser bikevin. Divê em xwe ji vê hişmendiya ceberût rizgar bikin. Ji ber vê yekê divê em yekîtiya xwe yagelan xurt bikin. Niha serlêdana me ya bernamzetiyê dest pê kiriye. Ez bang, li ciwan, jin û hemû kesan dikim. Divê werin bibin bernamzet. Bernamzetî piştgiriya têkoşînê ye. Tevlêbûna têkoşînê ye. Dem dema tekoşînê ye. Li Tirkiye 12 milyon bikarinerê medya civakî heye. Ez bang li wan dikim di van çar mehan de li şûna parvekirinên medya civakî dakevin kolanan. Tenê 5 milyon li şûna medya civakî dakevin kolanan û dem dema ku em xwe ji vê feraset û îktîdarê rizgar bikin e."