WAN – Walî û di heman demê de qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Murat Zorluoglu û rayedarên din ên şaredariyê yek bi yek dev ji peywîra xwe berdin bûn namzet û bernamzetên AKP’ê. Rêveberiya qeyûmê Wanê bi milyonan TL deyn li pey xwe hiştin.
Wezareta Karê Hundir di 18’ê mijdara 2016’an de Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya ji peywîrê girt û waliyê Wanê Murat Zorluoglu wek qeyûm tayînî şaredariyê kir. Qeyûm Murat Zorloglu hemû rêveberiya şaredariyê îxrac kir û alîgirên xwe kir reveberiya xwe. Ev navên di rêveberiya şaredariyê de bi nêzbûna hilbijartinên herêmî re yek bi yek ji peywîrên xwe îstîfa kir. Li navçe û bajarên cuda bûn namzet û bernamzetên AKP’ê.
Waliyê Wanê yê qeyûm Zorluoglu ji peywîra xwe îstîfa kir û AKP’ê wî kir namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Trabzonê.
Sekreterê Giştî yê Şaredariya Wanê Mustafa Yalçin ê ji Kayseriyê anîbûn jî bû bernamzetê Şaredariya Kocasînan a Kayseriyê. Li gel van her du navan Midurê Giştî yê Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Wanê Alî Tektaş ê ji Xarpêtê anîn ji bo Serokşaredariya Xarpêtê bû bernamzetê AKP’ê.
JI AKP’YAN BÊTIR DIXEBITÎN
Zorluoglu û rêveberiya xwe yên du sal qeyûmiyê kir û rojek bê AKP’ê nexebitîn. Di hemû bername û civînên xwe de bi rêveberên AKP’ê re rabûn û rûniştin û li her deverê propaganda AKP’ê kirin. Gotin di cih de be Qeyûm û rêveberiya xwe ji rêveberên AKP’ê bêtir dixebitîn. Zorluoglu di her hilbijartina derbasbûyî de li ser navê AKP’ê xebitî û dengan ji AKP’ê re dixwest.
HEMÛ MAL Û MILK FIROTIN
Qeyûm bi sedan kedkar û karkerên şaredariyê îxrac kir û di nava vî du salî de hemû mal û milkên şaredariyê firotin û şaredariyê xistin bi deynê bi milyonan TL. Vê rêveberiyê ji diziyê bigire heta bertîl û nelirêtiyê serî li hemû rêbazên dij qanûnî da û li gorî daxwaza xwe mal û milkên şaredariyê bikaranîn.