AMED – Hat diyarkirin ku li Amedê polîsan bi hinceta "îxbar heye" çûne avahiya sendîkayê ya KESK'ê. Wexta pêkhateyên Platforma Şaxên KESK'ê civîn çêdikirin polîs çûne avahiyê. Polîs bi heman hincetê avêtine ser koma endamên jin ên SES'ê ku dema bi hev re taştê dixwarin.
Polîsên Midûriyeta Emniyeta Amedê, wexta pêkhateyên Platforma Şaxên KESK'ê di daştê de kom bûbûn, bi îdîaya "îxbar hatiye kirin" çûne avahiya Platforma Şaxan a KESK'ê, Polîsan bi heman hincetê avêt ser koma endamên jin ên Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) a Amedê ku di 25'ê Mijdarê de li c-kafeyeke li Peyasê bi hev re taştê dixwarin. Polîsan bi heman hincetê nasnameyên jinan kontrol kiriye û piştî kontrolkirinê çûne.
Hevseroka SES'a Amedê Gonul Adibellî, destnîşan kir ku ev pêkanîn ne qanûnî ne, kêfî ne. Adibellî ev pêkanîna polîsan wekî taciz û şidetê nirxand û got: "Wexta me got em vê kêfiyetê qebûl nakin, gotin ev pêkanîneke rûtîn e û kengî bixwazin ew ê bikin. Wexta me got ev ne qanûnî ye gotin 'ma we destûr ji me xwestiye.' Yanî ji bo em bi hevdu re taştê bikin îjar em ê destûrê bixwazin? Ev pêkanînên kêfî hema bêje bûne pêkanînên rûtîn. Her cara em û endamên xwe civînekê çêbikin em bi heman hincet û bahaneyan tên nerihetkirin û tên tacizkirin. Hindik mane biçin civînên me yên rêveberiyê jî. Dibêjin Rewşa Awarte bi dawî bûye, lê belê em hîn jî bi pêkanînên Rewşa Awarte re rû bi rû dimînin."
Adibellî, diyar kir ku ew ê wekî Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê polîsan gilî bikin.
MA / Lezgîn Akdeniz