RIHA - Parêzerê mexûdûrên Komujiya Pirsûsê Serdil Îzol, berdana gumanbar mele Abdulla Omer Arslan rexne kir û got: "Beyanên şahidan derî hiqûqê ne. Lê dîsa jî tiştek nehat kirin. Wê ev dosye bi vî awayî bimîne û pêş ve neçe."
Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûsa Rihayê xwekuj Abdurrahman Alagozê DAIŞ'î 33 kes kuştin. Danişîna 7'an dozê di 22'yê Mijdarê pêk hat. Parêzerê mexdûran Serdil Îzol destnîşan kir ku wê bi vî awayî di dozê de tu pêşketin rû nedin.
Ji sê bersûcên dozê tenê Yakûp Şahîn girtiye û bersûc Îlhamî Balli û Denîz Buyukçelebî jî firar in. Li dadgehê gumanbar Îmam Abdullah Omer Arslanê ku îfade da hîn jî li Enqereyê meletiyê dike û di îfadeya xwe de got tu eleqeya wî bi teqînê tune ye. Parêzer Serdil Îzol jî destnîşan kir ku 2 şahidên îfade dane, îfadeyên wan nakokiyê di xwe de dihebînin û ji ber vê "gumanbar" in.
Parêzer Îzol bal kişand ser îfadeya Arslan û got: "Tê zanîn ku li Xelfetiyê meletî dikir, lê dibêje wexta wî nimêja esir kiriye derketiye. Lê bi tu awayî nabêje ji bo çi hatiye Pirsûsê. Roja bûyer qewimî bi motorsikletê tê Pirsûsê. Kiryar Abddurrahman Alagoz wexta tê cihê bûyerê, kamerayên mobbesyî ew nekişandine. Abdullah Omer Arslan jî bêyî mobese wî bikişînin tê Pirsûsê. Dibêje ji bo biçe Bêrecûkê ji Xelfetiyê ketiye rê. Lê em baş dizanin ji bo mirov biçe Bêrecûkê mirov nikare di ser Pirsûsê re biçe."
‘PIRSÛSÊ NE CIHÊ GERÊ YE'
Îzol domand: "Pirsûs ne cihekî mirov lê bigere. Dibêje wexta ji Xelfetiyê derketiye bihîstiye li Pirsûsê teqînek çêbûye û li cihê bûyerê tenê perçeyên caman dîtine. Halbûkî bi hezaran mirov liw ir bûn. Cenaze dihatin rakirin, gel liw ir bû, polîs li wir bûn. Dibêje ew bi navnîgasyonê (Google Maps) hatiye Pirsûsê. Lê wê çaxê li Tirkiyeyê pêkanînîke wisa tune bû. Armanca wî ya hatina wir nediyar e. Dibêje ez ê biçûma cem hevalekî xwe, lê bi telefonê jî li wî hevalê xwe negeriyaye. Gelek rewşn bi gumanbar hene. Wekî gumanbar gel wî digire. Li wir wexta wêneyan dikişîne tê girtin. Hûn mele ne, li erdê mirî hene her hal hûn wêneyan nakişînin. Ji çenteyê wî alayek » kovareke derî qanûnê derketiye. Hûn diçin cem hevalê xwe, lê di çenteyê we de kovareke derî qanûnê û alayek heye."
‘GUMANBAR E, LÊ POLÎS DÎSA JÎ WÎ BERDIDIN'
Îzol, destnîşan kir ku piştî teqînê ji ber liv û tevgerên wî yên gumanbar gel Arslan digire û radestî polîsan dike, lê belê dîsa jî tê berdan. Îzol, bilêv kir ku wexta kesek gumanbar be, ne polîs divê dozgerî biryara berdanê an neberdanê bide. Îzol, destnîşan kir ku roja bûyerê emniyet îfadeya wî digire û wî berdide, lê belê di beyanên wî de diyar in ku nakokiyek heye.
Îzol, destnîşan kir ku ji bo zelalkirina dosyeyê û cezakirina berpirsiyaran divê ev kes baş bê lêkolînkirin û got: "Di dosyeyê de tenê kesek girtî ye. Aqûbeta herdu bersûcên din nediyar e. Tê gotin bersûc Denîz Buyukçelebî miriye. Lê belê dîroka ku hevjîna Buyukçelebî dibêje û ya Hulya Balli, hevjîna bersûc Îlhamî Balli, dibêje li hev dernayên. Bersûcê girtî jî napeyive."
'DI DOSYEYÊ DE XWÎNA 33 KESAN HEYE'
Îzol, diyar kir ku ji her bajarên Tirkiyeyê malbat tên û dozê dişopînin û got. "Kezeba van malbatan şewitiye. Lê sandalyeya bersûcan vala ye. Malbat di her danişînê de tên. Ger tê xwestin dosye bi awayekî baş bê birêvebirin, divê ev dosye bi bersûcekî, bi du bersûcên firrar û bi mirina xwekujekî neyê girtin. Dilê mirovan şewitiye û dixwazin ev kes bên cezakirin."
Îzol, bi bîr xist ku ger lêpirsîneke baş bihatana kirin dê komkujiyên piştî Komkujiya Pirsûsê pêk nehatan û got: "Kesên ev komkujî pêk anîn û yên komkujiya Gara Enqereyê pêk anîn hay ji hev hene. Ji bo sibê komkujiyeke din çênebe divê ev dosye bê zelalkirin. Ji bo edalet pêk bê divê di vê dosyeyê de gumanek jî tune be.Beyanên şahidan derî hiqûqê ne. Lê dîsa jî tiştek nehat kirin. Wê ev dosye bi vî awayî bimîne û pêş ve neçe. Şik û gumanên me hene. Ji bo ev lêpirsîn baş bê birêvebirin divê hemû pêwendî derkevin holê."