Îxrackirin jî nikaribû wan ji karê wan ê sendîkayê dûr bixe

  • jin
  • 09:10 27 Mijdar 2018
  • |
img
WAN - Mamoste Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û hemşîre Mesûde Demîr ku piştî hatin îxrackirin jî dev ji kar û barên sendîkayê bernedan, tevî pitikên xwe sibehê tên sendîkayê û heta êvarî dixebitin. Herdu jinan got: "Ji bo em welatekî demokratîk ji bo zarokên xwe biafirînin em têdikoşin." 
 
Du jinên piştî bi KHK'ê hatin îxrackirin, bêyî navberê bidin kar û barên xwe yên sendîkayê didomînin. Mamoste Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û hemşîre Mesûde Demîr, tevî pitikên xwe her sibeh diçin avahiya Egîtîm Senê û heta êvarî dixebtin. 
 
LI SENDÎKAYÊ JI BO ZAROKAN CIH TUNE NE 
 
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ku li odeya xwe ya Egîtîm Senê hem karê xwe dike û hem jî li pitika xwe dinere, anî ziman ku peywira wan jina ew e ku biguherînin û veguherînin û ji bo vê jî ji bo rêxistinbûyînê û serwextbûyînê tev digerin. Sayyîgît, diyar kir ku jinên xwedî zarok êdî bêtir diçin sendîkayê û got: "Jixwe ji bo em welatekî demokratîk û azad ji bo zarokên xwe biafirînin têdikoşin. Li sendîkayê cihekî ji bo zarokên me tune ye û ev barê me girantir dike, lê dîsa jî em dixebitin û ji bo serketinê baweriya me zêde ye. Ji bo em ji qada xebatê dûr bikevin pergalê em îxrackirin, lê belê wekî dayîk em vê yekê li sendîkayan jî dibînin. Lê em jin tim li her derî bûn, em ê tim hebin." 
 
Sayyîgît, destnîşan kir ku piştî hat îxrackirinê bêtir bala xwe daye ser kar û barêns endîkayê û got: "Ev ji bo birêvebirina karên sendîkayê tiştekî baş e, lê piştî em hatin îxrackirin em mecbûr bûn di warê aborî de alternatîfan ji xwe re çêbikin. Adaptebûyîna vê rewşa nû hinekî zehmet bû. Rê û rêbazeke bi salan e em di nav de bûn hebû, lê nîvê şevekê ev yek bi KHK'yekê hat serobinokirin. Jixwe tişta pergalê dixwest jî ev bû; me bitepisîne, bêdeng bike... Lê em hay ji vê yekê hebûn û ji bo vê em têdikoşin. Li hemberî her cure pêkanînên antîdemokratîk û bêhiqûqîtiyê em bêtir tev digerin. Tevî hemû zor û zehmetiyên pêvajoya îxrackirinê derxistin pêşiya me, dîsa jî me dev ji têkoşînê berneda." 
 
'EM Ê BI SER BIKEVIN' 
 
Sayyîgît, bilêv kir ku îxrackirin û tayînkirina qeyûman bera heman ferasetê ye û jixwe wexta mirov muxalif be dibe hedefa îktîdarê. Sayyîgît, diyar kir ku di çarçoveyeke demokratîk têkoşîna wan dewam dike û ji bo hilbijartina aherêmî jî got: "Di hilbijartina herêmî de em jin em ê bersiva evan pêkanînan bidin û destkeftiyên xwe yên haatine binpêkirin bi dest bixin. Ev hem wek perwerdekareke jin hem jî weke welatiyekî berpirsiyariya min e. An jê dê dîrok ne kesên nemafdar, kesên li hemberî vê bêmafdariyê serî ranekirine bidarizîne. Loma hilbijartina herêmî ji bo me girînd e û wê bibe bersiveke baş. Helbet rêya me dûr û dirêj e, lê emê tevî gelê xwe teqez bi ser biekvin." 
 
‘JI BO AZADIYA ZAROKAN EM LI BER XWE DIDIN' 
 
Rêvebera SES'ê Mesûde demîr jî, ji roja keça wê Lora Nûda hatiye dinyayê tevî wê kar û barên xwe yên sendîkayê dike. Demîr, anî ziman ku tiştên qewimîn tiştên zehmet bûn û got: "Em ji sibehê heta êvarî li sendîkayê ne. Her der ji bo zarokan ne guncan e, lê em ji bo azadiya wan li ber xwe didin. Ji ber vê em bi van zor û zehmetiyan re jî rû bi rû dimînin. Lê hesasiyeta hevalên me yên sendîkayê jî muhîm e. Mesela di nav civînê de gelek caran keça min diqîre û motîvasyonê belav dike. Carinan metna me ya çapemeniyê diqetîne. Hevalên me ji bo vê hesas tev digerin. Ev rewşeke girîng e." 
 
'KEDA ME HAT XESPKIRIN' 
 
Demîr, destnîşan kir ku piştî hatine îxrackirin helbet bi pêvajoyeke zehmet re rû bi rû mane, lê belê jin bi salan e li hemberî feraseta zilam têdikoşin. Demîr, diyar kir ku pergal dixwaze wan hepsî malê bike û ji bo vê jî tekane rê têkoşîneke rêxistinbûyî ye. Demîr, destnîşan kir ku rêxistinbûyîna sendîkayî jî di warê xespkirina kedê de qada herî girîng a têkoşînê ye. 
 
‘DIVÊ JIN XWEDÎ LI HEVSEROKATIYÊ DERKEVIN' 
 
Demîr, destnîşan kir ku di hilbijartina herêmî de divê pêşî gel bersiveke baş bide pergala qeyûman û got: "Bi taybetî jî di vê pêvajoyê de têkoşîna jinên rêxistinkirî û polîtîk pir girîng e. Di pêvajoyeke bi vî rengî de divê xwedî li pergala hevserokatiyê bê derketin." 

Sernavên din

27/11/2018
11:24 Li Licê operasyona eskerî didome
11:23 Parêzerên Ocalan cara 767’emîn serlêdan kirin
11:23 Li Stenbolê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
11:14 Cenazeyê Saltan hat defin kirin
10:35 Kamyona ket kampusa ODTU xwendekarek kuşt
09:55 Qeyûm li Cizîrê dar birîn û dîrekên MOBESE çikilandin
09:14 Îslam: Her diçe keştî noqî avê dibe, MHP jî êdî kêr nayê
09:13 Aktar: Dozger jî dizane kê Tahir Elçî kuştiye
09:12 Polîs bi hinceta 'îxbar heye' endamên KESK'ê taciz dikin
09:11 Parêzerê Komkujiya Pirsûsê: Wê dosye bi vî awayî bimîne
09:11 Midûrê bankeyê û xebatkarê wê bi selefxuriyê hatin tawanbarkirin
09:10 Îxrackirin jî nikaribû wan ji karê wan ê sendîkayê dûr bixe
09:09 Endama Komîsyana Venedîkê yê Berê: PMME ji ezmanan nehat
09:09 ‘Divê çirûska Leyla Guven pêxist berfireh bibe’
09:08 Karkerên tekstîlê yên nikarin debara xwe bikin rojên zor derbas dikin
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2018'AN
26/11/2018
19:07 Polîsan mudaxaleyî daxuyaniya HDP'ê kir
16:27 Li Geverê starta xebatên hilbijartinê hat dayîn
15:51 Li gel biryara Şûreya Dewletê dîsa berhemên heskifê neqil dikin
14:53 Îfadeya xebatkarên Yenî Yaşamê dest pê kir
14:11 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Dawî li vê bê hiqûqiyê bînin
14:07 Li Girtîgeha Panosê girtî hatin derpkirin
14:06 KESK: Bedela wê çi dibe bila bibe em ê ji bo aştiyê têbokişin
13:36 Kurtulan: Leyla Guven hestiyarek civakî înşa kir
13:35 Koçyîgît a hat derpkirin: Tu wateya barîkaten tuneye
13:14 Parêzerê Yurdakul ê ji ber Kurd bû hat kuşt: Biryar di cih deye
13:14 Qeyûm-Walî dest bi propaganda namzetên AKP’ê kir
12:17 Li Sîwasê du tren li hev qulipîn
11:41 Di helîkoptera leşkerî ya ket de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
11:37 Li dijî qereqola ser sînor êrîşa bi roket
11:36 Ji bo bersûcên Yurdakul cezayê muebetê hat dayîn
11:00 Ciwanên HDP’î: Emê berxwedana Guven belav bikin
10:51 Girtiyên PKK û PAJK'î dest bi greva birçîbûne dikin
10:35 Li Girê Spî yekem car 25'ê Mijdarê pîroz kirin: Dê hemû cîhan qêrîna me bibihîze
10:28 Sendîkavan û siyasetmedar hatin binçavkirin
09:52 Wan bi berfê sipî bû
09:35 Mulkiye Bîrtanê hat binçavkirin
09:15 Ji ber ku girtî li dijî lêgerîna hûndirê dev qebûl nekirin hatin derpkirin
09:10 Kaya: Li Sûrê tu guhertin tune ye, dana jibîrkirin heye
09:09 ‘Lêpirsîna veşartî’ ya cînayeta Elçî 3 salin pêş nakeve
09:08 Koma Banga Demokrasiyê: Armanca me ne tenê hilbijartine, hevkariyek mayîn deye
09:07 Îzmîriyan: Demîrtaşê aştiyê dixwaza serbest berdin
09:07 Çalakiya karkerên TARÎŞ’ê di roja 19’an de didome
09:06 Îmîr a HDP’î: Tecrît şikandin deynê stûyê me ye
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2018'AN
07:56 Li gundên Licê qedexe hat îlankirin
25/11/2018
20:38 Li Îran û Başûrê Kurdistanê erdhej pêk hat
20:14 Jinan mudaxaleya polîsan nas nekir
Kolan bi rêngê xemrî neqişandin
18:47 Jinan barikata polisan nas nekirin: Polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin
17:24 Ciwanên HDP'î: Emê bi berxwedanê qezenc bikin
16:16 ÎSÎG: Di cînayetên kar ên 10 mehan de 92 jinan jiyana xwe ji dest dan
16:07 Dadgehê 'îhaleya rantê' ya heskifê îptal kir
15:43 Jin li qadan in: Ne tenê 25'ê Mijdarê her roj têkoşîn
14:27 Buldan: Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor e
14:08 Rojnameger Karagoz hat binçavkirin
14:02 Temellî: Em dê faşîzmê têk bibin
Ozturk: Me bi ciwanî dest pê kir emê bi ciwanî bi ser bikevin
12:56 DÎSA-DER: Bila hevalên me bên berdan
12:33 Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP'ê dest pê kir: Encam dê muhteşem be
10:09 Hilbijêrên Jin ên Colemêrgî: Em piştevaniya Guven xurt bikin
09:43 'Mêr hem ji îktîdarê û hem ji darazê hêzê digirin'
09:10 Girtiyên jimareya li piyan qebûl nekirin rastî êrîşa gardiyanan hatin
09:08 Di dosyeyên Cizîrê de gavek nû: Vê carê îtiraz qebûl kirin!
09:05 Derz li dîwarê wê ketine, lê hîn jî tê bikaranîn
09:02 'Bi dengbêjiyê em dikarin zimanê xwe biparêzin'
09:00 Guzel: Berî rewşa tenduristiya Guven giran bibe, divê daxwazên wê pêk bên
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2018'AN
24/11/2018
18:10 Zeytûn: Ji ber ambulans nexistin kolanê Hêlîn jiyana xwe ji dest da
17:27 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan pirsîn
17:25 Karkerên TOKÎ û rêveberên fîrmayên taşeron dest ji kar berdan
16:37 Platforma Jinan a Mêrdinê qedexeya Qeymeqan nas nekirin
16:03 Dosyeya Demîrtaş di 19’ê mijdarê de hatiye lêkolînkirin
15:56 Jin ji bo 25'ê mijdarê kom bûn: Em li tekoşîna Guven xwedî derdikevin
15:35 ‘Biryarên DMME mîsogerin û naye şîrovekirin’
14:55 Di roja mamosteyan de bû qurbanê cînayetê kar
14:45 Balê kişandin ser rewşa jinên girtî yên nexweş
14:35 Dayikên Şemiyê: Ji bîr nekin Galatasaray gora me ye
13:44 Polîsan Derhêner Kazim Oz binçav kir
13:15 ÎSÎG: 108 mamoste di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
12:30 Seroka DÎSK'ê Çerkezoglu: Sedema cînayetên kar hişmendiya sermayedaran e
11:26 Jinên Bakur û Rojhilatên Sûriyeyî: Yekem car em 25'ê mijdarê pîroz dikin
09:47 Polisan li gelek bajaran bi ser malan de girt û gelek kes binçav kirin
09:26 Li Cizîrê piştî 12.00'ê şevê vekirina dikanan qedexe ye
09:24 Aslan: Ger Tirkiye biryara DMME'yê qebûl neke, mesele dê nû dest pêbike
09:22 Wê ciwanên Edeneyê bi girseyî tev li kongreya ciwanan bibin
09:07 Başaran: Em ê dev ji qeyûma bernedin, wê hesab bidin
09:07 Gelo zeytûnên Efrînê ji bo OSO fînanse bikin anîn?
09:05 Parêzerên Ocalan serî li DMME'yê dan
09:04 Wê jin Taksîmê boyax bikin: Werim em bi hev re biguherînin
09:02 ‘Divê em her roj bi ruhê 25'ê Mijdarê tev bigerin'
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2018'AN
07:16 Qeymeqamê Artukluyê çalakiyên 25'ê Mijdarê qedexe kir
23/11/2018
16:34 Karkerê înşaetê ji qatê 6'an ket û can da
16:09 Jinên hiqûqnas xwestin Demîrtaş tavilê bê berdan
16:07 Çalakiyên Jinan ên 25'ê Mijdarê: Em ê ji bo mafê xwe têbikoşin
15:38 Li Mêrdîn û Dersimê starta hilbijartinê hat dayîn
15:04 Demîrtaş: Operasyona ‘pêngav û vî karî xelas bikin’ êdî tê fêmkirin
14:53 Fîsk bazar Idbilê ya pişt perdeya cînayetê Kaşikçi nivîsî
14:24 ÎHD: Li Herêmê di 6 salan de 374 jin hatin kuştin
14:01 ‘Şideta li dijî jinan polîtîk e lê em ê têbikoşin’
12:56 HDP: Bi Guven û Demîrtaş re divê hemû dîlên siyasî bên berdan