COLEMÊRG – HDP’ê li Geverê bi dar xistina civîna gel starta hilbijartina herêmî da.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji bo hilbijartina 31’ê Adara 2019’an civîna gel li dar xist û starta xebatên hilbijartinê da. Civîn li avahiya rêxistina HDP’a Geverê pêk hat. Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP û DBP, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî, Parlamenterê HDP’ê yê berê Esat Canan û gelek welatî beşdar bûn.
Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê HDP’a Geverê Husnu Beşer di civînê de axivî û got: “Ji bo em şaredariyên xwe yên hatine xespkirin bi rêjeyek herî bilind bistînin, em starta xebatên xwe didin. Em dixwazin bi beşdariya gel ka em kesên çawa hildibêjirin binirxînin û nêrîna xelkê Geverê hîn bibin.”
Piştî axaftina Beşer welatî axivîn û nêrîn û pêşniyarên xwe gotin. Pişt re civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.