SÎWAS - Li nêzî navçeya Ulaş a Siwasê, trena rêwiyan û trena bar li hev qulipîn. Hat diyar kirin ku di qezayê de 10 kes birîndar bûn.
Li nêzî navçeya Ulaş a Siwasê, trena rêwiyan û trena bar li hev qulipîn. Li gorî agahiyan, qeza di saet 11.00'an de li nêzî Îstasyona Trenê ya Bostankaya a navçeya Ulaş a Siwasê pêk hat. Di encama qezayê de 10 kes birîn dar bûn. Piştî qezayê ekîbên tenduristî û rizgarkirinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.