AMED - Ciwanên HDP’î, diyar kirin ku ew xwedî greva birçîbûna Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li girtîgehê dest pê kirî derdikevin û gotin: “Emê vê berxwedanê li derve belav bikin û di her qadê de têkoşînê mezintir bikin.”
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), duh 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Amedê pêk anîn. Ji çar aliyê Tirkiyeyê, Îran û Bajûrê Kurdistanê bi deh hezaran ciwan beşdarî kongreyê bûn. Ciwanan, diyar kirin ku ewê berxwedana Hevseroka KCD’ê û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, dê li hemû qadan belav bikin û têkoşînê mezintir bikin.
'TECRTÎ POLÎTÎKAYÊN TESLÎM GIRTINÊ YE'
Berdevka Meclîsa Ciwanên HDP’ê Emîne Kaya, anî ziman ku ew xwedî çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven di girtîgehê de dayî destpê kirin derdikevin û wiha axivî: “Emê têkoşîna wê di derve bi rêve bibin. Berxwedana û çalakiya greva birçîbûnê ya Guven, ji bo şermezarkirina tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalane. Tecrîta li ser Ocalan, di heman demê de li ser jinan, ciwanan û hemû gelê Kurde. Bi tecrîdê dixwazin li her qadê ciwanan teslîm bigirin. Lê ciwanan heya niha li dijî hemû êrîş û polîtîkayên teslîm girtinê serî netewandin. Ciwan dê ji vir û şûn de jî qet serî netewînin. Em weke jinên ciwan girtina Guven qebûl nakin. Ew parlementera me ye. Heya dawiyê emê xwedî berxwedana wê derbikevin.”
'BERXWEDANA WÊ BI GEL RE BÛ YEK'
Azad Kalkan jî, da zanîn ku berxwedana Guven êdî dîwarên girtîgehê derbas kirin û wiha got: “Berxwedana Guven êdî bi gel re bûye yek. Ciwan dê berxwedana Guven, li hemû qadan belav bikin û dê têkoşîna wê mezintir bikin.”
'GÜVEN'İN MÜCADELESİNİN YANINDAYIZ'
Suleyman Ataş jî, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûna Guven a 19 rojin berdewam dike û wiha bilêv kir: “Çalakiya Guven ne tenê li dijî bêmafiyên li ser wê ne. Guven bi taybetî li dijî tecrîta li ser Ocalan dest çalakiyê kir. Ocalan nûnerê vîna 40 mîlyona mirovane. Gel wî weke vîna xwe qebûl kiriye. Di dema OHAL’ê de gelek parlementer û hevşaredarên vîna gel hatin girtin. Êdî hemû kes, baş dizanin ku azadiya hemû girtiyên siyasî, bi azadiya Birêz Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Leyla Guven jî di pêvajoyek wiha de berxwedanek wiha bi cesareta danî holê. Li ser navê gelê Kurd em wê û berxwedana wê pîroz dikin. Emê heya dawiyê têkoşîna wê balavtir bikin.”