WAN - Navenda Wanê, bi barina yekem berfa demsalê re sipî bû.
Li Wanê, barîna berfa zêde ya dawiya meha Mijdarê bi bandor bû û germahiya hewayê ket bin 0 rê. Di saetên serê sibê de barîna berfê destpê kir û navenda bajêr bi rengê sipî xemiland. Li ser xaniyan, otomobîlan û hemû riyên navendê bi berfê tije bûn. Welatiyên bajêr, dibin berfê de dest bi rojê kirin. Gelek ajokaran jî, bêyî ku amadekariyekê bikin, dibin berfê de man.