AMED - Endama Dîwana KCD û Parlementera HDP'ê ya Qersê ya berê Mulkiye Bîrtanê di serdegirtina malê de hat binçavkirin.
Endama Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Qersê ya berê Mulkiye Bîrtanê, serê sibê di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Hat diyar kirin Bîrtanê birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Hinceta binçavkirina Bîrtanê nehat zanîn.