RIHA - Malbata Burhan Çelîk ê li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê bi hevalên xwe re lêgerîna hûndirê dev qebûl nekirin û rastî êrîşa gardiyenan hatin, diyar kir ku derbarê jiyana kurê xwe de bi fikarin.
Hat diyar kirin ku li qawîşa C-5 a Girtîgeha Tîpa M a Ceyhana Edeneyê, rayedaran xwestin hûndirê devê girtiyan kontrol bikin, hejmara li ser piyan ferzî girtiyan kirine û herî dawî di 22’yê Mijdarê de girtî derp kirin û kirin hucreyên yek kesî de. Bavê Burhan Çelîk ê hikumxar Mehmet Emîn Çelîk, di hevdîtina herî dawî de, tiştên ku kurê wî jiyîn vegotin.
BANGA HESTIYARIYÊ LI RAYA GIŞTÎ KIR
Bav Çelîk, li ser vegotinên kurê xwe ev tişt gotin: “Li vê derê mûameleyên şikandina rûmetê tên kirin. Destûr nayê dayîn em hevalên xwe yên qawîşên din bibînin. Di dema jimartinê de dixwazin hûndirê devê me kontrol bikin. Dem em li dijî vê derdikevin jî, li dijî me mûameleyên xerab dikin. Hevalên me yên nexweş, nabin revîrê. Hejmara li ser piyan ferzî me dikin. Gava emê îtîraz dikin jî, me derp dikin û dikin hucreyên yek kesî. Gardiyan ji nişkan de dikevin qawîşan û me derp dikin. Canê hevalên me hemû şîn û reş bûne. Bi têlan ser baxçeyan girtine. Bi tu awayî me rojê nabînin. Di van mijaran de em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.”
MALBAT BI FIKARIN
Bav Çelîk, diyar kir ku derbarê jiyana kurê xwe de bi fikare û wiha got: “Divê Komeleyên Mafên Mirovan dimildest bi mijarê re eleqeder bibin. Pêwîst li girtîgehê bigerin û bi rayedaran re bikevin nava têkiliyê. Em malbat banga hestiyariyê dikin. Em dixwazin dimildest daxwazên zarokên me bên bi cih anîn. Em mûameleyeke weke mirovan dixwazin. Kurê min ji çûngên xwe nexweşe. Dema wî dibin nexweşxanê bi kelepçeyê dixwazin bijîşk wî kontrol bikin. Derbarê rewşa zarokên me de fikarên me hene. Gardiyan dikevin hûndirê qewîşan û zarokên me derp dikin. Em zarokên xwe mereq dikin. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.”