AMED - Plansaza Bajêr Dîlan Kaya, diyar kir ku li navçeya Sûrê, planek li gorî "parastinê" tê birêve birin û got: “Sûr weke qadek ji derveyî civakê bê hiştin tê dizayn kirin. Li Sûrê tu guhertinek tuneye û hemû pirsgirêkên wê berdewam dikin.”
Navçeya dîrokî ya Sûra Amedê di Lîsteya Mîrasê Çanda Cîhanê ya UNESCO de cih digire. Taxên navçeyê yên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaş di dema qedexeyên derketina derve yên 2’yê Kanûna 2015’an de hatin hilweşandin û bi ser qedexeyan re 3 sal derbas bûn. Welatiyên 6 taxan bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin derxistin. Navenda Lêkoşîna Civakî ya Dîcle (DÎTAM) ji bo tespîtkirina mexdûriyeta welatiyên 6 taxan, dibin navê “ Projeya Xizmetên Cemawerî û Mafê Bingehîn Malbatên li Navçeya Sûra Amedê ji Cih û Warên Xwe Hatin Kirin” de xebat birêve birin. Koordînatora projeyê Dîlan Kaya ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Kaya, diyar kir ku polîtîkayên bajêr ên li Sûrê tên meşandin, li şûna bibîranînê, xebatên ji bîr kirinê tên birêve birin.
‘MALBAT DIXWAZN VEGERIN SÛRÊ’
Kaya, da zanîn ku hikumeta AKP’ê berî sê salan ji bo mexdûriyeta malbatên ji malên xwe hatin derxistin, derbas bike, bi rêya Wezareta Derdor û Bajarvaniyê dest projeyê kir û soza sê salan dabû xwediyên erdan. Kaya, anî ziman ku ji bo mijara tazmînet dayînê jî rewşa heyî pir trajîke û wiha got: “Di malan de rewş hîn xerabtire. Nirxek pir kêm ji bo malan diyar kirin. Ji xwe hîna jî nivîs ji hin malbatan re ne şandine. Bi hin malbatan re li hev kirin, lê gelek malbatan lihevkirin red kirin. Ji hinekan jî teklîf neşandine. Berî her tiştî divê ev bê dîtin. Hemû malbat li derdora Sûrê bi cih bûn. Me ev bi awayekê zelal dît. Malbatên ji malên xwe hatin kirin, dixwazin vegerin Sûrê.”
‘QADEKE MEZIN A RANTÊ YE’
Kaya, di dewam axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Tiştên li Sûrê tên kirin, em nikarin weke ‘Veguhertina Bajêr’ bigirin dest. Gelek aliyên veguhertina bajêr hene. Veguhestina bajêr nêzîkatiyek civakiye. Divê aboriya wê, civaka wê û civaknasiya wê li ber çavan bê girtin. Bi taybetî bajarek wisan xwedî çand û ji bo tûristan delal bûye qadeke mezin a rantê. Malbatên erdên wan li wê derê heyîn, nizanin li wê derê çidibe. Agahiya wan ji tiştekê tuneye. Polîtîkayên bajêr ên li Sûrê berdewam dikin, ne ji bo bibîr anîne, ji bo ji bîr kirinê tên meşandin. Rewşa dînamîk a bajêr, tişta dixwazin bi te bidin jî bîr kirin, bi mirovan nade ji bîr kirin. Ji ber vê plansaziya bajêr pir girînge. Ger bê xwestin tiştek were ji bîr kirin, bi polîtîkayên tên zanîn dikarin bidin ji bîr kirin. Ji ber vê mekan pir girînge. Hin caran dibe ku em jibîr bikin, lê cih û war bi hin xalên xwe yên cuda xwe nade jibîr kirin. Li Sûrê hafizeyek dîrokî û hafizeyek îro bi hevre hene.”
‘LI GORÎ PARASTINÊ SÛREK BIJARTE’
Kaya, destnîşan kir ku ji nûde avakirina Sûre li gorî parastinê hatiye kirin û wiha bilêv kir: “Dema ez li înşaetên li Sûrê hatine avakirin mêze dikim, ez li gorî parastinê plansaziyekê dibînim. Li gorî plana nû, dianva Sûrê de 6 qereqol tên çêkriin û hemû jî mijara lêpirsînê ne. Li şûna çareser kirinê, dixwazin serê benikan di destên xwe de bigirin. Li gelek deverên navçeyê bariyer û cihên kontrola ewlekariyê hene. Dema em li avahiyên hatine çêkirin mêze bikin, emê baş bibînin ku tenê li gorî komekê çêkirine. Piştî 5 salan dê Sûr pir cuda be. Dê herêmê tesfiye bikin û qadeke li dijî civakê dizayn bikin. Dixwazin li wê derê statuyekê ava bikin û herî dawî ji malbatên xizan re jî dê bêjin hûn ne layîqê vê derê ne.”
‘TUNEKIRINA HAFIZEYÊ DÊ BÊ ENCAM BIMÎNIN’
Kaya di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Malbatên gundên wan hatibûn şewitandin li Sûrê bi cih bibûn. Piştî 20 salên din dîsan rastî heman êrîşan hatin û koçber bûn. Ger mirov nekare çareser bike, li hev were û fêm bike, wê demê mirov li rêyên cuda digere. Rêya herî rehet jî beralî kirine. Polîtîkayên dixwazin jiyanê tune bikin û hafizeyê jê bibin, dê tu carî bi ser nekevin. Wê tenê êşan zêdetir bike û ev jî bibe sedam bertekan.”
MA / Lezgîn Akdenîz