STENBOL - Prof. Dr. Gencay Gursoy, diyar kir ku wan dît ku di herêmî de hin hevkarî hatin avakirin û ji bo vê birêkûpêk bikin Koma Banga Demokrasiyê avakirin. Gursoy, anî ziman ku xebata wan dê bi hilbijartina herêmî re sînordar nemîne û ji bo yekitiyek mayîn de ava bikin dê bixebitin.
Koma Banga Demokrasiyê ya ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Yekitiya Ji bo Demokrasiyê, Hewldanan Hemwelatiyan, Koma Diyalogê, Kongreya Îslama Demokratîk, Platgorma Komeleya Herêmê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Weqfa Demokratîk a Civakî (SODEV), gelek partî, sazî û dezgehên cuda pêk tê, di rojên derbas bûyî de hatibû îlankirin. Koma Banga Demokrasiyê dê di hilbijaratina herêmî de, ji bo yekitiya herêmî dê xebatan bi rêve bibe. Endamê Komê Prof. Dr. Gencay Gursoy, derbarê xebarên dê bi rêve bibin de agahî dan.
‘JI BO KU EM TIFAQAN BIRÊKÛPÊK BIKIN’
Gursoy, diyar kir ku di demenên derbas bûyî de hin tifaq hebûn û wiha axivî: “Ev tifaq li gorî dihat xwestin bi encam nebûn. Di serî de partiya mûxalif, gelek qismên din, bi tirs nêzî HDP’ê bûn. Dem bi dem ev rastî bertekên desthilatdariyê hatin. Rêxistinên civaka sivîl çawan hatin gel hev, hin hevdîtin pêk hatin û di hilbijartina giştî de li dijî AKP’ê helwestek hevpar nîşan dan. Lê ligel hemû hewldanan jî, nekarîn tirsa xwe ji holê rabikin. Hevkariya di asta navendî de rastî gelek zoriyan tê û me ev yek ferq kir. Lê di asta herêmî ji xwe de hin tifaq hatin avakirin. Weke mînak em dikarin Bûrsa, Balikesîr û Eskîşehîr ên herêma Marmariyê nîşan bidin. Ne tenê li başûre rojhilat, li gelek herêmên din me dît ku siyasetmedarên herêmî yên CHP’î û HDP’î ji bo amadekariyên hilbijartinê hatine gel hev. Ji bo ku me vê bi rêk û pektir bikin, me biryar da ku em dest bi xebatan bikin û di encamê de me Koma Banga Demokrasiyê avakir.”
‘HERÊM BI XWE DÊ BERNAMEYA XWE DIYAR BIKE’
Gursoy, da zanîn ku nêzî 20 bajaran xebatên xwe birêve dibin û wiha got: “Têkiliyên me bi hevparên me yên li bajarên xwe dimînin re hene. Di vê çarçoveyê de me dest bi hewldanan kir. Bi taybetî li Amed, Mêrdîn û Wanê hevdîtin me hene. Ji bo ku me balê bikişînin ser tifaqan û hilbijartina herêmî emê li gelek bajaran civînên “Hevdîtinên Demokrasiyê’ li dar bixin. Emê raste rast bernameyan ji bo herêmê diyar nekin. Lê emê hin pîvanan derbixin pêş. Mîna emê bixwazin ku feraseta pîvanên şênber ên demokrasiyê lêkolîn bikin. Her herêm dikare, kompozîsyonek cuda ji bo xwe hilbijêre. Li hin ciwan dibe meclîs bên avakirin. Lê pîvana me ya sereke, demokrasiyek tevlîbûne.”
‘ARMANCA ME NE TENÊ HILBIJARTINE, HEVKARIYEK MAYÎN DEYE’
Gursoy, destnîşan kir ku xebatên wan dê bi hilbijartina herêmî re sînordar nemîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî hilbijartinê me armanc dikin ku hevkariyek mayîn de ava bikin.”
MA / Sadiye Eser