ÎZMÎR – Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, ji bo ku kaosa li Tirkiyeyê bi dawî bibe adresa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşan da û got: “Tecrît şikandinê deynê stûyê me jinane.”
Hevseroka Kongreya Civak Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, ji bo bi dawî anîna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir û çalakiya wê di roja 19'an de berdewam dike. Ji bo vê li gelek bajaran jî çalakiyên greva birçîbûnê hatin destpêkirin. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nunaan Îmîr, bal kişand ser tecrîda ku bû sedem Guven dest bi çalakiya gireva birçîbûnê bike.
'TECRÎT DEWAMA KOMPLOYÊ YE’
Îmîr, diyar kir ku divê hemû gelê Kurd xwedî têkoşîna Guven derbikevin û wiha axivî: “Di rastiyê de Leyla Guven bi çalakiya xwe dixwaza bale bikişîne ser mijarek dîrokî. Birêz Ocalan temînata Tirkiyeyê ye. Lê niha dinava çar dîwaran de hatiye hepiskirin. Birêz Ocalan vîna hemû gelane. Li Tirkiyeyê ji bo hemû civakê rol û mîsyona aştiyê girtiye ser xwe. Tenê Ocalan dikare Tirkiyeyê ji kaosê rizgar bike. Tecrîda li ser Ocalan dewama komployê ye û ev komplo di heman demê li ser hemû gelane.”
'EM ŞERT Û MERCÊN TECRÎDÊ QEBÛL NADIKIN’
Îmîr, da zanîn ku şikandina tecrîdê deynê stûyê jinane û wiha got: “Em tu carî şert û mercên tecrîdê qebûl nakin. Emê heya dawiyê xwedî têkoşîna Guven derbikin û di her qadê de têkoşîna vê yekê bidin. Guven bi vê çalakiya xwe xwest peyam bide. Em jî dibêjin daxwazên wê daxwazên me ne û peyamên wê peyamên me ne. Dewlet li dijî Leyal Guven rûlê sê meymûnan dilîze. Desthilatdar bi konsepta şer dixwaze xwe li ser piyan bigire. Ji ber vê êrîşî hemû gelan dike. Mûdaxileyê vîna gelan dike. Ji ber vê divê hemû gel tev bi hevre li dijî vê gavên hîn mezintir bavêjin. Desthilatdar çiqas bi biryare ku dengê gelan nebihîse, em jî ewqas bi biryarin ku deng û têkoşîna xwe bilindtir bikin. Li gel hemû polîtîkayên tirsê, gefan û împaratoriyar şer jî, emê tu caran kol û koçeyan terk nekin.”