* Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, ji bo ku kaosa li Tirkiyeyê bi dawî bibe adresa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşan da û got: “Tecrît şikandinê deynê stûyê me jinane.”
* Çalakiya 7 karkerên TARÎŞ’ê yên bi hinceta endamên sendîkayêne ji kar hatin avêtin, ligel hemû zorî û zehmetiyan jî di roja 19’emîn de berdewam dike. Serokê Gida-Îş a Herêma EgeyÊ Gursel Kose, diyar kir ku ewê têkoşîna xwe berdewam bikin.
* Îzmîriyan, diyar kirin ku divê biryara DMME ya derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de dayî bê bi cih anîn û gotin: “Divê Demîrtaş dimildest bê berdan.
* Prof. Dr. Gencay Gursoy, diyar kir ku wan dît ku di herêmî de hin hevkarî hatin avakirin û ji bo vê birêkûpêk bikin Koma Banga Demokrasiyê avakirin. Gursoy, anî ziman ku xebata wan dê bi hilbijartina herêmî re sînordar nemîne û ji bo yekitiyek mayîn de ava bikin dê bixebitin.
* Malbata Burhan Çelîk ê li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê bi hevalên xwe re lêgerîna hûndirê dev qebûl nekirin û rastî êrîşa gardiyenan hatin, diyar kir ku derbarê jiyana kurê xwe de bi fikarin.
* Ligel ku bi ser kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî re 3 sal derbas bûn, 2 serdozger û 4 dozger hatin guhertin jî, di dosyeya lêpirsînê ya biryara veşartinê ji bo wê hat dayîn de, tu pêşketin çênebûne. Parêzer Muharrem Erbey, diyar kir ku 4 polîsên raste rast gule li Elçî reşandin jî, tenê weke şahid di lêpirsînê de cih digirin.
* Plansaza Bajêr Dîlan Kaya, diyar kir ku li navçeya Sûrê, planek li gorî parastinê tê birêve birin û got: “Sûr weke qadek ji derveyî civakê bê hiştin tê dizayn kirin. Li Sûrê tu guhertinek tuneye û hemû pirsgirêkên wê berdewam dikin.”
* Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şîşliyê, dê bi sernavê "Pêşnûmeya qanûna nû dê ji bo jinan çi bîne û li dijî tundiyê mafên jinan çine?" li avahiya partiyê gotûbêjekê li dar bixe. (19.00)
* Platforma Piştevaniya bi Karkerên Balafirgeha 3'yemîn re, dê li Salona Sporê ya Caferaga ya Kadikoyê, şeva piştevaniya bi karkerên Balafirgeha 3'yemîn re li dar bixe. (19.00)