AMED - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, ligel hemû astengî, zext, binçavkirin û êrîşan jî îro 2'yemîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anîn. Bi deh hezaran ciwanên ji Îran, Herêma Kurdistana Federe, Stenbol, Wan û hwd. beşdarî kongreyê bûn, bi dirûşmeya "Emê bi berxwedanê qezenc bikin" bersiv dan zext û êrîşan.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi şîara ‘Xwe birêxistin bike, azad bibe û mêtingeriyê parçe bike' 2'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Amedê pêk anî. Piştî xwendina rapora perspektîfa serdema nû û fealiyetê desteya rêveber hat hilbijartin.
Înîsiyatîfa Ciwanan a Rojhilata Navîn jî peyamek ji kongreyê re şand. Di peyamê de ev tişt hatin diyarkirin: “Em Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP’ê pîroz dikin. Di vê pêvajoyê de li Rojhilata Navîn krîzeke mezin heye û di vê krîzê de lidarxistina kongreya ciwanan gelekî girîng e. Ciwan li ser bingeha Modernîteya Demokratîk xwe birêxistin dikin û hewl didin van krîzan çareser bikin. Em dizanin ku rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandoreke mezin e. Em careke din ciwanan pîroz dikin û hêvîdar in ku kongre ew ê bi ser bikeve.”
Piştî xwendina peyaman ji bo Desteya Rêveberiyê Buşra Kûyûn, Narîn Donmez, Ûmît Akbiyik, Ramazan Toktaşer, Şevîn Saribûlak, Sevîm Akdag, Sûltan Taş, Cengîz Fîdan, Nûrûllah Ozgun, Esra Keskîn û Ridvan Ozturk hatin hilbijartin. Desteya Rêvebir ew ê piştî civîna xwe Hevberdevkên xwe hilbijêre.
Dûre ciwanan li ber dengê Çarneva guvend gerandin û bê navber dirûşmên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û "Emê bi berxwedanê qezenc bikin" berz kirin.
Kongre bi berzkirina dirûşme, tilîlî û gerandina guvendê bi dawî bû.