Jin li qadan in: Ne tenê 25'ê Mijdarê her roj têkoşîn

  • rojane
  • 15:43 25 Mijdar 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jin bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Dijî Jinê li gelek navendan daketin qadan û çalakî pêk anîn. Jinan di çalakiyan de diyar kirin ku ne tenê 25'ê Mijdarê  dê her roj li kolan û qadan bin û têbikoşin.
 
Jin bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Dijî Jinê li Êlih, Şirnex, Riha, Dersîm, Dîlok, Colemerg, Agirî, Wan û Enqereyê daketin qadan û çalakî pêk anîn. 
 
ÊLIH
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Dijî Jinê li ber avahiya HDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Aktîvîstên TJA, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û gelek nûnerên rêxistinên civakî yên jin amade bûn. Jinan di çalakiyê de pankarta "Jin, jîyan, azadî" vekirin û di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, dorpêço polîsan şermezar kir û wiha got: "Li dijî jinan bi destê îktîdarê tundî tê meşandin. Niha li vir 50  jin daxuyanî didin, lê çarqat polîs li dora  me kom bûne. Ev cureyekî tundiyê ye.  Em vê nêzîkatiyê qebul nakin." 
 
Bajaran bal kişand ser çalakiya KCD'ê Leyla Guven û wiha got: "Daxwaza Leyla Guven rakirina tecrîdkirina Ocalan e. Daxwaza wê daxwaza me ye. Bi hezaran salin jin di bin tecrîdê de ne. Ji ber vê yekê em baş dizanin tecrîd çiye. Em li çalakiya Leyla Guven xwedîderdikevin." Başaran heri dawî bang li jinan kir ku ji bo hilbijartinê namzetiya xwe diyar bikin.  
 
Aktivîsta TJA'yê Zozan Şimşek jî diyar kir ku vîna jinêbi qeyûm hatiye desteserkirin û wiha got: "Em li çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîda li Îmraliyê xwedî derdikivin. Em de bi hevî û baweri çalakiyên xwe berdewam bikin. Bi rêxistinbûna jinan dê aştî û azadî bi ser bikeve. Tewez em dê bi ser bikevin."
 
 
ŞIRNAK
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê li navçeya Sîlopî ya Şirnexê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek endam û rêveberên Meclisa Jinan yên HDP'ê li ber avahiya HDP'ê ya Sîlopiyê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Endama Meclîsa Jinên Zubeyde Zumrut jî tev li tundiyê bû. Jinan di çalakiye de pankarta “Li dijî tundiya mêr û dewletê bijî piştevaniya jinan." veikirin.  Hevseroka HDP'ê ya Silopiyê Fatma Gunduz, diyar kir ku her roj bi dehan jin rastî tundiya mêr tên û wiha got: "Mixabin pergala heyî vê tundiyê rewa nişan dide. Ji bo ev tundî bi dawî bibe divê jin ne tenê 25'ê mijdarê li qadan û kolanan bin. Divê jin her dem li dijî tundiyê li kolan û qadan têbikoşin. Em Leyla Guven jî silav kir û piştgiriyê didin çalakiyla wê."
 
Endama Meclîsa HDP’ê Zumrut jî diyar kir ku wekî her dem dê ji niha û şûnde jî tekoşîna jinê xurt bikin. Zumrut çalakiya Guven silav kir û xwest demildest tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. 
Jinan piştî daxuyaniyê dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. 
 
RIHA 
 
Platforma Jinan a Rihayê jî bi heman armancê li ber Kargeriya Karakoyûnê kom bûn û daxuyanî dan. Di çalakiyê de parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Oya Ersoy, Hevseroka KESK'ê Aysun Gezen, endam û rêvberên DBP, ÎHD,CHP û Mala Jiyanê jî di çalakiyê de amade bûn. Polîsên dora çalakgeran dorpêç kir li nasnameyê nerîn û li GBT'ê nerîn. Di çalakiyê de Hevseroka DBP'ê ya Rihayê Sema Aîşeoglu diyar kir ku AKP ji bo bi hêzanî civakê têxe kontrola xwe û li gorî xwe bi rêve bibe dixwaze jinê di malê de hepis bike. Çalakî bi tilîlîyan bi dawî bû. 
 
DÎLOK 
 
Platforma Jinan a Dîlokê jî li Yeşilsû daxuyan dan. Jinan di çalakiyê de pankarta “Em dê azadiya xwe bi dest bixin. Em dê dawî li serdestiyê bînin" vekirin. Di çalakiye de wêneyên jinên ku ji ailyê mêr ve hatine kuştin vekirin û bi darên li parkê vekirin. Sekretera Jinan a Şaxa Egîtim Sen'ê ya Dîlokê Sara Alagoz, diyar kir ku li gorî rapora Foruma Aboriya Cîhanê Tirkiye di nava 140 welatan de di rêza 131’an de ye 
 
DERSÎM 
 
Platforma Jinan a Dersime jî bi heman armancê li Qada Seyit Riza daxuyanî da. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê Platformê Tuba Apaydin daxuyanî da. Apaydin, destnişan kir ku bi hişmendiya “Jin û mêr ne weknevin" politîkayên dijminantiya jinê tê pêşxistin. Apaydin, destnişan kir ku polîtîkayên ku AKP li ser jinê ferz dikin qebûl nakin û red dikin û wiha got: "Em dê li dijî van polîtîka û tundiyê têkoşîna xwe mezin û xurt bikin. Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. 
 
WAN 
 
Platforma Jinan a Ahtamara ya Wanê jî bi heman armancê li Platforma Şaxan a KESK'ê kom bûn û xwestin heta Parka Musa Anter  a Aştiyê bimeşin. Lê ji ber ku bi sedan polisên bi zirxî dora avahiyê bi maşîneyên zirxî girtin, 
destûr nedan ku jin bimeşin. Piştî niqaşek dirêj jin kom bi kom meşiyan parka Musa Anter û Aştiyê. Jin piştî li Parkê li hev kom bûn bi tîlîliyan dirûşmeya "Jin Jiyan Azadi" berz kirin. 
Jinan di çalakiyê de pankarta "Em li dijî tundiya mêr bêdeng neman û em dê li dijî tundiyê xwe bi rêxistin bikin" vekirin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe Ertan  jî li vir axivî û bertek nîşanî dorpêça polîsan da. Ertan, diyar kir ku tevî OHAL bi dawi bûye jî pêkanînên ji OHAL'ê dijwartin hene û helwesta  polîsan şermezar kir. Ertan çalakiya Leyla Guven jî silav kir û piştgirî da çalakiya Guven. 
 
Li ser navê Platforma Jinan a Ahtamara  Gulcan Kaçmaz jî diyar kir ku di serdema Îktîdara AKP'ê de 13 hezar û 928 jin hatine kuştin û wiha got: "Tenê di 2017'an de 4 hezar û 9, di 2018'an de jî 287 jin hatin kuştin. Kaçmaz, anî ziman ku ew vê ferasetê red dikin û qebûl nakin. Jinan piştî daxuyaniyê bi tilîliyan dirûşmeyên "Em bêdeng nabin, em natirsin û em îteat nakin" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. 
 
AGIRΠ
 
Jin li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî bi tevlêbûna Parlanentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya di taştê de kom bûn. Jinan eleqeyek mezin nîşanî civînê da. Hevseroka HDP'e ya Bazîdê Arzu Savaş, bal kişand ser girîngiya 25'ê Mijdarê. Huda Kaya jî ani ziman ku jinên îro li ber xwe didin her dem li dijî feraseta mêr di nava têkoşînê de ne û wiha got: "Têkoşîna jinan ne qediya û dê tu car nexede." Piştî civina taştê jinan dirûşmeya “Jin jiyan azadi” berz kirin. 
 
 
COLEMÊRG 
 
Jinan bi minasebat 25'ê mijdarê li navçeya Geverê ya Colemêrgê panel pêk anîn. Di panelê de Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan û gelek jinên din amade bûn. 
 
ENQERE 
 
Li ser banga Platforma Jinan a Enqereyê jî bi heman armancê bi sedan jin kom bûn. Jinên li Kolana Sakarya kom bûn daxuyanî dan û çalakî pêk anîn. Parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Filiz Kerestecioglu û gelek jinên din amade bûn. Jinan li vir çalakiya Leyla Guven silav kirin û piştgirî dan çalakiyê. Jinan xwest hemû jinên cîhanê yekîtî û piştevaniya xwe xurt bikin û têkoşîna xwe li qadan berdewan bikin. 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

27/11/2018
11:24 Li Licê operasyona eskerî didome
11:23 Parêzerên Ocalan cara 767’emîn serlêdan kirin
11:23 Li Stenbolê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
11:14 Cenazeyê Saltan hat defin kirin
10:35 Kamyona ket kampusa ODTU xwendekarek kuşt
09:55 Qeyûm li Cizîrê dar birîn û dîrekên MOBESE çikilandin
09:14 Îslam: Her diçe keştî noqî avê dibe, MHP jî êdî kêr nayê
09:13 Aktar: Dozger jî dizane kê Tahir Elçî kuştiye
09:12 Polîs bi hinceta 'îxbar heye' endamên KESK'ê taciz dikin
09:11 Parêzerê Komkujiya Pirsûsê: Wê dosye bi vî awayî bimîne
09:11 Midûrê bankeyê û xebatkarê wê bi selefxuriyê hatin tawanbarkirin
09:10 Îxrackirin jî nikaribû wan ji karê wan ê sendîkayê dûr bixe
09:09 Endama Komîsyana Venedîkê yê Berê: PMME ji ezmanan nehat
09:09 ‘Divê çirûska Leyla Guven pêxist berfireh bibe’
09:08 Karkerên tekstîlê yên nikarin debara xwe bikin rojên zor derbas dikin
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2018'AN
26/11/2018
19:07 Polîsan mudaxaleyî daxuyaniya HDP'ê kir
16:27 Li Geverê starta xebatên hilbijartinê hat dayîn
15:51 Li gel biryara Şûreya Dewletê dîsa berhemên heskifê neqil dikin
14:53 Îfadeya xebatkarên Yenî Yaşamê dest pê kir
14:11 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Dawî li vê bê hiqûqiyê bînin
14:07 Li Girtîgeha Panosê girtî hatin derpkirin
14:06 KESK: Bedela wê çi dibe bila bibe em ê ji bo aştiyê têbokişin
13:36 Kurtulan: Leyla Guven hestiyarek civakî înşa kir
13:35 Koçyîgît a hat derpkirin: Tu wateya barîkaten tuneye
13:14 Parêzerê Yurdakul ê ji ber Kurd bû hat kuşt: Biryar di cih deye
13:14 Qeyûm-Walî dest bi propaganda namzetên AKP’ê kir
12:17 Li Sîwasê du tren li hev qulipîn
11:41 Di helîkoptera leşkerî ya ket de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
11:37 Li dijî qereqola ser sînor êrîşa bi roket
11:36 Ji bo bersûcên Yurdakul cezayê muebetê hat dayîn
11:00 Ciwanên HDP’î: Emê berxwedana Guven belav bikin
10:51 Girtiyên PKK û PAJK'î dest bi greva birçîbûne dikin
10:35 Li Girê Spî yekem car 25'ê Mijdarê pîroz kirin: Dê hemû cîhan qêrîna me bibihîze
10:28 Sendîkavan û siyasetmedar hatin binçavkirin
09:52 Wan bi berfê sipî bû
09:35 Mulkiye Bîrtanê hat binçavkirin
09:15 Ji ber ku girtî li dijî lêgerîna hûndirê dev qebûl nekirin hatin derpkirin
09:10 Kaya: Li Sûrê tu guhertin tune ye, dana jibîrkirin heye
09:09 ‘Lêpirsîna veşartî’ ya cînayeta Elçî 3 salin pêş nakeve
09:08 Koma Banga Demokrasiyê: Armanca me ne tenê hilbijartine, hevkariyek mayîn deye
09:07 Îzmîriyan: Demîrtaşê aştiyê dixwaza serbest berdin
09:07 Çalakiya karkerên TARÎŞ’ê di roja 19’an de didome
09:06 Îmîr a HDP’î: Tecrît şikandin deynê stûyê me ye
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2018'AN
07:56 Li gundên Licê qedexe hat îlankirin
25/11/2018
20:38 Li Îran û Başûrê Kurdistanê erdhej pêk hat
20:14 Jinan mudaxaleya polîsan nas nekir
Kolan bi rêngê xemrî neqişandin
18:47 Jinan barikata polisan nas nekirin: Polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin
17:24 Ciwanên HDP'î: Emê bi berxwedanê qezenc bikin
16:16 ÎSÎG: Di cînayetên kar ên 10 mehan de 92 jinan jiyana xwe ji dest dan
16:07 Dadgehê 'îhaleya rantê' ya heskifê îptal kir
15:43 Jin li qadan in: Ne tenê 25'ê Mijdarê her roj têkoşîn
14:27 Buldan: Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor e
14:08 Rojnameger Karagoz hat binçavkirin
14:02 Temellî: Em dê faşîzmê têk bibin
Ozturk: Me bi ciwanî dest pê kir emê bi ciwanî bi ser bikevin
12:56 DÎSA-DER: Bila hevalên me bên berdan
12:33 Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP'ê dest pê kir: Encam dê muhteşem be
10:09 Hilbijêrên Jin ên Colemêrgî: Em piştevaniya Guven xurt bikin
09:43 'Mêr hem ji îktîdarê û hem ji darazê hêzê digirin'
09:10 Girtiyên jimareya li piyan qebûl nekirin rastî êrîşa gardiyanan hatin
09:08 Di dosyeyên Cizîrê de gavek nû: Vê carê îtiraz qebûl kirin!
09:05 Derz li dîwarê wê ketine, lê hîn jî tê bikaranîn
09:02 'Bi dengbêjiyê em dikarin zimanê xwe biparêzin'
09:00 Guzel: Berî rewşa tenduristiya Guven giran bibe, divê daxwazên wê pêk bên
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2018'AN
24/11/2018
18:10 Zeytûn: Ji ber ambulans nexistin kolanê Hêlîn jiyana xwe ji dest da
17:27 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan pirsîn
17:25 Karkerên TOKÎ û rêveberên fîrmayên taşeron dest ji kar berdan
16:37 Platforma Jinan a Mêrdinê qedexeya Qeymeqan nas nekirin
16:03 Dosyeya Demîrtaş di 19’ê mijdarê de hatiye lêkolînkirin
15:56 Jin ji bo 25'ê mijdarê kom bûn: Em li tekoşîna Guven xwedî derdikevin
15:35 ‘Biryarên DMME mîsogerin û naye şîrovekirin’
14:55 Di roja mamosteyan de bû qurbanê cînayetê kar
14:45 Balê kişandin ser rewşa jinên girtî yên nexweş
14:35 Dayikên Şemiyê: Ji bîr nekin Galatasaray gora me ye
13:44 Polîsan Derhêner Kazim Oz binçav kir
13:15 ÎSÎG: 108 mamoste di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
12:30 Seroka DÎSK'ê Çerkezoglu: Sedema cînayetên kar hişmendiya sermayedaran e
11:26 Jinên Bakur û Rojhilatên Sûriyeyî: Yekem car em 25'ê mijdarê pîroz dikin
09:47 Polisan li gelek bajaran bi ser malan de girt û gelek kes binçav kirin
09:26 Li Cizîrê piştî 12.00'ê şevê vekirina dikanan qedexe ye
09:24 Aslan: Ger Tirkiye biryara DMME'yê qebûl neke, mesele dê nû dest pêbike
09:22 Wê ciwanên Edeneyê bi girseyî tev li kongreya ciwanan bibin
09:07 Başaran: Em ê dev ji qeyûma bernedin, wê hesab bidin
09:07 Gelo zeytûnên Efrînê ji bo OSO fînanse bikin anîn?
09:05 Parêzerên Ocalan serî li DMME'yê dan
09:04 Wê jin Taksîmê boyax bikin: Werim em bi hev re biguherînin
09:02 ‘Divê em her roj bi ruhê 25'ê Mijdarê tev bigerin'
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2018'AN
07:16 Qeymeqamê Artukluyê çalakiyên 25'ê Mijdarê qedexe kir
23/11/2018
16:34 Karkerê înşaetê ji qatê 6'an ket û can da
16:09 Jinên hiqûqnas xwestin Demîrtaş tavilê bê berdan
16:07 Çalakiyên Jinan ên 25'ê Mijdarê: Em ê ji bo mafê xwe têbikoşin
15:38 Li Mêrdîn û Dersimê starta hilbijartinê hat dayîn
15:04 Demîrtaş: Operasyona ‘pêngav û vî karî xelas bikin’ êdî tê fêmkirin
14:53 Fîsk bazar Idbilê ya pişt perdeya cînayetê Kaşikçi nivîsî
14:24 ÎHD: Li Herêmê di 6 salan de 374 jin hatin kuştin
14:01 ‘Şideta li dijî jinan polîtîk e lê em ê têbikoşin’
12:56 HDP: Bi Guven û Demîrtaş re divê hemû dîlên siyasî bên berdan