ENQERE – Li Mamakê ji ber dîwarê îstinadê yê Bazara Akdereyê deriziye û ji binî ve dişemite hindik maye birûxe. Esnafên bazar ji ber vê rewşê diqilqilin.
Li navçeya Mamak a Enqereyê, Bazara Akdereyê li ber hilweşandinê ye lê belê hîn jî tê bikaranîn. Dîwarê îstinadê yê bazarê deriziye û ji bin ve dişemite. Eznafên bazarê û şêniyên semtê ji ber vê rewşê diqilqilin.
Serokê Koma Meclîsa Şaredariya Mamakê ya CHP'î Alî Eraslan, anî ziman ku tehlîlên cihê bazarê baş nehatine kirin û ji ber malzemeyên baş nehatine bikaranîn wisa bûye. Eraslan, diyar kir ku wan di meclîsa şaredariyê de ev yek nîqaş kiriye, lê belê dîsa jî tiştek nehatiye kirin.
Eraslan got: "Derzên mezin li dîar ketine. Ev yek jî nîşan dide ku malzemeyên dîwar çi qas xirab bin." Eraslan, da zanîn ku mesrefa çêkirina bazarê 6.5 milyon lîre ye. Eraslan, destnîşan kir ku bi vî awayî bikaranîna bazarê jiyana mirovan dixe talûkeyê û got: "Dibe ku ji nişka ve birûxe. Wexta birûxe wê bi dehan mirov zirarê bibînin. Çimkî li ser bazarê parka zarokan qada gogê heye. Roja pêncşeman jî bazar li vir heye û bi hezaran mirov tên. Wexta birûxe wê kî hesab bide? Ma wê gel bedêla vê yekê bide? Çima wê gel bide. Divê kesên destûra vê dane bidin."