* Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, destnîşan kir ku divê demildest daxwazên Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê pêk bên û got: "Berî pirgsirêkên tenduristiyê giran bibin divê daxwazên hevala me pêk bên."
* Dengbêjin bi dirûşmeya "Serê malê kilamek” her hefte li malekê ne, diyar dikin ku li evan bajarên ku koçî wan kirine ancax bi kilaman dikarin li gor ziman û çanda xwe bijîn.
* Li Mamakê ji ber dîwarê îstindaê yê Bazara Akdereyê deriziye û ji binî ve dişemite hindk maye birûxe. Esnafên bazar ji ber vê rewşê diqilqilin.
* Li Cizîrê di dema qedexeyan de Nûsrettîn Bayar (18) birîndar bibû û wexta li benda ambulansê bû miribû. Dozgeriyê der barê mirina Bayar de biryara "neşopandinê" dabû. Lê belê parêzeran îtiraz li vê biryarê kirin û dadgehê jî îtiraza wan qebûl kir.
* Li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê, ji ber girtiyan jimariya li ser piyan û lêgerîna li devê wan qebûl nekiriya gardiyanan êrîşî wan kiriye û di êrîşê de serê girtiyan û destên wan şikiyane.
* Hevseroka Gişti ya HDP'ê Pervin Buldan, dê te li civîna taştê ya Rêxistina HDP'ê ya Arnavutkoyê bibe. (10.00)
* Meclîsa Ciwanên HDP'ê dê 2'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Amedê pêk bînin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelli, dê beşdî 2'emîn Kongreya Meclîsa Civanan a li Amedê pêk bê bibe. (10.00)
* Rêveberên DÎSA-DER'ê dê têkildarî binçavkirina endam û rêveberên xwe li avahiya komeleyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)
* Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Dijî Jinê dê meclîs û rêxistinên jinan li Enqere, Riha, Îzmir, Edene, Mêrsîn, Şirnex, Stenbol, Amed, Êlih, Dêrsim, Wan, Colemêrg û gelek navendên gelek çaliyan pêk bînin. (12.00-15.00) Jin dê li Tunela Qada Taksimê kom bibin û heta Qada Galatasarayê bimeşin. (17.00)