Dayikên Şemiyê: Ji bîr nekin Galatasaray gora me ye

  • rojane
  • 14:35 24 Mijdar 2018
  • |
img
STENBOL – Dayikên Şemiyê di vê hefteyê de aqûbeta Hayrettin Eren ê 38 sal berê di bin çavan de hat windakirin pirsîn. Birayê Hayrettîn, Faruk Eren bertek nişanî qedexekirina Qada Galatasarayê da û wiha got: "Ji bîr nekin ku ÎHD mala me û Qada Galatasarayê jî gora me ye. Me ne mala xwe û ne jî gora xwe tu car terk nakin. 
 
Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û edaletê bixwazin di hefteya 713’an de xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Dayikên Şemiyê ku li Şaxa ÎHD'ê kom bûn û xwestin bimeşin Qada Galatasarayê dîsa rastî barîkata polîsan hat. Polîsan beriya çalakiyê dora avahiya ÎHD'ê dorpêç kir û destûr neda ku dayik biçin Qada Galatasarayê. Dayikên Şemiyê tîşortên wêneyên kesên hatin windakirin li ser heye li xwe kirin, wêneyên windayan rakirin û qurnefîl xistin destê xwe. Dayikên Şemiyê derî û şibakeyên ÎHD'ê jî bi qurnefilan xemilandin. Di çalakiyê de Hevseroka  Gişti ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan â Parlamenterê HDP'ê Zeynel Ozel jî amade bûn. Di çalakiya îro de çîroka Hayrettîn Eren ê di 21'ê mijdara 1980’an de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin xwendin. 
 
GOTIN 'KESEK WISA DI BIN ÇAVAN DE TUNE YE' 
 
Ewil endama Dayikên Şemiyê Sebla Arcan axivî û wiha got: "Em dixwazin li gorî dewleta hiqûqê beşên zagon û birêvebirinê hemû çalakî di bin kontrola hiqûqê de bin. Em dixwazin Tirkiye wekî welatê hiqûqê gavan bavêje. Lê mixabin 14 hefte ye çalakiyên me yên demokratîk ên li Qada Galatasarayê li dijî hiqûqê bi awayekî keyfî tên astengkirin. Piştî darbeya 12'ê Îlonê der barê Hayrettin Eren de biryara lêgerinê hat dayîn. Piştre di 21'ê Mijdara 1980'an de hat binçavkirin û carek din agahi jê nehat girtin. Dema bi maşîna bavê xwe ya plakeya wê 34 F 6798'an li gel hevaleki xwe ji malê derket, li Buhuroka Haşim Îşcan a Saraçhane  hat binçavkirin û birin Qereqola Karagumrukê ji wir jî ligel 8 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Gayrettepe. Dayika Hayrettîn Elmas Eren dema çû Qereqola Polîsan a Gayrettepe texsiya Eren li baxçeyê qereqolê dît. Li gel vê yekê polîsan ji Elmas Eren re got 'Kesekî wisa di bin çavan de tune ye' û paşve vegerandin. 
 
‘LÊPIRSÎNEK BI BANDOR NEHAT MEŞANDIN'
 
Arcan, destnîşan kir ku 8 kesên di heman operasyonê de hatin binçavkirin û sewqî dadgehê hatin kirin, gotin "Hayrettin Eren li gel me hat binçavkirin' û serlêdana sûc kirin. 
Arcan, destnîşan kir ku malbatê serî li her derê da, lê rayedarên dewletê tu lêpirsînên bi bandor nemeşandin û xwestin bi biryara bêşopandinê ser bûyerê veşêrin. Arcan, da zanîn ku piştî rêyên hiqûqî bi dawî bûn di sala 20147an de do birin Dadgeha Qanûna Bingehîn." 
 
Piştre xwişka Hayrettin Eren İkbal Eren, peyama dayika xwe Elmas Eren xwend. 
 
Eren, di peyama xwe de wiha got: "Berî her tiştî ji Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê ku tevî hemû zext û zordariyê çalakiyên xwe berdewam dikin re silavên xwe dişînim. Tu zerara kurê min nedigihişt kesan. Me jî wekî kurê xwe bêyî zerarê bidin derdorê li Qada Galatasarayê daxwazên xwe anîn ziman. Ma me çi kir Galatasaray li me qedexe kirin? Dewlet dixwaze aqûbeta Cemal Kaşikçi aşkere bike. Em pir asayî dibînin. Lê em 23 salin li windayên xwe digerin. Li şûna wan bibînin em wekî ‘terörist’ îlan kirin. Niha dewlet heman tiştî dike. Em dixwazin dest ji vê dirûtiya xwe berdin." 
 
Piştre Birayê Cemîl Kirbayir ê di 8'ê Cotmeha 1980’an de hat windakirin, Mikail Kırbayır axaftinek kir. Kirbayir jî anî ziman ku 38 sal berê Hayrettin Eren, ji aliyê cunta ve hat qetilkirin û wiha got: Hayrettin Eren û hevalên xwe ji bo başî û xweşiya vî welatî derketibûn rê. Lê reya wan qut kirin. Heman hişmendi îro rêya me jî qut dikin. Ji ber vê hişmendiyê îro em dengê xwe li şûna Galatasaraye li ber ÎHD'ê bilind dikin. Em bi biryar in. Galatasaray hebûna me ye em dest ji Galatasarayê bernadin. 
 
FARUK EREN: GALATASARAY GORA ME YE
 
Birayê Eren Faruk Eren jî bertek qedexeyan da û got: “23 salên me li Qada Galatasarayê derbas bûn. Bila ji bîr nekin ÎHD mala me ye û Galatasaray  jî gora me ye. Heta niha tevî hemû zext û zoran me dest jê berneda û ji niha û şûnde jî em dest jê bernadin. 
 
Herî dawî dayika Murat Yildiz ê di 23'ê Sibata 1995’an de hat windakirin, Hanife Yildiz bertek nîşanî polîsan da. Hanife Yildiz ,bertek nîşanî girtina qada  Galatasarayê da û got: “Em birîndarin birîndar. Em li gorên zarokên xwe digerin. Polîsên xwe ji vir bikişînin û qadê li me vekin. 
 
 
 

Sernavên din

27/11/2018
11:24 Li Licê operasyona eskerî didome
11:23 Parêzerên Ocalan cara 767’emîn serlêdan kirin
11:23 Li Stenbolê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
11:14 Cenazeyê Saltan hat defin kirin
10:35 Kamyona ket kampusa ODTU xwendekarek kuşt
09:55 Qeyûm li Cizîrê dar birîn û dîrekên MOBESE çikilandin
09:14 Îslam: Her diçe keştî noqî avê dibe, MHP jî êdî kêr nayê
09:13 Aktar: Dozger jî dizane kê Tahir Elçî kuştiye
09:12 Polîs bi hinceta 'îxbar heye' endamên KESK'ê taciz dikin
09:11 Parêzerê Komkujiya Pirsûsê: Wê dosye bi vî awayî bimîne
09:11 Midûrê bankeyê û xebatkarê wê bi selefxuriyê hatin tawanbarkirin
09:10 Îxrackirin jî nikaribû wan ji karê wan ê sendîkayê dûr bixe
09:09 Endama Komîsyana Venedîkê yê Berê: PMME ji ezmanan nehat
09:09 ‘Divê çirûska Leyla Guven pêxist berfireh bibe’
09:08 Karkerên tekstîlê yên nikarin debara xwe bikin rojên zor derbas dikin
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2018'AN
26/11/2018
19:07 Polîsan mudaxaleyî daxuyaniya HDP'ê kir
16:27 Li Geverê starta xebatên hilbijartinê hat dayîn
15:51 Li gel biryara Şûreya Dewletê dîsa berhemên heskifê neqil dikin
14:53 Îfadeya xebatkarên Yenî Yaşamê dest pê kir
14:11 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Dawî li vê bê hiqûqiyê bînin
14:07 Li Girtîgeha Panosê girtî hatin derpkirin
14:06 KESK: Bedela wê çi dibe bila bibe em ê ji bo aştiyê têbokişin
13:36 Kurtulan: Leyla Guven hestiyarek civakî înşa kir
13:35 Koçyîgît a hat derpkirin: Tu wateya barîkaten tuneye
13:14 Parêzerê Yurdakul ê ji ber Kurd bû hat kuşt: Biryar di cih deye
13:14 Qeyûm-Walî dest bi propaganda namzetên AKP’ê kir
12:17 Li Sîwasê du tren li hev qulipîn
11:41 Di helîkoptera leşkerî ya ket de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
11:37 Li dijî qereqola ser sînor êrîşa bi roket
11:36 Ji bo bersûcên Yurdakul cezayê muebetê hat dayîn
11:00 Ciwanên HDP’î: Emê berxwedana Guven belav bikin
10:51 Girtiyên PKK û PAJK'î dest bi greva birçîbûne dikin
10:35 Li Girê Spî yekem car 25'ê Mijdarê pîroz kirin: Dê hemû cîhan qêrîna me bibihîze
10:28 Sendîkavan û siyasetmedar hatin binçavkirin
09:52 Wan bi berfê sipî bû
09:35 Mulkiye Bîrtanê hat binçavkirin
09:15 Ji ber ku girtî li dijî lêgerîna hûndirê dev qebûl nekirin hatin derpkirin
09:10 Kaya: Li Sûrê tu guhertin tune ye, dana jibîrkirin heye
09:09 ‘Lêpirsîna veşartî’ ya cînayeta Elçî 3 salin pêş nakeve
09:08 Koma Banga Demokrasiyê: Armanca me ne tenê hilbijartine, hevkariyek mayîn deye
09:07 Îzmîriyan: Demîrtaşê aştiyê dixwaza serbest berdin
09:07 Çalakiya karkerên TARÎŞ’ê di roja 19’an de didome
09:06 Îmîr a HDP’î: Tecrît şikandin deynê stûyê me ye
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2018'AN
07:56 Li gundên Licê qedexe hat îlankirin
25/11/2018
20:38 Li Îran û Başûrê Kurdistanê erdhej pêk hat
20:14 Jinan mudaxaleya polîsan nas nekir
Kolan bi rêngê xemrî neqişandin
18:47 Jinan barikata polisan nas nekirin: Polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin
17:24 Ciwanên HDP'î: Emê bi berxwedanê qezenc bikin
16:16 ÎSÎG: Di cînayetên kar ên 10 mehan de 92 jinan jiyana xwe ji dest dan
16:07 Dadgehê 'îhaleya rantê' ya heskifê îptal kir
15:43 Jin li qadan in: Ne tenê 25'ê Mijdarê her roj têkoşîn
14:27 Buldan: Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor e
14:08 Rojnameger Karagoz hat binçavkirin
14:02 Temellî: Em dê faşîzmê têk bibin
Ozturk: Me bi ciwanî dest pê kir emê bi ciwanî bi ser bikevin
12:56 DÎSA-DER: Bila hevalên me bên berdan
12:33 Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP'ê dest pê kir: Encam dê muhteşem be
10:09 Hilbijêrên Jin ên Colemêrgî: Em piştevaniya Guven xurt bikin
09:43 'Mêr hem ji îktîdarê û hem ji darazê hêzê digirin'
09:10 Girtiyên jimareya li piyan qebûl nekirin rastî êrîşa gardiyanan hatin
09:08 Di dosyeyên Cizîrê de gavek nû: Vê carê îtiraz qebûl kirin!
09:05 Derz li dîwarê wê ketine, lê hîn jî tê bikaranîn
09:02 'Bi dengbêjiyê em dikarin zimanê xwe biparêzin'
09:00 Guzel: Berî rewşa tenduristiya Guven giran bibe, divê daxwazên wê pêk bên
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2018'AN
24/11/2018
18:10 Zeytûn: Ji ber ambulans nexistin kolanê Hêlîn jiyana xwe ji dest da
17:27 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan pirsîn
17:25 Karkerên TOKÎ û rêveberên fîrmayên taşeron dest ji kar berdan
16:37 Platforma Jinan a Mêrdinê qedexeya Qeymeqan nas nekirin
16:03 Dosyeya Demîrtaş di 19’ê mijdarê de hatiye lêkolînkirin
15:56 Jin ji bo 25'ê mijdarê kom bûn: Em li tekoşîna Guven xwedî derdikevin
15:35 ‘Biryarên DMME mîsogerin û naye şîrovekirin’
14:55 Di roja mamosteyan de bû qurbanê cînayetê kar
14:45 Balê kişandin ser rewşa jinên girtî yên nexweş
14:35 Dayikên Şemiyê: Ji bîr nekin Galatasaray gora me ye
13:44 Polîsan Derhêner Kazim Oz binçav kir
13:15 ÎSÎG: 108 mamoste di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
12:30 Seroka DÎSK'ê Çerkezoglu: Sedema cînayetên kar hişmendiya sermayedaran e
11:26 Jinên Bakur û Rojhilatên Sûriyeyî: Yekem car em 25'ê mijdarê pîroz dikin
09:47 Polisan li gelek bajaran bi ser malan de girt û gelek kes binçav kirin
09:26 Li Cizîrê piştî 12.00'ê şevê vekirina dikanan qedexe ye
09:24 Aslan: Ger Tirkiye biryara DMME'yê qebûl neke, mesele dê nû dest pêbike
09:22 Wê ciwanên Edeneyê bi girseyî tev li kongreya ciwanan bibin
09:07 Başaran: Em ê dev ji qeyûma bernedin, wê hesab bidin
09:07 Gelo zeytûnên Efrînê ji bo OSO fînanse bikin anîn?
09:05 Parêzerên Ocalan serî li DMME'yê dan
09:04 Wê jin Taksîmê boyax bikin: Werim em bi hev re biguherînin
09:02 ‘Divê em her roj bi ruhê 25'ê Mijdarê tev bigerin'
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2018'AN
07:16 Qeymeqamê Artukluyê çalakiyên 25'ê Mijdarê qedexe kir
23/11/2018
16:34 Karkerê înşaetê ji qatê 6'an ket û can da
16:09 Jinên hiqûqnas xwestin Demîrtaş tavilê bê berdan
16:07 Çalakiyên Jinan ên 25'ê Mijdarê: Em ê ji bo mafê xwe têbikoşin
15:38 Li Mêrdîn û Dersimê starta hilbijartinê hat dayîn
15:04 Demîrtaş: Operasyona ‘pêngav û vî karî xelas bikin’ êdî tê fêmkirin
14:53 Fîsk bazar Idbilê ya pişt perdeya cînayetê Kaşikçi nivîsî
14:24 ÎHD: Li Herêmê di 6 salan de 374 jin hatin kuştin
14:01 ‘Şideta li dijî jinan polîtîk e lê em ê têbikoşin’
12:56 HDP: Bi Guven û Demîrtaş re divê hemû dîlên siyasî bên berdan