'Ji bo aştiyê divê tecrîd rabe'

  • rojane
  • 09:13 19 Mijdar 2018
  • |
img

EDENE - Parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun û Tulay Hatimogullari ku ji bo piştgiriyê bidin Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, diyar kirin ku ew piştekê didin çalakiya Guven. Parlamenteran anîn ziman ku ji bo li Tirkiye aştî û demokrasî pêş bikeve pêwiste berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe.

Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 7'ê mijdarê de daye destpêkirin di roja 13'an de berdewam dike. Çalakî û daxuyaniyên ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven ji didome. Li Amed, Edene, Riha, Wan û Colemêrgê ji bo piştgiriyê 2 rojan çalakiyên grevê hatin lidarxistin. Kesên beşdarî çalakiyan bûn têkildari çalakiya Guven piştgiriya xwe anîn ziman. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun û Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari, diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe aştî peş nakeve. 
 
Parlamentera HDP'e ya Amedê Remziye Tosun, diyar kir ku tecridkirina Ocalan tecrîdkirina aştî, demokrasî û hemû gelan e û wiha got: "Êv tecrîd ne li ser gelê kurd û tirk tenê. Li ser hemû gelê Rojhilata Navîn tê meşand8in. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em vê yekê qebûl nakin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe çi ji destê me bê em dê bikin. Her ku tecrîd giran dibe şerê li Rojhilata Navîn ji giran dibe. Tecrîd li dijî fikr, felsefe û nerînên Ocalan in. Ji ber ku felsefe û fikra Ocalan Rojhilata Navîn azad dike, wî tecrîd dikin. 
 
'YÊ KU ME DIKE EM OCALAN E'
 
Tosun, bal kişand ser çalakiya Leyla Guven jî û wiha pêde çû: “Em jin bi têkoşîna Birêz Ocalan gihiştin vê astê. Hevala me Birêz Leyla Guven dibêje 'Min bi Abdullah Ocalan xwe nas kir. Bi fikir û felsefeya wî xwe nas kir. Ez tecrîdkirina gran a 5 salin li ser wi didome qebûl nakim. Ji bo tecrîd bê şikandin dikevin grevê. Heta hevdîtin bidome jî ez dê çalakiya xwe berdewam bikin.' Divê em jî li Leyla Guven û çalakiya Guven xwedî derkevin. Ez heta dawî de li cem Leyla Guven bim. Heta tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî nebe çalakiyên me jî dê bidomin. Em dê di rojên pêş de jî çalakiyên cuda pêk bînin." 
 
'JI BO KURDAN HIQÛQ TUNE YE'
 
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari jî bal kişand ser berdana Parlamenterê CHP'ê Enes Berberoglu û wiha got: “Hevala me Leyla Guven bi vîna gel hat hilbijartin û bû wekîl. Lê vîna gel girtî ye. Enes Berberoglu jî bi vîna gel hat hilbijartin û bû wekîl. Ew jî berê girtî bû. Lê piştî bû wekîl hat berdan. Cihê hemû wekîlên hatin hilbijartin meclîs e. Me li her derê got, dema mijar dibe HDP hiqûq diqede. Niha tene wekîla girti hevala me Leyla Guven e. Divê hevala me Leyla jî demildest bê berdan. Niha hem li Tirkiye u hem jî li rojhilata navîn mijara herî giring tecrîdkirina Birêz Ocalan e. 
 
'KODÊN AŞTIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE'
 
Hatimogullari, destnişan kir ku astengiya heri mezin a li pêş aştiye tecrîd e û wiha lê zêde kir: "Birêz Abdullah Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin biken. Ji ber tecrîdkirina giran didome hevala me Leyla Guven ku girti ye bi armanca balê bikişîn ser tecrîdê dest bi greva bêdem kiriye. Em li pişt hevala xwe Leyla Guven in û çalakiya wê heq dibînin. Em carek din piştgiriya xwe didin wê. Îro tecrîd li dijî mafê mirovan e. Li dijî peymana mafên mirovan a ku Tirkiye îmze kiriye ye. Ji xeynî tecrîdê cezayê dîsîplê jî didin Birêz Ocalan. birêz Ocalan tecrîda di nava tecridê de dijî. Em dixwazin demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. Em bawer dikin ku kodên aştî û çareseriya li Tirkiye û Rojhilata navîn bi şikandina tecridê ve grêdayî ye. Heta ku pirsgirêka kurd bi riya aştî û demokrasiyê neyê çareserkirin dê kaosa li Tirkiye û Rojhilata Navîn berdewam bike. Divê pirsgirêka kurd a li Tirkiye û Sûriye bi rê u rebazên aştî û demokrasiyê bên çareserkirin. Ji ber vê yekê çalakiya ku îro Leyla Guven  daye destpêkirin di heman demê de ji bo aştî û demokratîkbuna Tirkiyeyê  û Rojhilata Navîn e." 
 
'MAKEQANÛNA XWE BINPÊ DIKE
 
Hatimogullari, bal kişand ser helwesta Waliye Amedê jî û wiha bi dawî kir: "Em van qedexeyan qebûl nakin. Îro mirov fikrên xwe bînin ziman çalakiyên demokratîk in. Çalakiyên ku mirov fikrên xwe û bertekên xwe bînin ziman mafê zagonî û rewa ye. Mafê Qanûna Bingehîn daye me. Bi van qedexeyan û erka daye polîs û eskeran nîşan dide ku AKP qanûnê xwe binpê dike. Em dê ji bo aştî, aramî, demokratîkbûna vî welatî, ji bo her kes li vi welatî wekhev bijî, ji bo jin, ciwan kedkar û karker azad û demokratîk bijîn emê têkoşîna xwe ya demokratîk berdewam bikin. Em çalakiya Leyla Guven a li zindanê silav dikin. Em li gel wê ne." 
 
MA / Cemîl Ugur – Hamdullah  Kesen
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

20/11/2018
10:28 Polîsan bi ser mala nivîskar Nezîr Çakan de girt
10:24 Dr. Yerlikaya: Bila Pêşnûma Torbe bi tevahî paşve bê kişandin
10:23 Li Amedê pevçûn: 2 kes mirin û 2 kes birîndar bûn
10:01 14 sal in berpirsên 13 guleyan nehatine cezakirin
09:20 Muzîkjen Erkan Benlî 2 sal e nayê emeliyatkirin
09:19 Keça Araratê: Lênûska Leyla
09:18 Waliyê Şirnexê û AKP'î, li dijî HDP'ê 'îtifaq' çêkirin!
09:15 Jin dê li Dersimê di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan
09:14 Siyasetmedarên li Sûriyeyê: Bila DYA dev ji biryara xwe berde
09:14 Prz. Demirbag: Derbkirina li Girtîgeha Manisa bûye sîstematîk
09:13 Parêzerê şahidê Girtîgeha Pozantiyê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da
09:12 Xebata ewil a Yekîtiya Jinê ya Serbixwe 25'ê Mijdarê ye
09:11 Nivîskaran ji bo xwedîderketina li DÎSA-DER'ê bang kir
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2018'AN
19/11/2018
16:46 Rojnameger Sedat Sûr hat girtin
16:38 Saziyên Wanê bi daxuyaniyekê bal kişandin çalakiya rojiya mirinê ya girtiyan
15:59 Gardiyanan gefa kuştinê li girtiyan xwar
15:57 Dayiken Aştiyê piştgirî dan Guven
15:46 ÎHD’a Dersîmê girtin û ceza şermezar kir
15:45 Baroya Amedê: Bîrdoziya ‘Tirkî biaxive pir biaxive’ li girtîgehan didome
15:09 Polisan daxuyaniya wekîlên jin ên HDP’î asteng kir
14:59 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Em piştgiriyê didin Platforma Zimanê Kurdî
14:44 TJK-E'yê dest bi kanpanya 'Tundiya li dijî jinê polîtîk e' kirin
14:43 Bîlgen: Lîjneyên partiyê dê biryar bidin
14:29 Ewil navê taxan kirin tirkî, piştre qeyûm tayîn kirin
14:21 ÎHD: Peymana zarokan li ser kaxize ma
13:06 ‘Li Girtîgeha Bakirkoyê di hefteyeki de 3 caran lêgerîn dikin'
12:43 Dermankirina Endamê Koma Aştiyê Îpek didome
12:31 Li Denîzliyê balafir ket
12:25 Meclisa Jinan a HDP'ê meşiyan Girtîgeha Amedê
12:06 Gardiyanan cîhaza amûrê şekir a girtiyê nexweş desteser kir
11:37 Dag a HDP’î: Daxwaza ciwanan azadiya Ocalan e
11:24 Li Efrînê komên çekdar bi hev ketin û pevçûn dijwar bû
10:53 Komek Kurdên li Îngilîstanê li dijî sansora twîtterê dest bi kampanya hashtagê dikin
10:28 Kujerê Musa Anter bû bernamzetê AKP’ê
10:28 Ji bo neyê jibîrkirin: Li Xirarê Tofan Rabû
10:20 Gezgîncî: Ji ber ku min eba li xwe kiriye rastî peyvên DAIŞ'ê têm.
09:45 Komisyona zarokan a ÎHD'ê: Di 5 mehan de 27 zarokan can dan
09:13 'Ji bo aştiyê divê tecrîd rabe'
09:12 Endamê Koma Aştiyê Turgut: Divê çalakî bibin bertekên civakî
09:10 Derûnînas Şenol: Di çavkaniya tundiya zayendî de îktîdar heye
09:10 Li vê derê personel ji xwendekaran zêdetir in
09:10 Piştevaniya Mor, ji bo 25'ê mijdarê kolan bi kolan digere
09:09 Esnafên Colemêrgê ji ber krîzê hatin asta dikanan bigirin
09:09 Ozsoy: Tirkiye firsendê bibîne dê êrîşî Kobanê û Qamişlo jî bike
09:08 ÎHD’a Agiriyê: Li Girtîgeha Panosê pêdiviyên bîngehîn jî nayin bi cih anîn
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2018'AN
18/11/2018
19:47 Çalakiya ji bo piştgiriya Leyla Guven bi dawi bû
17:00 Hevserokê DBP'ê Arslan serdana çalakgeran kir
16:33 Temellî: Hemû gelên Tirkiyeyê di tecrîdê de ye
16:20 Kurtulan: Di hilbijartina rêveberiyên herêmî de emê bersîva herî baş bidin qeyûman
15:51 Jinên Amedî ji 25'ê Mijdarê re Amade ne: Em ê li dijî pargala mêr li qadan bin
15:23 Ocalan: Sedema krîza heyî tecridkirina Ocalan e
15:01 HDP'a Şirnexê piştgiri da çalakiya Leyla Guven
13:44 Endamê Meclisa ciwanên HDP'ê hatin binçavkirin
13:34 Colemêrgiyan piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
13:23 Li Şirnexê starta hilbijartinê hat dayîn
13:00 ‘Heta tecrid rabe çalakî dê bidomin'
12:49 Cengîz Holdîng, dînamîtan diteqîne, bi kepçeyan daran jêdike
10:39 Wekîlê CHP'î Bircan jiyana xwe ji dest da
10:33 Di operasyona Gezî kesek girtin
09:52 ‘Ji bo rakirina tecrîtê em ji her tiştî re amaden e’
09:18 ‘Tecrîd dê bi têkoşînê rabe'
09:16 'Em bibin dengê Guven û dawî li tecrîdê bînin'
09:14 Li Girtîgeha Kirikkaleyê girtî hatin derbkirin
09:12 Aydenîz: Ger çalakî li tevahiya civakê belav bibin wê dawî li tecrîdê bê
09:08 Hevseroka KESK'ê: Budçe ne ji bo kedkara ye
09:07 Weşanxaneyên kurdî: Em ê dev ji zimanê xwe bernedin
09:04 Qeyûm Şaredariya Êlihê di nav deynan de hiştiye
09:02 Kelema Erdîşê jî nesîbê xwe ji polîtîkayên çandiniyê girt!
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2018'AN
08:22 ÎSÎG: Karkera tekstîlê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
17/11/2018
17:06 KESK'iyan li Qada Gundogdu bang kirin: Em fatûreya krîzê nadin
16:37 Li TUYAP’ê pirtûka kişanak rastî eleqeyeke zêde hat
16:36 Seyît Riza û hevalên wî hatin bibîranîn
16:06 Namzetên mûxtarên jin hatin danasîn
15:53 Zeytun: Ji îktîdara heyî tu heviyên me tune ne
15:52 DİSA-DER rêveberiya xwe nû hilbijart
15:15 Çalakiya ‘Rûniştina F’: Bila Hayatî Kaytan bê berdan
14:59 Parazvanên mafên mirovan xwest girtiyê nexweş Îkbal bê dermankirin
14:58 ‘Heya tecrît bê rakirin emê çalakiya xwe bidomînin’
14:39 Li aqûbeta ferdên malbata Dîrîl hat pirsîn
14:22 ‘Em pol pere naxwazin, em tenê parçeyek hestiyên xwe dixwazin’
14:09 Parêzer ji bo doza Dere raporek nû xwest
14:00 DYA bertek nîşanî binçavkirinan da: Akademîsyenan berdin
13:42 Karkerên jin ên malê li Afrîka Başûr li hev civiyan
13:22 Modelîsta tekstîlê Ronaî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
12:57 Di 2018’an de 230 hezar koçber hatin girtin
12:36 Li Amed, Wan, Riha û Edeneyê greva birçîbûnê: Daxwaza Guven daxwaza me ye
12:36 Konferasa Aloziyên Rojhilata Navîn û modernîteya demokratîk pêk hat
12:15 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
10:59 Greva birçîbûnê li Colemêrgê dest pê kir
10:20 Wezîr îtîraf kir: Em dahatûyên Efrînê ji bo xwe dixwazin
10:09 Mamoste ji sûcdariya tacîza zayendî hat girtin
09:52 Bi hezaran welatî 9 roj e bêav in
09:41 Berdevka Meclîsia Jinan a HDP'ê Taşdemir: Em jin bi hevre tên hesab bipirsin
09:29 Dadgehê sedema biryara cezakirina rojnamevan Tûray daxuyand: Wekî din pirs nepirsîne
09:28 Şener: Budçeya 2019'an budçeya îflaskirinê ye
09:27 16 karker mirin, lê bersûc nehatin girtin
09:26 Asli Kaya: Çenteyê xwe yê ji bo girtîgehê jî amade kiribû