Asli Kaya: Çenteyê xwe yê ji bo girtîgehê jî amade kiribû

  • rojane
  • 09:26 17 Mijdar 2018
  • |
img

WAN – Di ser girtina Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya re 2 sal derbas bûn. Asli Kaya, anî ziman ku hevjînê wê dizanibû wê bê girtin û ji ber vê ji berê de çenteyê xwe amade kiribû. 

Di 17'ê Mijdara 2016'an de polîsan avêt ser mala Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya, lê belê di avêtina ser malê de Kaya ne li malê bû. Lê belê Kaya ji ber tiştên din neqewimin çû şaredariyê û li wir tev li lêgerînê bû. Piştî lêgerîna li şaredariyê Kaya hat binçavkirin û di heman rojê de hat girtin û ew birin Girtîgeha Sîlîvriyeyê. Dadgehê bi îdiayên "beşdarbûna civînên derqanûnî", "gefxwarina li ser navê rêxistinên sûcdar" û " alîkariya rêxistinê" 8 sal û 3 meh û ji ber "Doza Sereke ya KCK'ê" jî 8 sal û 9 meh ceza li Kaya birî. Hevjina Kaya Aslı Kaya behsa pêvajoya girtina kaya kir. 
 
ÇENTEYÊ WÎ AMADE BÛ 
 
Asli Kaya, destnîşan kir ku wê çaxê wan diznibû wê hevjînê wê bê girtin û got: "Me dizanibû encam çi dibe bila bibe ew ê bimîne. Berî bê girtin bi rojekê ji min re got 'madem em bûn talibê evan qoltixan, divê em bedêla wan jî bidin. Ne ji bo malbatê, lê ez xwe ji bo civakê berpirsiyar hîs dikim. Ez ê vî gelî bi tenê nehêlim û neçim.'" 
 
Kaya, anî ziman ku wê çaxê beriya bê girtin, çenteyê hevjînê xwe amade kiribû. 
 
Kaya, bi bîr xist ku di 17'ê Mijdarê de danê sibehê polîsan avêtiye ser mala wan û got: "Min ji Bekir re got, polîsan avêtiye ser malê. Wê jî got ew ê biçe şaredariyê. Min jê re got 'neçe', lê belê wî got 'avêtine ser şaredariyê, divê ez li wir bim' û çû şaredariyê. Jixwe piştî lêgerîna li şaredariyê hat binçavkirin. Wexta wî dianîn dadgehê, min dixwest wî bibînim lê nedihiştin. Lê piştî biryara girtina wî dan, li ser piya me hevdu dît. Bekir ji min re got, Deniz û Rojar (zarokên wan) emanetî te ne. Ka çi bikim, jixwe me herduyan jî dizanibû wê rewş ev be.'" 
 
DI 2 SALAN DE TENÊ 15 DEQÎQEYAN KURÊ XWE DÎTIYE 
 
Wexta Bekir Kaya hat girtin, hevjîna wî 7 mehî (ducanî) bû, loma ji ber vê demeke dirêj nikaribû biçe cem hevjînê xwe. Asli Kaya got: "Bekir di 2 salan de tenê 15 deqîqeyan kurê xwe yê nû çêbû dît. Min jî 60 wêneyên Denîz jê re şandin. Belê ew Denîz nabîne, lê di wêneyan de dibîne ka Denîz çawa mezin dibe. Lê rêveberiya girtîgehê xwestiye ji wan wêneyan 10 heban hilbijêre û tenê 10 heb dane wî." 
 
Kaya, diyar kir ku wan dizanibû wê der barê hevjînê wê Kaya de biryareke hiqûqî neyê dayîn. Kaya got: "Min dizanibû wê Bekir bernedin, lê dîsa jî carinan hêvîdar dibûm belkî li gor hiqûqê tev bigerin. Te ji kê dipirsî, digotin wê bi vê dosyeyê ceza neyê birîn û herkes li benda berdana wî bû. Lê wexta Bekir girtî bû, dadgehê dîsa biryara girtina wî da. Nizanim ev feraseteke çawa ye, der barê kesekî girtî de dîsa biryara girtinê tê dayîn. Endamên dadgehê ên biryarên bi vî rengî didin wê çawa texrîbatên bûne sedema wan veguherînin rewşeke asayî? Carinan behsa hiqûqa dijminahiyê tê kirin, lê ez vê qebûl nakim. Ma hiqûq heye ku hiqûqa dijminahiyê hebe..."
 
'CARINAN MIN JI XWE DIPIRSÎ 'MA MIROVEK ÇAWA DIBE KU EVQAS RASTGO BE'' 
 
Asli Kaya, bal kişand ser helwesta hevjînê xwe ya di danişînan de jî. Kaya got: "Bekir Kaya di heyata xwe de dirûşme berz nekirine, rastî çi be wê dibêje. Ger tiştek hebe, dawiya wê çi dibe bila bibe dev ji wê bernade. Wexta min ewil Bekir nas kir, min ji xwe dipirsî 'ma çawa dibe mirovek ev qas rast go be'. Tiştên li dadgehê gotin, pûxteya jiyana wî ne." 
 
Kaya, gotinên hevjînê xwe yê di danişîna dawîn de gotin jî bi bîr xist ku gotibû 'dibe malbata min mexdûr bibe, lê wê girtina me ji bo gelê me veguhere destekeftiyan' û got: "Em heta dawiyê li pişta vê gotina Bekir Kaya ne." 
 
'JI BO SERKETINEKE MEZIN BERXWEDAN DIVÊ' 
 
Kaya, anî ziman ku li bajêr kesên wê dibînin li Bekir Kaya dipirsin û got: "Ev sekna wî rêza ji bo wî zêdetir dike. Em jî rêzê nîşanî vê sekn û helwesta wî ya ji bo gelê wî didin û pê serbilind in. Bekir Kaya ne kesekî gilîker bû û xwe nediqedand. Tu carî ji bo hin kes jê re li çepikan bidin tiştek nedigot û nedikir. Wekî Bekir Kaya jî gotî 'Em ê bi ser bikevin û wê her tişt xweştir bibe.' Lê ji bo vê jî berxwedan divê. Bawer dikim wê her tişt xweştir bibe." 
 
MA / Adnan Bilen

Sernavên din

20/11/2018
10:28 Polîsan bi ser mala nivîskar Nezîr Çakan de girt
10:24 Dr. Yerlikaya: Bila Pêşnûma Torbe bi tevahî paşve bê kişandin
10:23 Li Amedê pevçûn: 2 kes mirin û 2 kes birîndar bûn
10:01 14 sal in berpirsên 13 guleyan nehatine cezakirin
09:20 Muzîkjen Erkan Benlî 2 sal e nayê emeliyatkirin
09:19 Keça Araratê: Lênûska Leyla
09:18 Waliyê Şirnexê û AKP'î, li dijî HDP'ê 'îtifaq' çêkirin!
09:15 Jin dê li Dersimê di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan
09:14 Siyasetmedarên li Sûriyeyê: Bila DYA dev ji biryara xwe berde
09:14 Prz. Demirbag: Derbkirina li Girtîgeha Manisa bûye sîstematîk
09:13 Parêzerê şahidê Girtîgeha Pozantiyê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da
09:12 Xebata ewil a Yekîtiya Jinê ya Serbixwe 25'ê Mijdarê ye
09:11 Nivîskaran ji bo xwedîderketina li DÎSA-DER'ê bang kir
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2018'AN
19/11/2018
16:46 Rojnameger Sedat Sûr hat girtin
16:38 Saziyên Wanê bi daxuyaniyekê bal kişandin çalakiya rojiya mirinê ya girtiyan
15:59 Gardiyanan gefa kuştinê li girtiyan xwar
15:57 Dayiken Aştiyê piştgirî dan Guven
15:46 ÎHD’a Dersîmê girtin û ceza şermezar kir
15:45 Baroya Amedê: Bîrdoziya ‘Tirkî biaxive pir biaxive’ li girtîgehan didome
15:09 Polisan daxuyaniya wekîlên jin ên HDP’î asteng kir
14:59 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Em piştgiriyê didin Platforma Zimanê Kurdî
14:44 TJK-E'yê dest bi kanpanya 'Tundiya li dijî jinê polîtîk e' kirin
14:43 Bîlgen: Lîjneyên partiyê dê biryar bidin
14:29 Ewil navê taxan kirin tirkî, piştre qeyûm tayîn kirin
14:21 ÎHD: Peymana zarokan li ser kaxize ma
13:06 ‘Li Girtîgeha Bakirkoyê di hefteyeki de 3 caran lêgerîn dikin'
12:43 Dermankirina Endamê Koma Aştiyê Îpek didome
12:31 Li Denîzliyê balafir ket
12:25 Meclisa Jinan a HDP'ê meşiyan Girtîgeha Amedê
12:06 Gardiyanan cîhaza amûrê şekir a girtiyê nexweş desteser kir
11:37 Dag a HDP’î: Daxwaza ciwanan azadiya Ocalan e
11:24 Li Efrînê komên çekdar bi hev ketin û pevçûn dijwar bû
10:53 Komek Kurdên li Îngilîstanê li dijî sansora twîtterê dest bi kampanya hashtagê dikin
10:28 Kujerê Musa Anter bû bernamzetê AKP’ê
10:28 Ji bo neyê jibîrkirin: Li Xirarê Tofan Rabû
10:20 Gezgîncî: Ji ber ku min eba li xwe kiriye rastî peyvên DAIŞ'ê têm.
09:45 Komisyona zarokan a ÎHD'ê: Di 5 mehan de 27 zarokan can dan
09:13 'Ji bo aştiyê divê tecrîd rabe'
09:12 Endamê Koma Aştiyê Turgut: Divê çalakî bibin bertekên civakî
09:10 Derûnînas Şenol: Di çavkaniya tundiya zayendî de îktîdar heye
09:10 Li vê derê personel ji xwendekaran zêdetir in
09:10 Piştevaniya Mor, ji bo 25'ê mijdarê kolan bi kolan digere
09:09 Esnafên Colemêrgê ji ber krîzê hatin asta dikanan bigirin
09:09 Ozsoy: Tirkiye firsendê bibîne dê êrîşî Kobanê û Qamişlo jî bike
09:08 ÎHD’a Agiriyê: Li Girtîgeha Panosê pêdiviyên bîngehîn jî nayin bi cih anîn
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2018'AN
18/11/2018
19:47 Çalakiya ji bo piştgiriya Leyla Guven bi dawi bû
17:00 Hevserokê DBP'ê Arslan serdana çalakgeran kir
16:33 Temellî: Hemû gelên Tirkiyeyê di tecrîdê de ye
16:20 Kurtulan: Di hilbijartina rêveberiyên herêmî de emê bersîva herî baş bidin qeyûman
15:51 Jinên Amedî ji 25'ê Mijdarê re Amade ne: Em ê li dijî pargala mêr li qadan bin
15:23 Ocalan: Sedema krîza heyî tecridkirina Ocalan e
15:01 HDP'a Şirnexê piştgiri da çalakiya Leyla Guven
13:44 Endamê Meclisa ciwanên HDP'ê hatin binçavkirin
13:34 Colemêrgiyan piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
13:23 Li Şirnexê starta hilbijartinê hat dayîn
13:00 ‘Heta tecrid rabe çalakî dê bidomin'
12:49 Cengîz Holdîng, dînamîtan diteqîne, bi kepçeyan daran jêdike
10:39 Wekîlê CHP'î Bircan jiyana xwe ji dest da
10:33 Di operasyona Gezî kesek girtin
09:52 ‘Ji bo rakirina tecrîtê em ji her tiştî re amaden e’
09:18 ‘Tecrîd dê bi têkoşînê rabe'
09:16 'Em bibin dengê Guven û dawî li tecrîdê bînin'
09:14 Li Girtîgeha Kirikkaleyê girtî hatin derbkirin
09:12 Aydenîz: Ger çalakî li tevahiya civakê belav bibin wê dawî li tecrîdê bê
09:08 Hevseroka KESK'ê: Budçe ne ji bo kedkara ye
09:07 Weşanxaneyên kurdî: Em ê dev ji zimanê xwe bernedin
09:04 Qeyûm Şaredariya Êlihê di nav deynan de hiştiye
09:02 Kelema Erdîşê jî nesîbê xwe ji polîtîkayên çandiniyê girt!
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2018'AN
08:22 ÎSÎG: Karkera tekstîlê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
17/11/2018
17:06 KESK'iyan li Qada Gundogdu bang kirin: Em fatûreya krîzê nadin
16:37 Li TUYAP’ê pirtûka kişanak rastî eleqeyeke zêde hat
16:36 Seyît Riza û hevalên wî hatin bibîranîn
16:06 Namzetên mûxtarên jin hatin danasîn
15:53 Zeytun: Ji îktîdara heyî tu heviyên me tune ne
15:52 DİSA-DER rêveberiya xwe nû hilbijart
15:15 Çalakiya ‘Rûniştina F’: Bila Hayatî Kaytan bê berdan
14:59 Parazvanên mafên mirovan xwest girtiyê nexweş Îkbal bê dermankirin
14:58 ‘Heya tecrît bê rakirin emê çalakiya xwe bidomînin’
14:39 Li aqûbeta ferdên malbata Dîrîl hat pirsîn
14:22 ‘Em pol pere naxwazin, em tenê parçeyek hestiyên xwe dixwazin’
14:09 Parêzer ji bo doza Dere raporek nû xwest
14:00 DYA bertek nîşanî binçavkirinan da: Akademîsyenan berdin
13:42 Karkerên jin ên malê li Afrîka Başûr li hev civiyan
13:22 Modelîsta tekstîlê Ronaî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
12:57 Di 2018’an de 230 hezar koçber hatin girtin
12:36 Li Amed, Wan, Riha û Edeneyê greva birçîbûnê: Daxwaza Guven daxwaza me ye
12:36 Konferasa Aloziyên Rojhilata Navîn û modernîteya demokratîk pêk hat
12:15 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
10:59 Greva birçîbûnê li Colemêrgê dest pê kir
10:20 Wezîr îtîraf kir: Em dahatûyên Efrînê ji bo xwe dixwazin
10:09 Mamoste ji sûcdariya tacîza zayendî hat girtin
09:52 Bi hezaran welatî 9 roj e bêav in
09:41 Berdevka Meclîsia Jinan a HDP'ê Taşdemir: Em jin bi hevre tên hesab bipirsin
09:29 Dadgehê sedema biryara cezakirina rojnamevan Tûray daxuyand: Wekî din pirs nepirsîne
09:28 Şener: Budçeya 2019'an budçeya îflaskirinê ye
09:27 16 karker mirin, lê bersûc nehatin girtin
09:26 Asli Kaya: Çenteyê xwe yê ji bo girtîgehê jî amade kiribû