Li girtîgehê bûkokên potik jî qedexe ye

  • rojane
  • 09:03 17 Mijdar 2018
  • |
img

STENBOL - Hacîce Başkalane bi kurê xwe yê 3 salî Siyabend re di girtîgehê de ye. Başkalane diyar kir ku gardiyanan dest daniye ser bûkokên potikî ya kurê wê û got: "Xwedêgravî zarok siberoja Tirkiyeyê ne. Lê belê derûniya zarokên li hundir û hem jî yên li derve xera bûye." 

Hacîce Başkalane li Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê girtî ye. Hevjînê wê jî girtî ye. Dayika wê nexweşîna giran a tumorê ye. Hacîce Başkalane neçar e ku kurê xwe yê 3 salî di şertên hepsê de mezin bike. Başkalane e bi rêya parêzerê xwe namekeyek şand û bal kişand ser têkildarî rewşa xwe ya bi kurê xwe re di hepsê de. 
 
Başkalane ragihand ku şertên girtîgehê bandorek neyînî li ser kurê wê dike û got: "Pirsgirêkên Siyabend hene. Ez nikarim wî baş li vir xwedî bikim. Goşt di pozê wî de heye û alerjiya wî li hember mû heye. Li hepsê hewa sitendin têr nake. Ji ber bataniye bi mû ne bi zorê nefes distîne. Bijîşkê revîrê got 'Divê Siyabend sewqî nexweşxaneyê bê kirin' lê hêj sewq nekirine. Hestiyên wî têr nayên xwedîkirin. Xwarina em dixwazin nayê. Ji sê rojan carek hêk didin. Di hefteyekê de pakêtek biskuvî û paketek potê zarokan didin. Ji ber şîr xerabûyî tê em nikarin şîr jî bidinê." 
 
‘ZAROKÊN DIÇIN KREŞÊ ALA TIRK DIDIN DESTÊ WAN' 
 
Başkalane sewqkirina 15 jinan di 8'ê mijdarê de ya ji Girtîgeha Bakirkoyê şandin Girtîgeha Bunyanê bibîr xist û wiha domand: "Sirgûnkirina hevalên me bandorek neyînî li ser Siyabend dike. Hevalên sirgûn kirin ji nêz ve bi Siyabend re eleqedar dibûn. Siyabend her tim li wan dipirse. Dema gardiyan tên nabêjin zarok li vir hene tevdigerin, qîr dikin û bang dikin. Jinan ji cilên kevn bûkokek çêkiribûn. Gardiyan bûkoka wî jê sitend. Li hepsê kreş heye, lê saetên diyar dikare biçe. Girtiyên adlî li zarokên wir dinêrin. Ala Tirk didin destên zarokên diçin kreşê. Peywîrdar bi zarokên girtiyên edlî re eleqedar dibin. Kes bi Siyabend re eleqedar nabe. Ji ber vê yekê naxwazim wî bişînim kreşê. Siyabend pir kesek meraqa wî heye û her  tim dipirse. Bi gardiyanan re diaxive. Carna ji wan re dibêje 'êvarbaş.' Lê bersiva wî nadinê. Dema midûr diqîre, Siyabend dibêje 'bihewe' û wî hişyar dike." 
 
‘XWEDÊGRAVÎ ZAROKÊN ME SIBEROJA TIRKIYEYÊ NE...' 
 
Başkalane anî ziman ku dema ew diçe danişînê kurê xwe li hepsê dihêle û diçe û got: "Ez naxwazim Siyabend maşîneya rîngê bibîne. Dema ez diçim ew jî qey dibêje min dev ji wî berdaye. Ketiye bin tesîra derûniyek wiha. Ez beriya her tiştî dayikek im. Xwedîgravê zarok siberoja Tirkiyeyê ne. Lê belê derûniya zarokên li hundir û hem jî yên li derve xera bûye." 
 
'RÊZIK LI GORÎ GARDIYANAN DIGUHERE' 
 
Başkalane bal kişand ser pirsgirêkên giştî yên girtîgehê jî û got: "Muamelay kêfî li vir pirr e. Her gardiyanek li gorî kêfa xwe tevdigere û rêzikan pêk tîne. Ez û hevjînê xwe nameyan ji hev re dişînin. Lê nameyan gelek dereng didin. Nameya ewil piştî 3 meha gihîşt destê min. Dema sewqa nexweşxaneyê derdixin piştî 6 mehan me dibin. Dema me dibin nexweşxaneyê jî bi kelepçeyê dibin. Bi kelepçekirî me derman dikin. Xwarinên li hepsê nayên xwarin. Li qawîşê semawerek heye lê meheke xera bûye. Em semawerek nû dixwazin lê nadin me. Radyoyên me ji kîsî xwe kirîbûn dest danîn ser. Dema lêgerînên pêk tînin dest datînin ser pirtûk, lênûskên me. Ji ber nasnameya me ya kurdbûnê cezakirinê didin me. Em li benda nêzîkatiyek bi adil û wîjdanî ne." 
 
MA / Melike Ceyhan 

Sernavên din

17/11/2018
09:26 'Ji bo dawî li şidetê bê divê feraseta heyî biguhere'
09:25 Dadgehê guh da qeyûm û doza karkeran qebûl nekir
09:22 Ji ber Girtîgeha Tarsûsê rexne kir, der barê wî de lêpirsîn hat destpêkirin
09:03 Li girtîgehê bûkokên potik jî qedexe ye
09:02 Dilşat Kaya: Em li dijî şidetê di kolanan de dibin bersiv
09:01 Nivîskarên kurd: Xebatên ziman divê veguhere yekîtiya neteweyî
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2018'AN
16/11/2018
21:12 Li Colemêrgê careke din jî 30 herêm hatin qedexekirin
17:37 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan hat berdan
16:46 Di çalakiya Elçî de sûcên li Sûrê hat pirsîn
16:26 Oluç ji bo Soylu got: Tu pisporê karê organîze û terorîzekirinê yî
15:30 KCD: Biryara Walatiya Amedê dij demokratîke
14:57 Karkerên wesayîtan muayene dikin dest bi grevê dikin
14:33 Çawişê pispor jinek kuşt
14:03 HDP’iyan dorpêç şermezar kir: Em serî natewînin
14:02 Turkdogan: Dev ji revandin, sîxûrî û îfade girtina bi zext berdin
13:54 Du serokên şaredariyan ji kar hatin dûrxistin
13:28 Li Amed 74 kes hatin binçavkirin û 38 kes hatin girtin
13:17 Karabat ê CHP'î: Lêçûna Wezîrê Karên Derve ji sedî 40 zêde bûye
13:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê ji Soylu re gotin: Em natirsin û em ê bêdeng nebin
13:00 HDP’ê li Rihayê dest bi xebatên hilbijartinê kir
12:20 Li Edeneyê dê ji bo Guven bikevin greva birçîbûnê
12:10 Walîtiya Amedê çalakiyên ji bo Leyla Guven qedexe kir
12:06 Cerdevanê gule li avahiya HDP’ê reşan: Derûniya min xerab bû
12:04 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:21 ‘Li dijî tiryakên hişbirê divê koordinasyonek xurt bê avakirin'
11:20 Lêdana di girtîgehê de ji Wezareta Dadê hat pirsîn
11:19 Şahidî û êşa bavê xwe ya Komkujiya Dersimê kir pirtûk
10:43 Li Rihayê muxtarek hat binçavkirin
10:28 Gelek akademisyen hatin binçavkirin
10:24 Qeyûmê hemû malê şaredariya Wanê firot û şaredari kir qereqol
10:18 ‘Daxwazên Leyla Guven daxwazên gelekê ne’
09:29 Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin a Amedê: Lêkolîn û raporên Sayiştayê kêm in
09:28 Kî hat soz da, lê çênekir: Niha hindik maye birûxe
09:27 ‘Greva birçîbûnê ya Guvenê li hemberî tecrîda li Îmraliyê qêrînek e'
09:23 Jinên îzmîrî: Divê em li hemberî şidetê bêdeng nebin
09:22 Emniyetê mukirhatina Koç ê DAIŞ'î esas negirt
09:22 ‘Divê em ji bo azadiya jinê û temsîliyeta wekheviyê her roj têbikoşin'
09:18 Jinan îtirazî sererastkirina nafaqayê kir: Wê jinê bi tenê bihêle
09:18 Berî Karatay jiyana xwe ji dest bide 4 caran cezayê hucreyê lê birîne
09:17 Gulum: Wê piştevanî û têkoşîn jinan rizgar bike
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2018'AN
15/11/2018
16:45 Diwana Edaletê ya Ewropayê: argumanên qedexeya PKK'ê kêm dît
16:38 Dersimiyan Seyît Riza bibîr anîn: Divê dewlet jenosîdê nas bike
16:27 Ozturk: Girtiyên nexweş ên Patnosê nayên dermankirin
16:17 ‘Zîndan zanîngeha wêje û helbesta kurdî ye’
15:39 'Em bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin'
15:36 Endamê Meclîsa HDP’ê Memîş hat berdan
15:18 'Îdîaya di serlêdana ÎŞKUR'ê de şertê endamtiya AKP'ê dispêrin welatiyan'
15:15 Di Doza HDP'ê ya Gungorenê de ji bo 9 kesan ceza hat xwestin
14:49 Polîsan bi ser Navenda Giştî ya Partiya Şoreşger de girt
14:28 567 avahiyên Şaredariya Sêrtê di qeydan de tune
14:26 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan cara 764'emîn serlêdan kirin
14:12 Kesê êrîşî avahiya HDP’ê kir birayê rêveberê AKP’î derket
13:37 Temellî: 94 salên Kebîre Dogan tev berxwedan e
13:20 Kemalbay a HDP'î: Çima girtiyê nexweş ê giran Aktaş emeliyat nabe?
12:31 Balafirên TSK'ê Amediyê bombe kir: 3 welatiyan can dan
12:16 Wezîrê Dadê Gul 2 meh şûnde bersîv da Ocalan û pirsname red kir
12:09 KCD: Berxwedana şopdarên Seyîd Riza didome
12:08 Îdîaya di xwarina girtîgehê de cilêt derket
11:36 ‘Guven bi greva bîrçîbûnê îdîaya xwe ya aştiya civakî danî holê’
11:26 Endamê SGP'ê Sultan: Divê rêveberiya Idlibê dewrî gelan bikin
11:22 Şahida 81 salan: Wesiyeta min ew e bila dewlet bi komkujiyê re hevrû bibe
10:33 Di îdîamê de hemû kiryarên DAIŞ’ê yek bi yek hatin vegotin
Bek: Gelo çima cînayetan weke kiryarên DAIŞ’ê nagirin dest
10:31 Weşanger di zorê de ne: Heta kengî zem?
09:53 ‘Em xwedî li çalakiya Guven derkevin û tecrîdê bişkînin’
09:29 Dadgehê 11 sal ceza li zilamê zarokek îstismar kir birî
09:25 Li Girtîgeha Xarpêtê şewitandina înfazê
09:24 Dadgehê ji bo Aydin got 'dibe ku pêk bîne' û biryara girtina wî da
09:23 Jina nexweş 2 meh in li navenda paşveşandinê tê ragirtin
09:23 Di dosyeya texsîvan Zafer Ceyhan de gavek jî nehatiye avêtin
09:20 Mîhrîcana Şanoyê ya Mêrsînê dest pê dike
09:19 Rojbîn Perişan: Strana Axê li dijî şikandina hiş berxwedanek biçûk e
09:18 Seferî Yilmaz: Qeyûman şaredarî di bin deynan de hiştin
09:17 ‘Leyla Guven bi awayek herî baş mîsyona xwe tîne cih’
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2018'AN
14/11/2018
16:24 Dag: Êrîşa li dijî HDP'ê êrîşa li dijî xweh û biratiyê ye
16:01 Pirtûka 'Kurdên Xoresanê' ya Selîm Temo derket
15:32 Piştî teqîna li Şemzînanê ÎHA û dron li Colemêrgê hatin qedexekirin
15:21 Meclîsa ÎSÎG'ê: Di 100 rojan de 576 karker mirin
15:13 Dayîkên Aştiyê piştgirî dan çalakiya Leyal Guven
15:02 HDP ji Erdogan pirsî: Gora Seyîd Riza li ku ye?
14:59 Di doza Musa Anter de dê rewşa ‘Yeşil' a şahid e ya na bê lêkolînkirin
14:53 Doza ‘fîkandina kurdî’ hat taloqkirin
14:36 Bîjişkan: Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn
14:21 Danişîna doza Demîrtaş hat dîtin
13:58 Belgefîlma Nûjîn 2 xelat girtin
13:53 Şahidên cînayeta Musa Anter axivîn: Yeşîl dijî û Orhan Mîroglu jî israr kir
13:53 TJA piştgirî da Leyla Guven: Tecrît sûcê mirovahiyê ye
13:27 Ocalan: Li Girtîgeha Tipa T - 2 a Hîlwanê binpêkirina mafan zêde ye
13:04 Guler Tunç: DMME jî bû şahide hovîtiya hat jiyîn
12:34 Temellî: Em dê qeyûman bavêjin sergoyê dîrokê
12:09 Li Amedê serdegirtina malan: Binçavkirin hene
12:07 ‘DMME di doza Cizirê de bawerî neda'
11:49 HDP dê Seyît Riza û hevalên wî bibîr bîne
11:44 Nîzamettîn Toguç: Rengê dewletê ji sor veguherî kesk
11:19 Li Edeneyê zilamekê hevjîna xwe kêr kir
11:12 'Merasîma cenazeyê dayikek 94 salî astengkirin zilme'
09:52 Dozger îdîanameya rojnameger Kîbriye Evren amade kir
09:23 1.1 milyar euro pereyê ku YE'ê da Tirkiye winda ye