Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin a Amedê: Lêkolîn û raporên Sayiştayê kêm in

  • rojane
  • 09:29 16 Mijdar 2018
  • |
img

AMED – Alîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin a Amedê yê berê Huseyîn Bayrak, bal kişand ser raporên Dîwana Muhasebatê yên der barê qeyûm de. Bayrak diyar kir ku ji bo projeya biray a di dema rêveberiya DBP'î de di sala 2017'an de 26 milyon lîre pere hatiye dewrkirin û tevî vî pereyî bi giştî 36 milyon lîre kêmasî heye. 

Alîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin a Amedê yê berê Huseyîn Bayrak, raporên Dîwana Muhasebatê (Sayiştay) ên der barê şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin nirxandin û destnîşan kir ku di evan raporan de agahiyên kêm hene. 
 
Bayrak, anî ziman ku Dîwana Muhasebetê raaporên xwe yên der barê rêveberiyên herêmî de di 3 mehên ewil ên sala din de aşkere dike, lê belê piştî qeyûm hatin tayînkirin rapor hatine taloqkirin. Bayrak, got ev yek tê wateya ku hin tişt ji raya giştî tên veşartin. Bayrak bi bîr xist piştî rapor hatin daxuyandin Alîgirê Serokê Ji Karên Venêrînê Berpirsiyar ê Dîwana Muhasebetaê Fîkret Çoker ji kar hatiye girtin û got: "A rast fikra wan ew bû ev rapor piştî hilbijartina herêmî ya 2019'an bên aşkerekirin. Lê ji ber beriya wê hatin aşkerekirin wan ji kar dûrxistin." 
 
ŞAREDARIYÊN DBP'Î BÊTIR HATIN LÊKOLÎNKIRIN 
 
Bayrak, raporên sala 2016 û sala 2017'an ên Şaredariya Mezin a Amedê dan ber hev û destnîşan kir ku bi vê yekê jî aşkere ye raporên şaredariyên DBP'î bêtir û berfirehtir hatine lêkolînkirin. Bayrak, diyar kir ku ji ber DBP muxalif e bi berfirehî hatiye kirin û got: "Hem ji ber lêkolînkirinên partiya siyasî hem jî ji ber ên dewletê mirov mecbûr e kar li gorî esas û usûlê rast bike. Di şaredariyên DBP'î de ev yek wisa ye. Ji bilî hin îstisnayên taybet tu xeletî û şaşî di wan de tune ye." 
 
Bayrak, destnîşan kir ku lêkolînên di 2017'an de hatine kirin ne berfireh in û got: "Îhaleyên di 2017'an de hatin kirin gelek jê li gorî madeya 21-b'yê ya Qanûna Îhaleyê ya Cemaweriyê hatin kirin. Loma divê Dîwana Muhasebatê evan dosyeyan hemûyan lêkolîn bike. Divê encama raporan lê bê zêdekirin. Lê belê der barê madeya 2-b'yê de tu lêkolîn tune ne. Tu dibê qey destek lêkolîneke hûrgulî kiriye û rê li ber vê girtiye." 
 
‘KARMENDÊN QEYÛM ŞÛNA MECLÎSAN GIRTIN' 
 
Bayrak, der barê lêkolînên raporên ji bo lêçûnan jî got: "Divê xebat bê hesabkirin. Di dawiya evan hesaban de tabloya lêçûnan a texmînî tê amadekirin. Deramet tên diyarkirin û paşê danberhevî tê kirin. Ger valahiyek hebe, divê hûn deynan bikin. Me di mehên dawî yên sala 2016'an de hesabên xwe hemû kiribûn. Me ji bo sala 2017'an hevsengiyeke 700 milynî ya deramet-lêçûnan çêkiribû. Meclîsa şaredariyê hat fesixkirin, karmendên şaredariyê şûna wê girtin. Di wir de lêçûnên me kêm kiribûn, bûye 845 milyon." 
 
‘DI BUDÇEYA QEYÛM DE 36 MILYON LÎRE KÊMASÎ HEYE' 
 
Bayrak, destnîşan kir ku di navbera deramet-lêçûna 2016 û 2017'an de 36 milyon lîre pere heye û got: "Me 26 milyon lîre pere ji sala 2016 dewrî sala 2017'an kir. Lê di sala 2017'an de 36 milyon lîre kêmasî di budçeya qeyûm de rû daye. Jixwe 26 milyon lîre me hiştibû û bi ser de tevî vê pereyê me hiştibû 10 milyon lîreyê din jî hatiye deynkirin." 
 
‘ÊN QEYÛM DIKIN MAKYAJ IN' 
 
Bayrak, bi bîr xist 26 milyon lîreyê di sala 2016'an de hatibû dewrkirin ji bo pergala biray a li bajêr bû û got: "Projeyên me amade bûn. Ew 26 milyon lîre ji bo projeyên me bûn. Lê ev proje di sala 2017'an d ejî nehat çêkirin. Der barê pergala biray de tu fealiyet tune ne. Li grî vê diviya sala 2017'an sala fealiyetan bûna. Tiştên qeyûm dike tenê makyaj in, ne dîmeneke mayînde ye. Bi pereyekî pir zêde kulîlk tên çandin. Ev dîmen tenê ji bo hefteyekê ne, lê ji bo vê pereyê gel tê xerckirin û piştî hefteyekê tiştên çandine davêje çopê. Her wiha çêkirina rêyên nû jî projeya me bû. Tiştên tên kirin hemû projeyên me bûn, ne projeyên nû ne." 
 
MA / Ozgur Paksoy 

Sernavên din

17/11/2018
09:26 'Ji bo dawî li şidetê bê divê feraseta heyî biguhere'
09:25 Dadgehê guh da qeyûm û doza karkeran qebûl nekir
09:22 Ji ber Girtîgeha Tarsûsê rexne kir, der barê wî de lêpirsîn hat destpêkirin
09:03 Li girtîgehê bûkokên potik jî qedexe ye
09:02 Dilşat Kaya: Em li dijî şidetê di kolanan de dibin bersiv
09:01 Nivîskarên kurd: Xebatên ziman divê veguhere yekîtiya neteweyî
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2018'AN
16/11/2018
21:12 Li Colemêrgê careke din jî 30 herêm hatin qedexekirin
17:37 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan hat berdan
16:46 Di çalakiya Elçî de sûcên li Sûrê hat pirsîn
16:26 Oluç ji bo Soylu got: Tu pisporê karê organîze û terorîzekirinê yî
15:30 KCD: Biryara Walatiya Amedê dij demokratîke
14:57 Karkerên wesayîtan muayene dikin dest bi grevê dikin
14:33 Çawişê pispor jinek kuşt
14:03 HDP’iyan dorpêç şermezar kir: Em serî natewînin
14:02 Turkdogan: Dev ji revandin, sîxûrî û îfade girtina bi zext berdin
13:54 Du serokên şaredariyan ji kar hatin dûrxistin
13:28 Li Amed 74 kes hatin binçavkirin û 38 kes hatin girtin
13:17 Karabat ê CHP'î: Lêçûna Wezîrê Karên Derve ji sedî 40 zêde bûye
13:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê ji Soylu re gotin: Em natirsin û em ê bêdeng nebin
13:00 HDP’ê li Rihayê dest bi xebatên hilbijartinê kir
12:20 Li Edeneyê dê ji bo Guven bikevin greva birçîbûnê
12:10 Walîtiya Amedê çalakiyên ji bo Leyla Guven qedexe kir
12:06 Cerdevanê gule li avahiya HDP’ê reşan: Derûniya min xerab bû
12:04 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:21 ‘Li dijî tiryakên hişbirê divê koordinasyonek xurt bê avakirin'
11:20 Lêdana di girtîgehê de ji Wezareta Dadê hat pirsîn
11:19 Şahidî û êşa bavê xwe ya Komkujiya Dersimê kir pirtûk
10:43 Li Rihayê muxtarek hat binçavkirin
10:28 Gelek akademisyen hatin binçavkirin
10:24 Qeyûmê hemû malê şaredariya Wanê firot û şaredari kir qereqol
10:18 ‘Daxwazên Leyla Guven daxwazên gelekê ne’
09:29 Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin a Amedê: Lêkolîn û raporên Sayiştayê kêm in
09:28 Kî hat soz da, lê çênekir: Niha hindik maye birûxe
09:27 ‘Greva birçîbûnê ya Guvenê li hemberî tecrîda li Îmraliyê qêrînek e'
09:23 Jinên îzmîrî: Divê em li hemberî şidetê bêdeng nebin
09:22 Emniyetê mukirhatina Koç ê DAIŞ'î esas negirt
09:22 ‘Divê em ji bo azadiya jinê û temsîliyeta wekheviyê her roj têbikoşin'
09:18 Jinan îtirazî sererastkirina nafaqayê kir: Wê jinê bi tenê bihêle
09:18 Berî Karatay jiyana xwe ji dest bide 4 caran cezayê hucreyê lê birîne
09:17 Gulum: Wê piştevanî û têkoşîn jinan rizgar bike
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2018'AN
15/11/2018
16:45 Diwana Edaletê ya Ewropayê: argumanên qedexeya PKK'ê kêm dît
16:38 Dersimiyan Seyît Riza bibîr anîn: Divê dewlet jenosîdê nas bike
16:27 Ozturk: Girtiyên nexweş ên Patnosê nayên dermankirin
16:17 ‘Zîndan zanîngeha wêje û helbesta kurdî ye’
15:39 'Em bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin'
15:36 Endamê Meclîsa HDP’ê Memîş hat berdan
15:18 'Îdîaya di serlêdana ÎŞKUR'ê de şertê endamtiya AKP'ê dispêrin welatiyan'
15:15 Di Doza HDP'ê ya Gungorenê de ji bo 9 kesan ceza hat xwestin
14:49 Polîsan bi ser Navenda Giştî ya Partiya Şoreşger de girt
14:28 567 avahiyên Şaredariya Sêrtê di qeydan de tune
14:26 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan cara 764'emîn serlêdan kirin
14:12 Kesê êrîşî avahiya HDP’ê kir birayê rêveberê AKP’î derket
13:37 Temellî: 94 salên Kebîre Dogan tev berxwedan e
13:20 Kemalbay a HDP'î: Çima girtiyê nexweş ê giran Aktaş emeliyat nabe?
12:31 Balafirên TSK'ê Amediyê bombe kir: 3 welatiyan can dan
12:16 Wezîrê Dadê Gul 2 meh şûnde bersîv da Ocalan û pirsname red kir
12:09 KCD: Berxwedana şopdarên Seyîd Riza didome
12:08 Îdîaya di xwarina girtîgehê de cilêt derket
11:36 ‘Guven bi greva bîrçîbûnê îdîaya xwe ya aştiya civakî danî holê’
11:26 Endamê SGP'ê Sultan: Divê rêveberiya Idlibê dewrî gelan bikin
11:22 Şahida 81 salan: Wesiyeta min ew e bila dewlet bi komkujiyê re hevrû bibe
10:33 Di îdîamê de hemû kiryarên DAIŞ’ê yek bi yek hatin vegotin
Bek: Gelo çima cînayetan weke kiryarên DAIŞ’ê nagirin dest
10:31 Weşanger di zorê de ne: Heta kengî zem?
09:53 ‘Em xwedî li çalakiya Guven derkevin û tecrîdê bişkînin’
09:29 Dadgehê 11 sal ceza li zilamê zarokek îstismar kir birî
09:25 Li Girtîgeha Xarpêtê şewitandina înfazê
09:24 Dadgehê ji bo Aydin got 'dibe ku pêk bîne' û biryara girtina wî da
09:23 Jina nexweş 2 meh in li navenda paşveşandinê tê ragirtin
09:23 Di dosyeya texsîvan Zafer Ceyhan de gavek jî nehatiye avêtin
09:20 Mîhrîcana Şanoyê ya Mêrsînê dest pê dike
09:19 Rojbîn Perişan: Strana Axê li dijî şikandina hiş berxwedanek biçûk e
09:18 Seferî Yilmaz: Qeyûman şaredarî di bin deynan de hiştin
09:17 ‘Leyla Guven bi awayek herî baş mîsyona xwe tîne cih’
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2018'AN
14/11/2018
16:24 Dag: Êrîşa li dijî HDP'ê êrîşa li dijî xweh û biratiyê ye
16:01 Pirtûka 'Kurdên Xoresanê' ya Selîm Temo derket
15:32 Piştî teqîna li Şemzînanê ÎHA û dron li Colemêrgê hatin qedexekirin
15:21 Meclîsa ÎSÎG'ê: Di 100 rojan de 576 karker mirin
15:13 Dayîkên Aştiyê piştgirî dan çalakiya Leyal Guven
15:02 HDP ji Erdogan pirsî: Gora Seyîd Riza li ku ye?
14:59 Di doza Musa Anter de dê rewşa ‘Yeşil' a şahid e ya na bê lêkolînkirin
14:53 Doza ‘fîkandina kurdî’ hat taloqkirin
14:36 Bîjişkan: Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn
14:21 Danişîna doza Demîrtaş hat dîtin
13:58 Belgefîlma Nûjîn 2 xelat girtin
13:53 Şahidên cînayeta Musa Anter axivîn: Yeşîl dijî û Orhan Mîroglu jî israr kir
13:53 TJA piştgirî da Leyla Guven: Tecrît sûcê mirovahiyê ye
13:27 Ocalan: Li Girtîgeha Tipa T - 2 a Hîlwanê binpêkirina mafan zêde ye
13:04 Guler Tunç: DMME jî bû şahide hovîtiya hat jiyîn
12:34 Temellî: Em dê qeyûman bavêjin sergoyê dîrokê
12:09 Li Amedê serdegirtina malan: Binçavkirin hene
12:07 ‘DMME di doza Cizirê de bawerî neda'
11:49 HDP dê Seyît Riza û hevalên wî bibîr bîne
11:44 Nîzamettîn Toguç: Rengê dewletê ji sor veguherî kesk
11:19 Li Edeneyê zilamekê hevjîna xwe kêr kir
11:12 'Merasîma cenazeyê dayikek 94 salî astengkirin zilme'
09:52 Dozger îdîanameya rojnameger Kîbriye Evren amade kir
09:23 1.1 milyar euro pereyê ku YE'ê da Tirkiye winda ye