Çîroka sînorê çêker ê di navbera du gelan de

img

QERS - Gundê Pekran ê Dîgora Qersê ku 50 kîlometre dûr sînorê Ermenîstanê ye, di wesfa çîroka sînorê çêker ê di navbera herdu gelan de ye. Kurdên piştî ermenî hatin koçberkirin li gund bi cih bûn dibêjin "Hîn jî em di bin banê dijîn" û li bendê wê rojê ne ku sînor bê vekirin. 

Gundê Pekran ê Dîgora Qersê, li ser sînorê Tirkiye-Ermenîstanê ye. Di navbera Pekran û Ermenîstanê de Çemê Arpaçay heye. Wexta di dema tehcîrê de ermenî tên koçberkirin, kurd li vî gundî bi cih dibin. Wexta kurd bi cih dibin tu tiştî naguherînin û li malên ku ermeniyan çêkirine dijîn. Li vî gundî 6 dêrên ermeniyan hene. 
 
Gund li newaleke ku li qeraxa Çemê Arpaçayê ye û 40 mal lê hene. Li vî gundî depoyên hewaya sar jî ji dema ermeniyan mane. Tevî dîroka xwe ev gund bi axa xwe ya berdar jî tê zanîn. Gundî dibêjin tiştên ew diçinîn, berdariya wan zêde ye. Li qeraxa Arpaçayê tevî darên sêv û gûzan, gelek darên fêkiyan hene û her sal gelek turîst tên gund. 
 
Her wiha dêra 50 metre dûrî gund e û li nav sînorê Ermenîstanê ye jî hindik maye birûxe. Gundî dibêjin, leşkerên qereqola gundê wan dema terhîs dibin guleyan bera dêrê didin. Gundî tînin ziman ku demeke berê qereqol ji gund hatiye rakirin, lê belê dêreke li gund jî hatiye xerakirin û bi kevirên qê qereqol hatiye çêkirin.
 
Şêniyê gund Fevzî Şahîn, diyar dike ku sed sal in ew li vî gundî ne û dibêje: "100 sal in em li vî gundî ne. Ev der gundê ermeniyan bû. Wexta em hatin vir me tu xanî çênekirin. Ev mal hemû ên ermeniyan e. Tenê di navbera me de av heye. Heta niha tu pirsgirêk di navbera me de rû nedane û em xweş li hev dikin." 
 
'DI NAVBERA ME DE TENÊ SÎNORÊN ÇÊKIRÎ HENE' 
 
Kazim Çoban ku gundî jê re dibêjin "Kazoyê Êzidî", diyar dike ku pirsgirêk di navbera gelan de tune ye, di navbera dewletan de heye û tenê di navbera wan de sînorên çêkirî heye. Çoban, tîne ziman ku heta niha di navbera wan û gelê ermenî de tu pirsgirêk rû nedane û dibêje: "Niha bang bikim wê dengê min biçe wir. Tenê di navbera me de 50 metre heye. Mêşên me yên hunguv diçin li kulîlkên wan, ê wan jî tên li kulîlkên me datînin. Em hinguvê kulîlkên wan, ew jî ên kulîlkên me dixwin. Carinan wexta ava çem datê, heywanên me derbasî aliyê wan dibin û ew heywanên me dîsa dişînin aliyê me. Danûstendina navbera me pir xweş e." 
 
'EM DI BIN BANÊ WAN DE DIJÎN' 
 
Çoban ku 46 sal in li gundê Pekranê dijî dibêje: "Dibe pirsgirêkên polîtîk ên dewleta hebin, lê pirsgirêkên me tune ne. Ji ber pirsgirêkên di navbera Tirkiye-Ermenîsatnê de sînorê li vir nayê vekirin. Li wir gelek hevalên me hene. Ew dixwazin serdana me bikin, lê sînor girtiye. Pirsgirêka Qerebaxê dikin pirsgirêka me. Çi îşê min û pirsgirêka Qerebaxê bi hev re heye? Di navbera me de tu pirsgirêk tune ne, lê dewlet bi zorê pirsgirêkan diafirîne. Em cîhaneke bêsînor dixwazin, lê tu dibê qey ev nepêkan e. Ezbeta me ji wir, a wan jî ji vir e. Mala min a ermeniyan e. Her diçim malê dibêjim 'Xwedê ji wan razî be, hîn jî em di malên wan de ne.' Em şêniyên li vir hîn jî di bin banê wan de dijîn." 
 
'DIVÊ SÎNOR BÊ VEKIRIN' 
 
Çoban, diyar dike ku ew dixwazin sînorê Tirkiye-Ermenîstanê vebe û dibêje: "Pirsgirêkên Tirkiyeyê gelek in, lê hîn jî bela xwe di sînorên welatan de dide. Bila Tirkiye pêşî pirsgirêka xwe çareser bike, paşê bi pirsgirêka Qerebaxê re eleqedar bibe. Pirsgirka kurd, a elewiyan, pirsgirêkên siyasî, pirsgirêka dîktayê, pirsgirêkên aborî... gelek pirsgirêkên me hene. Divê em pêşî pirsgirêkên xwe çareser bikin. Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e. Divê pêşî ev bê çareserkirin, paşê birînên din bên cebirandin." 
 
MA / Adnan Bilen

Sernavên din

10/11/2018
16:40 5 kes li Îzmîrê hatin binçav kirin
16:33 Xizmên windayan: Çiqas biêşe ku em hîna jî li hestiyên xwe digerin
16:32 Lêpirsîna greva birçîbûnê ji bo Guven hat destpêkirin
16:12 Oluç: Yên îdia dikin bila di eynikê de li xwe binêrin
15:50 Jinan pirtûka 'Di Siyaseta Kurde Rengê Mor ê Jinan' îmze kirin
15:29 Xwestin girtiyê astengdar Erbîlek demildest bê berdan
15:24 Dayikên Şemiyê ligel qedexeyan jî aqûbeta Yazici pirsîn
15:14 ‘Bila girtiyê nexweş Yilmaz Suncak bê berdan’
14:39 Namzeta HDP’ê Kaya hat binçavkirin
14:24 Platforma Zimanê Kurdî ‘komên xebatê’ ava kirin
Platform: Bila zimanê me bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
14:14 37’emîn Fuara Pirtûkan a Navneteweyî hat vekirin
13:52 Girtiyan biryara DYA'yê ya derbarê PKK'iyan de girt şermezar kirin
13:36 Ji girtiya nexweş Tokmak parçe girtin
13:25 Serlêdana wasiyê Ocalan hat redkirin
13:07 Tosun a HDP’î bi jinên Îzmîrê re hatin gelhev
12:34 Polîsên çûn mala rojnameger Nazlim gef li malbatê xwarin
12:16 Li Şemzînanê 7 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
11:58 Karkerekê temen biçûk, dibin hezanê de ma
11:26 Piştriya ji bo Leyla Guven berdewam dike
11:13 Li şûna polîsên hatin teşhîskirin, doz li gundiyên hatin îşkencekirin vekirin
10:32 Şerê namzetan ê dinavbera qeyûm û AKP’iyan de!
09:42 'Divê DMME li dijî qedexeyan helwesta xwe nîşan bide’
09:29 81 sal derbas bûn: Êdî daxwaza tiştekî ji vê dewletê nakin
09:29 Hevşaredar Baran pêkanînên li girtîgehê yeko yeko gotin
09:28 Bi dirûşmeya 'Serê malê kilamek' çanda dengbêjiyê didomînin
09:27 Wê malbata zarokê ku gardiyan hewl da wî bifetisîne, gardiyan gilî bike
09:26 Parêzer e, lê nikare serdana muwekîlên xwe bike!
09:25 Qeyûm navê Orhan Dogan jê bir, peykerê Xanî rakir
09:24 Wê di 25'ê Mijdarê de jin alaya azadiyê ya 'Xwişkên Mirabel' bilind bikin
09:23 Odeya Bijîşkan a Îzmîrê: Maddeya 5'an destpêka şideteke nû ye
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2018'AN
08:25 Qedexeya derketina derve ya Licê hat rakirin
09/11/2018
21:23 Li binkeya leşkerî teqîn: 25 leşker birîndar bûn, 7 jê winda ne
20:04 Sîsê Bîngol dîsa birin girtîgehê
16:37 Walîtiya Amedê ‘platforma’ Tahîr Elçî hişyar kir
15:48 Jinên Wanî piştgirî dan Leyla Guven
15:39 Odeya Avahîsazan: Bila xwediyên avahiyên tescîlkirî yên Sûrê serî li darazê bidin
15:02 ÎHD’ê encamnameya xwe ya Desteya Giştî eşkere kir
15:01 EKSK’ê ji Erdogan re faks şand: Komîsyona OHAL’ê betal bikin
14:37 Gezen: Rêya me dirêj e lê serkeftin a me ye
14:13 Daxwaza girtina polîsê Turan ê 16 salî kuşt hat redkirin
13:36 Destûr nedan Bêkes Tunç biçe DMME’yê
13:25 Kubîlay: Bi bernameya 100 rojî krîz kûrtir bû
13:13 AYM’ê serlêdana Çaglar Demîrel red kir
13:01 Li Licê qedexe û operasyon didome
12:56 Li Îzmîrê 9 kes hatin binçavkirin
12:51 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Guven ji bo rojên ronahî ev sekin nîşan da
12:37 Girtiyê nexweş Akay di hucreya yek kesî de tê ragirtin
12:05 Weşanxaneyên Kurd ji bo fuara Stenbolê amadene
12:04 Li Pilemûriyê û Pêrtegê 8 kes hatin binçavkirin
11:40 Ozbek: Em ê daxwaza berdana Sîsê Bîngol bikin
11:24 Wesiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:05 8 rojên Sîsê Bîngol li nexweşxanê teman bûn
11:04 Partiyên kurd û zimanzan di komxebata ziman de dicivin
10:43 Dermankirina girtiyê nexweş bi boneya ‘diravdanî tune ye’ nayê kirin
10:33 Di serdegirtina malê de akademîsyên Yîgîter hat binçavkirin
10:23 Qeyûmê ku pere xwar şaredariyê deyndar kir
10:22 Ji Bakirkoyê 15 jin sewqî Qeyseriyê kirin
10:13 Ji ber kincên li xwe kiribûn hat binçavkirin û derp kirin
09:56 Keskîn: Divê em bêtir derkevin kolanan
09:23 ‘Di sê salan de bikaranîna tiryakê pir zêde bûye'
09:21 Wêranşarê veguherandin kuna xiltan
09:20 Koçerên li Feraşînê vedigerin
09:19 Şahid got 'nas nakim' lê dadgehê dîsa jî 9 sal ceza li Baranê birî
09:18 Dadgehê biryara 'îstimlaqkirina lezgîn' a li Sûrê betal kir
09:17 'Bi fermana midûrê girtîgehê em tên îşkencekirin'
09:16 Partiyên siyasî yên li Mêrsînê ji bo hilbijartinê bal kişandin ser têkoşîna hevpar
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2018'AN
08/11/2018
17:54 Dadgehê daxwazên parêzeran ên ji bo Komkujiya Enqereyê qebûl kirin
17:04 Gardiyenê xwest zarokê girtî bifetîsîne li ser karê xwe ye
17:03 Mesutoglu dawî li rojiya xwe ya mirinê anî
16:10 Li dijî ‘Rejîma yek zilamî’ dê ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ pêk bên
15:57 Parêzer derketin pêşberî dadger: Divê kesên sûc kirin bên darizandin
14:50 Kovara muzîka kurdî Ziryabê dest bi weşanê kir
14:39 Dayikên Aştiyê piştgirî dan Leyla Guven
14:25 ‘Emê serî netewîn in’
14:24 Nobeda Edaletê di hefteya 78’emîn de dewam kir
14:01 Cenazeyê girtiyê nexweş Karatay hat veşartin
13:58 Doza Komkujiya Gara Enqerê didome: Malbat edaleta rast dixwazin
12:57 Bi hinceta ‘heqaret li Serokkomar kirin’ doz li hunermend Tunç vekirin
11:43 Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret hêjayî xelata 'Carl von Ossîetzky' hat dîtin
11:40 Temellî: Divê em bi hev re rêya nefes sitendinê bibînin
11:39 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan cara 762'yemîn serlêdan kirin
11:25 Asya Bîbî hat berdan
10:54 Doza bersûcên firarên Komkujiya 10'ê Cotmehê dest pê kir
10:45 Parêzer Kuzu: Di dozên siyasetmedarên Kurd de biryarên mînak bi cih nayînin
10:31 HDP bi rojeva hilbijartina herêmî dicive
10:15 Katircioglu: Dibin nelirêtiyan de mirovên Erdogan derdikevin
09:20 Rêya dûbleyî ji bo sûrên Sûrê talûke ye
09:19 'Bêhiqûqîtiya li Şemzînanê bi hevkariya Ergenekon-AKP'ê didome'
09:18 Emniyetê dosyeya cinayeta Bagdû bi derengî xistiye
09:15 Li bazara genim a herî mezin, esnaf ji betalî spiyan dikujin
09:14 Piştî qeyûm hat tayînkirin xaçerê çêkirin
09:14 Hem erzan e, hem jî bi tahm e: Kulîçeya Wanê
09:13 Çîroka sînorê çêker ê di navbera du gelan de
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2018'AN
07/11/2018
16:36 Başaran: Girtiyê nexweş Karatay li ber çavan mir
16:32 Girtî derneketin hevdîtina vekirî
16:05 Rêveberên DBP’ê ku ji ziyareta girtîgehê vedigeriyan qeza kirin
14:55 Koma HDP’ê xwest nelirêtiya qeyûman bê lêkolînkirin