HDK: Tirkiye bi hêza zîrveya Stenbolê ya 4 alî êrîşî Rojava dike

img
STENBOL – HDK'ê encamnameya Civîna Meclîsa Giştî bi raya gişti re parve kir. HDK'ê di encamnameyê de diyar kir ku Tirkiye bi hêza ji zîrveya çar alî girtiye êrîşî Rojava dike. HDK'ê bertek nîşanî erîşan da û got: "AKP angaşt dike ku bi armanca rizgarkirina sivîlan Idlib dagir kiriye û li aliye din bi hêza ji Zîrveyê girtiye êrişî Rojava dike." 
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), encamnameya Civîna Meclîsa Giştî ya 6'emin a Serdema 8’emîn ku duh pêk anî bi raya giştî re parve kir. HDK'ê di civînê de bal kişand ser zextên li ser HDP'ê û kesen muxalif û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. HDK li ser rewşa krîza aborî jî rawestiya û xwest di rêveberiya herêmî de hemû têkilî û polîtika li ser esasê têkbirin û paşvexistina îtîfaqa AKP-MHP'ê pêş bikeve. 
 
Encamnameya HDK'ê wiha ye: 
 
"* Meclîsa Giştî ya HDK'ê di 4'ê mijdarê salvegera darbeya siyasî de kom bû. AKP'ê pêvajoya hevdîtinan a rê li pêş aştiyê veke, bi dawi kir û bi tunehesibandina Mutabakata Dolmabahçe dîsa rê li pêş pêvajoya şer vekiriye. Piştî AKP’ê ev darbe dest pê kir, Hevserokên HDP'ê, wekil, hevşaredar û endamên meclîsê yên HDP'ê jî di navde bi hezaran endam û rêveberên HDP û DBP'ê hatin girtin. Dîl hatin girtin. Ev serdem bi tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ji bo serdema aştiyê pêvajoya diyalog û muzakereyan dabû destpêkirin, dest pê kir. Piştî tecrîdê hewldana 15'ê Tîrmehê pêş xistin û bi  darbeya 4'ê mijdarê berdewam kirin. Bi vê yekê polîtikayên tundî û şer xistin meriyetê û berdewam kirin. Her ku diçe zêde dibe û didome. HDK, dê li dijî van hemû polîtikayên tundiyê têkoşîna xwe bilind bike.
 
KRÎZ BANDORA XWE LI SER KARKER Û KEDKARAN DIKE
 
* Meclîsa me ya Giştî destnişan kir ku kapitalizm di nava krîza esasî de ye û di qada cîhanê de ne tenê îktîsadî ye, di heman demê de bîrdozî ye jî. Ji ber ku temenê wê kin dibe her ku diçe tundiyê zêde dike. Bandora krîza îktîsadi herî zêde li ser karker û kedkaran xwe dide der. Ji ber vê yekê pêdivî bi tarza rêxistinkirina jiyan û xebatek kolektif heye. Rêxistinbûn ji bo pêşerojê erkek lez û ferz li pêş me ye. Divê tora piştevaniyê bê rêxistinkirin. HDK, ji bo tora piştevanî û şêwirmendiyê xurt bike dê di nava hewldanan de be. 
 
DIVÊ DI TIFAQÊN HERÊMÎ DE DAXWAZA JINÊ LI PÊŞ BE
 
* Meclisa me ya Giştî hilbijartina rêveberiyên herêmî bi berfirehî girt dest. Berî her tiştî ev hilbijartin ne wekî hilbijartinên berê yên herêmî ye. Ji aliyê siyasetmedarên tifaqa AKP-MHP'ê jî aşkere tînin ziman. Ji ber vê yekê divê bi perspektifên firehtir û kurtir rewşa rêveberiyên herêmî bên destgirtin. Meclîsa me di esasî de li ser paşvexistina îtifaqa AKP-MHP'e radiweste. Di rêbaza diyarkirina namzetan de jî divê heta polîtîkayên îtîfaqê û hemû stratejiyên hilbijartinan li ber çavan bê girtin û li gori wê gavên nû bên avêtin. Di rêveberiyen herêmî de ne tenê hilbijartina hevşaredaran in. Di heman demê de hilbijartina endamên meclîsên şaredariyan, meclîsên bajaran û muxtarên tax û gundan e jî. Berî her tiştî dixwazin gelê herêmê ji siyaset û hilbijartinan dûr bixe. Dixwazin mafê gelê herêmê yê hilbijartinê ji destê wan bigire. Ger ku hemû şaredariyan desteser bike û qeyûm tayin bike jî dîsa dê gelê me mafê xwe yê hilbijartinê biparêze û şaredariyan bi destê qeyûman de bernade. Gelê herêmê dê heta dawî aştî, demokrasî û berxwedanê biparêze. Polîtîkaya me ya vê serdemê, tenê bi rê, rêbaz û modelên xizmeta bi sînor namîne. Ev rêbaz kêm e. Berî her tiştî dê cih bide daxwaz, herîn û polîtîkaya jinê jî. Daxwaz û namzetên jinan dê esas bê girtin.
 
DI 25'Ê MIJDARÊ DE DÊ LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN TUNDIYÊ TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN
 
* Îktîdara AKP'ê mafê heyî yê jinan tev ji destê wan girtiye. Dixwazin rê li pêş rêxistinbûna jinan bigirin. Ev polîtîkayên tirpankirina mafê jinê didome. Zêdeyî 60 aktivîstên TJA hatin binçavkirin û bi dehan hatin girtin. Ev li dijî têkoşîna wekhev û azadiyê ya jinan êrîşek e. Dîsa nefeqeya jinên ku hevjînên xwe berdan bi 5 salan bi sînor dike û dixwazin dîsa jinan muhtacî mêr bikin. Navenda  me ya Jinan dê di 25'ê mijdarê de li dijî tundiyê têbikoşe. Dê li dijî tundiyê têkoşînê bilind bike. 
 
BERXWEDANA KOBANÊ BÛ SEMBOL
 
* Meclisa me ya Giştî bal kişand ser 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û diyar kir ku Kobanê  bûye sembol û nirxên neteweyî ava kiriye. 
 
ROJAVA NE GEF E 
 
* Meclîsa me ya Giştî diyar kir ku Tirkiye bi hêza ji zîrveya çar alî girtiye êrîşî Rojava dike. HDK'ê bertek nîşanî erîşan da û got: "AKP angaşt dike ku bi armanca rizgarkirina sivîlan Idlib dagir kiriye û li aliye din bi hêza ji Zîrveyê girtiye êrişî Rojava dike." 

Sernavên din

10/11/2018
16:40 5 kes li Îzmîrê hatin binçav kirin
16:33 Xizmên windayan: Çiqas biêşe ku em hîna jî li hestiyên xwe digerin
16:32 Lêpirsîna greva birçîbûnê ji bo Guven hat destpêkirin
16:12 Oluç: Yên îdia dikin bila di eynikê de li xwe binêrin
15:50 Jinan pirtûka 'Di Siyaseta Kurde Rengê Mor ê Jinan' îmze kirin
15:29 Xwestin girtiyê astengdar Erbîlek demildest bê berdan
15:24 Dayikên Şemiyê ligel qedexeyan jî aqûbeta Yazici pirsîn
15:14 ‘Bila girtiyê nexweş Yilmaz Suncak bê berdan’
14:39 Namzeta HDP’ê Kaya hat binçavkirin
14:24 Platforma Zimanê Kurdî ‘komên xebatê’ ava kirin
Platform: Bila zimanê me bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
14:14 37’emîn Fuara Pirtûkan a Navneteweyî hat vekirin
13:52 Girtiyan biryara DYA'yê ya derbarê PKK'iyan de girt şermezar kirin
13:36 Ji girtiya nexweş Tokmak parçe girtin
13:25 Serlêdana wasiyê Ocalan hat redkirin
13:07 Tosun a HDP’î bi jinên Îzmîrê re hatin gelhev
12:34 Polîsên çûn mala rojnameger Nazlim gef li malbatê xwarin
12:16 Li Şemzînanê 7 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
11:58 Karkerekê temen biçûk, dibin hezanê de ma
11:26 Piştriya ji bo Leyla Guven berdewam dike
11:13 Li şûna polîsên hatin teşhîskirin, doz li gundiyên hatin îşkencekirin vekirin
10:32 Şerê namzetan ê dinavbera qeyûm û AKP’iyan de!
09:42 'Divê DMME li dijî qedexeyan helwesta xwe nîşan bide’
09:29 81 sal derbas bûn: Êdî daxwaza tiştekî ji vê dewletê nakin
09:29 Hevşaredar Baran pêkanînên li girtîgehê yeko yeko gotin
09:28 Bi dirûşmeya 'Serê malê kilamek' çanda dengbêjiyê didomînin
09:27 Wê malbata zarokê ku gardiyan hewl da wî bifetisîne, gardiyan gilî bike
09:26 Parêzer e, lê nikare serdana muwekîlên xwe bike!
09:25 Qeyûm navê Orhan Dogan jê bir, peykerê Xanî rakir
09:24 Wê di 25'ê Mijdarê de jin alaya azadiyê ya 'Xwişkên Mirabel' bilind bikin
09:23 Odeya Bijîşkan a Îzmîrê: Maddeya 5'an destpêka şideteke nû ye
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2018'AN
08:25 Qedexeya derketina derve ya Licê hat rakirin
09/11/2018
21:23 Li binkeya leşkerî teqîn: 25 leşker birîndar bûn, 7 jê winda ne
20:04 Sîsê Bîngol dîsa birin girtîgehê
16:37 Walîtiya Amedê ‘platforma’ Tahîr Elçî hişyar kir
15:48 Jinên Wanî piştgirî dan Leyla Guven
15:39 Odeya Avahîsazan: Bila xwediyên avahiyên tescîlkirî yên Sûrê serî li darazê bidin
15:02 ÎHD’ê encamnameya xwe ya Desteya Giştî eşkere kir
15:01 EKSK’ê ji Erdogan re faks şand: Komîsyona OHAL’ê betal bikin
14:37 Gezen: Rêya me dirêj e lê serkeftin a me ye
14:13 Daxwaza girtina polîsê Turan ê 16 salî kuşt hat redkirin
13:36 Destûr nedan Bêkes Tunç biçe DMME’yê
13:25 Kubîlay: Bi bernameya 100 rojî krîz kûrtir bû
13:13 AYM’ê serlêdana Çaglar Demîrel red kir
13:01 Li Licê qedexe û operasyon didome
12:56 Li Îzmîrê 9 kes hatin binçavkirin
12:51 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Guven ji bo rojên ronahî ev sekin nîşan da
12:37 Girtiyê nexweş Akay di hucreya yek kesî de tê ragirtin
12:05 Weşanxaneyên Kurd ji bo fuara Stenbolê amadene
12:04 Li Pilemûriyê û Pêrtegê 8 kes hatin binçavkirin
11:40 Ozbek: Em ê daxwaza berdana Sîsê Bîngol bikin
11:24 Wesiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:05 8 rojên Sîsê Bîngol li nexweşxanê teman bûn
11:04 Partiyên kurd û zimanzan di komxebata ziman de dicivin
10:43 Dermankirina girtiyê nexweş bi boneya ‘diravdanî tune ye’ nayê kirin
10:33 Di serdegirtina malê de akademîsyên Yîgîter hat binçavkirin
10:23 Qeyûmê ku pere xwar şaredariyê deyndar kir
10:22 Ji Bakirkoyê 15 jin sewqî Qeyseriyê kirin
10:13 Ji ber kincên li xwe kiribûn hat binçavkirin û derp kirin
09:56 Keskîn: Divê em bêtir derkevin kolanan
09:23 ‘Di sê salan de bikaranîna tiryakê pir zêde bûye'
09:21 Wêranşarê veguherandin kuna xiltan
09:20 Koçerên li Feraşînê vedigerin
09:19 Şahid got 'nas nakim' lê dadgehê dîsa jî 9 sal ceza li Baranê birî
09:18 Dadgehê biryara 'îstimlaqkirina lezgîn' a li Sûrê betal kir
09:17 'Bi fermana midûrê girtîgehê em tên îşkencekirin'
09:16 Partiyên siyasî yên li Mêrsînê ji bo hilbijartinê bal kişandin ser têkoşîna hevpar
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2018'AN
08/11/2018
17:54 Dadgehê daxwazên parêzeran ên ji bo Komkujiya Enqereyê qebûl kirin
17:04 Gardiyenê xwest zarokê girtî bifetîsîne li ser karê xwe ye
17:03 Mesutoglu dawî li rojiya xwe ya mirinê anî
16:10 Li dijî ‘Rejîma yek zilamî’ dê ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ pêk bên
15:57 Parêzer derketin pêşberî dadger: Divê kesên sûc kirin bên darizandin
14:50 Kovara muzîka kurdî Ziryabê dest bi weşanê kir
14:39 Dayikên Aştiyê piştgirî dan Leyla Guven
14:25 ‘Emê serî netewîn in’
14:24 Nobeda Edaletê di hefteya 78’emîn de dewam kir
14:01 Cenazeyê girtiyê nexweş Karatay hat veşartin
13:58 Doza Komkujiya Gara Enqerê didome: Malbat edaleta rast dixwazin
12:57 Bi hinceta ‘heqaret li Serokkomar kirin’ doz li hunermend Tunç vekirin
11:43 Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret hêjayî xelata 'Carl von Ossîetzky' hat dîtin
11:40 Temellî: Divê em bi hev re rêya nefes sitendinê bibînin
11:39 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan cara 762'yemîn serlêdan kirin
11:25 Asya Bîbî hat berdan
10:54 Doza bersûcên firarên Komkujiya 10'ê Cotmehê dest pê kir
10:45 Parêzer Kuzu: Di dozên siyasetmedarên Kurd de biryarên mînak bi cih nayînin
10:31 HDP bi rojeva hilbijartina herêmî dicive
10:15 Katircioglu: Dibin nelirêtiyan de mirovên Erdogan derdikevin
09:20 Rêya dûbleyî ji bo sûrên Sûrê talûke ye
09:19 'Bêhiqûqîtiya li Şemzînanê bi hevkariya Ergenekon-AKP'ê didome'
09:18 Emniyetê dosyeya cinayeta Bagdû bi derengî xistiye
09:15 Li bazara genim a herî mezin, esnaf ji betalî spiyan dikujin
09:14 Piştî qeyûm hat tayînkirin xaçerê çêkirin
09:14 Hem erzan e, hem jî bi tahm e: Kulîçeya Wanê
09:13 Çîroka sînorê çêker ê di navbera du gelan de
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2018'AN
07/11/2018
16:36 Başaran: Girtiyê nexweş Karatay li ber çavan mir
16:32 Girtî derneketin hevdîtina vekirî
16:05 Rêveberên DBP’ê ku ji ziyareta girtîgehê vedigeriyan qeza kirin
14:55 Koma HDP’ê xwest nelirêtiya qeyûman bê lêkolînkirin