Wekîlên HDP'ê yên girtî: Serkeftin dê bi berxwedanê pêkan be

  • rojane
  • 17:11 4 Mijdar 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterên HDP'ê yên berê yên girtî, derbarê salvegera 'Derbeya 4'ê Mijdarê de' ji girtîgan peyam şandin û diyar kirin ku Derbeya 4'ê Mijdarê nekarî gelê Kurd û siyaseta demokratîk têk bibe û gotin "Serketin dê bi berxwedanê pêk be."

 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê yên di çarçoveya "Darbeya 4'ê Mijdara 2016'an de" hatin girtin, di salvegera 2’yemîn operasyona di 4’ê Mijdara 2016’an de pêk hat de ji girtîgehên lê dimînin peyam şandin. 
 
'KRÎZA CIVAKÎ GIRANTIR KIRIN2
 
Parlamentera berê Bûrcû Çelîk Ozkan diyar kir ku polîtîkayên ku piştî sala 2014'an li dijî tevgera siyasî ya Kurd û gelê Kurd hatin meşandin, krîza aborî, siyasî, çandî û civakî ya li Tirkiyeyê girantir kir. Ozkan got, "Dema ku mirov bala xwe bidin ser dîroka nêz, wê were dîtin ku polîtîkayên niha weke çareseriyê tên ferzkirin, ji aliyê her kesî ve hatiye qebûlkirin ku rê li ber neçareseriyeke giran vekirine. Lewma armanca gelên Tirkiyeyê divê hevgirtin û jiyaneke hevpar be."
 
Bûrcû Çelîk Ozkan anî ziman ku divê pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin, dest ji polîtîkayên ku cih li vê yekê deng dike bê berdan û got, "Em baş in û xwedî moral in. Em ê bi hev re di serdemên azad de bijîn."
 
YUKSEKDAG: EM Ê BI BERXWEDANÊ BI SER BIKEVIN
 
Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag işaret bi têkoşîna du salên dawî ya HDP'ê ya li dijî zext, zordarî, zilm û neheqiyê kir û got, "Yên ku ji wan hebû ku bi zindanan wê me heps bikin, dîtin ku xwe xapandine. Lê belê ji ber ku nizanin dersê ji şaşitiyê xwe derxînin, em ê dîsa hînî wan bikin. Ev wezîfe ya we ye, ya me ye, ya me hemûyan e. Li dijî desthilatdariya ku welêt dirizîne, yekane alternatîf em in. Ti êrîş, girtin û dorpêçkirin wê nikaribe pêşî li meşa HDP'ê bigire." Yuksekdag bi vê bîr û baweriyê her kes silav kir û got, "Em bi berxwedanê bi ser ket, em ê dîsa bi ser bikevin."
 
KIŞANAK: DARBE LI DIJÎ MIROVÊN KU JI BO MIROVAHIYÊ TÊDIKOŞIYAN HATIYE KIRIN
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak diyar kir, 4'ê mijdarê mezintirîn operasyona qirkirina siyasî ya dîroka Tirkiyeyê bû û got, "Di serî de gelê Kurd, hewldana ji bo çavtirsandina mûxalefetê, siyaseta giştî û jinan bû."
 
Kişanak got, "Darbeyeke siyasî bû ku li dijî her kes û hêzên ji bo mirovbûnê têdikoşiyan. Ji xwe neqediya. Xwe li gotineke bi tenê jî ranegirtin. Lê belê demê ev yek bi zelalî nîşan da; ne kes li ber kesî digere, ne jî ji paşeroja xwe ya demokratîk, azadîparêz û aştiyane vedigere. Em li hundir; gelê me û hemû hêzên demokrasiyê li ber xwe diin û bi ser dikevin. Îradeya gel li nava çar dîwaran nikare bê girtin û pêşî lê nikare were girtin. Mîna çemekî bi xum xumî diherike."
 
BALÛKEN: DÎTIN KU NIKARIN ENCAMÊ BIGIRIN 
 
Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken işaret bi krîza siyasî, aborî, civakî û hiqûqî ya heyî kir û got, pêwendiya vê krîzê bi tengavkirina qada siyaseta demokratîk û darbeya 4'ê Mijdarê heye. Balûken, "Tevî vê yekê ne partiya me tasfiye bûye, ne jî îradeya gelê me kariye bê şikandin."
 
Balûken ragihand, di nava 2 salên bihurî de hem li hundir hem jî li derve, hêvî, bawerî û biryardariya partiya wan û gel mezin bûye û got, "Şert û merc çi dibin bila bibin, bi hêza ji meşrû û mafdariya xwe werdigirin, em ê xwedî li aştî, demokrasî û îradeya xwe ya azad derkevin. Em careke din sozê didin gelên xwe ku di vê oxirê de em ê têbikoşin."
 
DEMÎRTAŞ Û ZEYDAN: DEWLET HER DIRIZE
 
Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê berê yê HDP'ê Abdullah Zeydan jî diyar kirin ku yên bi girtina wan qaşo hewl dan pirsgirêkê çareser bikin, di nava du salan de li her cihî pirsgirêk giran kirin û gotin, "Lê em li ser xeta xwe ya demokrasî, azadî û aştiyê ne. Bi serbilindî em têkoşîna xwe didomînin. Darbeya siyasî ya 4'ê Mijdarê ya li dijî HDP'ê hate kirin bi ser neket, wê bi ser nekeve. Li gel zext û zordariyê jî HDP ji doh bêhtir xurt e."
 
Demîrtaş û Zeydan ji bo civaka Tirkiyeyê jî gotin, bi bêdengiya li pêşberî dîlgirtina wan a siyasî re nebin şirîkê vê zerara mezin a li welêt û civakê tê kirin. Di peyamê de ragihandin ku li cihê edalet têk çûye, yên ku zerarê dibînin ne tenê ew in û gotin, "Civak û dewlet ji her demê bêhtir dirize. Demîrtaş û Zeydan diyar kirin, zû ya jî dereng pîvanên demokrasî, aştî, edalet û wekheviyê wê li welêt bi cih bibin û gotin, "Di vê oxirê de em ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin."
 
DEMÎREL Û IRMAK: DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN
 
Parlamenterên berê yên HDP'ê Çaglar Demîrel û Selma Irmak dan xuyakirin, operasyona ku weke darbeya desteserkirina îradeya gel 4'ê Mijdara 2016'an dest pê kir, hîn jî dewam dike û got, "Bi rêya operasyonên qirkirina siyasî dixwazin gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê negihêjin hev."
 
Her du wekîlan di peyama xwe de ev bang kirin: "Rê û rêbaza zext û tepisandinê bi ser neket, welat hîn bêhtir ber bi kendêl ve dehf da. Ji bo di kendêl re wer nebe, divê tavilê ji vê yekê vegerin. Bi qedandina tecrîdkirina Ocalan re divê şert û mercên azadî û ewlekariyê ji bo wî bên amadekirin û veger li pêvajoya danûstandin û çareseriya demokratîk bê kirin." Irmak û Demîrel bang li jin û ciwanan jî kirin: "Heta ku dest ji berxwedanê neyê berdan, serketin pêkan e. Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin."
 
YILDIRIM: EM YEKÎTIYA XWE XURT BIKIN
 
Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî diyar kir ku di her şert û mercî de ew ê li ber xwe bidin û destpêkê bi wesîleya salvegera 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hemû berxwedêr silav kir. Yildirim li ser darbeya 4'ê Mijdarê ya li ser partiya wan got, ev êrîş hê jî berdewam dikin û ev êrîş parçeyek ji hişmendiya îmha û înkara gelê Kurd e, ku tifaqa faşîst a AKP-MHP serkêşiya vê dikin.
 
Yildirim işaret bi girîngiya yekîtî û tifaqê kir û got, "Divê em yekîtî û tifaqa hem bi gelê xwe, hem jî bi hemû gelên din re xurt bikin. Wê zîhniyeta ku penceşêra nîjadperestî û dijminahiya gelan dike, têk bibin. Bi bîr û baweriya ku wê têkoşîna me ya bi rûmet û prensîbên partiya me HDP'ê, bi ser bikeve û jiyana gelan bi ronahiya rojê xweş û geş bibe."

Sernavên din

07/11/2018
14:16 Li Agiriyê 15 kes hatin binçavkirin
12:55 Parlamenter Guven a dest bi greva birçîbûnê kir nehat berdan
12:41 Dadgeha Îstînafê cezayê Bakirhan xera kir
12:39 Guven ji bo şermezarkirina tecrîtê dest bi greva birçîbûnê kir
12:15 Di meha Cotmehê de 34 jin hatin kuştin
12:14 Jinên girtî: Esker gefên kuştinê li me dixwin
11:51 Girtiya nexweş Fatma Tokmak rakirin nexweşxanê
11:42 SKM: Em li dijî şidetê serî radikin
11:35 Ji ber ku Guven kelepçe red kir neanîn danişînê
11:31 Li dijî girtinên Qersê bertek: Em ê bi xûrmexûrm werin
11:24 Cenazeyên Bîlîn, Çelîk û Karakoç HPG'î hatin definkirin
10:55 Girtî derbkirin û gefa ‘Em ê te înfaz bikin’ lê xwarin
10:39 Sîxurtî ferzî ciwanê HDP’î kirin
10:19 Girtiyê nexweş Burhan Karatay jiyana xwe ji dest da
10:02 Gardiyan xwest zarok bi fetisîne
Girtîgehê êrîşê piştrast kir
09:57 Lêpirsîna dîsîplînê derbarê Rojnameger Evren de vekirin
09:53 Madeya astengkirina xebata bijîşkan di komîsyonê re derbas bû
09:27 Nîviyê temenê wî di rêya aştî û azadiyê de derbas bû
09:25 Komeleya 15'ê Tîrmehê giliyê Cîhangîr Îslam kir, lê xwest wekîlê CHP'î Aldan bê cezakirin
09:24 Li Êlihê sînemayeke kolektîf
09:24 Karkerên hatin mexdûrkirin: Qeyûm ruhê bajêr kuşt
09:23 Bihuşteke di bin siha top û tivingan de: Navdoskiyan
09:22 Mizrakli: Êrîşên tên kirin bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayên
09:21 Jina 71 salî û nexweş bi îdiaya 'alîkariya rêxistinê kiriye' hat girtin
09:20 Bi selikên ji dara biyê debara xwe dike
09:19 Nûnerên saziyên jinan ên hatin girtin: Em bi hev re bihêztirin
09:16 'Çawan dibe ku xaka mirov li mirov bê qedexekirin?'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2018'AN
08:38 73 tax û gomên Lîcê hatin qedexekirin
06/11/2018
18:30 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
17:07 3 roj in bi şev û roj girtiyan derb dikin
16:23 Jinên siyasetmedar banga beşdariya danişîna Guven kirin
15:45 Temellî: Bi qasî mîsqalekê rêya em bi AKP'ê re bimeşin tune
15:44 Polîsên Fransayê êrîşî meşa ji bo ‘Azadiya Ocalan’ kirin
15:28 Di doza tecawizê de 19 mehin îfadeyên malbatan nagirin
15:23 Bi set û betonê xweşikiya Heskîfê tune dikin
15:15 ÎHD: Girtina Sîse Bîngol îşkenceye, divê bê berdan
14:57 Bavê hevalê me yê xebatê Mehmet Alî Ertaş jiyana xwe ji dest da
14:50 Înstagramên HDP’iyan hatin sansurkirin
14:26 Jinên KESK’î ji bo komxebata ‘Keda Jin û Îstîhdamê’ kom dibin
13:56 Karkerên meaşên wan nehat dayîn dest bi çalakiyê kirin
13:17 Parlamenterê HDP’ê çerxa rişwetê ya Şaredariya Wanê bir Meclîsê
13:16 Li çoltara Şirnexê operasyona eskerî
13:13 Parêzeran ji bo dîtina Ocalan cara 761'an serî li dozgeriyê dan
12:53 'Pêşengeha wêneyan a Mafê Mirovan a Tahir Elçî dê bê vekirin'
12:23 Karkerên fabrîqeya Enez dest bi grevê kirin
12:18 Paylan gotinên wê dayîkê anî rojeva hevdîtinên bûdçeyê
12:13 Delilên cezayê Bekîr Kaya 'Şahidê Nepen' nîşan da
11:06 Qeyûmê li dijî qanûnan 71 milyon TL deynê çaredariyan çêkir
11:05 Girtiyan wekî koleyan didin xebitandin
10:35 NY li Iraqê ji 200’î zêdetir gorên komî tespît kirin
09:36 Soysal: Çima ji bo eskerên bi guman tên kuştin lêpirsin nakin
09:34 Gelo dê xwendekarên Sûriyeyî jî ‘Bi tirkmenbûnê’ dest pê bikin?
09:28 90 pispor dê ji bo kurdî nexşerêyekê çêkin
09:27 Hevserokê peyam ji partiya xwe re şand ceza kirin
09:26 Mele, îxbara hevalên xwe kir
09:26 Qeyûm navenda çandê kir tîcaretxane
09:25 Gundiyên ser sînorê Kobaniyê: Ên li wir xizmên me ne
09:24 Esnafên Îdirê: Kî bêje rewşa aboriyê baş e derewan dike
09:23 ‘Li gorî Qanûna Bingehîn divê Leyla Guven bê berdan'
09:22 Niha jî li qada sîtê qadên lîstikê çêdikin
09:22 Parêzerê doza Aladagê: Bi darizandineke duserî edalet ne pêkan e
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2018'AN
07:38 Sîsê ya 85 salî 3 rojin li nexweşxaneyê ye
07:23 Siyasetmedarên li Qersê hatin girtin
05/11/2018
16:10 Li Hezroyê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:42 Ozturk: Em xwediyê vê axê ne hûn nikarin çonga me bişkênin
15:23 Serokê TTB'ê: Pêşnûma li dijî hiqûqê ye
14:31 Di cotmehê de 177 karker jiyana xwe ji dest dan
14:30 HDK: Tirkiye bi hêza zîrveya Stenbolê ya 4 alî êrîşî Rojava dike
13:58 Bîlgen: Krîz wê rê li ber şerê herêmî veke
13:17 Şaredara Dîlokê ya AKP'î 1 milyar û 307 milyon û 191 hezar û 300 tl li ku xerç kir?'
12:52 Maşîna ekiba Rûdawê li Qozlike qeza kir
12:02 Husna Toraman xwest kurê wê yê di êrîşa DAIŞ'ê de piyê wî jêbû bê berdan
11:49 Yuksekdag dîsa bernedan
11:47 Mesutoglu ku dermankirin red kir dîsa sewqî girtîgehê kirin
11:32 Li Yalova jinek bi guman jiyana xwe ji dest da
11:20 Lîstika ‘Mîrzayê Biçûk’ li Êlihê bû
11:09 Enflasyon di 15 salên dawî de derket asta herî jor
09:42 Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr hat berdan
09:12 Bertek nîşanî qeyûmê muftî dan: Ma xezpkirina vînê emrê xwedê ye?
09:12 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2018'AN
09:11 Seroka ÎTO Dr. Saîp: Zagon nabe bersîv
09:10 Pirtûka Erbey a ‘Çîroka Tahîr Elçî' dê li fûarê bigêje xwînerê xwe
09:09 Fermana Walî Beg e tu dê 150 hezar TL bide
04/11/2018
23:13 Girtî Mesutoglu yê ketibû rojiya mirinê rakirin nexweşxaneyê
20:34 Husson: Jin jiyan azadî şêwaza herî bedew a vegotina jiyan wekhev e
19:58 Şîrketa Mediar: Ji sedî 17 AKP’î dîsa deng nadin AKP'ê
17:11 Wekîlên HDP'ê yên girtî: Serkeftin dê bi berxwedanê pêkan be
17:10 Walîtiyê wekîlên HDP'ê li pêş girtîgehên Edirne û Kocaelî asteng kir
16:44 Keskîn û Turkdogan dîsan ji bo Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê hatin hilbijartin
16:03 Sîse Bîngol a 85 salî rakirin nexweşxanê
15:36 Bijişkên Êlihê bertek nîşanî qanûna torbeya tenduristiyê dan
15:34 Koçyîgît: Bi milyonan dê li şaredariyan xwedî derkevin
14:52 HDP'a Colemêrgê: Em ê têkoşîna xwe bidomîn in
14:52 Astengdaran li Amedê meclîs ava kirin
14:26 Emîne Şenyaşar rakirin nexweşxanê
14:23 Uca: Têkoşîna demokrasiyê didome azadî nêzîk e
14:10 HDP: Li dijî êrîşên topyekûn, berxwedana topyekûn
13:41 HDP’iyan li ber Girtîgeha Sîncanê peyama Baluken xwendin