ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2018'AN

 
* Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Şerîf Demîr, destnîşan kir ku pêşniyara qanûnê ya ku AKP'ê berpêşî Meclîsê kiriye ne ji bo astengkirina şideta di tenduristiyê de ye û got: "Bijîşkên tên îxrackirin an jî yên lêpirsîna ewlehiyê derbas nakin, bi tu awayî nikarin li deverên peymana wan bi SGK'ê re tune ye bixebitin. Dê ji ber vê bi hezaran bijîşk betal bimînin." 
 
* Li Taxa Gaziyê polîsan gule li wesaîtekê rewşandibû. Di gulebarankirina polîsan de 2 ciwan miribûn û 3 ciwan jî birîndar bibûn. Ji ciwanên birîndar bûn, rapora Saziya Tibê ya Edlî (ATK) ya Ramazan Alturk hat amadekirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku birîna Alturk "jiyana wî dixe xetereyê". Li gorî raporê dibe ku polîs bi "kuştina qesdî" bên tawanbarkirin. 
 
* Parêzer Reyhan Yalçindag, destnîşan kir ku siyasetmedarên kurd ji ber kiryarên ku di qanûnê de ne sûc in girtî ne. Yalçindag, got wan ji bo hevserokên giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê û 7 parlementerên girtî serî li DMME'yê daye û wê di demeke nêz de der barê serlêdana wan de biryar bê dayîn. 
 
* Fîlmê kurt "Gerçek" ku behsa rojnamevanên li pêyî rastiyê ne û tiştên bi wan re rû bi rû dimînin dike, hat pêşandan. Derhênerê fîlm Oktay Aslan got: "Ew lehengên nepen ên vî welatî ne." 
 
* Rojnameger Huseyîn Aykol ê 63 doz derbarê wî de hatine vekirin û îhtîmala bê girtin heye, diyar kir ku nûçeyên wan weşandine, dadger jî nikarin bêjin “derewin” û got: “Em dizanîn kar û xebata me rast û meşrûye. Ji ber vê em ê tu carî ji cihê xwe neçin cihek din.”
 
* Li Wanê bi hatina zivistanê re, liv û tevgera li bêhnfiroşan zêde bû. Salîh Dedeoglû yê ku 30 sal in vî karî dike got mirov zêdetir giyagewrik, zencefîl, axlemûr û darçînê dikirin. 
 
* Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen, operasyona 4'ê Mijdarê ya li hemberî HDP'ê şiband polîtîkayên çewisandinê yên demên dawî yên Osmaniyan û got: "Me di 24'ê Hezîranê de dît, nikare muxalefeta demokratîk tasfiye bike. Wê ev yek di hilbijartinên herêmî de careke din bê pûçkirin." 
 
* Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê yê Berpirsiyarê Karên Derve Hişyar Ozsoy, ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê anî ziman ku Erdogan, bi vî awayî dixwaze bertekên Fransayê hîn bibe û got: "Ger pergaleke bêyî kurdan çêbibe jî, dê ne pergaleke berdewamiyî be." 
 
* Nivîskar Fatma Bostan Ustun, diyar kir ku di hilbijartina rêveberiyên herêmî de MHP li hin herêman di tifaqa Cumhur de rêjeya dengan a AKP'ê dixe zorê û wiha got: "Bi taybetî em dibînin ku li bajarê wekî Stenbolê îtîfaq xera bûye. Ji ber vê yekê AKP çareseriyê di destavêtina dengên HDP'ê de dibîne." 
 
 
* Li bajaroka Tilqebînê ya navçeya Silopiyayê ku betalî zêde ye, hema bêje ji ber cixareyên "qaçax" ji her malbatê kesek an jî çend kes girtîne an jî tên darizandin. 
 
* Dengbêj Remezanê Hênê famberî xwe bûye nebûye bi sewta xwe ya xweş karê stranbêjî û kilambêjiyê dike û cihek nemaye ku lê negeriyaye. Dengbêj Remezan got enstrûman, muzîk û alavên modern çanda wan a dîrokî xelas kiriye û  ew hêj bi çanda popûler-modern re têdikoşin.
 
* Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê navçeya Akdenîza Mêrsînê Saîd Pilsin, diyar kir ku qeyûm ne tenê vîna gel xesp kir, jiyana gel jî herimand. Pılsın got ku qeyûm du sal e Şaredariya Akdenizê xesp kiriye û tu gel nikare tu xebatê bike. 
 
* Rêxistina HDP'ê ya Amed, Stenbol, Mêrdîn, Wan û Dêrsimê, dê bi armanca operasyona qirkirina siyasî ya 4'ê Mijdara 2016'an şermezar bikin li avahiyên xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Rexistina HDP'ê ya Edîrneyê jî dê li ber Girtîgeha Tîpa F a Edîrne û Kandirayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.00-15.00) 
 
* Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temelli, dê têkildarî salvegera operasyona 4'ê Nîsanê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk bînin. (11.00) 
 
* Konfederasyona Astengdaran dê li Sumerparkê ya Amedê bi civînekê Meclîsa Astengdaran ava bikin. (12.00)
 

Sernavên din

07/11/2018
14:16 Li Agiriyê 15 kes hatin binçavkirin
12:55 Parlamenter Guven a dest bi greva birçîbûnê kir nehat berdan
12:41 Dadgeha Îstînafê cezayê Bakirhan xera kir
12:39 Guven ji bo şermezarkirina tecrîtê dest bi greva birçîbûnê kir
12:15 Di meha Cotmehê de 34 jin hatin kuştin
12:14 Jinên girtî: Esker gefên kuştinê li me dixwin
11:51 Girtiya nexweş Fatma Tokmak rakirin nexweşxanê
11:42 SKM: Em li dijî şidetê serî radikin
11:35 Ji ber ku Guven kelepçe red kir neanîn danişînê
11:31 Li dijî girtinên Qersê bertek: Em ê bi xûrmexûrm werin
11:24 Cenazeyên Bîlîn, Çelîk û Karakoç HPG'î hatin definkirin
10:55 Girtî derbkirin û gefa ‘Em ê te înfaz bikin’ lê xwarin
10:39 Sîxurtî ferzî ciwanê HDP’î kirin
10:19 Girtiyê nexweş Burhan Karatay jiyana xwe ji dest da
10:02 Gardiyan xwest zarok bi fetisîne
Girtîgehê êrîşê piştrast kir
09:57 Lêpirsîna dîsîplînê derbarê Rojnameger Evren de vekirin
09:53 Madeya astengkirina xebata bijîşkan di komîsyonê re derbas bû
09:27 Nîviyê temenê wî di rêya aştî û azadiyê de derbas bû
09:25 Komeleya 15'ê Tîrmehê giliyê Cîhangîr Îslam kir, lê xwest wekîlê CHP'î Aldan bê cezakirin
09:24 Li Êlihê sînemayeke kolektîf
09:24 Karkerên hatin mexdûrkirin: Qeyûm ruhê bajêr kuşt
09:23 Bihuşteke di bin siha top û tivingan de: Navdoskiyan
09:22 Mizrakli: Êrîşên tên kirin bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayên
09:21 Jina 71 salî û nexweş bi îdiaya 'alîkariya rêxistinê kiriye' hat girtin
09:20 Bi selikên ji dara biyê debara xwe dike
09:19 Nûnerên saziyên jinan ên hatin girtin: Em bi hev re bihêztirin
09:16 'Çawan dibe ku xaka mirov li mirov bê qedexekirin?'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2018'AN
08:38 73 tax û gomên Lîcê hatin qedexekirin
06/11/2018
18:30 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
17:07 3 roj in bi şev û roj girtiyan derb dikin
16:23 Jinên siyasetmedar banga beşdariya danişîna Guven kirin
15:45 Temellî: Bi qasî mîsqalekê rêya em bi AKP'ê re bimeşin tune
15:44 Polîsên Fransayê êrîşî meşa ji bo ‘Azadiya Ocalan’ kirin
15:28 Di doza tecawizê de 19 mehin îfadeyên malbatan nagirin
15:23 Bi set û betonê xweşikiya Heskîfê tune dikin
15:15 ÎHD: Girtina Sîse Bîngol îşkenceye, divê bê berdan
14:57 Bavê hevalê me yê xebatê Mehmet Alî Ertaş jiyana xwe ji dest da
14:50 Înstagramên HDP’iyan hatin sansurkirin
14:26 Jinên KESK’î ji bo komxebata ‘Keda Jin û Îstîhdamê’ kom dibin
13:56 Karkerên meaşên wan nehat dayîn dest bi çalakiyê kirin
13:17 Parlamenterê HDP’ê çerxa rişwetê ya Şaredariya Wanê bir Meclîsê
13:16 Li çoltara Şirnexê operasyona eskerî
13:13 Parêzeran ji bo dîtina Ocalan cara 761'an serî li dozgeriyê dan
12:53 'Pêşengeha wêneyan a Mafê Mirovan a Tahir Elçî dê bê vekirin'
12:23 Karkerên fabrîqeya Enez dest bi grevê kirin
12:18 Paylan gotinên wê dayîkê anî rojeva hevdîtinên bûdçeyê
12:13 Delilên cezayê Bekîr Kaya 'Şahidê Nepen' nîşan da
11:06 Qeyûmê li dijî qanûnan 71 milyon TL deynê çaredariyan çêkir
11:05 Girtiyan wekî koleyan didin xebitandin
10:35 NY li Iraqê ji 200’î zêdetir gorên komî tespît kirin
09:36 Soysal: Çima ji bo eskerên bi guman tên kuştin lêpirsin nakin
09:34 Gelo dê xwendekarên Sûriyeyî jî ‘Bi tirkmenbûnê’ dest pê bikin?
09:28 90 pispor dê ji bo kurdî nexşerêyekê çêkin
09:27 Hevserokê peyam ji partiya xwe re şand ceza kirin
09:26 Mele, îxbara hevalên xwe kir
09:26 Qeyûm navenda çandê kir tîcaretxane
09:25 Gundiyên ser sînorê Kobaniyê: Ên li wir xizmên me ne
09:24 Esnafên Îdirê: Kî bêje rewşa aboriyê baş e derewan dike
09:23 ‘Li gorî Qanûna Bingehîn divê Leyla Guven bê berdan'
09:22 Niha jî li qada sîtê qadên lîstikê çêdikin
09:22 Parêzerê doza Aladagê: Bi darizandineke duserî edalet ne pêkan e
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2018'AN
07:38 Sîsê ya 85 salî 3 rojin li nexweşxaneyê ye
07:23 Siyasetmedarên li Qersê hatin girtin
05/11/2018
16:10 Li Hezroyê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:42 Ozturk: Em xwediyê vê axê ne hûn nikarin çonga me bişkênin
15:23 Serokê TTB'ê: Pêşnûma li dijî hiqûqê ye
14:31 Di cotmehê de 177 karker jiyana xwe ji dest dan
14:30 HDK: Tirkiye bi hêza zîrveya Stenbolê ya 4 alî êrîşî Rojava dike
13:58 Bîlgen: Krîz wê rê li ber şerê herêmî veke
13:17 Şaredara Dîlokê ya AKP'î 1 milyar û 307 milyon û 191 hezar û 300 tl li ku xerç kir?'
12:52 Maşîna ekiba Rûdawê li Qozlike qeza kir
12:02 Husna Toraman xwest kurê wê yê di êrîşa DAIŞ'ê de piyê wî jêbû bê berdan
11:49 Yuksekdag dîsa bernedan
11:47 Mesutoglu ku dermankirin red kir dîsa sewqî girtîgehê kirin
11:32 Li Yalova jinek bi guman jiyana xwe ji dest da
11:20 Lîstika ‘Mîrzayê Biçûk’ li Êlihê bû
11:09 Enflasyon di 15 salên dawî de derket asta herî jor
09:42 Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr hat berdan
09:12 Bertek nîşanî qeyûmê muftî dan: Ma xezpkirina vînê emrê xwedê ye?
09:12 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2018'AN
09:11 Seroka ÎTO Dr. Saîp: Zagon nabe bersîv
09:10 Pirtûka Erbey a ‘Çîroka Tahîr Elçî' dê li fûarê bigêje xwînerê xwe
09:09 Fermana Walî Beg e tu dê 150 hezar TL bide
04/11/2018
23:13 Girtî Mesutoglu yê ketibû rojiya mirinê rakirin nexweşxaneyê
20:34 Husson: Jin jiyan azadî şêwaza herî bedew a vegotina jiyan wekhev e
19:58 Şîrketa Mediar: Ji sedî 17 AKP’î dîsa deng nadin AKP'ê
17:11 Wekîlên HDP'ê yên girtî: Serkeftin dê bi berxwedanê pêkan be
17:10 Walîtiyê wekîlên HDP'ê li pêş girtîgehên Edirne û Kocaelî asteng kir
16:44 Keskîn û Turkdogan dîsan ji bo Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê hatin hilbijartin
16:03 Sîse Bîngol a 85 salî rakirin nexweşxanê
15:36 Bijişkên Êlihê bertek nîşanî qanûna torbeya tenduristiyê dan
15:34 Koçyîgît: Bi milyonan dê li şaredariyan xwedî derkevin
14:52 HDP'a Colemêrgê: Em ê têkoşîna xwe bidomîn in
14:52 Astengdaran li Amedê meclîs ava kirin
14:26 Emîne Şenyaşar rakirin nexweşxanê
14:23 Uca: Têkoşîna demokrasiyê didome azadî nêzîk e
14:10 HDP: Li dijî êrîşên topyekûn, berxwedana topyekûn
13:41 HDP’iyan li ber Girtîgeha Sîncanê peyama Baluken xwendin