Şahos Hesen: Yekîtiya axa Sûriye bi van êrişan nayê parastin

  • rojane
  • 13:39 3 Mijdar 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen têkildarî êrîşên TSK'ê yên li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku heger sînorek ji êrîşên TSK'ê re neyê dayîn wê li dijî şerê tinekirina DAIŞ bandorek mezin bike û li dijî çareseriya pirsgirêka Sûriyê bibe asteng u aloziyê zêde bike. 
 
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), têkildarî êrîşên TSK'e yên li dijî herêmê ji Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Murada Kenda re axivî. Şahoz Hesen têkildarî êrîşên TSK'ê yên li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku heger sînorek ji êrîşên TSK'ê re neyê dayîn wê li dijî şerê tinekirina DAIŞ bandorek mezin bike û li dijî çareseriya pirsgirêka Sûriyê bibe asteng u aloziyê zêde bike. Hesen, ewil anî ziman ku TSK eşkere dijminatiya xwe li hember Rojava ye Kurdistanê û herêmên demokratîk yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û wiha got: “Bi rasthatina hemleya dawî ya şerê li dijî DAIŞ’ê û salvegera piştgiriya roja Kobanê a cîhanê de ev êrîşên dewleta Tirk bi plan û zanebûn tên kirin. Li Bakur û Rojhilate Sûriyê aşitî, aramî, jiyana hevbeş û azadiya gelan di asta bilinde ye.  Dewleta Tirk a dagirker li dijî wê tecrubeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê tehamûl e û dixwaze vê tecrûbeya demokratîk têk bibe. Nêzîkatiya dewleta Tirk nijadperest û yekperest e. Li gorî zagonên navnetewî êrîşên dewleta Tirk sûcin. Li Efrînê jî ev bi awayek vekiriya xûyabû. Dewleta Tirk a dagirker siyaseteke qirkirinê, gûhartina demografîk, tecawuz û dagirkerî li ser esasê tinekirina gelê Kurd û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker bi hemû şêwazên qirêj êrîşî herêmen rizgarkirî dike.”
 
‘HEDEFGIRTINA LI DIJÎ SIVÎLAN XETEREK MEZIN E' 
 
Şahoz Hesen, bal kişand ser pêvajoya berxwedana Kobanê û parastina li dijî DAIŞ'ê û wiha berdewam kir: “Berdewamiya pêvajoya tinekirina DAIŞ îro li Derazorê didome.  Dewleta Tirk a dagirker tinebûna DAIŞ naxwaze û hewild dide ku DAIŞ’ê ji rewşa xeter derbixe. Siyaseta dewleta Tirk li ser qirkirina gelan li pêş dikeve û ji bo vê jî rojnemavan, jin û zarok tên hedef girtin. Li dijî DAIŞ’ê  hemû gelên Sûriyê bûne yek û li berxwe dan. Niha jî berxwedan û têkoşîna gelan li hember dagirkirina Efrîn û Rojava ye Kurdistan û Bakurê Sûriyê de  didome.  Êrîşên dewleta Tirk a dagirker; hêz, yekitî, armanc, berxwedan û têkoşîna me xurttir dike. Li her çar parçeyên Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker zarok û jina hedef digre. Dewleta Tirk siyasetekê hovîtî, qirêj, li dijî mirovahiyê dide meşandin û bi hişmendiya DAIŞ’ê tev digere. Hedefgirtina dewleta Tirk ji sivîlan re rewşekî cidî û xeter e.”
 
'DIVÊ HER KES LI DIJÎ ÊRÎŞA TIRKIYE RAWESTE' 
 
Şahoz Hesen, herî dawî êrîşên Tirkiye yên li dijî herêmê jî rexne kir û wiha bi dawî kir: "Divê Tirkiye van êrîşan rawestîne. Divê her kes li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bike û wiha bi dawî kir: “Tirkiye di propagandaya xwe de dibêje ku hêzên bakukê suriyê êrîşî me dikin. Ev gotinên wan ji rastiyê dûr in. Ya rast ew e ku ew êrîşî gelê me dikin.  Îspatê we jî şahadeta sivîlan e.  Bêdengiya dewletan ji dagirkeriyê re nayê qabûlkirin. Têkildarî êrîşên dewleta Tirk de Fransa daxuyanî da. Dayîna daxûyaniyan girîng in, lê pêwîstê helwestên tund ku yên pêşiya êrîşan bi girin bên dayîn. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker binpêkirina hemû hevpeymanên navnetewî li hember DAIŞ’ê ne.  Ji ber ku ev  hevpeyman li ser esasê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hatibûn çêkirin. Pêwîste hêzên navnetewî bi berpirsyartî û bi biryareke zelal ji bo parastina herêmên rizgarkirî xwedî helwest bin. Erdogan dixwaze tola DAIŞ’ê rabike. Her tim yên ku alikarî û piştgiriya DAIŞ’ê kiriye dewleta Tirk e. Êrîşên ku niha dewleta Tirk  li hember Bakurê Sûriyê li pêş dixe hebûna DAIŞ diparezê.  Ev ji bo mirovahiyê rewşekê xeter e. Heger sînorek ji êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk re neyê dayîn wê li dijî şerê tinekirina DAIŞ bandorek mezin bike. Her wiha li dijî çareseriya pirsgireka Sûriyê alozî û tevlihevî we derbikeve. Rojane hin berpirsyarên Rûsya û rejîma Sûriyê daxuyaniya didin û dibejin gerek yekparçebûna axa Sûriyê were parastin.  Lê dewletekî wekî Tirkiyê êrîşî axa Sûriyê dike mixabin rejîma Sûriyê tu helwestî nîşan nade.  Ev jî nîşan dide ku yan dewleta Tirk û rejîma Sûriyê têkildarî êrîşên li ser Sûriyê giştî lihev kirine yan jî ev êrîş li hesabê rejîma Sûriyê tê.  Bi van şêwazan serweriya Sûriyê naye parastin. Dagirkerî di qanûnên navnetewî de sûcin. Pêwîstê rejîma Sûriyê derhaqê sûcê ku dewleta Tirk dike de doz veke û bi erkên xwe rabe. Lê berovajî vê Rejîma Sûriyê tu helwest li dijî êrîşan diyar nake û çavên xwe ji êrîşan re digre. Her wiha rejîma Sûriyê bi van nêzîkatiyaên xwe zemîn ji êrîşên dewleta Tirk re ava dike. Îradeya siyasî ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hatiye merheleyeke ku di nav pêvajoya çareseriya aloziya Sûriyê de cihê xwe bigre. Lê êrîş û xeteriyên mezin  li ser sîstema Netewa Demokratîk hene. Ji bo wê jî, deskeftiyên ku heya niha me bi dest xistine ku em bi karîbin li hember hemû êrîşan; bi têkoşîn û berxwedaneke mezin bi parêzin wê demê emê çareseriya qeyranê jî mîsoger bikin.”
 

Sernavên din

07/11/2018
14:16 Li Agiriyê 15 kes hatin binçavkirin
12:55 Parlamenter Guven a dest bi greva birçîbûnê kir nehat berdan
12:41 Dadgeha Îstînafê cezayê Bakirhan xera kir
12:39 Guven ji bo şermezarkirina tecrîtê dest bi greva birçîbûnê kir
12:15 Di meha Cotmehê de 34 jin hatin kuştin
12:14 Jinên girtî: Esker gefên kuştinê li me dixwin
11:51 Girtiya nexweş Fatma Tokmak rakirin nexweşxanê
11:42 SKM: Em li dijî şidetê serî radikin
11:35 Ji ber ku Guven kelepçe red kir neanîn danişînê
11:31 Li dijî girtinên Qersê bertek: Em ê bi xûrmexûrm werin
11:24 Cenazeyên Bîlîn, Çelîk û Karakoç HPG'î hatin definkirin
10:55 Girtî derbkirin û gefa ‘Em ê te înfaz bikin’ lê xwarin
10:39 Sîxurtî ferzî ciwanê HDP’î kirin
10:19 Girtiyê nexweş Burhan Karatay jiyana xwe ji dest da
10:02 Gardiyan xwest zarok bi fetisîne
Girtîgehê êrîşê piştrast kir
09:57 Lêpirsîna dîsîplînê derbarê Rojnameger Evren de vekirin
09:53 Madeya astengkirina xebata bijîşkan di komîsyonê re derbas bû
09:27 Nîviyê temenê wî di rêya aştî û azadiyê de derbas bû
09:25 Komeleya 15'ê Tîrmehê giliyê Cîhangîr Îslam kir, lê xwest wekîlê CHP'î Aldan bê cezakirin
09:24 Li Êlihê sînemayeke kolektîf
09:24 Karkerên hatin mexdûrkirin: Qeyûm ruhê bajêr kuşt
09:23 Bihuşteke di bin siha top û tivingan de: Navdoskiyan
09:22 Mizrakli: Êrîşên tên kirin bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayên
09:21 Jina 71 salî û nexweş bi îdiaya 'alîkariya rêxistinê kiriye' hat girtin
09:20 Bi selikên ji dara biyê debara xwe dike
09:19 Nûnerên saziyên jinan ên hatin girtin: Em bi hev re bihêztirin
09:16 'Çawan dibe ku xaka mirov li mirov bê qedexekirin?'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2018'AN
08:38 73 tax û gomên Lîcê hatin qedexekirin
06/11/2018
18:30 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
17:07 3 roj in bi şev û roj girtiyan derb dikin
16:23 Jinên siyasetmedar banga beşdariya danişîna Guven kirin
15:45 Temellî: Bi qasî mîsqalekê rêya em bi AKP'ê re bimeşin tune
15:44 Polîsên Fransayê êrîşî meşa ji bo ‘Azadiya Ocalan’ kirin
15:28 Di doza tecawizê de 19 mehin îfadeyên malbatan nagirin
15:23 Bi set û betonê xweşikiya Heskîfê tune dikin
15:15 ÎHD: Girtina Sîse Bîngol îşkenceye, divê bê berdan
14:57 Bavê hevalê me yê xebatê Mehmet Alî Ertaş jiyana xwe ji dest da
14:50 Înstagramên HDP’iyan hatin sansurkirin
14:26 Jinên KESK’î ji bo komxebata ‘Keda Jin û Îstîhdamê’ kom dibin
13:56 Karkerên meaşên wan nehat dayîn dest bi çalakiyê kirin
13:17 Parlamenterê HDP’ê çerxa rişwetê ya Şaredariya Wanê bir Meclîsê
13:16 Li çoltara Şirnexê operasyona eskerî
13:13 Parêzeran ji bo dîtina Ocalan cara 761'an serî li dozgeriyê dan
12:53 'Pêşengeha wêneyan a Mafê Mirovan a Tahir Elçî dê bê vekirin'
12:23 Karkerên fabrîqeya Enez dest bi grevê kirin
12:18 Paylan gotinên wê dayîkê anî rojeva hevdîtinên bûdçeyê
12:13 Delilên cezayê Bekîr Kaya 'Şahidê Nepen' nîşan da
11:06 Qeyûmê li dijî qanûnan 71 milyon TL deynê çaredariyan çêkir
11:05 Girtiyan wekî koleyan didin xebitandin
10:35 NY li Iraqê ji 200’î zêdetir gorên komî tespît kirin
09:36 Soysal: Çima ji bo eskerên bi guman tên kuştin lêpirsin nakin
09:34 Gelo dê xwendekarên Sûriyeyî jî ‘Bi tirkmenbûnê’ dest pê bikin?
09:28 90 pispor dê ji bo kurdî nexşerêyekê çêkin
09:27 Hevserokê peyam ji partiya xwe re şand ceza kirin
09:26 Mele, îxbara hevalên xwe kir
09:26 Qeyûm navenda çandê kir tîcaretxane
09:25 Gundiyên ser sînorê Kobaniyê: Ên li wir xizmên me ne
09:24 Esnafên Îdirê: Kî bêje rewşa aboriyê baş e derewan dike
09:23 ‘Li gorî Qanûna Bingehîn divê Leyla Guven bê berdan'
09:22 Niha jî li qada sîtê qadên lîstikê çêdikin
09:22 Parêzerê doza Aladagê: Bi darizandineke duserî edalet ne pêkan e
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2018'AN
07:38 Sîsê ya 85 salî 3 rojin li nexweşxaneyê ye
07:23 Siyasetmedarên li Qersê hatin girtin
05/11/2018
16:10 Li Hezroyê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:42 Ozturk: Em xwediyê vê axê ne hûn nikarin çonga me bişkênin
15:23 Serokê TTB'ê: Pêşnûma li dijî hiqûqê ye
14:31 Di cotmehê de 177 karker jiyana xwe ji dest dan
14:30 HDK: Tirkiye bi hêza zîrveya Stenbolê ya 4 alî êrîşî Rojava dike
13:58 Bîlgen: Krîz wê rê li ber şerê herêmî veke
13:17 Şaredara Dîlokê ya AKP'î 1 milyar û 307 milyon û 191 hezar û 300 tl li ku xerç kir?'
12:52 Maşîna ekiba Rûdawê li Qozlike qeza kir
12:02 Husna Toraman xwest kurê wê yê di êrîşa DAIŞ'ê de piyê wî jêbû bê berdan
11:49 Yuksekdag dîsa bernedan
11:47 Mesutoglu ku dermankirin red kir dîsa sewqî girtîgehê kirin
11:32 Li Yalova jinek bi guman jiyana xwe ji dest da
11:20 Lîstika ‘Mîrzayê Biçûk’ li Êlihê bû
11:09 Enflasyon di 15 salên dawî de derket asta herî jor
09:42 Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr hat berdan
09:12 Bertek nîşanî qeyûmê muftî dan: Ma xezpkirina vînê emrê xwedê ye?
09:12 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2018'AN
09:11 Seroka ÎTO Dr. Saîp: Zagon nabe bersîv
09:10 Pirtûka Erbey a ‘Çîroka Tahîr Elçî' dê li fûarê bigêje xwînerê xwe
09:09 Fermana Walî Beg e tu dê 150 hezar TL bide
04/11/2018
23:13 Girtî Mesutoglu yê ketibû rojiya mirinê rakirin nexweşxaneyê
20:34 Husson: Jin jiyan azadî şêwaza herî bedew a vegotina jiyan wekhev e
19:58 Şîrketa Mediar: Ji sedî 17 AKP’î dîsa deng nadin AKP'ê
17:11 Wekîlên HDP'ê yên girtî: Serkeftin dê bi berxwedanê pêkan be
17:10 Walîtiyê wekîlên HDP'ê li pêş girtîgehên Edirne û Kocaelî asteng kir
16:44 Keskîn û Turkdogan dîsan ji bo Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê hatin hilbijartin
16:03 Sîse Bîngol a 85 salî rakirin nexweşxanê
15:36 Bijişkên Êlihê bertek nîşanî qanûna torbeya tenduristiyê dan
15:34 Koçyîgît: Bi milyonan dê li şaredariyan xwedî derkevin
14:52 HDP'a Colemêrgê: Em ê têkoşîna xwe bidomîn in
14:52 Astengdaran li Amedê meclîs ava kirin
14:26 Emîne Şenyaşar rakirin nexweşxanê
14:23 Uca: Têkoşîna demokrasiyê didome azadî nêzîk e
14:10 HDP: Li dijî êrîşên topyekûn, berxwedana topyekûn
13:41 HDP’iyan li ber Girtîgeha Sîncanê peyama Baluken xwendin