Hevrêyên Mamoste Kadrî Kaya behsa wî kirin

  • rojane
  • 11:18 31 Cotmeh 2018
  • |
img

AMED – Hevrêyên kedkarê çapemeniya azad an jî kurd Mamoste Kadrî Kaya yê ji sala 1999’an vir ve li saziyên çapemeniyê xebitî behsa wî kirin û gotin: “Mamoste rênîşanderê çapemeniya azad bû. Bi wefata Mamoste civata çapemeniyê û kedê windahiyek mezin jiyî.” 

Rojnameger Kadrî Kaya li qada kedê bi navê xwe yê Seyda û li qada çapemeniyê jî bi navê xwe yê Mamoste dihat naskirin. Mamoste Kadrî Kaya roja 29’ê cotmehê dema li Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Egeya Îzmîrê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Mamoste Kadrî li saziyên Perwerdehiya Netewî dest bi jiyana xwe ya xebatê kir. Heta ku teqewît bû jî wek endamê Egîtîm Senê xebatên girîng birêve bir û mohra xwe li bin xebatên hêja da. Mamoste Kadrî di 18’ê nîsana 1999’an de li Rojnameya Ozgur Bakiş a wê demê dest bi karê rojnamgeriyê kir û Nûnertya Amedê ya rojnameyê hilda ser milê xwe. Ew di rojnameyên mîna Azadiya Welat, 2000’de Yeni Gundem û Ulkede Gundem a heftane jî bi awayek çalak xebitî û nûnertiyê kir. Mamoste di 4’ê Nîsana 2002’an de di nav damezrandina Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) de cih girt û bû yek ji damezrînerê ajansê. Mamoste Kadrî 13 sal bênavber û bêwestan nûnertiya DÎHA’yê ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) de hat girtin a Amedê birêve bir û wek karê herî pîroz da ser milê xwe. Kaya jî wek ku çawa DÎHA’yê û kevneşopiya çapemeniya azad digot “Ji rastiyan tawî nayê dayîn” ew jî bi heman dirûşmê xebitî û qet tawîz neda rastiyan. Mamoste Kadrî ji ber ku nexweşîna penceşêrê pê re peyda bû neçar ma ku di du salên dawî de navberê bide karê xwe. 
 
QÎMET DIDA ALAVAN Û ALAVAN NIPÎNÛ DIKIR 
 
Navê wî her çiqas Kadrî bû jî lê di nava çapemeniya kurd de ji sala 1999’an vir ve her kes wî wek Mamoste dinasî. Mamoste Kadrî wek çavê xwe li DÎHA’yê û çapemeniya azad nêrî û li ajansê karê nûnertiyê, hesapgirî, teknîkê, kontrolvanî û parêziyê kir. 16 sal di nav çapemeniya kurd de xebitî û ji bo her nûçegihanek kedek mezin da û wan fêrî her rêbazên çapemeniyê kir. Ji derdê her nûçegihanek re bû derman. Tişta ku jê re dihat gotin kêrî tiştekî nayê lê Mamoste tiştên nuwaze ji wan tiştan derxist. Serwîsên wan marqeyan ku nikaribûn wan wênekêş û kamerayan tamîr bikin, lê mamoste wek pisporek herî jîr dadiket nava mêjiyê wan alavan û nipînû dikir. Van wênekêş û kamerayên nipînû dibûn bi salan rastiyê şopandin û şopandina van alavan a rastiyê didome. 
 
‘HER TIM DI NAVA HEWLDANAN DE BÛ’ 
 
Kaya di xebatên sendîkayê de jî mohra xwe li bin xebatên hêja da. Lê ew bêtir bi xebatên xwe yên çapemeniyê dihat nasîn. Hevrêyên Mamoste yên sendîka û çapemeniyê behsa têkoşîn, ked û kesayeta wî kirin. Nesîp Gultekîn ê ku ji sala 1980’an heta salên 200’î li gel Mamoste hevrêtiya sendîkayê kirin diyar kir ku ew bi wefata Mamoste xemgîn bûne û got: “Kesayetek rast disekînî û di xebata sendîkayî de çalak bû. Her tim ji bo mafê mirovan, têkoşîna demokrasî, mirov û ehlaqî û azadiya gelê kurd di nava hewldanan de bû. Heta teqewît bû jî xebatên çalak birêve bir. Piştî sendîkayê li çapemeniyê dest bi xebatê kir û kedek mezin da. Li DÎHA’yê şev û roja xwe kir yek. Em ji ber wefata Mamoste gelek êşiyan. Me li Sendîkayê jê re digot Seyda. Bûyerên civakî gelek baş tahlîl dikir û gelek baş pênase dikir. Windahiyek mezin e ji bo me.” 
 
‘QADA ÇAPEMENIYÊ Û KEDÊ NIRXEK XWE MEZIN WINDA KIR’ 
 
Suzan Îşbîlen a li Egîtîm Senê bi hev re xebitîn jî Mamoste bi van gotinan anî ziman: “Hevalek gelek ahengdar û bi dîsîplîn bû. Beriya her tiştî dîsîplînê li me ferz dikir. Girêdayî têkoşîna xwe bû. Ji ber vê em gelek xemgîn in. Hem qada kedê û hem jî qada çapemeniyê nirxek xwe mezin winda kir.” 
 
‘KEDKARÊ GELÊ XWE BÛ’ 
 
Hîkmet Altug ê li sendîkayê bi Mamoste re xebat birêve bir jî got: “Ev 30 sal in mamoste nas dikim. Me xebatên girîng bi hev re kir. Ji bo mirov mamoste nas bike divê mirov bi Mamoste re bixebitiya û hevrêtiyê pê re bikira. Kesayatek rast, rêzdar, kedkar û henûn bû. Bi kedkariya xwe dihat nasîn.” 
 
BI OZGUR BAKIŞÊ DEST PÊ DIKE 
 
Rojnameger Abdulvahap Taş ê salên dirêj bi Mamoste re xebitî jî destnîşan kir ku Mamoste di 18’ê Nîsana 1999’an de li Rojnameya Ozgur Bakişê dest bi xebata çapemeniyê kir û ji wê demê heta niha xebata çapemeniya azad birêve dibir. Taş anî ziman ku Mamoste di demên herî dijwar de xebat birêve bir û got: “Peywîra xwe bi helalî û paqijî dikir. Peywîra dida ser milê xwe bi layiqiyek mezin pêk dianî. Ew li DÎHA’yê dem bi dem şûna bavê me dem bi dem şûna birayê me û di her warî de dibû dermanê birîna me. Ne pêkan e mirov behsa Mamoste ya ku nirxek çiqas û çawa dida alavek ragihandinê. Bi qîmeta tişta dizanibû. Mirina Mamoste ji bo çapemeniya kurd windahiyek mezin e û em xemgînin.” 
 
‘TIJEKIRINA ŞÛNA MAMOSTE ZOR E’ 
 
Edîtorê Kurdî yê DÎHA’yê rojnameger Mehmet Alî Ertaş ê ku 14 sal li DÎHA’ê bi Mamoste re jî xebitî bi van gotinan Mamoste vegot: “Dibe ku Mamoste bi fizîkî ji nav me bar kir û çû, lê bes fikrên wî, keda wî û pêşengtiya wî wê her tim di nav me de be. Wê Mamoste her tim bibe rênîşanderê me. Gelek tecrûbeyan ji me re hişt û çû. Bi gotinan behskirina mamoste dê kêm bimîne. Tijekirina şûna Mamoste gelek zor e. Lê em ê wek kedkarên çapemeniya kurd bibin şopdarê Mamoste û têkoşîna wî dewam bikin.” 
 
‘JI RÊBEREK ÇAPEMENIYA AZAD BÛ’ 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê rojnameger Tayîp Temel ê ku bi salan li gel Mamoste xebitî jî diyar kir ku Mamoste Kadrî yek ji rêberek çapemeniya azad bû û got: “Mamoste tenê hevrêyê me xebatê nîn bû, ji bo hemû rojnamegeran rêberek bû. Navê wî yê Mamoste ku girtibû navek ji rêzê nîn bû. Hem di warê jiyanê de hem jî di warê rojnamegeriyê de jî Mamoste bû. Keda Mamoste li ser her hevalek me heye.” 
 
MA / Ozgur Paksoy – Mehmet Şah Oruç

Sernavên din

04/11/2018
13:27 Buldan: HDP tu carî çavtirsandî nebû
Temellî: Divê parlamento gav bavêje
12:52 Kolberê birîndar jiyana xwe ji dest da
12:07 DAIŞ'ê li Xaneqînê êrîşî polîsan kir
12:06 Dewletê gund desteser kir û gundî koçber kirin
10:41 Cerdevanê hat îdîakirin ku ‘Bi şaşî birîndar bûye’ mir
10:10 Aykol: Em nafikirin ku ji cihê xwe herin cihek din!
10:04 Unsal: AKP armanc dike ku dest bavêje hilbijêrên HDP’ê
09:16 Nêzî nêviyê nifûsa vê bajarokê tê darizandin
09:15 Ozsoy: Pergaleke bêyî kurdan dê ne pergaleke berdewamiyî be
09:14 Bîlgen: Nikaribûn muxalefeta demokratîk tasfiye bikin
09:12 Bi hatina zivistanê re welatî berê xwe didin bêhnfiroşan
09:09 Fîlmê bal dikişîne ser rojnamevanên li pêyî rastiyê: Gerçek
09:07 Ji bo parlementerên girtî tenê biryara DMME'yê maye
09:06 Rapora ATK'ê dibe ku seyra darizandina polîsên bersûc biguherîne
09:05 ‘Bi pêşnûmaya astengkirina şideta di tenduristiyê de bijîşk cezakirin'
09:03 Qeyûm hem vîna gel xesp kir hem jiyana wan herimand
09:01 Dengbêjek dengê wî nehatiye bihîstin: Aşiq Remezanê Hênê
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2018'AN
03/11/2018
17:07 Li Amedê meclîsa astengdaran tê avakirin
16:47 Heyeta Emerîkî nûçegihana ANHA li nexweşxaneyê ziyaret kir
16:46 Xwîneran pirtûka 'Li Xirarê Tofan Rabû' da îmzekirin
16:44 ‘Navê zarokên xwe jî ji bîr kirin e’
16:42 Nivîskar Mehmet Akdogan ji bo xwînêran pirtûka xwe îmze kir
16:41 Mooney: Baweriya ji bo aştiyê girîng e
15:46 Xizmên windayan: Li şûna hûn bang li Siûdî bikin kujerên nava xwe darizînin
15:26 Buldan: Em ê ala hevrê Îbrahîm li erdê nehêlin
14:54 ‘Ji bo me her dever Qada Galatasarayê ye’
14:45 Dayikên Şemiyê: Em ê her dem edaletê bixwazin
14:26 Lijneya Stargehên Jinan dest pê kir: Divê em pêşeroja xwe ava bikin
14:25 Temellî: Çareseriya mseleya kurd çareseriya meseleya demokrasiyê ye
14:05 Serokê FÎDH'ê: Ez wate nadin destûrnedayîna ku malbaz zarokên xwe defin bikin
13:42 Demîrtaş: Me lîsteyê dizanibû, li dijî tasfiyeyê me girtinê da ber çavê xwe
13:39 Şahos Hesen: Yekîtiya axa Sûriye bi van êrişan nayê parastin
13:25 Desteya Giştî ya ÎHD’ê dest pê kir: Derfet çi dibin bila bibin dê gel qezenc bike
13:19 ÎRA: Di cotmehê de 42 rojnameger hatin darizandin
12:46 Muftiyê Mahsertê wekî qeyûm tayînî şûna muxtar kirin
12:17 Qeyûm kirêdarên şeredariyê nivê şevê ji cihê wan derxistin
10:54 30 herêmên Colemêrgê li sivîlan hatin qedexekirin
10:35 Hamzaoglu: Divê HDP li bajarên rojava endamê meclîsên şaredariyan be
10:14 Sûcdariya derbarê 3 wekîlên HDP’ê yên berê de girantir kirin
09:22 2 sal piştî operasyona li dijî HDP'ê: An berxwedan an jî teslîmbûyîn hebû
09:20 Aşê ard ên Mêrdînê ketin tora bankayan
09:19 Li Êlihê xizmeta ji bo înternet û telefonan hat sekinandin
09:18 Êdî holdîng ji keda karkerên penaber dixwin!
09:18 Êdî kes nikare penêrê sîrik jî bikire!
09:17 3 meh in jin li dijî JES'an nobetê digirin
09:16 Endamê Koma Amed: Divê di serdemên çewisîner de berhemên ji bo gel bibin cihê hêviyê bên afirandin
09:15 Ger îro şer biqede emê boxçika xwe bavêjin pişta xwe û vegerin welatê xwe
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2018'AN
02/11/2018
16:46 Turmen ji bo kuştina Tahîr Elçî Tirkiyeyê hişyar kir
16:28 Bi hinceta HDP’î ye destûr neda tev li daxuyaniya SES'ê bibe
15:35 Bi gotina ‘sibê îfadeyê te heye’ bi ser malê de girtin
15:23 Ji QSD û Hêzên Koalîsyonê li dijî TSK’ê dewriya hevpar dest pê kir
15:22 HDP: Muxdarên ku qet doz li wan venebûne çima hatin dûrxistin?
14:41 Ciwanên hatin binçavkirin: Em ê bêzar nebin
14:01 Wezareta Karên Hundir: 393 jin di êrîşa navxweyî de jiyana xwe ji dest dan
13:54 Li Pîranê du birayên hev Tekîn hatin binçavkirin
13:41 Danişîna doza Rojnameger Erdogan taloq kirin
12:29 Du nûçegihanên ANHA'yê birîndar bûn
12:11 Dozger banga îfade dayînê li lîstikvan Ahmet Kural kir
11:57 Rêveberê HDP'ê binçav kirin
11:53 Wasiyê Ocalan Dînç ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:39 Salih Muslim: Armanca Tirkiyeyê tunekirina destkeftiyên Bakurê Sûriyeyê
10:30 Parêzer Bek: Desthilatdariya cînayeta Kaşıkçı çareser dike, çima ya Bagdu çareser nake?
10:12 Profesorê îxrac bû: Hîskirina me ya aydî welat kêm bûye
09:23 OSO'yî li kampa penaberan a Nisêbînê tên bicihkirin?
09:22 ‘Ocalan misogeriya îstikrara Tirkiyeyê ye'
09:21 Şaredariya Mezin a Dîlokê nelirêtî kirine
09:21 'Xwendekarên sûriyeyî daxilî perwerdehiyeke bê plansazî tên kirin'
09:20 Alinak: Ji bo xwedîderketina li Ocalan, şexs mirov be bes e
09:19 Êdî sewalvan nikarin êm û kayê jî bikirin
09:18 Projeya Çîn a ‘Yek Kember Yek Rê’, Ambargoya Tirkiye-Îran û dagirkeriya Xakûrkê
09:14 Kesên teqawidbûyî nikarin debara xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2018'AN
08:45 Şivanê ku esker û cerdevanan bi giranî birîndar kir, şandin hepsê
07:19 Li Stenbolê 2 kes di bin axe de man jiyana xwe ji dest dan
01/11/2018
16:51 Serlêdana parêzerên Ocalan a 760’emîn hat redkirin
16:37 Oluç: Kobanê ji bo mîrovahiyê berxwedanek girîng e
16:26 Berî dermakirina Babat biqede sewqî edliyê kirin
15:44 Cerdevanan wesayîtek gule baran kirin: Sedat Uzan kuştin
15:31 Rênas Jiyan vê carê got ‘Stranên Sor Niviştên Mor’
14:52 Gelê Kobanê: Wê rojê me çikir, emê îro jî bikin
14:31 ‘Bila nefesa wî ya dawî li ba min be’
14:22 Nobeta Edaletê di hefteya 77’emîn de berdewam kir
13:59 Salvegera Roja 1'ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê vîna gerdûnî ye
13:52 SES: Pêşnûya Qanûna Torbe ya AKP’ê dê tundiyê asteng neke
13:05 Temellî: Rihê berxwedanê dê tu carî neyê girtin
13:03 KCD: Bi êrîşa ser Kobanê re dixwazin çeteyan zindî bikin
12:25 Li Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê tê pîrozkirin
12:21 Polîsan bi ser Kovara Yuruyuşê de girt û kesek binçav kir
12:10 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Kobanê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bu sembol
11:41 Li Koreya Başûr ji bo reda wîjdanî mafê xizmeta alternatîf hat nasîn
11:36 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan cara 760'emîn serlêdan kirin
11:27 Li Qersê binçavkirina siyasetmedaran 4 rojan dirêj kirin
11:01 Muslîm: serkeftina berxwedana Kobanê serkeftina mirovahiyê ye
10:56 Kesên îşkenceyê dîtin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin
09:28 Li Karaz, Lîcê û Hezro bi 107 malan de hat girtin
09:06 Wê zimanê kurdî bixin rojeva NY'ê
09:05 Rojeva Dersimê hilbijartina herêmî ye
09:05 Hunermend Eleonore Fourniau: Min tesîr ji Şakiro û Mihemed Arif girt