‘Dê Cejna Komarê li goristana bêkesan pîroz bikin'

  • rojane
  • 12:40 29 Cotmeh 2018
  • |
img
STENBOL - 3'emîn balafirgeha Stenbolê ku bi sedan karkerên înşaetê di cînayetên kar de can dan, 2 milyon dar hatin birîn, zêdeyî 30 karker hatin girtin û 600 karker hatin binçavkirin, dê îro bi merasimekê vekin. Prof. Dr. Beyza Ustun, diyar kir ku karker tên qetilkirin, lê hikûmet şovê dike. Ji Înşaat Îşê Kadir Kurt jî got: "Dê Cejna Komarê li ser goristana bêkesan pîrz bikin." 
 
Îktîdara AKP’ê, di 16 salên xwe yên îktîdarê de bi sedan proje pêş xistin. AKP'ê bi van projeyan di qada civakî, çandî û ekolojik de hilweşîn, talankirin û wêrankirinên mezin pêk anîn. Yek ji van projeyên herî mezin ku rê li peş talankirin û wêrankirinê vekiriye Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê ye. Serokomar Tayyip Erdogan bi devê xwe beriya hilbijartina 24'ê heziranê got 'Me li bajarê Stenbolê îxanet kir, em hêj îxanetê dikin' û rastiya xwe îtîraf kir. Niha bi 3’emîn balafirgeha Stenbolê, bajar bê nefes dihêlin. Ji bo projeya balairgehê bi milyonan darên daristana Bakurê Stenbolê talan kirin. Li qada 76,5 milyon metrekare dar tev jê kirin. Dîsa li gorî daneyan di înşaeta balafirgehê de nêzî 400 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Karkerên ku li dijî şert û binpêkirina mafên jiyanê çalakî pêk anîn 600 ji wan hatin binçavkirin û zêdeyî 30 karkerî hatin girtin. 
 
SALEK DERENG XISTIN MERIYETÊ 
 
Îktîdara AKP'ê bi tevlêbûna Recep Tayyip Erdogan di 7'ê Hezîrana 2014’an de bingehê balafirgê avêt. Erdogan beriya merasimê salek berê di Berxwedana Gezî re Projeya Balafirgehê kir rojev. Erdogan diyar kir ku dê di 29'ê Cotmeha 2017’an de vekirina balafirgehê pêk bînin û têxin xizmetê. Lê salek şûnde balafirgehê vedike. Pişti projeya balafirgehê xistin meriyetê, hem hevsengiya ekolojîk xerakirin û hem jî qada balafirgehê kirin goristana karkeran. Li gorî daneya Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (İSİG), heta niha 38 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Lê li aliyê din tê gotin ku li qada balafirgehê 400 karkeran jiyana xwe ji dest dane. 
 
‘37 KARKER HATIN GIRTIN'
 
Karkerên li dijî şert û mercên kar di 14'ê Îlonê de dengê xwe bilind kirin rastî mudaxaleya polîs û cendirmeyan hatin. Di buyerê de 600 karker hatin binçavkirin û ji wan 37 karker hatin girtin. Di nava karkerên ku daxwazên xwe anîn ziman û hatin girtin de Serokê GişTî yê Dev Yapı-İşê Ozgur Karabulut ji heye. 2 roj berîya vekirina balafirgehê 100 karker ji har hatin avêtin. Di 22'ê cotmehê de 100 karkerên ku meaşê xwe nestendin, dest ji kar berdan û çalakî pêk anîn. Rayedarên Firmaya ÎGA'ê diyar kirin ku dê di 27'ê Cotmehê de meşaê wan razînin. Lê li şûna meaşê wan razînin dawî li karê wan anîn. 2 roj beriya vekirinê 100 karker ji kar avêtin. 
 
ŞOV DIKIN 
 
Serokê Giştî yê Sendikaya Karkerên Înşaet û Avahiyan (İYİ-SEN) Alî Oztutan, diyar kir ku soz dan karkeran ku roja îne meaşên wan bidin wan û wiha got: "Lê soza xwe pêk neanin. Meaşê 3 mehan ên hevalên me nedan wan. Heqê karkeran xwarin. Ne tenê fîrmayekê, hemû fîrmayên din jî bi heman rengî mafê karkeran xwarin. Niha hêj heqê hevalên me yên karker nedane wan. Li vir bi sedan karkeran jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan mirov heqê wan hat xwarin. Hêj balafirgeh ne qeiya ye merasima vekirine dikin. Ev talûkeyek din bi xwe re tîne. Li vir şovê dikin. Bi vê vekirinê şovê diin." 
 
EV KOMKUJÎ YE
 
Endama Platforma  Piştevaniya Karkerên Balafirgeha 3'emîn Prof. Beyza Ustun jî der barê vekirina balafirgehê de wiha got: "Ev komkujî ye. Karkeran di 14'ê ÎLonê de ji bo mafê xwe çalakî pêk anîn. Ji ber van kuştinan bi hezaran karker ketin grevê. Bi sedan karker hatin binçavkirin. Di navde rêveber û serokên sendîka jî heye 37 karker hatin girtin. Hêj karkeran 3-4-5 meh heqê xwe negirtine. Hekê karkeran hatiye xwarin. Karker di nava herî û cihê qirê jde radizên. Karkerên ev şert îtîraz kirin di 14'ê Îlonê de hatin cezakirin. Piştî îsyana karkeran 3 karker li balafirgehê bûn qurbana cînayeta kar. Li vir mirov tên qetilkirin, lê îktidara AKP'ê û rêveberiya wê li ser van kuştiyan şove dike. 
Li vir faşizm û komkujî berdewam dike. Li vir ya pêş dikeve ne karker û gel in. Ya winda dibe zindiyên li wir in. Zindiyên li wir tune dibin." 
 
KIRIN GORISTANA BÊKESAN 
 
Sekreterê Rêxistina Sendîkaya Karkerên Înşaetê (İnşaat İş) Kadir Kurt jî diyar kir ku ev merasima vekirinê dê rûreşiya dirokîy a Komara Tirkiye be û wiha got: "Her sal di 29'ê Cotmehê de Cejna Komarê pîroz dikin. Ji bo rojîma Komarê dibêjin kesên bêkesan. Lê li vir ne wisa ye. Niha jî li ser goristana bêkesan pîrozbahiyê dikin. Balafirgeh bûye goristana bêkesan û li vir bi vekirinê pîrozbahiyê dikin. Li Tirkiye li ser vê axê mirovê herî bê xwedî karkerê înşaetê ne. Niha wan naxin wê qadê û li ser keda wan vê pirozbahiyê dikin. Ev şerma herî mezin e."  
 
MA / Sadiye Eser
 
 

Sernavên din

04/11/2018
13:27 Buldan: HDP tu carî çavtirsandî nebû
Temellî: Divê parlamento gav bavêje
12:52 Kolberê birîndar jiyana xwe ji dest da
12:07 DAIŞ'ê li Xaneqînê êrîşî polîsan kir
12:06 Dewletê gund desteser kir û gundî koçber kirin
10:41 Cerdevanê hat îdîakirin ku ‘Bi şaşî birîndar bûye’ mir
10:10 Aykol: Em nafikirin ku ji cihê xwe herin cihek din!
10:04 Unsal: AKP armanc dike ku dest bavêje hilbijêrên HDP’ê
09:16 Nêzî nêviyê nifûsa vê bajarokê tê darizandin
09:15 Ozsoy: Pergaleke bêyî kurdan dê ne pergaleke berdewamiyî be
09:14 Bîlgen: Nikaribûn muxalefeta demokratîk tasfiye bikin
09:12 Bi hatina zivistanê re welatî berê xwe didin bêhnfiroşan
09:09 Fîlmê bal dikişîne ser rojnamevanên li pêyî rastiyê: Gerçek
09:07 Ji bo parlementerên girtî tenê biryara DMME'yê maye
09:06 Rapora ATK'ê dibe ku seyra darizandina polîsên bersûc biguherîne
09:05 ‘Bi pêşnûmaya astengkirina şideta di tenduristiyê de bijîşk cezakirin'
09:03 Qeyûm hem vîna gel xesp kir hem jiyana wan herimand
09:01 Dengbêjek dengê wî nehatiye bihîstin: Aşiq Remezanê Hênê
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2018'AN
03/11/2018
17:07 Li Amedê meclîsa astengdaran tê avakirin
16:47 Heyeta Emerîkî nûçegihana ANHA li nexweşxaneyê ziyaret kir
16:46 Xwîneran pirtûka 'Li Xirarê Tofan Rabû' da îmzekirin
16:44 ‘Navê zarokên xwe jî ji bîr kirin e’
16:42 Nivîskar Mehmet Akdogan ji bo xwînêran pirtûka xwe îmze kir
16:41 Mooney: Baweriya ji bo aştiyê girîng e
15:46 Xizmên windayan: Li şûna hûn bang li Siûdî bikin kujerên nava xwe darizînin
15:26 Buldan: Em ê ala hevrê Îbrahîm li erdê nehêlin
14:54 ‘Ji bo me her dever Qada Galatasarayê ye’
14:45 Dayikên Şemiyê: Em ê her dem edaletê bixwazin
14:26 Lijneya Stargehên Jinan dest pê kir: Divê em pêşeroja xwe ava bikin
14:25 Temellî: Çareseriya mseleya kurd çareseriya meseleya demokrasiyê ye
14:05 Serokê FÎDH'ê: Ez wate nadin destûrnedayîna ku malbaz zarokên xwe defin bikin
13:42 Demîrtaş: Me lîsteyê dizanibû, li dijî tasfiyeyê me girtinê da ber çavê xwe
13:39 Şahos Hesen: Yekîtiya axa Sûriye bi van êrişan nayê parastin
13:25 Desteya Giştî ya ÎHD’ê dest pê kir: Derfet çi dibin bila bibin dê gel qezenc bike
13:19 ÎRA: Di cotmehê de 42 rojnameger hatin darizandin
12:46 Muftiyê Mahsertê wekî qeyûm tayînî şûna muxtar kirin
12:17 Qeyûm kirêdarên şeredariyê nivê şevê ji cihê wan derxistin
10:54 30 herêmên Colemêrgê li sivîlan hatin qedexekirin
10:35 Hamzaoglu: Divê HDP li bajarên rojava endamê meclîsên şaredariyan be
10:14 Sûcdariya derbarê 3 wekîlên HDP’ê yên berê de girantir kirin
09:22 2 sal piştî operasyona li dijî HDP'ê: An berxwedan an jî teslîmbûyîn hebû
09:20 Aşê ard ên Mêrdînê ketin tora bankayan
09:19 Li Êlihê xizmeta ji bo înternet û telefonan hat sekinandin
09:18 Êdî holdîng ji keda karkerên penaber dixwin!
09:18 Êdî kes nikare penêrê sîrik jî bikire!
09:17 3 meh in jin li dijî JES'an nobetê digirin
09:16 Endamê Koma Amed: Divê di serdemên çewisîner de berhemên ji bo gel bibin cihê hêviyê bên afirandin
09:15 Ger îro şer biqede emê boxçika xwe bavêjin pişta xwe û vegerin welatê xwe
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2018'AN
02/11/2018
16:46 Turmen ji bo kuştina Tahîr Elçî Tirkiyeyê hişyar kir
16:28 Bi hinceta HDP’î ye destûr neda tev li daxuyaniya SES'ê bibe
15:35 Bi gotina ‘sibê îfadeyê te heye’ bi ser malê de girtin
15:23 Ji QSD û Hêzên Koalîsyonê li dijî TSK’ê dewriya hevpar dest pê kir
15:22 HDP: Muxdarên ku qet doz li wan venebûne çima hatin dûrxistin?
14:41 Ciwanên hatin binçavkirin: Em ê bêzar nebin
14:01 Wezareta Karên Hundir: 393 jin di êrîşa navxweyî de jiyana xwe ji dest dan
13:54 Li Pîranê du birayên hev Tekîn hatin binçavkirin
13:41 Danişîna doza Rojnameger Erdogan taloq kirin
12:29 Du nûçegihanên ANHA'yê birîndar bûn
12:11 Dozger banga îfade dayînê li lîstikvan Ahmet Kural kir
11:57 Rêveberê HDP'ê binçav kirin
11:53 Wasiyê Ocalan Dînç ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:39 Salih Muslim: Armanca Tirkiyeyê tunekirina destkeftiyên Bakurê Sûriyeyê
10:30 Parêzer Bek: Desthilatdariya cînayeta Kaşıkçı çareser dike, çima ya Bagdu çareser nake?
10:12 Profesorê îxrac bû: Hîskirina me ya aydî welat kêm bûye
09:23 OSO'yî li kampa penaberan a Nisêbînê tên bicihkirin?
09:22 ‘Ocalan misogeriya îstikrara Tirkiyeyê ye'
09:21 Şaredariya Mezin a Dîlokê nelirêtî kirine
09:21 'Xwendekarên sûriyeyî daxilî perwerdehiyeke bê plansazî tên kirin'
09:20 Alinak: Ji bo xwedîderketina li Ocalan, şexs mirov be bes e
09:19 Êdî sewalvan nikarin êm û kayê jî bikirin
09:18 Projeya Çîn a ‘Yek Kember Yek Rê’, Ambargoya Tirkiye-Îran û dagirkeriya Xakûrkê
09:14 Kesên teqawidbûyî nikarin debara xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2018'AN
08:45 Şivanê ku esker û cerdevanan bi giranî birîndar kir, şandin hepsê
07:19 Li Stenbolê 2 kes di bin axe de man jiyana xwe ji dest dan
01/11/2018
16:51 Serlêdana parêzerên Ocalan a 760’emîn hat redkirin
16:37 Oluç: Kobanê ji bo mîrovahiyê berxwedanek girîng e
16:26 Berî dermakirina Babat biqede sewqî edliyê kirin
15:44 Cerdevanan wesayîtek gule baran kirin: Sedat Uzan kuştin
15:31 Rênas Jiyan vê carê got ‘Stranên Sor Niviştên Mor’
14:52 Gelê Kobanê: Wê rojê me çikir, emê îro jî bikin
14:31 ‘Bila nefesa wî ya dawî li ba min be’
14:22 Nobeta Edaletê di hefteya 77’emîn de berdewam kir
13:59 Salvegera Roja 1'ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê vîna gerdûnî ye
13:52 SES: Pêşnûya Qanûna Torbe ya AKP’ê dê tundiyê asteng neke
13:05 Temellî: Rihê berxwedanê dê tu carî neyê girtin
13:03 KCD: Bi êrîşa ser Kobanê re dixwazin çeteyan zindî bikin
12:25 Li Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê tê pîrozkirin
12:21 Polîsan bi ser Kovara Yuruyuşê de girt û kesek binçav kir
12:10 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Kobanê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bu sembol
11:41 Li Koreya Başûr ji bo reda wîjdanî mafê xizmeta alternatîf hat nasîn
11:36 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan cara 760'emîn serlêdan kirin
11:27 Li Qersê binçavkirina siyasetmedaran 4 rojan dirêj kirin
11:01 Muslîm: serkeftina berxwedana Kobanê serkeftina mirovahiyê ye
10:56 Kesên îşkenceyê dîtin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin
09:28 Li Karaz, Lîcê û Hezro bi 107 malan de hat girtin
09:06 Wê zimanê kurdî bixin rojeva NY'ê
09:05 Rojeva Dersimê hilbijartina herêmî ye
09:05 Hunermend Eleonore Fourniau: Min tesîr ji Şakiro û Mihemed Arif girt