Komxebata KHK, Keda Jinê: KHK dê biçin û jin dê bimînin

  • rojane
  • 13:40 27 Cotmeh 2018
  • |
img

ENQERE - Meclîsa Jinê ya SES'ê, komxebata "KHK, Keda Jinê û Bêewlehiyê" li Otela Akarê pêk anî. Di komxebatê de Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, diyar kir ku di hemû krizên dîrokê de her dem ewil jin ji kar hatine derxistin û be ewle hatine hiştin û wiha got: "Tenê reyek serketin û derketina ji nava kaosê heye. Ew jî têkoşîna bi rêxistin e."

Komxebata "KHK, Keda Jinê û Bêewlehiyê" ku Meclîsa Jinê ya SES'ê ya girêdayî KESK'ê li Otela Akarê pêk anî dest pê kir. Di komxebatê de Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden û gelek endam û rêveberên şaxên SES'ê yên bajarên cuda amade bûn. Li salona komxebatê pankartên “Jin, Jiyan Azadi”, “KHK dê biçin, em dê bimînin" û “Em dê bi keda jinê azad bibin" vekirin. 
 
‘JI JINAN DITIRSIN'
 
Di komxebatê de ewil Hevseroka  Gişti ya SES'ê Gonul Erden axivî. Erden, diyar kir ku di serdemek pir dijwar re derbas dibin û wiha got: "Di her serdemên zor de jinan rêya çareseriyê ditiye û jin dê niha jî dîsa li ber xwe bidin û gotina xwe bêjin. Em dê bi hevre dengê xwe bilind bikin. Em dê bi hevre li çareseriyê bigerin û bi biryar têbikoşin. Mayîna bi jinan re her dem pir cuda ye û her dem hestek pir xweş e. AKP ku her tiştê kar ji bo xwe pîroz dibîne, herî jêde ji jinê ditirse. Ji jina bi rêxistin û zane pir ditirse. Ji ber vê yekê jî ewil êrîşî jinê û keda jinê dike. Ewil dixwaze hêz û rêxistina jinê belav bike. Em jî diyar dikin ku hêza herî mezin biryara têkoşîna hevpar e. Têkoşîna bi rêxistinî ye. Di demên dijwar de berî her tişti êrîşî jinan dikin. Di serdema OHAL'ê de jinan bi înat gotina xwe gotin. Îktîdar ji bo xwe ewle bibîne ewil berî jinê û ewlehiya jinê dike. Jinan ji kar dûr dixe û bê ewle dihêle. Dixwaze jinê di malê de heps bike û bêdeng bike. Mêtîngeriya li ser jinê bêtir kûr dike. Rêya derketina ji kaosê têkoşîna bi rêxistin e. Bi deh hezaran jin bêyî pirsan ji wan bike û hincetê nîşanî wan bide dawî li karê wan anîn. Em dê hemû bi hevre pirsa "Ewlekarî çiye? bipirsin. Em dê bi biryara têkoşînê nîşan bidin ku rêxistinbûna jinê hêza herî mezin a li dijî jiyanê ye." 
 
EV NE KRÎZA ABORÎ YE, EV KRÎZA KAPÎTALÎZMÊ YE
 
Sekretera Giştî ya SES'ê Selma Atabey jî ewil kesên di 10'ê Cotmehê li GAR'a Enqereyê jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û wiha got: “Berî her tiştî divê baş bê zanîn êdî reklamên neo-libereal û kapitalizmê yên aramî, bitirî û bolviriyê yên bi destê îktîdara AKP'ê ketine meriyetê êdî bi dawî bûn. Em dizanin ku xwezaya kapitalizmê xwezayek bi krîz e. Kapitalizm, ji bo pereyan belav bike divê her dem krîzê ava bike. Ez nabêjim krîza aborî. Navê vê yekê krîza kapitalizmê ye. Polîtikayên şer sedema krîzê ye. AKP êrîşî hemû jinên sendîkayî û ne sendîkayî dike. Avêtina karkerên Flormarê yek ji vê mînakê ye. Ev krîz ne krîza îro ye. Sedema ku heta îro hat şerê li tirkiye berdewam dike ye. Rola şerê li Tirkiye bandorek mezin li ser krîzê dike." 
 
MALIYETA OPERASYONA EFRÎNÊ ZÊDEYÎ 1 MILYON DOLAR E 
 
Atamay, da zanîn ku tenê maliyeta operasyona Efrinê zêdeyî 1 milyon dolar e û wiha bi dawî kir: "Her ku Tirkiye li dijî herêma Iraqê balafirek şer a F- 16 difirîne, saetek maliyeta wê ya bombekirinê  25 hezar dolar e. sala par li Iraqê 399 operasyonên hewayî pêk anîn. Maliyeta ve yekê ya personelan ji heye. Bi qasî butçeya şer ji butçeya tenduristi û mafê tewawîtan re naqetîne Tirkiye zerar dike. Feraseta yekperest hebûna xwe li ser ked, nasname û bedena jinê dide avakirin. Ji bo xizmeta sermaye û şer bike dixwaze jin zarokan çêkin. Zimanê îktîdarê yê nijadperest, zayendîperest, olperest û siyasî di heman demê de zimanekê zayendîperestiyê ye. Ev ziman bêtir re li pêş kuştina jinan vedike. Em dê KHK, bêewlebûn, newekheviya zayenda civakî, cudakarî, polîtîkayên rejîma otoriter û tundiyê li ser xizmeta civakî û tenduristiyê bi hevre niqaş bikin. Em dê xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna bi rêxistinî pêş bixin. çareserî di rêya têkoşina bi rêxistin de ye." 
 
Sekretera Jinan a KESK'ê Gulistan Atasoy jî anî ziman ku ew di nava pergala mêrê mêtinger û serdest de têkoşîna hebûn û nasnameyê didin û wiha got: "Ji bo AKP di rejima nû de krîzê derbas bike dixwaze sûdê ji dewletê û pergala kapitalizmê bigire û xwe bi hêz bike. Divê em destûrê  nedin vê yekê. Soza me ya em têkoşînê bi rêxistin bikin heye." 
 
Komxebat bi mijara “Di qada xizmetên tenduristî û civakî de keda jinê" berdewam bike.
 
 

Sernavên din

28/10/2018
17:04 Endamê Meclîsa Şaredariya DBP’ê Tungut jiyana xwe ji dest da
16:53 HDP çû serdana PSK’ê
16:45 Dîncel: Barê jinan piştî krîzê duqat zêde bûn
Saygili: Çareserî em in
15:51 Turan ê HDP’î çû serdena cotkaran
15:36 Şaxa Malajiyanê ya Riha rêveberiya xwe ya nû ava kir
15:00 Parlamenter Kenanoglu: AKP dê winda bike
14:28 Temellî: Muxatabê yekemîn Birêz Ocalan e
13:48 Tabelaya HDP'ê daxistin û şewitandin
13:20 Li Enqere cenazeyê zarokekî Sûriyeyî hat dîtin
12:41 Rojek beriya vekirina Balafirgeha 3'emîn karkerek ji jor ket û can da
11:44 DAIŞ'î, di dîmenên şand de cînayeta rojnameger Bagdu vegot
11:37 Jina li Edeneyê xwe ji banî avêt jiyana xwe ji dest da
11:32 Yîgît: Hêza Emperyalîst li Sûriye îflas kir
10:17 Bîlgen: Siyasetmedarên Qersê, bi hewldana aştiyê tên tawanbarkirin
10:01 Derûnînas Çelîk: Bi sondê dixwazin rûpûşa spî têxin rûyê ên din
09:11 ‘Ji ber bazirganiya şerî leşker diqefilin û dimirin'
09:10 Taşçier: Heta yekîtî çênebe, wê kurd nebin xwedî statu
09:09 Li Mor Gabrîelê, wêne temsîlî lê gor rasteqîn in
09:07 'Heqê xwarinê' ji girtiyan distînin
09:07 Xwendekara hat derbkirin: Mêr hêzê ji îktîdarê distînin
09:06 Hewceyî gotine nake: Hûn dibinin
09:04 Sîsê Bîngol êdî navê zarokên xwe jî ji bîr kiriye
09:01 Qada caretta carettayan dikin pîst
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2018'AN
27/10/2018
17:40 Polîsan ji HDP’iyan got: Suleyman Soylu tişta pêwîst dike
17:25 Pirtûka Kişanak li Mersînê gihişt xwînerê xwe
17:19 Li Şirnexê tevgera leşkerî
16:29 Endamê Meclîsa HDP'ê Saglam girtin
16:25 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:47 Mesûtoglu yê berpirsê kuştina Safîturk hat dîtin di rojiya mirinê de ye
15:29 ‘Hevrûbûna dîrokê bingeha aştiya civakî ye'
15:29 Gundiyên ji ber lehiyê mexdûr bûn: Em bi karesatê re rû bi rû ne
14:55 Acetîn: Ozelmali nikare pêdiviyên xwe pêk bîne
14:45 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê aqûbata Tosûn pirsî
14:39 ‘Her dem em rûçikandin, lê emê rêyên nû bibînin'
14:06 Dayika Toraman ê winda: 27 salin bêdeng nemam e
13:44 Beriya zîrveya Sûriye hevdîtinên du alî dest pê kir
13:40 Komxebata KHK, Keda Jinê: KHK dê biçin û jin dê bimînin
13:18 Konferansa Amedê pêk hat: Divê pêvajoyek nû bi Ocalan re bê destpêkirin
12:35 Turkdogan: CMK'ê îhlal dikin
11:19 AA Babat PKK'yî nîşan da
Kek, birayê min Babat şivan e
10:40 ‘Bi qanûnan hewl didin jinan hewceyê zilaman bikin’
09:47 Li dijî HDP’ê ya Enqerê operasyon: 6 kes hatin binçavkirin
09:30 Ewil navê kurdî guhert piştre muxtar ji peywirê girt
09:20 Civaknas Bariş: Wekî Ocalan got, nijadperestiyê em sed sal paşve xistin
09:18 Karkerên Superpakê 240 rojin di çalakiyê de ne
09:18 ‘Qeyûm dikarin tabelayan jê bibin lê nikarin hişê mirov jê bibin'
09:17 Karkerên Flormarê: Di şertên zivistanê de jî çalakiyên me dê bidomin
09:16 Derûnînas: Dikarin sondeke azadîparêz dînin
09:16 Dermankirina nexweşê pençeşêrê Suncak asteng dikin
09:14 ‘Rojevkirina sondê xizmeta aştiyê nake'
09:14 Keya tayînî gundên vala kirin!
09:13 Ji 62 esnafên sîteya komirvanan 34 jê top avêtin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTEMAH 2018'AN
08:19 Cihê 39 Waliyan hat guhertin 21 walî ji peywirê hatin girtin
26/10/2018
23:39 3 tîmên JOH'ê qerisîn: 2 tîm qefilîn û jiyana xwe ji dest dan
23:19 10 malbatan ji bo cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin serlêdan kirin
21:39 Dozger daxwaza hevdîtinê ya wasiyê Ocalan red kir
16:14 ÎHD: Li girtîgehan binpêkirinên mafan wekî serdema OHAL'ê zêde ne
16:02 Îdîayên siyanurê ya li Şemrexê Saziyên Civakî kirin nava tevgerê
15:16 Karkera çandiniyê di bin kamyonê de can da, karkerê înşatê ji kata 9'an ket û can da
14:55 Xeta sînor ji bo 15 rojan hat qedexekirin
14:46 Boriyên Qeyûmê teqiyan
14:40 Endama Meclîsa HDP'ê Nadiye Gurbuz hat berdan
14:32 Meclîsê pirsîn HDP’ê qeyd nekirin
14:23 Êrîşî Bîrdariya 10'ê Cotmehê kirin
14:05 DÎSK: Berpirsê krîzê îktîdar û patron in
14:05 Ji bo tevlîbûna Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP’ê bang
13:32 Parlamenterên HDP’ê yên Amedê bi rojnamegeran re civiyan
13:00 7 hezar koçber di rêya DYA de ne: Trump amadekariya hilbijartinan dike
12:38 Rojnameger Ataman nehat berdan
12:24 Ji Hevşaredarê Xelfetî re ceza xwestin
11:51 Zîrveya çaralî dê sibê li Stenbolê pêk bê
11:50 Wasiyê Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
11:27 Otobusa rêwiyan qulipî: Kesek mir û 29 kes birîndar bûn
10:42 Li Qersê li dijî siyasetmedarê kurd operasyon
10:39 Li Mêrdîn û Şirnexê taviya baranê bi bandor bû
10:28 'Gelê herêmê ji mafê tenduristiyê sûdê nagire
10:02 Li Geverê du gund dibin avê de man
09:51 Ziman Zan Alpay: Polîtîkayên pişavtinê hatin nûkirin
09:26 ÎŞKÛR e yan şaxeke AKP'ê ye, ne diyar e
09:25 Kaçmaz: Bi tecrîdê yekîtiya netewî jî tê astengkirin
09:24 'Divê em di şanoya bi kurdî de israr bikin'
09:24 Dêra Fevkaniyê wêran bûye
09:23 Karkerên ji kar hatin derxistin 426 roj in li ber xwe didin
09:22 ‘Ên dibêjin krîz tune ye, bila dakevin kuçeyê û bibînin'
09:21 Dozger ji bo terfiya xwe xwest dosyeyê têxe rêza pêşî
09:20 Xeyal avahiya 5 stêrkî ye, lê jiyan prefabrîkên xilmetî!
09:19 Girtiyê 29 roj in di greva birçîbûnê de: Ne piştî mirinê niha xwedî derkevin
09:18 Li qişleyan hejmara mirinên biguman zêde dibin
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2018'AN
25/10/2018
17:35 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:45 Meclîsa Jinan bertek nîşanî binçavkirina Gurbuz da
16:26 HDP’ê li Meletiyê civîna amakedariya hilbijartina herêmî pêk anî
15:36 Şahîn a agahî da derve rastî cezayê hucreyê hat
15:22 Dersim Dag doza Lîcê ji wezîrê Dadê pirsî
14:53 Rapora pisporê ‘Doza Panzerê’ rastî bertekan hat: Em nikarin panzerê bidarizîn in
14:37 Eskerekî din jî bi guman mir
14:36 Sarisaç ê HDP'î: Em bibin yek dikarin xwe ji faşizme rizgar bikin
14:07 HDP’ê ji bo aştiya civakî 3 pêşnûma-qanûn dan meclîsê