ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2018'AN

* Parêzerê Komeleya Mirinên Biguman ên Leşkeran û Mexdûran Ahmet Çevîk, destnîşan kir ku hemû mirinên li qişleyên leşkerî mirinên biguman in û lêpirsînên di vî warî de bi "neşopandinê" tên encamkirin. Çevîk, xwest mafê wijdana redî bê naskirin. 

* Girtiyê nexweş Kemal Ozelmali ku 29 roj in di greva birçîbûnê de ye, parêzera ÎHD'ê Zelal Demîray pê re hevdîtin çêkir. Demîray, diyar kir ku Ozelmali gotiye "Wexta mirim na, niha xwedî derkevin." 
 
* Şaredariya Tûşba ya AKP'î ji bo avahiya xizmetê gotibû "Em avahiya xizmetê ya 5 stêrkî çêdikin" û soz dabû ku dê di sala 2018'an de temam bibe. Lê belê 5 sal derbas bûn, ji bo çêkirina avahiyê bêr li erdê axê neketiye. Xizmetên şaredariyê li avahiyên prefabrîk ên xilmet tên dayîn û gel ji bo vê dibêje "Xeyal avahiya 5 stêrkî ye, lê jiyan prefabrîk e." 
 
* Di doza ku 500 lîre ceza li hunermend Pinar Aydinlarê hat birîn de, dozger ji bo bê "terfîkirin", ji Dadgeha Îstinafê ya Erziromê xwest dosyeya hatiye şandin têxe rêza pêşî. 
 
* Welatî û esnafên ji ber krîza aborî rewşa wan nebaşe, bang li îktîdara ku dibêje "krîz tune ye" kirin û xwestin îktîdar dakeve kuçeyê û halê gel bibîne. 
 
* Li Dîlokê 9 karkerên ku ji ber endamê sendîkayê ne ji Babacanlar Kargoyê ji kar hatin derxistin, her çend di doza vekirin de bi ser ketin jî, lê belê ji ber kardêr biryara dadgehê şand îstinafê nikarin vegerin ser karê xwe. Karker 426 roj in li ber xwe didin. 
 
* Serokê Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê Ozgur Deniz Deger,diyar kir ku saziyên tenduristiyê bûne saziyên bazirganiyê û gelê herêmê ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê nagire. 
 
* Dêra Fevkanî ya piştî tehcîra ermeniyan bêxwedî ma, niha wêran bûye û bûye qada gogê ya zarokan.
 
* Zimanzan Necmiye Alpay, diyar kir ku pêkanînên polîtîkayên yek zimanî ji roja komar hatî avakirin, heya roja îro berdewam dikin û got: “Polîtîkayên pişavtinê hatine nûkirin.” 
 
* Şanoger Îhsan Arat, anî ziman ku şano bikaranîna zimanê kurdî teşwîq dike û got: "Divê em di şanoya bi kurdî de bi israr bin." 
 
* Parlementerê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz, diyar kir ku armanceke tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî astengkirina pêkanîna yekîtiya netewî ye û got: "Tecrîd rê li ber yekîtiya netewî digire." 
 
* Şaxa ÎŞKÛR'ê ya Wêranşarê, ji bo AKP'a navçeyê dixebite. Di pişkavêtinê de hîle tên kirin û her wiha ên li ser sindoqan jî xwarzîk û birazîkên parlementerên AKP'î ne. Piştî qeyûm hat tayînkirin, karkerên demsalî ên bi "pişavêtinê" tên diyarkirin, 2 sal in qet neguherîne. 
 
* Komîsyona Girtîgehan ên Şaxên ÎHD'ê yên Mêrsîn û Edeneyê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtîgehên Herêma Çukurova dê li avahiyên xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. 
 
* 4'emîn danişîna doza Nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Ziya Ataman, dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê dîtin. (09.30)
 
* Wekîlên HDP'ê yê Amedê dê li Otela Live Suitê civîna çapemeniyê pêk bînin. (10.00)
 
* Nûnerên sendîka û odeyên DÎSK,  KESK, TMMOB û TTB'ê dê bi sernavê "Em bedela krîzê nadin" deklarasyonê li Navenda Giştî ya DİSK'ê ya Beşîktaşê bi raya giştî re parve bike. (12.30)
 
* Baroya Amedê, ji bo faîlên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî bê dîtin û edaletê bixwazin de di hefteya 147’an de li pêş Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)
 

Sernavên din

28/10/2018
17:04 Endamê Meclîsa Şaredariya DBP’ê Tungut jiyana xwe ji dest da
16:53 HDP çû serdana PSK’ê
16:45 Dîncel: Barê jinan piştî krîzê duqat zêde bûn
Saygili: Çareserî em in
15:51 Turan ê HDP’î çû serdena cotkaran
15:36 Şaxa Malajiyanê ya Riha rêveberiya xwe ya nû ava kir
15:00 Parlamenter Kenanoglu: AKP dê winda bike
14:28 Temellî: Muxatabê yekemîn Birêz Ocalan e
13:48 Tabelaya HDP'ê daxistin û şewitandin
13:20 Li Enqere cenazeyê zarokekî Sûriyeyî hat dîtin
12:41 Rojek beriya vekirina Balafirgeha 3'emîn karkerek ji jor ket û can da
11:44 DAIŞ'î, di dîmenên şand de cînayeta rojnameger Bagdu vegot
11:37 Jina li Edeneyê xwe ji banî avêt jiyana xwe ji dest da
11:32 Yîgît: Hêza Emperyalîst li Sûriye îflas kir
10:17 Bîlgen: Siyasetmedarên Qersê, bi hewldana aştiyê tên tawanbarkirin
10:01 Derûnînas Çelîk: Bi sondê dixwazin rûpûşa spî têxin rûyê ên din
09:11 ‘Ji ber bazirganiya şerî leşker diqefilin û dimirin'
09:10 Taşçier: Heta yekîtî çênebe, wê kurd nebin xwedî statu
09:09 Li Mor Gabrîelê, wêne temsîlî lê gor rasteqîn in
09:07 'Heqê xwarinê' ji girtiyan distînin
09:07 Xwendekara hat derbkirin: Mêr hêzê ji îktîdarê distînin
09:06 Hewceyî gotine nake: Hûn dibinin
09:04 Sîsê Bîngol êdî navê zarokên xwe jî ji bîr kiriye
09:01 Qada caretta carettayan dikin pîst
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2018'AN
27/10/2018
17:40 Polîsan ji HDP’iyan got: Suleyman Soylu tişta pêwîst dike
17:25 Pirtûka Kişanak li Mersînê gihişt xwînerê xwe
17:19 Li Şirnexê tevgera leşkerî
16:29 Endamê Meclîsa HDP'ê Saglam girtin
16:25 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:47 Mesûtoglu yê berpirsê kuştina Safîturk hat dîtin di rojiya mirinê de ye
15:29 ‘Hevrûbûna dîrokê bingeha aştiya civakî ye'
15:29 Gundiyên ji ber lehiyê mexdûr bûn: Em bi karesatê re rû bi rû ne
14:55 Acetîn: Ozelmali nikare pêdiviyên xwe pêk bîne
14:45 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê aqûbata Tosûn pirsî
14:39 ‘Her dem em rûçikandin, lê emê rêyên nû bibînin'
14:06 Dayika Toraman ê winda: 27 salin bêdeng nemam e
13:44 Beriya zîrveya Sûriye hevdîtinên du alî dest pê kir
13:40 Komxebata KHK, Keda Jinê: KHK dê biçin û jin dê bimînin
13:18 Konferansa Amedê pêk hat: Divê pêvajoyek nû bi Ocalan re bê destpêkirin
12:35 Turkdogan: CMK'ê îhlal dikin
11:19 AA Babat PKK'yî nîşan da
Kek, birayê min Babat şivan e
10:40 ‘Bi qanûnan hewl didin jinan hewceyê zilaman bikin’
09:47 Li dijî HDP’ê ya Enqerê operasyon: 6 kes hatin binçavkirin
09:30 Ewil navê kurdî guhert piştre muxtar ji peywirê girt
09:20 Civaknas Bariş: Wekî Ocalan got, nijadperestiyê em sed sal paşve xistin
09:18 Karkerên Superpakê 240 rojin di çalakiyê de ne
09:18 ‘Qeyûm dikarin tabelayan jê bibin lê nikarin hişê mirov jê bibin'
09:17 Karkerên Flormarê: Di şertên zivistanê de jî çalakiyên me dê bidomin
09:16 Derûnînas: Dikarin sondeke azadîparêz dînin
09:16 Dermankirina nexweşê pençeşêrê Suncak asteng dikin
09:14 ‘Rojevkirina sondê xizmeta aştiyê nake'
09:14 Keya tayînî gundên vala kirin!
09:13 Ji 62 esnafên sîteya komirvanan 34 jê top avêtin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTEMAH 2018'AN
08:19 Cihê 39 Waliyan hat guhertin 21 walî ji peywirê hatin girtin
26/10/2018
23:39 3 tîmên JOH'ê qerisîn: 2 tîm qefilîn û jiyana xwe ji dest dan
23:19 10 malbatan ji bo cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin serlêdan kirin
21:39 Dozger daxwaza hevdîtinê ya wasiyê Ocalan red kir
16:14 ÎHD: Li girtîgehan binpêkirinên mafan wekî serdema OHAL'ê zêde ne
16:02 Îdîayên siyanurê ya li Şemrexê Saziyên Civakî kirin nava tevgerê
15:16 Karkera çandiniyê di bin kamyonê de can da, karkerê înşatê ji kata 9'an ket û can da
14:55 Xeta sînor ji bo 15 rojan hat qedexekirin
14:46 Boriyên Qeyûmê teqiyan
14:40 Endama Meclîsa HDP'ê Nadiye Gurbuz hat berdan
14:32 Meclîsê pirsîn HDP’ê qeyd nekirin
14:23 Êrîşî Bîrdariya 10'ê Cotmehê kirin
14:05 DÎSK: Berpirsê krîzê îktîdar û patron in
14:05 Ji bo tevlîbûna Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP’ê bang
13:32 Parlamenterên HDP’ê yên Amedê bi rojnamegeran re civiyan
13:00 7 hezar koçber di rêya DYA de ne: Trump amadekariya hilbijartinan dike
12:38 Rojnameger Ataman nehat berdan
12:24 Ji Hevşaredarê Xelfetî re ceza xwestin
11:51 Zîrveya çaralî dê sibê li Stenbolê pêk bê
11:50 Wasiyê Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
11:27 Otobusa rêwiyan qulipî: Kesek mir û 29 kes birîndar bûn
10:42 Li Qersê li dijî siyasetmedarê kurd operasyon
10:39 Li Mêrdîn û Şirnexê taviya baranê bi bandor bû
10:28 'Gelê herêmê ji mafê tenduristiyê sûdê nagire
10:02 Li Geverê du gund dibin avê de man
09:51 Ziman Zan Alpay: Polîtîkayên pişavtinê hatin nûkirin
09:26 ÎŞKÛR e yan şaxeke AKP'ê ye, ne diyar e
09:25 Kaçmaz: Bi tecrîdê yekîtiya netewî jî tê astengkirin
09:24 'Divê em di şanoya bi kurdî de israr bikin'
09:24 Dêra Fevkaniyê wêran bûye
09:23 Karkerên ji kar hatin derxistin 426 roj in li ber xwe didin
09:22 ‘Ên dibêjin krîz tune ye, bila dakevin kuçeyê û bibînin'
09:21 Dozger ji bo terfiya xwe xwest dosyeyê têxe rêza pêşî
09:20 Xeyal avahiya 5 stêrkî ye, lê jiyan prefabrîkên xilmetî!
09:19 Girtiyê 29 roj in di greva birçîbûnê de: Ne piştî mirinê niha xwedî derkevin
09:18 Li qişleyan hejmara mirinên biguman zêde dibin
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2018'AN
25/10/2018
17:35 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:45 Meclîsa Jinan bertek nîşanî binçavkirina Gurbuz da
16:26 HDP’ê li Meletiyê civîna amakedariya hilbijartina herêmî pêk anî
15:36 Şahîn a agahî da derve rastî cezayê hucreyê hat
15:22 Dersim Dag doza Lîcê ji wezîrê Dadê pirsî
14:53 Rapora pisporê ‘Doza Panzerê’ rastî bertekan hat: Em nikarin panzerê bidarizîn in
14:37 Eskerekî din jî bi guman mir
14:36 Sarisaç ê HDP'î: Em bibin yek dikarin xwe ji faşizme rizgar bikin
14:07 HDP’ê ji bo aştiya civakî 3 pêşnûma-qanûn dan meclîsê